Li Meletiyê RES û HES xwezayê talan dikin

  • rojane
  • 09:04 16 Çile 2021
  • |
img

MELETÎ - Endamê Desteya Rêvebir a Hawirdorê ya Meletiyê Hasan Kaya, destnîşan kir ku RES û HES'ê derbarê wan de raporên "pêdivî bi ÇED'ê" tune ye hatine dayîn, di jiyana mirovan û xwezayê de dibin cihê texrîbatên mezin.

Endamê Desteya Rêvebir a Platforma Hawirdorê ya Meletiyê Hasan Kaya, anî ziman ku li bajêr heya niha 813 caran ji bo rapora Nirxandina Karîgeriyê ya Hawirdorê (ÇED) serlêdan hatine kirin û ji van serlêdanan ji bo 496 heban biryara "pêdivî bi ÇED'ê tune ye" hatiye dayîn. Kaya, diyar kir ku li gel Santralên Enerjiya Bayê (RES) û Santralên Hîdroelektrîkê (HES) ocaxên zêr, hesin, sifir, kûvars û komirê jî bandorek mezin li jiyana mirovan û xwezayê dikin û dibin sedema texrîbatên mezin. Kaya got: "Ji ber vê mirov terka warên xwe dikin." 
 
QIRKIRINA XWEZAYÊ 
 
Kaya, bal kişand ser fealiyetên madenvaniyê û texrîbatên wan û diyar kir ku hîn jî xebatên lêgerînê didomin. Kaya, anî ziman ku pirgsirêkên hawirdorê tenê divê li gor ocaxên madenê neyên nirxandin û got: "Ji xeynî madenan RES, HES, ocaxên kevir, qûm û mermeran jî hene. Ji bo xweza neyê qirkirin me platformek ava kir û em xebatên xwe di bin banê vê xebatê de dikin." 
 
HEVSENGIYA EKOLOJÎK TÊ TUNEKIRIN 
 
Kaya, navên bendav û ocaxên madenê yên zirarê didin xwezayê wiha rêz kirin: "Li Çemê Şotikê bendavek hatiye çêkirin. Li qada wê bendavê li Taxa Saz a Jor û Jêr, Taxa Basak, Taxa Guvenc û Taxa Karagoçekê yên Hekîmxanê 3 heb, li herêma Hasan Çelebî ya Hekimxanê 2 heb bi giştî 12 heb fabrîkeyên madenê hatine çêkirin û ev maden çalak in.  Li Taxa Dedeyazi ya navçeya Wêranşarê jî şîrketeke madenê hatiye avakirin. Li vê derê madena kromê tê derxistin. Bi qasî 50 metreyî li jora gund e. Ji ber madenê tax di nava toz, gaz û jehrê de dimîne. Fealiyetên madenê hevsengiya ekolojîk tune dike. Li texma gundê Keller û Buyukê yên navçeya Arganê maden tên derxistin. Me li vê derê jî dît bê ka hevsengiya ekolojîk çawa tê xerakirin." 
 
MIROV KOÇ DIKIN 
 
Kaya, anî ziman ku çem, robar û coyên li herêmê jî nesîbê xwe ji vê qirkirina xwezayê digirin û got: "Li navçeya Şîro li Çemê Şîroyê du bendav hene. Li Darenê jî li Çemê Tohmayê 4 HES çêkirin. Li Çemê Asarê û Çemê Şotikê jî HES çêkirin. Çemê Kûrûyê ku ji Hekîmxanê dest pê dike û diçe tevli Çemê Firatê dibe, 6 HES çêkirine. HES'ên hatine çêkirin hevsengiya xwezayê xerab dikin û dibin sedema çolbûyînê. Her wiha şêniyên herêmê jî ji mecbûrî terka warê xwe dikin. Gelek cureyên çûkan mirin. Yek ji van jî kew e. Yanî bandoreke nebaş li hemû candaran dike." 
 
ZIWABÛN 
 
Kaya, anî ziman ku di warê avê, çem û robaran de berê Meletiye devereke dewlemend bû û mirovan bi rihetî dikaribû avê peyda bike. Kaya, destnîşan kir ku lê belê niha çem û robar 50-100 metre paşve çûne û got: "Niha her diçe ziwabûn zêde dibe. Çemê Kûrûyê ku çemekî girîng ê Meletiyê ye, havînan ziwa dibe. Di biharê de piştî berf dihele ava wê zêde dibe. Her wiha ava çemên Tohma, Şîro û Sûltansûyê yê kêm bûye. Piştî bendav û HES hatin çêkirin ev çem û robar ziwa dibin." 
 
