‘Bi biryara DMME’yê divê hemû girtiyên Kobanê bên berdan’

  • rojane
  • 11:16 29 Kanûn 2020
  • |
img
ENQERE – Parêzerên siyasetmedarên girtî yên Fîgen Yuksekdag û Ayhan Bîlgen, diyar kirin ku hemû siyasetmedarên di çarçoveya lêpirsîna Kobanê de hatine girtin divê piştî biryara DMME’yê ya ji bo Demîrtaş bên berdan.
 
Daîreya Mezin a Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), derbarê Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş de biryara berdanê da. Dadgehê Tirkiyeyê di 5 xalan de mehkûm kir û bal kişand ser lêpirsîna Kobanê ku 27 siyasetmedar jê girtî ne. Dadgehê, di biryara xwe de derbarê çalakiyên Kobanê yên 6-7’e cotmehê de ev tişt got: “Di her sê twîtan de HDP’ê, ji bo gelê Kobanê k udi bin êrişa DAIŞ’ê de bûne banga piştevaniyê kiriye. Ev bang di sînorên siyasî de maye û tundiyê nahewîne. Çalakiyên tundiyê yên di 6-8’ê cotmeha 2014’an de ne encama twîtên mijara gotinê ne.”
 
Hurgiliyên ku di biryara DMME’yê de cih digirin û bandora wê ya li ser dosyayên siyasetmedarên girtî, em bi Parêzera Hevseroka Giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, Ezgî Gungordu û Parêzera Ayhan Bîlgen ku di çarçoveya lêpirsîna Kobanê de hatibû binçavkirin Atiye Arikan re axivîn.   
 
HEMÛ DOZ SİYASÎ NE
 
Parêzera Yuksekdag ku di çarçoveya lêpirsîna Kobanê de cara duyemîn derbarê wê de biryara girtina wê hat dayîn Ezgî Gungordu, diyar kir ku dozên ku li muwekîla wê hatine vekirin hemû ji ber axaftin û beşdariya çalakiyan ên dema parlamenteriya wê ne û wiha got: “Di biryara DMME’yê ya Demîrtaş de derbarê neheqiyên maf û azadiyan de tespîtên micid hene. Ev hemû siyasetmedarên HDP’î û muxalîfan dihewînin nav xwe. Dadgehê, ji bo twîta MYK’a HDP’ê ya ji bo çalakiyên Kobanê jî bangeke aştiyane dît. Di vê rewşê de divê siyasetmedarên ku di çarçoveya dosyaya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqerê de tên darizandin bên berdan û di dosyayê de biryara neşopandinê bê dayîn.” 
 
WÊ JI BO YUKSEKDAG SERÎ LI DADGEHÊ BIDIN
 
Gungordu, diyar kir ku neçarin biryara DMME’yê pêk bînin û ev nirxandin kirin: “Biryareke teqez e. Şopandina biryara DMME’yê Komîteya Wezîran dike. Heke biryar pêk neyê dibe ku ev pêvajoya heta avêtina Tirkiyeyê ya ji Konseya Ewropayê (KE) biçe. Bi biryara DMME’yê re em ê ji bo Fîgen Yuksekdag serî li Dadgeha Îdareyê bidin. Neheqiya derbarê rakirina destnedana parlamenteran a di biryara DMME’yê dibe ku parlamenteriya parlamenterên ku parlamenteriya wan hatibû xistin li wan vegerîne.”
 
MAFÊ PARASTINÊ HAT SÎNORDARKIRIN
 
Parêzera Ayhan Gîlgen ku di çarçoveya lêpirsîna Kobanê de hatibû girtin Atiye Arikan jî derbarê biryara DMME’yê ya ji bo Demîrtaş de ev tişt gotin: “Piştî biryara DMME’yê divê di dosyayê de biryara neşopandinê bê dayîn. Em ê ji bo vê yekê daxwaz û îttîraz bikin. Biryara DMME’yê rast e rast bandor li lêpirsînê dike. Em ê bi biryara wergerandî îttîraza xwe pêşkêş bikin. Em ê daxwaz bikin ku muwekîlê me bê berdan û berdayî bê darizandin.”
 
