Prof. Omeroglû: Em bûne amadekarên merasîmên cenazeyan

  • rojane
  • 09:11 25 Kanûn 2020
  • |
img

STENBOL - Endama Desteya Rêveberiya Odeya Bijîşkan a Stenbolê Rûkiye Eker Omeroglû bal kişand ser tevdîrên ji bo pandemiyê û got: "Em Odeya Bijîşkan a Stenbolê êdî bûne amadekarê merasîma cenazeyan. Em her roj li nexweşxaneyekê merasîma cenazeyan li dar dixin." 

Endama Desteya Rêveberiya Odeya Bijîşkan a Stenbolê Prof. Dr. Rûkiye Eker Omeroglû, tevdîrên li dijî şewbê tên girtin û rewşa dawî ya derbarê pandemiyê de nirxandin. 
 
TEVDÎREKE BI TEMAMÎ ŞERT E 
 
Omeroglû, destnîşan kir ku ji bo pêşî li ber şwbê bê girtin pêdivî bi tevdîreke tam a ji bo du hevteyan heye û tevdîrên ku tenê dawiya hefteyê tên girtin jî wekî "tevdîrên pansûmanî" pênase kir. Omeroglû, destnîşan kir ku ne mimkun e ku bi vî awayî tiştek bi dest bikeve û got: "Ji lewra Îngîltere bi tevdîreke tam a ji bo du hefteyan hejmara pêketiyan ji sedî 30 kêm kir. Fransayê jî ji sedî 40 kêm kir. Bawer nakim tevdîrên tenê ji bo dawiya hefteyê û bi şev tên girtin ji sedî 15-20'Î zêdetir hejmara pêketiyan kêm bike." 
 
BELKÎ EV QAS KES NEMIRIYANA 
 
Omeroglû, destnîşan kir ku ew Odeya Bijîşkan a Stenbolê û Yekîtiya Biîşkên Tirk (TTB) û rêxistinên pîşeyî yên din ji roja roj de di warê tevdîran de îqtidarê hişyar dikin, lê belê îqtidar guh nade wan. Omeroglû got: "Çendî ku em qîriyan jî tevdîr nehatin girtin. Çi dibe bila bibe diviyabû du hefteyan her der girtîbûna. Belkî ev qas kes pê neketana û nemirina. Niha dîsa jî nakin. Di pîka ewil de tevdîrên di Adarê de hatibûn girtin baş bûn, lê zû dev jê berdanç Wekî hûn jî dizanin di 11'ê Gulanê de AVM cardin hatin vekirin. Dû re her der hatin vekirin. Serdema turîzmê dest pê kir. Ji bo turîzm bê kirin kredî hatin dayîn. Liv û tevgera serdema havînê kir ku şewb li her derî belav bibe. Paşê li bajarên mezin pîka duyem dest pê kir." 
 
‘SERÎ LI BER SERMAYEYÊ TEWANDIN' 
 
Prof. Dr. Omeroglû, destnîşan kir ku îqtidar ji ber fikarên derbarê aboriyê de tevdîrên baş negirtine û got: "Hikûmetê serî li ber kardêran û sermayeyê tewandiye." 
 
Omeroglû, destnîşan kir ku ji ber ku tevdîrine baş nehatine girtin gelek mirine û got: "Dibêjin piraniya bijîşkên mirin pir extiyar bûn. Na, ne wisa ye. Bijîşkên teqawidbûyî jî mirin, ên 40 salî û 50 salî jî mirin. Jixwe di bijîşktiyê de tecrûbeya temen pir girîng e." 
 
DERZIYA ÇÎNÊ 
 
Omeroglû, bal kişand ser derziya ÇSînovac a Çînê ku 50 milyon doz hatiye sîparîşkirin û fikareyên derbarê derziyê de jî. Omeroglû got: "Derziya ku Çîn çêdike, bi teknolojiya herî kevin hatiye çêkirin. Yanî vîrusê dikuje. Derziyeke înaktîf e. Ên bi vîrolojiyê re eleqedar dibin, dibêjin ev derziya herî tê zanîn û guncan e. Gava hûn dermanekê an jî derziyekê çêdikin 3 fazên wê hene. Di a ewil de, ewleh ye. Yanî hûn pê bawer in ku dê zirareke mezin nede jiyana mirovan. Faza duyem jî hêla wê ya kartêkerî ye. Tesîreke wê ya nebaş tune, lê bibandor e. Faza sêyem jî li ser bi hezaran mirovan tê ceribandin. Niha Pfîzer û derziyên modêrn ên Amerîkayê faza xwe ya sisêyan temam kirin û encamên wê ragihandin. Astrazenecayê jî aşkere kir. Lê hîn xebatên fazî yên Çînê nehatine aşkerekirin. Lewma bûye cihê fikaran." 
 