‘JI BO RANTÊ' 
 
Kaya, destnîşan kir ku her diçe hevsengiya xwezayê xirab dibe û got: "Şîrketên biyanî ji bo rantê li herêma me madenan derdixin. Bi çêkirina HES û JES'an xwezaya me qirêj dikin. Em ji van texrîbatan re dibêjin, na." 
 
MA / Bariş Polat
 

Sernavên din

19/01/2021
17:05 Esnafan bi çêkirina gorek sembolîk bal kişandin ser krîza aborî
17:02 Hrant Dînk li Enqereyê hat bibîranîn
16:40 Komeleya Jinan a Starê rapora 2020'an aşkere kir
16:07 Riyên qeyûm di bin avê de man
15:45 Li Licê serdegirtina malan: Gelek kes binçav kirin
15:44 Ji MATUHAY-DER’ê rapora girtîgehan a 2 mehan: Tecrîd di nava tecrîdê de diqewime
15:30 HDP’ê dest bi kampanya ‘Hevdîtinên Kar û Xurekê’ dike
15:29 Hrant Dînk li Meletiyê hat bibîranîn
15:27 Sancar: Tişta li PÎA'yê tê kirin li dijî Destura Bingehîn e
14:58 Banga tevlîbûna doza Komkujiya Madimakê
14:56 Li Çewlig, Amed û Sêrtê rêya bi sedan gundan hat girtin
14:30 ‘Tecrîd bandora neyînî li ser gel dike
13:59 Qatilê Ceren Ozdemîr Ardûç ji êrişkirina polîsan hat dariznadin
13:58 Di doza nivîskar Şahîn de wê li benda rapora ATK’ê bê sekinandin
13:41 Danişîna kujerê Gullu Yilmaz hat taloqkirin
13:24 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
13:24 Li Girtîgeha Kurkçulerê derpkirin û ferzkirina lêgerîna tazî
13:02 Akar û Barzanî hevdîtin kirin
13:02 Rojnameger Karaagar li ser gora xwe hat bibîranîn
13:01 Ji xwendekarên Bogazîçiyê protestoya ‘Zilamê qeyûm’
12:19 Li Bûrsayê ceza li du kesan hat birîn
12:19 'Sala 2021’an dê bibe sala Xweseriya Şengalê’
12:17 HDP'ê bang kir: Em dersên zaravayên Kurdî hilbijêrin
12:02 Akar û Guler derbasî Hewlêrê bûn
11:34 Miduriyeta polisan girtiyê nexweş vexwend îfadeyê
11:07 Cenazeyê dengbêj Cemalê Mihê hat veşartin
10:54 Ozsoy: DYA dê li Başur, Bakur û Rojava polîtîkayek cuda pêş bixe
10:54 HDP wê derbarê pêkanîna GBT’ê ya li pêş avahiya xwe gilî bike
10:52 Xebatkarên tenduristiyê ji bo daxwazên xwe di nobetê de ne
10:35 Sûra dîrokî bi berfê xemilî
09:51 Barîna berfê li Dersîmê rêya 143 gundan girt
09:42 Berfê Amed spî kir
09:36 Greva birçîbûnê di roja 54'emîn de dewam dike
09:16 Xwarina ku xeydanan li hev tîne
09:15 Lêgerîna li madenan bax û baxçe hişk kirin
09:14 Bê nasname ye!
09:14 Daxwaza girtiyan daxwaza me ye: Tecrîdê rakin
09:13 Jinên ciwan ên sîxurtiyê li wan hat ferzkirin: Em dev ji têkoşînê bernadin
09:12 Gola Wanê tê qirêjkirin
09:11 Li ber çavê dinyayê trajediyeke mezin
09:11 ‘Heke dengê girtiyan û derve bigihîje hev wê tecrîd rabe’
09:10 Parazvanên li dijî şer aştiyê, li dijî mirinê jiyanê diparêzin
09:09 Ji bo rakirina tecrîdê banga têkoşîna hevpar kir
09:09 Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê xwarina 7 lîreyî bi 17 lîreyan digire
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2021'AN
18/01/2021
20:51 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 24 hezar û 161
20:04 Dengbêj Cemalê Mihê jiyana xwe ji dest da
17:25 Piştî aşûtê agahî ji 6 kolberan nayê girtin
16:22 Danişina doza Oruç taloq kirin
