Çalakiyên li dijî tecrîdê pêl bi pêl belav dibin

  • rojane
  • 15:55 15 Çile 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên, bi armanca balê bikêşin ser çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirin Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin lidarxistin de, hat xwestin ku polîtîkayên tecrîdê yên li dijî mirovahiyê bi dawî bibin. 

 
Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û şermezarkirina binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de zêdebûne, di roja 50’emîn dewam dike. Di serî de li Mêrdîn, Riha, Îzmîr û Enqerê, li gelek bajar û navçeyan, bi armanca balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê çalakî û bernameyên cur bi cur hatin lidarxistin. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, rêveberên rêxistinên bajêr û navçeyan û Dayikên Aştiyê tevlî çalakiya li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hat lidarxistin bûn. Di çalakiyê de, pankarta “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, ji tecrîdê re êdî bese” hat vekirin. 
 
Di çalakiyê de, Dayika Aştiyê ku di heman demê de dayika girtiyan e Nurê Tarlak axivî û wiha got: “Em dayik in. Em ji aşitiyê zêdetir tiştek naxwazin. Îro zarokên me ji bo tecrîda girankirî a li ser me hemûyan ketine greva birçîbûnê.  Ji bo ku girtî zerarê nebînin, ji bo ku aşitî çêbibe û tecrît were rakirin pêwîste em hemû dest bidin destê hev. Banga min ji dayikan  û ji hemû kesên bi wijdan re ye. Dengê girtiyan bibihîzin. Heta ku daxwaza zarokên me neyê cih ji em ê têbikoşin û em ê xwedî li daxwaza wan derkevin. Daxwa wan daxwaza me ye. Bijî berxwedana zindanan.”
 
Dûre Hevseroka HDP’ê ya Nisêbînê Hêvîdar Dînç, daxuyanî da û wiha  got: “Di sedsala 21’emîn de di erdnîgariya ku em lê dijîn de parastina mafên xwe, meşandina siyaseta demokratîk û tenê aşitî xwestin dibe sedema bedelên giran. Ango dad jî û mafên muhalîfetê kirine bin piyan. Ji 15’yê Sibata 1999’an heta roja îro tecrît li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin.  Îro ji çalekiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîta girankirî ya li girtîgehên Tirkiyê û bakurê Kurdistanê tê meşandin di roja xwe ya 50’emîn de berdewam dike. Ji bo ku em piştgiriyê bidin çalekiya girtiyan em li vir amede ne. Pêwîst e ku rewşa girtiyan li ber berçavan were girtin û tecrîda li ser wan were şkandin.”
 
‘MAFÊN GIRTIYAN JI WAN HATIYE GIRTIN
 
Dînç, bal kişand ser binpêkirinên mafên girtiyan û wiha bilêv kir: “Di aliyê tendirustî, derûnî  û ewlehiyê de girtî bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû dimînin. Cezayên disiplînê bi awayek kêfî tên birîn û hevalên me di hucreyên yek kesî de tên girtin. Lêgerînên tazî tên kirin, mafên wan yên tendirusî û hevdîtinan tên asteng kirin. Nêzîkatiyên ku rûmeta mirov pê dişkînin tên kirin. Di nava tecrîdê de tecrît li ser wan tê meşandin. Geh di hundir de geh jî ji derve kesên muxalîif tên tecrîdkirin. Banga me ji hemû kesên muxalif re ye. Hemû bertekên civakî ji aliyê dewletê ve tên terorîzekirin. Dixwazin hemû civakan li gorî xwe bi teşe bikin  û wan bê nefes bihêlin. Ji ber vê sedemê jî em hemû girseya muxalîf vedixwînin têkoşîna demokrasiye. Werin em bi hev re li dijî tecrîdê têbikoşin.”
 
GUNAY: DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE
 
Wekîla HDP’ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay jî, axaftine kurt kir û wiha got: “Greva birçîbûnê di roja xwe ya 50’emîn de berdewam dike. Em ji Nisêbînê bang li Tirkiyê, hemû gelên muxalif, bang li îqtidarê û kesên demokrat dikin. Girtî 50 rojin di greva birçîbûnê de ne û 2 daxwazên wan hene. Ya yekem û sereke şkandina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan e. Ew daxwaz dikin ku Tirkiyê qanûnan pêk bîne. Daxwaza duyemîn jî bi dawîanîna binpêkirinên mafên girtiyan e. Demek dirêje gef û îşkence li girtîgehan pêk tên. Ji ber pendemiyê jî  îqtidarê alîgirên xwe û hemû girtiyên adlî serbest berdan. Bi lez girtîgeh hatin valakirin, lê girtiyên sîyasî ne hatin berdan.  Li dijî wê hin girtin çêbûn. Ango gef û tundiya li ser wan hat zêdekirin. Îro ji bo em bibin dengê wan em amade bûn. Daxwa wan daxwaza me ye. Divê ku dawî li tecrîdê were anîn. Ji ber ku tecrît li hemberî demokrasiyê kelepçeyek e. Berxwedana wan berxwedana me ye.”
 