KA DERZÎ? 
 
Omeroglû, bibîr xist ku Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê daxuyandibû ku dê di 11'ê Kanûnê de dest bi derzîkirinê bikin, lê belê hîn jî nehatiye kirin û got: "Ka derzî? Hatiye nehatiye, em nizanin. Berî derzîkirin dest pê bike, tişta ku divê bikin dîsa jî tevdîreke tam e. Tirkiye heya ku dest bi derzîkirinê neke dê rêjeya wê li gor a welatên din pir zêde be." 
 
‘EM BÛN AMADEKARÊ MERASÎMÊN CENAZEYAN' 
 
Omeroglû, destnîşan kir ku xebatkarên tenduristiyê bi pirsgirêk û êşên mezin re rû bi rû mane û got: "Em pir xemgîn in. Em xebatkarên tenduristiyê û bijîşk gelek prisgirêkên me hene. Hevalên me dimirin. Em Odeya Bijîşkan a Stenbolê êdî bûne amadekarê merasîma cenazeyan. Em her roj li nexweşxaneyekê merasîma cenazeyan li dar dixin. Ev di warê derûnî de rûxandineke mezin e. Em xwe qet baş hîs nakin û xwe bi tenê hîs dikin." 
 
Prof. Dr. Omeroglû di dawiya axaftina xwe de xwest ku şebwa Covîd-19'ê wekî 'nexweşîna pîşeyî' bê qebûlkirin û hesibandin. 
 