16:19 Li Licê operayona eskerî didome: 8 kes hatin girtin
16:02 Du jinên HDP’yî ku bi sîxûrtiyê re rûbirû mane serî li ÎHD’ê dan
15:31 Tumuklu: Operasyon û girtin bêhiqûqî ye
15:10 Giliya îşkenceya di bin çavan de kirin
14:56 Îtîraza girtina Melek Îpek hat redkirin
14:55 Kesên li Kerboranê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:41 Rojnameger Yilmaz ji parvekirina Efrînê beraet kir
14:11 Encamnameya Konferansa rojnamevanên kurd
13:54 Li gel berf û sarmayê jî akademîsyenan çalakiya xwe berdewam kir
13:39 Îdîaya hemşîrekê dawî li jiyana xwe anî
13:30 SES’ê: Mûrat Alan sûc kiriye
13:15 Akar û Guler çûn Bexdayê
13:03 Ji erka baviksalar pênaseya sûcek nû: Dayiksalartî
12:47 Li 102 nexweşxaneyan kurtaj qedexe ye
12:00 Parêzerê Demîrtaş: Erdogan kirine bersûcên nepen
11:41 Li Serhedê rêya 349 gund û mezrayan hat girtin
10:38 ‘Sedema negirtina daxwaznameya PÎA’yê çiye?’
10:37 Ji bo Selçûk Mizrakli kampanya îmzeyan hat destpêkirin
10:25 Mêrê xwest hevjîna xwe bikuje hat binçavkirin
10:06 Greva birçîbûnê di roja 53'yemîn de dewam dike
09:47 Bi hinceta sînordarkirinan bin pê kirine li 25 hezar kesan ceza hat birîn
09:47 Serokê Partiya Pêşerojê ji tundiya li hevjîna xwe kir hat girtin
09:46 Ji 47 ESP'iyan 5 ESP'î hatin girtin
09:09 28 sal bi ser qetilkirina Karaagar re derbas bûn: Rojname bûbû jiyana wî
09:09 Rojnamevan girtin kar û dixwaze rojnameyan bêdeng bike
09:08 Zexta aboriyê jî li pêla binçavkirin û girtinan zêde bû!
09:08 Kaya: Divê kurd di navbera xwe de dîplomasiyê li pêş bixin
09:01 Di Roja Cîhanê ya Zimanê Zikmakî de kampanya ‘Perwerdehiya bi kurdî’ dest pê dike
09:01 Dadgehê leşkerên qaçaxî kirine û bertîl xwarine tehliye kir!
09:01 Rojnamegeran qala Hrant Dînk kirin: Ew zimanê heqîqetê bû
09:01 Sever a jê hat xwestin bi pereyan li pêş HDP’ê rûne: Keça min ji ber we çû
09:01 Rojnameger: Em ê li dijî zextan bi berdewamî binivisînin
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2021'AN
17/01/2021
20:07 Li Tirkiyê 165 kesên din jî ji ber koronayê mirin
16:27 Li Şengalê teqîn: 9 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:06 Li Îzmîrê êrişî welatiyên sûriyeyî kirin
15:39 Ji bo herêma Serhedê hişyariya berfê
13:36 Bijîşkekî ji ber şewbê jiyana xwe ji dest da
13:06 ÎHD: Divê ESP’iyên di bin çavan de bên berdan
12:17 Ceza dan 24 kesên Komkujiya Parîsê şermezar kirin
12:04 4 rojnameger 100 roj in girtî ne
11:30 47 kesên di bin çavan de anîn edliyeyê
11:13 Wesayîta karkerên Mexmûrê qeza kir: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:27 Greva birçîbûnê di roja 52'yemîn de dewam dike
09:04 Mal bi mal digerin û jinan serwext dikin
09:03 Ji ber ku li ber astengiyan rabû cezayê pereyî lê birîn
09:03 ‘Karkeran mehkûmî birçîbûnê dikin'
09:03 Di mulaqatê de pirsa 'Hevalê Barbieyê kî ye?' pirsîne
09:02 Welatiyên teqawidbûyî: AKP'ê gora me kolandiye
09:02 Karkerên depoyê yên Mîgrosê: Em ê heqê xwe bistînin
09:01 14 sal derbas bûn, hîn jî rastiya kuştina Hrant Dînk aşkere nebûye