MA / Berîvan Altan
 

Sernavên din

02/01/2021
10:07 Polîsan astengî ji nexweşa atiyê re derxist!
09:38 Hêjmara 10'emîn a Zrîngê di sala nû de li benda we ye
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 37'emîn de didome
09:12 Li eskeriyê îşkence: Cixare li ser canê wî tefandin
09:11 Li sînor guleyên ku dipengizin hemû li kurdan dikevin!
09:11 Qeyûm dê bi pereyê şaredariyê karê şaredariyên AKP'î bike
09:10 Li girtiyên ku binpêkirinên mafan protesto kirin, ceza birîn
09:10 ‘Naveroka tayinkirina qanûna qeyûman wekî navê xwe ne xêrxwaz e'
09:09 'Divê berteka civakî bê bilindkirin'
09:08 Li Geverê dengê komekê olan dide: Koma Dengda
09:08 Gursucû: Peymana Parîsê ne çareseriya avhewayê ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2021'AN
01/01/2021
20:09 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 21 hezar û 93
16:11 Walîtiya Colemêrgê: Di êrîşa hişyariyê de birîndar bû
14:52 Jinan binçavkirina Buse Uçer şermezar kirin
14:07 El-Ebid: Tirkiyê armanc dike ku Kerkûk û Mûsilê kontrol bike
13:31 Cenazeyê dayika 4 zarokan li nava kuçeyê hat dîtin
13:19 Vaye lîsteya pirtûkên kurdî yên di 2020'an de hatine çapkirin
12:22 Hejmara nû ya Newaya Jinê derket
12:15 Qeyûm 84 karker ji kar avêtin
11:47 Jinên çalakger: Bila tu kes rehet li paldanka xwe rûnenên
11:20 'Em amadene li dijî tecrîdê her bedelî bidin’
11:16 Li Edeneyê 3 welatî hatin girtin
10:58 Uçer a bertek nîşanî qetilkirina jinan da hat binçavkirin
10:33 Berteka kuçeyê ya li dijî bihayê asgarî: Ji Qesrê re heye ji me re tuneye
09:59 Penaberan qeza kir: 2 kes mirin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 36'emîn dewam dike
09:09 Ji ber nimêja cenaze 6 sal ceza li mele Akdag birîn
09:08 Parêzera Yuksekdagê: Divê biryara DMME'yê pêk bînin
09:05 'Leyla li hundir, em ê jî li derve bibin dengê jinan'
09:04 Hestiyên kurê xwe dixwaze
09:03 Peyama sala nû ya jinan: Wekhevî, azadî û jiyaneke nû
09:02 Şêniyên Geverê: Çima vê zilmê li me dikin?
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2021'AN
07:59 Eskeran li Rûbarokê ciwanek birîndar kir
31/12/2020
19:47 239 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:03 Cenazeyê Aylîn Sozer hat veşartin
15:26 Başaran: Em ê di sala 2021'an de jî, li qadan bin
15:20 Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan hat dirêjkirin
15:16 Di roja dawî ya salê de ji bo jinên hatin kuştin derketin kolanan
15:12 Rêxistinên Ciwanan: Em ji gef û tacîzan natirsin
14:46 Malbata Akman ê hat cezakirin dest bi greva birçîbûnê kir
14:40 Ji MEBYA-DER’ê rapora 2020’an: Gor rûxandin, cenaze nedan
13:48 Xebatkarên tenduristiyê hempîşeya xwe bibîr anîn
13:39 Ji Hevserokên HDP'ê peyama sersalê
12:39 Komîsyona OHAL’ê 99 hezar serlêdan red kirin
12:20 Parêzer û malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:11 Sînema wê heta 1’ê Adarê girtî bin
12:06 ‘Jin wê di 2021’an de piştevaniyê mezintir bikin’
11:24 Parêzer Ozen: Ewil biryara DMME’yê belav kirin, dûre Guven ceza kirin
11:12 Gundî: AKP dewletê dide pişt xwe û li dijî gundiyan biryaran digire
