Di îdianameya Kobanê de beyanên îtîrfakaran bi nakokî ne

img

ENQERE – Di îdianameya “Kobanê” de îfadeyên şahidan bi nakokî ne. Samî Baran ê şahidiyê kiriye îdia dike ku Emîne Ayna û Gultan Kişanak di sala 2009’an de bûne endamên KJA’yê. Lê belê KJA di sala 2015’an de hatibû avakirin. 

 
Îdianameya “Kobanê” ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hat amadekirin û ji 3 hezar û 530 rûpel pêk tê. Dadgeha Cezayê Giran a 22’yemîn a Enqereyê îdianameyê qebûl kir. 108 siyasetmedar di îdianemyê de cih digirin û ji sûcên “Xerakirina yekîtiya dewletê û hevgirtina welat” û 37 car “kuştina kes” tên tewanbarkirin û bi sedan sal ceza ji bo siyasetmedaran tê xwestin.
 
Ya balkêş jî ew e ku di îdinameyê de beyanên şahidan ên bi nakokî cih digirin.
 
Beyanên 7 jê navê wan eşkere û 2 jê navê wan veşartî di îdianemyê de cih digirin. Di îdianameyê de 5 rûpel nirxandin ji Kerem Gokalp ê eşkere şahidiyê kiriye hatiye veqetandin. Îfadeyên li ser siyasetmedaran hatine dayîn de hemû dişibin hev. Şahidê nepen Ûlaş jî derbarê siyasetmedar Ayhan Bîlgen, Ayla Akat Ata, Demîr Çelîk, Aysel Tûglûk, Gultan Kişanak, Bîrcan Yorulmaz, Pervîn Odûncû, Kamûran Yuksek, Zeynep Karaman, Mesût Bagcik, Ayşe Yagci, Meryem Adibellî, Nezîr Çakan û gelek kesan de heman îdiayan avêtiye ser wan. 
 
ÎFADEYÊN ÎTÎRAFKARAN BI NAKOKÎ NE 
 
ÛLAŞ ê îtîrafkar derbarê Parlamenterê HDP’ê yê Mûşê Demîr Çelîk de axivî ye û îdia kiriye ku Demîr Çelîk “li ser navê rêxistinê li avahiya DTP, BDP û HDP’ê ya Amedê perwerdehiyên îdeolojîk daye.” Samî Baran ê şahidiya vekirî dike jî îdia kiriye ku Demîr Çelîk “li ser navê rêxistinê di rêveberiyên xwecihî de tevahiya jiyana xwe diyarî xebatên rêxistinê kiriye.” 
 
KJA 6 SAL ŞÛN VE HATIYE AVAKIRIN LÊ DI 2009’AN DE WÊ KIR ENDAM 
 
Samî Baran li ser Emîne Ayna jî îfade daye û îdia kiriye ku Ayna di sala 2009’an de bûye endama Kongreya Jinên Azad (KJA) ya ku di sala 2015’an de hatibû avakirin û Ayna kiriye endama rêxistinê. Ji şahidan Neşe Boran Aslankiliç jî derbarê Ayna de axivî ye û îdia dike ku Ayna dema Hevseroka BDP’ê bûye li ser navê “rêxistinê civînan li dar xistiye” lê ji ber wan tevlî civînan nekirine ew ji naveroka civînan ne haydar e. 
 
ÎDIAYÊN DERBARÊ KIŞANAK DE 
 
Samî Baran ê îtîrafkar jî li ser Gultan Kişanak axivî ye û îdia kiriye ku Kişanak a Hevserokatiya BDP’ê dikir kiriye endama KJA’yê, lê di vir de jî ketiye nava nakokiyan û lê hay jê nebûye ku KJA di sala 2015’an de hatiye avakirin. Baran ê îtîrfakar îdia dike ku Kişanak “li ser navê rêxistinê wek kadro xebat birêve biriye.” 
 
ÛLAŞ ê îtîrafkarê nav veşartî jî îdia dike ku Kişanak li ser daxwaza Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirine namzeya Hevşaredariya Amedê û têbiniyên hevdîtinên li Girava Îmraliyê bi bîr dixe. 
 
