Rojnamevanan bertek nîşanî binçavkirin û girtinan da: Em ê her binivîsînin

  • rojane
  • 14:46 15 Çile 2021
  • |
img

STENBOL – Xebatkarên çapemeniya azad li dijî zext, binçavkirin û girtina hevpîşeyên xwe bertek nîşan dan û diyar kirin ku ew ê li ber zext, binçavkirin û girtinan serî netewînin û ragihandina rastiyê bidomînin. 

 
Xebatkarên çapemeniya azad ji bo balê bikişînin ser zext, binçavkirin û girtina li ser hevpîşeyên xwe li avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin. Rojnamevanan li eywana civînê pankarta “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin, em li vir in û li ser karê xwe ne” daliqandin. Gelek rojnamevan di civînê de amade bûn. Parlamenterên HDP’ê Zuleyma Gulum û Huda Kaya û Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû jî beşdarî civînê bûn û piştgirî dan rojnamevanan. 
 
Rojnamevan Emre Orman li ser navê rojnamevanan daxuyanî da û banga bidawîkirina zext, binçavkirin, girtin û sansûrkirina rojnamevanan kir. 
 
Orman bertek nîşanî binçavkirina nûçegihana ETHA’yê Pinar Gayip û biryara girtina nûçegihana ETHA’yê Îsmînaz Temel da û polîsan di serdegirtina ofîsa ETHA’yê de dest daniye ser hard dîsk, kamerayan, gelek materyalên dîjîtal û 6 hezar û 600 lîre pere. 
 
‘EM MAFÊ NÛÇE WERGIRTINÊ DIPARÊZ IN’ 
 
Orman anî ziman ku Gayip û Temel berê jî gelek caran bi binçavkirin û zextan re rûbirû mane û got: “Operasyona dawî nîşanî me da ku îqtîdar çiqas ji dengê rastiyê ditirse. Em rojnamevan di wê ferqê de ne ku ev êriş ne cara ewil e û ne jî cara dawî ye.  Em li dijî berevajîkirina mijaran û rojevê ya îqtîdar û medyaya wê mafê wergirtina nûçeyên rast a xelkê diparêzin. Ji bo em vî mafî diparêzin jî îqtîdar bi êriş û gefê xwe bi ser me ve tê.” 
 
‘TIRKIYE VEGUHERIYE GIRTÎGEHA ROJNAMEVANAN’ 
 
Orman bi bîr xist ku nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr, nûçegihana JinNewsê Şehrîban Abî, rojnamevan Nazan Sala li Wanê ji ber çêkirina nûçeyên du welatiyên ji helîkopterê hatin avêtin, nûçegihanê MA’yê Mehmet Aslan jî ji ber nûçeyên çêkiriye hatine girtin. Orman destnîşan kir ku Tirkiye veguheriye girtîgeha rojnamevanan û niha li Tirkiyê herî kêm 90 rojnamevan girtî ne û di dinyayê de yek ji welatên herî zêde lê rojnamevan girtî ne Tirkiye ye. 
 
Orman wiha got: “Em rojnamevanên xwedî dîrokek bi rûmet in. Em dengê kesên li ber xwe didin û serê xwe natewînin. Tu niyetek me ku em ê serê xwe bitewînin jî nîne. Em bang dikin û dixwazin hevalên me binçavkirî û girtî bila demildest werin berdan.” 
 
‘JI NÛÇEYÊN ME ACIZ IN’ 
 
Ji Edîtorên ETHA’yê Nadiye Gurbuz jî anî ziman ku polîs mîna dizekan bi ser buroya wan de girtiye û dest danîne ser gelek materyalên wan. Gurbuz diyar kir ku îqtîdar ji nûçe û agahiyên ew didin aciz e û lewma jî tola xwe ji rojnamevanan hiltîne. 
 
NÛÇEGIHANÊ MA’YÊ: EM Ê HEQÎQETÊ BINIVÎSÎNIN 
 
Nûçegihanê ajansa me Mezopototamyayê Nacî Kaya jî destnîşan kir ku hefteyek berê hevkarê wan Mehmet Aslan hatiye girtin û polîsan di serdegirtina mala wan de pirtûk û têbiniyên nûçeyan wek “delîlên sûc” dîtine û ev jî êrişa li ser azadiya îfadeyê ye. Kaya anî ziman ku ew ê li dijî zext û girtinan di bin çinara Mûsa Anter a ku kokên xwe berdaye her deverê bixebitin û di her mercan de dengê heqîqetê binivîsînin û ragihînin. 
 