10:39 HDP’ê ji girtiyan re qertên sersalê şand
10:03 Ji jinên girtî nameya binpêkirinan: Mafên me ji me girtin e
09:44 Xelîl: Ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî têbikoşin
09:25 Greva birçîbûnê di roja 35'emîn de dewam dike
09:13 Sancar: Ocalan mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd e
09:12 Tekane hêviya wan vekirina deriyê sînor e
09:12 'Modela qeyûm veguheriye awayekî rêvebirinê'
09:11 Li welat qirkirina cinsî heye: AKP berpirsiyare
09:11 Tevgera Deyndarên KYK'ê: Em li benda betalkirina deynên xwe ne
09:10 ‘Tecrîd çiqas giran bibe, aştî ewqas ji me dûr dibe'
09:09 'Ji bo derziyan divê civak bê serwextkirin'
09:08 Projeya HES’ê ya li ser Geliyê Zorê dê veguhezînin darazê
09:07 Zext, koçberî, îşkence û hesreta du zarokan
09:06 Dê ji bo daxwazên girtiyan komîsyonan ava bikin
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2020'AN
08:15 Robîn Bakir li Edenê hat definkirin
30/12/2020
23:43 Cenazeyê Vedat Ok ê HPG'yî cara dudoyan hat definkirin
20:04 254 kesên din mirin, 15 hezar û 692 kesên din jî pê ketin
16:54 Fîncanci: Em bihêrs in, wiha berdewam nake
16:32 Polisan eriş bir ser çalakiya jinan û 7 jin biçav kirin
16:31 Malbatê piştî çend mehan şûnde cenazeyê zarokên xwe girtin
16:31 Qurbaniyên komkujiyên kanûnê hatin bibîranîn
16:16 Helbestvan Yilmaz Odabaşi hat girtin
15:30 Dayikên Aştiyê bertek nîşanî girtina Leyla Guven dan
15:29 ‘Tunekirina rêxistinên mafên zarokan nayê qebûlkirin’
15:19 Kedkarên tenduristiyê: Êdî bes e, em dixwazin bijîn û bidin jiyîn
15:09 OHD: Divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
14:49 Dag: Heta tecrîd ranebe wê demokrasî neyê welat
13:43 Li Cizîrê kedkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
13:30 Bertekên li dijî qetilkirina 3 jinan: Bi xirabiyên xwe re rûbirû werin
13:29 Ji jinên girtî re kartên sersalê şandin
13:28 Gergerlîoglû giliyê Soylû kir
12:39 MED TUHAD-FED'ê rapora salê ya binpêkirinên mafan ên li girtîgehan eşkere kir
12:27 AYM, daxwaza tazmînatê ya karkerên KHK'î mafdar dît
12:01 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Îdeala jiyana me wê bibe rêbera sedsala bê
10:50 Parêzerê Tûrgût û Şiban: Daxuyanî bandor li lêpirsînê dikin
10:36 Li Erziromê 10 girtî di greva birçîbûnê de ne
10:31 Hunermendan bertek nîşanî ‘Muzeya Tuncelî’ dan: Ev travmayek nû ye
09:20 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 34'emîn de ye
09:03 Şaredariya AKP'î di 21 mehan de: Tenê parke bi cih kirin û hin tenekeyên çopê kirîn
09:03 ‘Cardin mehkûmî birçîbûnê hatin kirin'
09:03 Saetên ceryanê bi dîrekan ve zeliqandin, fatûre du qat zêde tên
09:03 Nerazîbûna ji bo 'qanûna qeyûm': Armanc eciqandina muxalîfan e
09:03 Hunermend: Kurd dê bi yekîtiya neteweyî êrîşan tar û mar bikin
09:03 Kesê 2 meaşan ji şaredariya AKP'ê digire dîsa xwe xist kar
09:03 Endamê Rêveberiya Mexmûrê Ûnver: Helwesta NY’yê ne helwesteke insanî ye
09:00 ROJEVA 30'YÊ KANÛNA 2020'AN
29/12/2020
19:47 253 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:41 Destûr nedan wesiyeta Dayika Aştiyê bi cih bê