BANGA HESTIYARIYÊ
 
Rêxistinên HDP’ê yên Riha, Enqere û Îzmîrê jî, bi armanca piştevahiya bi girtiyan re, di heman çarçoveyê de, çalakî li dar xistin û daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyan de, hat destnîşankirin ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û daxwaza bi dawî kirina tecrîd û binpêkirinên mafan girtiyan hat kirin. Çalakvanan, da zanîn ku daxwazên girtiyan daxwazên wane û banga hestiyariyê li raya giştî kirin.
 

Sernavên din

19/01/2021
17:05 Esnafan bi çêkirina gorek sembolîk bal kişandin ser krîza aborî
17:02 Hrant Dînk li Enqereyê hat bibîranîn
16:40 Komeleya Jinan a Starê rapora 2020'an aşkere kir
16:07 Riyên qeyûm di bin avê de man
15:45 Li Licê serdegirtina malan: Gelek kes binçav kirin
15:44 Ji MATUHAY-DER’ê rapora girtîgehan a 2 mehan: Tecrîd di nava tecrîdê de diqewime
15:30 HDP’ê dest bi kampanya ‘Hevdîtinên Kar û Xurekê’ dike
15:29 Hrant Dînk li Meletiyê hat bibîranîn
15:27 Sancar: Tişta li PÎA'yê tê kirin li dijî Destura Bingehîn e
14:58 Banga tevlîbûna doza Komkujiya Madimakê
14:56 Li Çewlig, Amed û Sêrtê rêya bi sedan gundan hat girtin
14:30 ‘Tecrîd bandora neyînî li ser gel dike
13:59 Qatilê Ceren Ozdemîr Ardûç ji êrişkirina polîsan hat dariznadin
13:58 Di doza nivîskar Şahîn de wê li benda rapora ATK’ê bê sekinandin
13:41 Danişîna kujerê Gullu Yilmaz hat taloqkirin
13:24 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
13:24 Li Girtîgeha Kurkçulerê derpkirin û ferzkirina lêgerîna tazî
13:02 Akar û Barzanî hevdîtin kirin
13:02 Rojnameger Karaagar li ser gora xwe hat bibîranîn
13:01 Ji xwendekarên Bogazîçiyê protestoya ‘Zilamê qeyûm’
12:19 Li Bûrsayê ceza li du kesan hat birîn
12:19 'Sala 2021’an dê bibe sala Xweseriya Şengalê’
12:17 HDP'ê bang kir: Em dersên zaravayên Kurdî hilbijêrin
12:02 Akar û Guler derbasî Hewlêrê bûn
11:34 Miduriyeta polisan girtiyê nexweş vexwend îfadeyê
11:07 Cenazeyê dengbêj Cemalê Mihê hat veşartin
10:54 Ozsoy: DYA dê li Başur, Bakur û Rojava polîtîkayek cuda pêş bixe
10:54 HDP wê derbarê pêkanîna GBT’ê ya li pêş avahiya xwe gilî bike
10:52 Xebatkarên tenduristiyê ji bo daxwazên xwe di nobetê de ne
10:35 Sûra dîrokî bi berfê xemilî
09:51 Barîna berfê li Dersîmê rêya 143 gundan girt
09:42 Berfê Amed spî kir
09:36 Greva birçîbûnê di roja 54'emîn de dewam dike
09:16 Xwarina ku xeydanan li hev tîne
09:15 Lêgerîna li madenan bax û baxçe hişk kirin
09:14 Bê nasname ye!
09:14 Daxwaza girtiyan daxwaza me ye: Tecrîdê rakin
09:13 Jinên ciwan ên sîxurtiyê li wan hat ferzkirin: Em dev ji têkoşînê bernadin
09:12 Gola Wanê tê qirêjkirin
09:11 Li ber çavê dinyayê trajediyeke mezin
09:11 ‘Heke dengê girtiyan û derve bigihîje hev wê tecrîd rabe’
09:10 Parazvanên li dijî şer aştiyê, li dijî mirinê jiyanê diparêzin
09:09 Ji bo rakirina tecrîdê banga têkoşîna hevpar kir
09:09 Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê xwarina 7 lîreyî bi 17 lîreyan digire
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2021'AN
18/01/2021
20:51 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 24 hezar û 161
20:04 Dengbêj Cemalê Mihê jiyana xwe ji dest da