HDP Û CHP: EM PIŞTGIRIYA ÇAPEMENIYA AZAD DIKIN 
 
Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum û Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû jî kurteaxaftin kirin û destnîşan kirin ku çapemeniya azad dengê wîjdan, edalet, demokrasiyê û azadiyê ye û ew ê her piştgiriya xebatkarên çapemeniya azad bikin. 
 
 

Sernavên din

19/01/2021
17:05 Esnafan bi çêkirina gorek sembolîk bal kişandin ser krîza aborî
17:02 Hrant Dînk li Enqereyê hat bibîranîn
16:40 Komeleya Jinan a Starê rapora 2020'an aşkere kir
16:07 Riyên qeyûm di bin avê de man
15:45 Li Licê serdegirtina malan: Gelek kes binçav kirin
15:44 Ji MATUHAY-DER’ê rapora girtîgehan a 2 mehan: Tecrîd di nava tecrîdê de diqewime
15:30 HDP’ê dest bi kampanya ‘Hevdîtinên Kar û Xurekê’ dike
15:29 Hrant Dînk li Meletiyê hat bibîranîn
15:27 Sancar: Tişta li PÎA'yê tê kirin li dijî Destura Bingehîn e
14:58 Banga tevlîbûna doza Komkujiya Madimakê
14:56 Li Çewlig, Amed û Sêrtê rêya bi sedan gundan hat girtin
14:30 ‘Tecrîd bandora neyînî li ser gel dike
13:59 Qatilê Ceren Ozdemîr Ardûç ji êrişkirina polîsan hat dariznadin
13:58 Di doza nivîskar Şahîn de wê li benda rapora ATK’ê bê sekinandin
13:41 Danişîna kujerê Gullu Yilmaz hat taloqkirin
13:24 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
13:24 Li Girtîgeha Kurkçulerê derpkirin û ferzkirina lêgerîna tazî
13:02 Akar û Barzanî hevdîtin kirin
13:02 Rojnameger Karaagar li ser gora xwe hat bibîranîn
13:01 Ji xwendekarên Bogazîçiyê protestoya ‘Zilamê qeyûm’
12:19 Li Bûrsayê ceza li du kesan hat birîn
12:19 'Sala 2021’an dê bibe sala Xweseriya Şengalê’
12:17 HDP'ê bang kir: Em dersên zaravayên Kurdî hilbijêrin
12:02 Akar û Guler derbasî Hewlêrê bûn
11:34 Miduriyeta polisan girtiyê nexweş vexwend îfadeyê
11:07 Cenazeyê dengbêj Cemalê Mihê hat veşartin
10:54 Ozsoy: DYA dê li Başur, Bakur û Rojava polîtîkayek cuda pêş bixe
10:54 HDP wê derbarê pêkanîna GBT’ê ya li pêş avahiya xwe gilî bike
10:52 Xebatkarên tenduristiyê ji bo daxwazên xwe di nobetê de ne
10:35 Sûra dîrokî bi berfê xemilî
09:51 Barîna berfê li Dersîmê rêya 143 gundan girt
09:42 Berfê Amed spî kir
09:36 Greva birçîbûnê di roja 54'emîn de dewam dike
09:16 Xwarina ku xeydanan li hev tîne
09:15 Lêgerîna li madenan bax û baxçe hişk kirin
09:14 Bê nasname ye!
09:14 Daxwaza girtiyan daxwaza me ye: Tecrîdê rakin
09:13 Jinên ciwan ên sîxurtiyê li wan hat ferzkirin: Em dev ji têkoşînê bernadin
09:12 Gola Wanê tê qirêjkirin
09:11 Li ber çavê dinyayê trajediyeke mezin
09:11 ‘Heke dengê girtiyan û derve bigihîje hev wê tecrîd rabe’
09:10 Parazvanên li dijî şer aştiyê, li dijî mirinê jiyanê diparêzin
09:09 Ji bo rakirina tecrîdê banga têkoşîna hevpar kir
09:09 Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê xwarina 7 lîreyî bi 17 lîreyan digire
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2021'AN
18/01/2021
20:51 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 24 hezar û 161
20:04 Dengbêj Cemalê Mihê jiyana xwe ji dest da
17:25 Piştî aşûtê agahî ji 6 kolberan nayê girtin
