Dayikên Şemiyê: Bila sala 2021'an bibe sala dîtina windayan

img

STENBOL – Dayikên Şemiyê di hefteya 823'an de çalakiya şemiyê berdewam kirin û diyar kirin ku di sala 2020'a de dîsa winda nehatin dîtin û winda hatin înkarkirin. Dayikan xwestin sala 2021'an bibe sala dîtina windayan. 

 
Dayikên Şemiyê, bi boneya aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsin û faîl bên cezakirin, di hefteya 823’an de çalakiya Şemiyê berdewam kirin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî dîsa ji ber vîrûsa corona li ser medya înternetê bi rêya vîdeo daxuyanî dan. Li ser navê Dayikên Şemiyê Xwişka Hasan Ocak Maside Ocak daxuyanî da. Ocak, ewil xwest sala nû ji bo her kesî bibe sala hiqûq, edalet û mafên mirovan û wiha got: "Sala 2020’an bû sala binpêkirina mafan, bê hiquqî, edalet û şewba vîrûsa corona. Li Tirkiyeyê statuya hiqûq û siyasetê û mafê azadiya ramanê yên bi destûra bingehîn hatiye mîsogerkirin, winda bûn. Hemû daxwazên maf û azadiyê yên gel dixwaze ji aliyê îqtîdarê ve tên terorîzekirin. Van daxwazên rewa û zagonî dikin sedema cezakirinê." 
 
Ocak, da zanîn ku çalakiya xwe di hefteya 823'an de berdewam dikin û wiha lê zêde kir: "Daxwazên me yên ji bo edaletê ji aliye rêveberên dewletê di sala 2020'an de li ber çavan nehatin girtin. Li dijî vê yekê daxwazên me yên ij bo dîtina windayan nedîtin û qada Galatasarayê ku em lê daxwazên xwe tînin ziman li me qedexe kirin. Bi vê yekê jî nehatin ser, ji ber axaftinên me yên li Galatasarayê kirin sedema dozê û doz li me vekirin. Israra înkarê di sala 2020'an de jî berdewam kir. Em ê dîsa daxwazên xwe yên ji bo edaletê û dîtina windayan berdewam bikin û nujen bikin. Dîsa ji bo bersûc bên dîtin û darizandin em ê daxwazên xwe bînin ziman. Em di sala 2021'an de ji bo van zor û zahmetiyan derbas bikin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em ê tu carî dest ji biryara xwe bernedin. Em ê gotinên xwe yên ji bo başî, hevî, heqîqet û edaletê dîsa bînin ziman." 
 
BILA BIBE SALA DÎTINA WINDAYAN
 
Ocak, destnîşan kir ku her salek dibore ji bo windayan dibe salek pir mezin û wiha got: “Em her salek dibore di ezmûna êşên mezin re derbas dibin. Lê ji bo her salek nû em hevî, bawerî û hêza xwe mezintir dikin. Em li benda dîtina windayên xwe ne. Em bi biryarin ku windayan bibînin. Em ê bigêjin windayên xwe û heqîqetê. Em hevî dikin ku sala 2021’an ji bo Tirkiyeyê bibe sala hevî, hêz, piştevanî û dîtina windayan." 
 