17:25 Piştî aşûtê agahî ji 6 kolberan nayê girtin
16:22 Danişina doza Oruç taloq kirin
16:19 Li Licê operayona eskerî didome: 8 kes hatin girtin
16:02 Du jinên HDP’yî ku bi sîxûrtiyê re rûbirû mane serî li ÎHD’ê dan
15:31 Tumuklu: Operasyon û girtin bêhiqûqî ye
15:10 Giliya îşkenceya di bin çavan de kirin
14:56 Îtîraza girtina Melek Îpek hat redkirin
14:55 Kesên li Kerboranê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:41 Rojnameger Yilmaz ji parvekirina Efrînê beraet kir
14:11 Encamnameya Konferansa rojnamevanên kurd
13:54 Li gel berf û sarmayê jî akademîsyenan çalakiya xwe berdewam kir
13:39 Îdîaya hemşîrekê dawî li jiyana xwe anî
13:30 SES’ê: Mûrat Alan sûc kiriye
13:15 Akar û Guler çûn Bexdayê
13:03 Ji erka baviksalar pênaseya sûcek nû: Dayiksalartî
12:47 Li 102 nexweşxaneyan kurtaj qedexe ye
12:00 Parêzerê Demîrtaş: Erdogan kirine bersûcên nepen
11:41 Li Serhedê rêya 349 gund û mezrayan hat girtin
10:38 ‘Sedema negirtina daxwaznameya PÎA’yê çiye?’
10:37 Ji bo Selçûk Mizrakli kampanya îmzeyan hat destpêkirin
10:25 Mêrê xwest hevjîna xwe bikuje hat binçavkirin
10:06 Greva birçîbûnê di roja 53'yemîn de dewam dike
09:47 Bi hinceta sînordarkirinan bin pê kirine li 25 hezar kesan ceza hat birîn
09:47 Serokê Partiya Pêşerojê ji tundiya li hevjîna xwe kir hat girtin
09:46 Ji 47 ESP'iyan 5 ESP'î hatin girtin
09:09 28 sal bi ser qetilkirina Karaagar re derbas bûn: Rojname bûbû jiyana wî
09:09 Rojnamevan girtin kar û dixwaze rojnameyan bêdeng bike
09:08 Zexta aboriyê jî li pêla binçavkirin û girtinan zêde bû!
09:08 Kaya: Divê kurd di navbera xwe de dîplomasiyê li pêş bixin
09:01 Di Roja Cîhanê ya Zimanê Zikmakî de kampanya ‘Perwerdehiya bi kurdî’ dest pê dike
09:01 Dadgehê leşkerên qaçaxî kirine û bertîl xwarine tehliye kir!
09:01 Rojnamegeran qala Hrant Dînk kirin: Ew zimanê heqîqetê bû
09:01 Sever a jê hat xwestin bi pereyan li pêş HDP’ê rûne: Keça min ji ber we çû
09:01 Rojnameger: Em ê li dijî zextan bi berdewamî binivisînin
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2021'AN
17/01/2021
20:07 Li Tirkiyê 165 kesên din jî ji ber koronayê mirin
16:27 Li Şengalê teqîn: 9 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:06 Li Îzmîrê êrişî welatiyên sûriyeyî kirin
15:39 Ji bo herêma Serhedê hişyariya berfê
13:36 Bijîşkekî ji ber şewbê jiyana xwe ji dest da
13:06 ÎHD: Divê ESP’iyên di bin çavan de bên berdan
12:17 Ceza dan 24 kesên Komkujiya Parîsê şermezar kirin
12:04 4 rojnameger 100 roj in girtî ne
11:30 47 kesên di bin çavan de anîn edliyeyê
11:13 Wesayîta karkerên Mexmûrê qeza kir: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:27 Greva birçîbûnê di roja 52'yemîn de dewam dike
09:04 Mal bi mal digerin û jinan serwext dikin
09:03 Ji ber ku li ber astengiyan rabû cezayê pereyî lê birîn
09:03 ‘Karkeran mehkûmî birçîbûnê dikin'
09:03 Di mulaqatê de pirsa 'Hevalê Barbieyê kî ye?' pirsîne
09:02 Welatiyên teqawidbûyî: AKP'ê gora me kolandiye
09:02 Karkerên depoyê yên Mîgrosê: Em ê heqê xwe bistînin
09:01 14 sal derbas bûn, hîn jî rastiya kuştina Hrant Dînk aşkere nebûye