KOPÎ BIKE-BIZELIQÎNE 
 
Îfadeyên ÛLAŞ ê îtîrafkar û Muhammed Zengîn ê îtîrafkar ku li ser Hevserokê Giştî yê DBP’ê yê berê Kamûran Yuksek dane jî wek hev in. Ev jî balê dide ser xwe. 
 
ÛLAŞ di îfadeyên xwe de îdia dike ku “Kamûran Yuksek kadroyê rêxistinê ye û piştî ew ji doza KCK’ê tahliye bûye çûye Qendîlê û beşdarî Konferansa Zîndanê bûye.” 
 
Muhammed Zengîn ê îtîrafkar jî heman beyanên ULAŞ ê îtîrafkar bi bîr dixe ku “Kamûran Yuksek kadroyê rêxistinê ye û beşdarî wê konferansê bûye.” 
 
HEMAN ÎTÎRAF 
 
Samî Baran ê îtîrafkar derbarê Meryem Adibellî ya girtî de jî îdia dike ku ew tim çûye HDP’ê û hatiye û di sala 2011’an de jî bûye endama KJA’yê. 
 
RETWEETÊ WEK DELÎL NÎŞAN DANE 
 
Di îdianameyê de li gel daxuyaniyên siyasetmedaran, pirtûk û dîmen û wêne yên di telefonên wan de hatine desteserkirin jî sûc hatine hesabandin. Endamê RTÛK’ê yê HDP’ê Alî Urkut ê niha girtî ne di 1’ê mijdara 2014’an de twîta Navenda Giştî ya HDP’ê ya derbarê Kobanê de ku retweet kiriye jî kirine sûc. 
 
REXNEYÊN LI HDP’Ê GIRTINE JÎ KIRINE SÛC 
 
Di îdianameyê de peyama Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin ku derbarê greva birçîbûnê Leyla Guven de belav kiriye, kovarên Jîneolojiyê û twîtên wî yên rexne li HDP’ê digire jî cih digirin. 
 
KILÎDDANKÊ JÎ SÛC HESIBANDIN E 
 
Pirtûkên Bejan Matûr, Hasan Cemal û KCD’ê yên li mala parlamentera HDP’ê ya berê Ayla Akat Ata hatine desteserkirin jî di îdianameyê de cih digirin û her wiha kilîddanka ji moriyên kesk, sor û zer bi nivîsa “Leyla” li ser jî kirine sûc. 
 
Parvekirinên medya civakî yên Endama MYK’a HDP’ê ya berê Gulfer Akkaya wek sûc hatine hesibandin. 
 
PARVEKRINA NÛÇEYA WÊ KRINE SÛC 
 
Parvekirinên medya civakî yên Parlamentera HDP’ê ya berê Selma Irmak jî sûc hatine hesibandin. Nûçeyek Irmak di Rojnameya Şûjinê de hatiye weşandin û vê nûçeyê retweet kiriye, vê yekê jî kirine sûc. 
 
Parvekirinên medya civakî yên Cîgira Hevserokên Giştî ya berê Yurdusev Ozsokmenler jî bûne mijara sûc. 
 
WÊNEYÊN NEWROZÊ KRINE SÛC 
 
Rojnameya Ozgur Gundemê ya hatiye girtin û wêneyên Newrozê yên Parlamenterê HDP’ê yê berê Îbrahîm Bînîcî yên di serdegirtina malê de hatine desteserkirin jî wek delîl kirine dosyeyê û dozger îdia dike ku Bînîcî daxuyaniyên PKK’ê yên derbarê Newrozê de ku daye esas girtiye. 
 