Sernavên din

03/01/2021
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2021'AN
02/01/2021
21:03 Daxuyaniya Şaredariya Artûklûyê ya derbarê tabeleyan de
19:13 202 kes mirin, 11 hezar û 180 kes jî pê ketin
17:13 Di teqîna Serêkaniyê de 5 kes mirin
17:05 Dijminantiya AKP'ê ya li dijî zimanê kurdî: Tîpên X,W û Q ji lewheyan bir
16:42 Daxuyaniya qeyûm a têkildarî karkerên ji kar avêtin: Karkerên demsalî bûn
15:59 Di teqîna li Hesekê de 2 kes mirin
15:42 KCDP: Di 2020'an de 300 jin hatin kuştin 171 jin jî mirî hatin dîtin
15:34 Di Rûniştina F de hat xwestin ku girtî Kadriye bê berdan
14:51 'Demildest Koyuncu serbest berdin
13:39 Dayikên Şemiyê: Bila sala 2021'an bibe sala dîtina windayan
13:33 Li Somaliyê êrîşê eskerên Tirk kirin
13:13 Komîsyonên Edaletê yên Gulistan Dokû rapora salekê belav kir
12:43 Înîsiyatifa Ji Girtiyan re Azadî: Girtiyê nexweş Fîlîz berdin
11:52 Qeyûmê Qersê navên ‘mor’ guhert!
11:42 Kurê Kaya yê 85 salî: Em ne taloqkirinê, beraeta wî dixwazin
11:32 Berdevka HDP’ê Gunay: Ji bo çûyîna îqtîdarê roj tên jimartin
11:10 Cendirmeyan 26 sal berê Tekîn winda kirin
10:41 Du kesan ji ber dûmana sobê jiyana xwe ji dest dan
10:41 3 ciwan li Enqereyê mirî hatin dîtin
10:17 Yuksekdag: Dê 2021'an bibe sala gelan û ciwanan
10:07 Polîsan astengî ji nexweşa atiyê re derxist!
09:38 Hêjmara 10'emîn a Zrîngê di sala nû de li benda we ye
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 37'emîn de didome
09:12 Li eskeriyê îşkence: Cixare li ser canê wî tefandin
09:11 Li sînor guleyên ku dipengizin hemû li kurdan dikevin!
09:11 Qeyûm dê bi pereyê şaredariyê karê şaredariyên AKP'î bike
09:10 Li girtiyên ku binpêkirinên mafan protesto kirin, ceza birîn
09:10 ‘Naveroka tayinkirina qanûna qeyûman wekî navê xwe ne xêrxwaz e'
09:09 'Divê berteka civakî bê bilindkirin'
09:08 Li Geverê dengê komekê olan dide: Koma Dengda
09:08 Gursucû: Peymana Parîsê ne çareseriya avhewayê ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2021'AN
01/01/2021
20:09 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 21 hezar û 93
16:11 Walîtiya Colemêrgê: Di êrîşa hişyariyê de birîndar bû
14:52 Jinan binçavkirina Buse Uçer şermezar kirin
14:07 El-Ebid: Tirkiyê armanc dike ku Kerkûk û Mûsilê kontrol bike
13:31 Cenazeyê dayika 4 zarokan li nava kuçeyê hat dîtin
13:19 Vaye lîsteya pirtûkên kurdî yên di 2020'an de hatine çapkirin
12:22 Hejmara nû ya Newaya Jinê derket
12:15 Qeyûm 84 karker ji kar avêtin
11:47 Jinên çalakger: Bila tu kes rehet li paldanka xwe rûnenên
11:20 'Em amadene li dijî tecrîdê her bedelî bidin’
11:16 Li Edeneyê 3 welatî hatin girtin
10:58 Uçer a bertek nîşanî qetilkirina jinan da hat binçavkirin
10:33 Berteka kuçeyê ya li dijî bihayê asgarî: Ji Qesrê re heye ji me re tuneye
09:59 Penaberan qeza kir: 2 kes mirin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 36'emîn dewam dike
09:09 Ji ber nimêja cenaze 6 sal ceza li mele Akdag birîn
09:08 Parêzera Yuksekdagê: Divê biryara DMME'yê pêk bînin
09:05 'Leyla li hundir, em ê jî li derve bibin dengê jinan'
09:04 Hestiyên kurê xwe dixwaze
09:03 Peyama sala nû ya jinan: Wekhevî, azadî û jiyaneke nû
09:02 Şêniyên Geverê: Çima vê zilmê li me dikin?
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2021'AN
07:59 Eskeran li Rûbarokê ciwanek birîndar kir
31/12/2020
19:47 239 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:03 Cenazeyê Aylîn Sozer hat veşartin
15:26 Başaran: Em ê di sala 2021'an de jî, li qadan bin
15:20 Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan hat dirêjkirin
15:16 Di roja dawî ya salê de ji bo jinên hatin kuştin derketin kolanan
15:12 Rêxistinên Ciwanan: Em ji gef û tacîzan natirsin
14:46 Malbata Akman ê hat cezakirin dest bi greva birçîbûnê kir
14:40 Ji MEBYA-DER’ê rapora 2020’an: Gor rûxandin, cenaze nedan
13:48 Xebatkarên tenduristiyê hempîşeya xwe bibîr anîn
13:39 Ji Hevserokên HDP'ê peyama sersalê
12:39 Komîsyona OHAL’ê 99 hezar serlêdan red kirin
12:20 Parêzer û malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:11 Sînema wê heta 1’ê Adarê girtî bin
12:06 ‘Jin wê di 2021’an de piştevaniyê mezintir bikin’
11:24 Parêzer Ozen: Ewil biryara DMME’yê belav kirin, dûre Guven ceza kirin
11:12 Gundî: AKP dewletê dide pişt xwe û li dijî gundiyan biryaran digire
10:39 HDP’ê ji girtiyan re qertên sersalê şand
10:03 Ji jinên girtî nameya binpêkirinan: Mafên me ji me girtin e
09:44 Xelîl: Ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî têbikoşin
09:25 Greva birçîbûnê di roja 35'emîn de dewam dike
09:13 Sancar: Ocalan mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd e
09:12 Tekane hêviya wan vekirina deriyê sînor e
09:12 'Modela qeyûm veguheriye awayekî rêvebirinê'
09:11 Li welat qirkirina cinsî heye: AKP berpirsiyare
09:11 Tevgera Deyndarên KYK'ê: Em li benda betalkirina deynên xwe ne
09:10 ‘Tecrîd çiqas giran bibe, aştî ewqas ji me dûr dibe'
09:09 'Ji bo derziyan divê civak bê serwextkirin'
09:08 Projeya HES’ê ya li ser Geliyê Zorê dê veguhezînin darazê
09:07 Zext, koçberî, îşkence û hesreta du zarokan
09:06 Dê ji bo daxwazên girtiyan komîsyonan ava bikin
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2020'AN
08:15 Robîn Bakir li Edenê hat definkirin
30/12/2020
23:43 Cenazeyê Vedat Ok ê HPG'yî cara dudoyan hat definkirin
20:04 254 kesên din mirin, 15 hezar û 692 kesên din jî pê ketin
16:54 Fîncanci: Em bihêrs in, wiha berdewam nake
16:32 Polisan eriş bir ser çalakiya jinan û 7 jin biçav kirin
16:31 Malbatê piştî çend mehan şûnde cenazeyê zarokên xwe girtin
16:31 Qurbaniyên komkujiyên kanûnê hatin bibîranîn
16:16 Helbestvan Yilmaz Odabaşi hat girtin
15:30 Dayikên Aştiyê bertek nîşanî girtina Leyla Guven dan
15:29 ‘Tunekirina rêxistinên mafên zarokan nayê qebûlkirin’
15:19 Kedkarên tenduristiyê: Êdî bes e, em dixwazin bijîn û bidin jiyîn
15:09 OHD: Divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
14:49 Dag: Heta tecrîd ranebe wê demokrasî neyê welat