16:22 Danişina doza Oruç taloq kirin
16:19 Li Licê operayona eskerî didome: 8 kes hatin girtin
16:02 Du jinên HDP’yî ku bi sîxûrtiyê re rûbirû mane serî li ÎHD’ê dan
15:31 Tumuklu: Operasyon û girtin bêhiqûqî ye
15:10 Giliya îşkenceya di bin çavan de kirin
14:56 Îtîraza girtina Melek Îpek hat redkirin
14:55 Kesên li Kerboranê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:41 Rojnameger Yilmaz ji parvekirina Efrînê beraet kir
14:11 Encamnameya Konferansa rojnamevanên kurd
13:54 Li gel berf û sarmayê jî akademîsyenan çalakiya xwe berdewam kir
13:39 Îdîaya hemşîrekê dawî li jiyana xwe anî
13:30 SES’ê: Mûrat Alan sûc kiriye
13:15 Akar û Guler çûn Bexdayê
13:03 Ji erka baviksalar pênaseya sûcek nû: Dayiksalartî
12:47 Li 102 nexweşxaneyan kurtaj qedexe ye
12:00 Parêzerê Demîrtaş: Erdogan kirine bersûcên nepen
11:41 Li Serhedê rêya 349 gund û mezrayan hat girtin
10:38 ‘Sedema negirtina daxwaznameya PÎA’yê çiye?’
10:37 Ji bo Selçûk Mizrakli kampanya îmzeyan hat destpêkirin
10:25 Mêrê xwest hevjîna xwe bikuje hat binçavkirin
10:06 Greva birçîbûnê di roja 53'yemîn de dewam dike
09:47 Bi hinceta sînordarkirinan bin pê kirine li 25 hezar kesan ceza hat birîn
09:47 Serokê Partiya Pêşerojê ji tundiya li hevjîna xwe kir hat girtin
09:46 Ji 47 ESP'iyan 5 ESP'î hatin girtin
09:09 28 sal bi ser qetilkirina Karaagar re derbas bûn: Rojname bûbû jiyana wî
09:09 Rojnamevan girtin kar û dixwaze rojnameyan bêdeng bike
09:08 Zexta aboriyê jî li pêla binçavkirin û girtinan zêde bû!
09:08 Kaya: Divê kurd di navbera xwe de dîplomasiyê li pêş bixin
09:01 Di Roja Cîhanê ya Zimanê Zikmakî de kampanya ‘Perwerdehiya bi kurdî’ dest pê dike
09:01 Dadgehê leşkerên qaçaxî kirine û bertîl xwarine tehliye kir!
09:01 Rojnamegeran qala Hrant Dînk kirin: Ew zimanê heqîqetê bû
09:01 Sever a jê hat xwestin bi pereyan li pêş HDP’ê rûne: Keça min ji ber we çû
09:01 Rojnameger: Em ê li dijî zextan bi berdewamî binivisînin
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2021'AN
17/01/2021
20:07 Li Tirkiyê 165 kesên din jî ji ber koronayê mirin
16:27 Li Şengalê teqîn: 9 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:06 Li Îzmîrê êrişî welatiyên sûriyeyî kirin
15:39 Ji bo herêma Serhedê hişyariya berfê
13:36 Bijîşkekî ji ber şewbê jiyana xwe ji dest da
13:06 ÎHD: Divê ESP’iyên di bin çavan de bên berdan
12:17 Ceza dan 24 kesên Komkujiya Parîsê şermezar kirin
12:04 4 rojnameger 100 roj in girtî ne
11:30 47 kesên di bin çavan de anîn edliyeyê
11:13 Wesayîta karkerên Mexmûrê qeza kir: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:27 Greva birçîbûnê di roja 52'yemîn de dewam dike
09:04 Mal bi mal digerin û jinan serwext dikin
09:03 Ji ber ku li ber astengiyan rabû cezayê pereyî lê birîn
09:03 ‘Karkeran mehkûmî birçîbûnê dikin'
09:03 Di mulaqatê de pirsa 'Hevalê Barbieyê kî ye?' pirsîne
09:02 Welatiyên teqawidbûyî: AKP'ê gora me kolandiye
09:02 Karkerên depoyê yên Mîgrosê: Em ê heqê xwe bistînin
09:01 14 sal derbas bûn, hîn jî rastiya kuştina Hrant Dînk aşkere nebûye