MA / Bêrîvan Altan 
 

Sernavên din

08/01/2021
14:13 'Em mafê xwe dixwazin'
14:00 BTS: Hûn bi sirgûnan nikarin me têk bibin
13:56 Platforma Zimanê Kurdî: Zimanê kurdî li saziyên dewletê tê qewirandin
13:48 Rojnamegeran hempîşeyê xwe Metîn Goktepe bibîr anîn
13:36 Gelê Wanê li dijî tecrîdê rabû ser piyan
13:27 Gunay: Îdîanameya Kobanê encex bibe qapaxê kovarên pêkenokan
13:24 Ligel dorpêça polîsan jî, dest bi çalakiyê kirin
13:05 Polîsan park dorpêç kir: Girse ji bo yekîtiyê bi israr e
13:04 Tanrikûlû: Di meha kanûnê de 43 mafê jiyanê hatine binpêkirin
12:51 Neviyê Seyîd Riza, Rustem Polat jiyana xwe ji dest da
12:47 Greva birçîbunê ya li Yunanîstanê di rojan 5’emîn de didome
12:33 Di îdianameya Kobanê de beyanên îtîrfakaran bi nakokî ne
11:37 AKP’iyan alîkariya dewletê bikar anîn!
11:09 YSK’ê wî ji peywîr girt, Wezaretê wî kir şêwirmend
10:36 Ji nûçegihanê me Aslan xebatên wî yên rojnamegeriyê pirsîn
10:35 Nasnameya penaberek din a karesata keştiyê eşkere bû
10:06 Ji ber zarokên wê zextan li Dayika Aştiyê dikin
10:01 Xwendekarên YYU'yê piştgirî dan xwendekarên Bogazîçiyê
09:45 ‘Li ser erdnîgariyekê qirkirina zayendekê hebe, li wir aştî tuneye’
09:30 Greva birçîbûnê di roja 43'yemîn de berdewam dike
09:20 Par bi 50 lîra bû îsal bi 100 lîrayî ye
09:11 Nûnerên rêxistinên sivîl: Ev qanûn dê mafên demokratîk binpê bike
09:11 Berteka xwediyên kafeyan: Ma em çayê bikin pakêt û bifiroşin?
09:10 ‘DMME, dê di doza Guven de jî biryara binpêkirinê bide'
09:09 Wezareta Tenduristiyê ji bo vegera ser kar a bijîşk got 'li gor mewzûatê ye'
09:09 Parastina Dehlên Valîdebagê: Daxwaz zelal e, dehl divê wekî dehlê bimîne
09:08 Serlêdana qedexeya li Wanê cara 14’emîn hat redkirin
09:08 Jinên STO’yî: Em ê li dijî qeyûm têbikoşin
09:07 Wezîr dê heqê parêzerê kujerê Kemal Kûrkût razîne!
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2021'AN
07/01/2021
20:43 194 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:42 Li Kobaniyê gel kujerê jinekê darizand
16:57 Bertekên li dijî ‘rektorê qeyûm' nasekinin
15:44 Polîsan bîranîna Sakîne Cansiz asteng kir!
15:34 Birîna Ceyranê ya VEDAŞ’ê jina 72 salî bê oksijen hişt
15:21 Komkujiya Parîsê: Wê jin edaletê pêk bînin
15:12 Boriya avê ya MARSÛ’yê teqiya û esnafan perîşan kir
15:05 Hevşaredarê Êlihê nehat berdan
14:45 Serokê lijneya weşanê ya Weşanxaneya Zanîngeha Bogazîçiyê îstîfa kir
14:25 Li Edeneyê 2 ciwan hatin berdan
14:11 Hejmara 18’an a Kovara Dilopê derket
14:07 Fîdan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
14:03 KESK: Em li cem pêkhatiyên Bogazîçî ne
14:01 Ji DBP’ê banga tevlîbûna daxuyaniya yekitiya netewî
13:52 Ji derçûyên Bogazîçiyê kampanyaya îmzeyê
13:51 Ji xebatkarên tenduristiyê çalakiya rûniştinê
13:50 Îddîanameya ‘Lêpirsîna Kobanê’ hat qebûlkirin
13:40 HDP’ê serdana taxa ku ceyranê wê hatibû birîn kir
13:34 Jinan ji bo 9'ê Çileyê bang kirin: Em ê tu carî efû nekin
13:04 Ji HDP’ê pêşniyarqanûn: Bila amûrên paqijiyê ji jinan re bêpere bên dabînkirin
13:03 Trump qebûl kir: Wê derbasbûyineke bipergalî çêbe
12:50 Aykol: Bi serdegirtina avahiya Kongreyê cîhanê hişyar dike
12:28 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:03 Li Çewligê muzîkjenek hat kuştin
11:42 90 rojin hêj lêpirsîna 4 rojnamegeran bi dawî nebûye
11:42 Li Washingtonê 52 kes hatin binçavkirin
11:33 Aloziya li Amerîkayê di çapemeniya cîhanê de deng veda
11:32 Nûçeya Sakîne Cansiz hat sansurkirin
11:22 Helbestkar Ahmet Tellî beraet kir
11:16 Çekdarên PDK’ê daran dibirin
11:15 Li Esenlerê jinek hat kuştin
11:01 ATK: Aleyna Çakir hatiye kuştin
09:22 Greva birçîbûnê di roja 42'emîn de dewam dike
09:05 Ji ber nîşeyên derbarê pirtûkekê de cezayê hucreyê lê birîn
09:05 'Em naxwazin fikara pêşerojê li me peyda bibe'
09:05 Di 4 salan de tenê du 2 caran kurê xwe yê girtî û nexweş dîtiye
09:05 Polîs navê kesên ku diçin HDP'ê qeyd dikin
09:05 Beyoglû yê ku bi destê YSK'ê bû şaredar, erdên Rezanê parsêl bi parsêl difiroşe
09:05 Ji ber şewbê esntrumanên xwe firotin
09:05 Li ber HES'a ku tê xwestin li Çemê Zorê bê çêkirin rabûn
09:05 Bûyera înfazê ya li Çardêranê şandin DMME'yê
09:05 ‘Metîn Goktepe remza azadiya çapemeniyê ye'
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2021'AN
07:58 VEDAŞ'ê ceyrana taxê qût kir
06/01/2021
22:51 Li Cizîrê dayîkek 50'î salî hat binçavkirin
22:00 Li Basayê mirineke biguman
20:04 Hejmara kesên ku ji ber Covîd-19'ê mirin bû 22 hezar û 70
17:16 Jinan li dijî îstîsmarê banga seferberiya civakî kir
17:12 TJA'yê her şeş jinên siyasetmedar bi bîr anî
16:53 Tuncel: Dewlet siyasetmedarê kurd wek dijmin dibîne
16:47 Li Amedê 2 jê parêzer 3 kes mirî hatin dîtin
16:34 Li Edenê Meclîsa CiwanênYekgirtî hat avakirin
16:16 Ûca: Gelo Komkujiya Parîsê ji aliyê MÎT’ê ve hatiye kirin?
16:16 Xwendekarên ODTU piştgirî dan xwendekarên Bogazîçî
16:04 Hiqûqnasan tundiya li hemberî xwendekaran şermezar kir
15:31 Ji bo daxuyaniya yekîtiya neteweyî bang hat kirin
15:11 Sancar: Em ê bi berxwedanê sala 2021’an bikin sala avakirina înşayê
15:02 Rapora ÎHD ya zarokan: Şewba vîrûsê newekhevî zêde kir
14:54 Li Wanê 6 siyasetmedarên jin hatin bibîranîn
14:36 Ji TUAY-DER’ê berteka tecrîdê: Qanûnan pêk bînin
14:35 Dadgehê ji bo kuştina Dînk, biryara girtina 2 erkdarên îstîxbarê da
14:19 Jinên KESK’î: Ji bo parastina jiyanê em ê li qadan bin
14:19 37 sal in girtî ye û tenduristiya wî nebaş dibe
14:11 CPJ: Rojnameger Mehmet Aslan zû berdin
14:01 Xwendekarên Bogazîçiyê: Lêgerîna tazî îşkence ye
13:39 Ji bo kelemçeya deriyê Bogazîçiyê lêpirsîn hat destpêkirin
13:07 Gergerlîoglû: Xwendekaran di lêgerîna tazî re derbas kirin
12:42 Polîsan nehişt Keskîn bi xwendekarên binçavkirî re hevdîtinê bike
12:23 Li Qubînê ji ber lihevnekirina erd reveberê HDP'ê hat kuştin
12:05 HDP: Em piştgiriyê didin xwendekarên Bogazîçiyê