MA / Îdrîs Sayilgan 

Sernavên din

27/12/2020
10:04 Encu: Roboskî li dijî hejarî û cerdevaniyê li ber xwe dide
10:00 Bûn destê hev!
09:21 'Tekane çare tifaqa demokrasiyê ye'
09:20 Piştî li ser hev hat binçavkirin û gef lê hatin xwarin serî li ÎHD'ê da
09:19 Li malbatên ku zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane doza tazmînatê dikin
09:17 Berf bariya berasteng hepsî malê bûn
09:15 ‘Heya daxwazên me neyên qebûlkirin dê têkoşîna me dewam bike'
09:13 Her du kurên wê jî di meha kanûnê de jiyana xwe ji dest dan
09:11 Kaplan: Her kêliya ku Demîrtaş nayê berdan, wekî sûc li ber navê Tirkiyê tê nivîsandin
09:09 ‘Lêgerîna tazî realîteyeke girtîgehên Tirkiyê ye'
09:08 Di 2020'an de tecrîd li tevahiya Tirkiyeyê belav bû
09:01 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2020'AN
26/12/2020
20:04 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyên Covîd-19'ê bû 2 milyon û 133 hezar û 373
17:49 Dadgeriyê serlêdana ji bo berdana Demîrtaş red kir
16:28 Bersûcê êrişa zayendî bi hinceta ‘şewbê’ tehliye bû
16:15 Nûçegihana Jinnewsê Gulistan Azak hat berdan
15:57 Li Rihayê şerê çekdarî: 5 kes mirin
15:47 Hunermend Nûrşanî hat veşartin
15:20 Li Xarpêtê bi pileya 4.1 erd hejiya
15:19 Komîsyona Bihayê Asgerî wê cara dawîn roja duşemê kom bibe
15:06 ÎHD’ê Aqûbeta Mehmet Ozdemîr ê winda pirsî
14:53 ÎHD: Kaygûsûza 62 salî ya di koma xeternak de berdin
13:30 Dayikên Şemiyê aqûbeta Bahçecî yê 26 sal in winda ye pirsî
13:24 Li Şaxê bi pileya 3.9 erdhej çêbû
13:21 Cihên dîrokî yên Amedê vala man
12:44 ATO’yê salname neda HDP’ê
12:34 Ji bo Ozçelîkê ji sedî 71 astgeng e daxwaza tehliyeyê kirin
12:31 Çalakiya greva birçîbûnê mehek li pey xwe hişt
12:29 Hevserokên Giştî yên DBP’ê serdana Aksoy kirin
12:04 Wexta ku birin hevdîtina telefonê tazî kirin
11:55 Ji Arslanê berasteng 23 sal in agahî nayê girtin
11:26 Dozger ji bo Endamê TTB'ê 55 rûpel îdeaname amade kir
11:12 Li Roboskê hiqûqa berovajî: 34 mirin 34 doz
11:12 Beşa yekemîn a ‘tayînkirina qeyûman a ser rêxistinên sivîl’ qebûl bû
11:03 Karkerên li Sakarya bûn hedefa êrîşan: Xwestin êrîşê veşêrin
10:57 Sezgîn: Li hemberî lîstikên tên leyîstin çareseriya tekane yekitiye neteweyî ye
09:07 Parêzerê OHD'î: Bila mewzûat pêk bê
09:07 Aydin: Pêkanîna biryara DMME'yê dê ji bo demokrasiyê pir girîng be
09:07 Ji bo Roboskiyê jibîr neke li ber goristanê xanî çêkir
09:07 Amedê kirin du şeq!
09:07 Şerên di bin sîya şewbê de
09:07 Şewb dê kengî têk biçê?
09:07 Esnaf: Heqê kirê ne bes e, bacê jî kêm bikin
09:07 Xebatkarên PTT'ê: Heya ne mecbûrî be danûstandina bi rêya kargoyê nekin
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2020'AN
25/12/2020
20:22 Nûçegihana Jinnewsê Gulîstan Azak hat binçavkirin
19:51 256 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:37 Piştî ku mir, derket holê 15 salan bi nasnameyeke cûda jiyaye
16:26 Girtiyê nexweş li dîjî tecrîdê di grevê de ye
16:10 Serdanên HDP’ê yên li Wanê didomin
15:07 Li Mêrsîn û Hatayê qurbaniyên Komkujiya Mereşê hatin bibîranîn
15:00 23 baroyan daxuyaniya hevpar da: Demîrtaş berdin
14:48 Siyasetmedar Şerafettîn Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn
14:38 Hevserokê HDP’a Agiriyê hat berdan
14:34 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê kart û pirtûk şandin girtîgehan
14:31 Bertek nîşanî dirêjkirina Komîsyona OHAL’ê dan
14:26 Cenazeyê kurê xwe dixwaze
14:02 'Her ew guliyên me bibirin ew ê kokên me belav bibin'
13:24 ÎHD: Divê Demîrtaş demildest were berdan
13:18 Fotografek heye Leylayê li Roboskî hêsirên Sevîmê paqij dike…
12:46 Gergerlîoglû giliyê Midurê Polîsan ê Ûşakê kir
12:18 Leşkergeha li Dersimê veguherandin muzeyê: Zîhniyeta komkujiyê didome
12:06 HDP'ê Noel û Cejna Yaldoyê pîroz kir
12:00 Li Edenê 3 welatî hatin girtin
11:43 Partiyên DEVA û Pêşerojê: Biryara DMME mecbûriyeteke qanûnî ye
11:07 Klîba bi kurdî ya salê hat bijartin
10:51 Kedkarên AFAD’ê 20 sal in nikarin mafê xwe yê reha werbigirin
10:41 Beştaş: DMME tomar kir ku îqtîdar fermanê dide darazê
09:21 Di 2020'an de mirov ji hêlîkopterê avêtin û tecawizkar serbest berdan
09:19 'Em bi piştgiriya ji bo grevên birçîbûnê dikarin rûpeleke nû vekin'
09:12 Îdianameya karesata keştiyê: Li keştiya bêbelge zêdetirî kapasîteyê rêwî hatine siwarkirin
09:12 Li Efrînê kirinên wekî yên DAIŞ'ê ku jinan 'heram' nîşan didin
09:11 Prof. Omeroglû: Em bûne amadekarên merasîmên cenazeyan
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2020'AN
08:41 Dema wezîfeya Komîsyona OHAL’ê salek hat dirêjkirin
24/12/2020
21:05 Hejmara kesên ku ji ber Covîd-19'ê mirin bû 19 hezar û 115
18:53 Halîse Aksoy ku cenazeyê kurê wê bi kargoyê jê re hatibû şandin hat binçavkirin
16:40 Rêberê ESP’ê Ok hat girtin
16:16 Demîrtaş bersiv da dijberên biryara DMME’yê
16:15 Jinan li Silopiya banga yekîtiyê kir: Em nebin yek em ê herin yek bi yek
16:01 Li Êlihê cînayeta kar: Kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn
15:46 Berteka li dijî zextên li ser endamên ciwantiya HDP’ê
15:27 Taş: Guven bi fermana qesrê hat girtin
15:13 Ji rojnamevan Şahîn re 15 sal ceza hat xwestin
14:56 Rêxistinên civakî yên Amedê: Bila teklîfa qanûnê paş de were kişandin
14:46 Zilamê faîlê îstismarê xwe ‘hişê min ne li serê min e’ parast
14:36 Girtiyê nexweş Abdullah Tûran hat berdan
14:26 Gergerlîoglû dê giliyê Midurê Polîsan ê Ûşakê bike
14:01 Doza ‘propagandaya’ di weşana zindî de hat dîtin
14:01 Doza sereke ya Ozgur Gundemê hat taloqkirin
13:50 Hevserokê HDP’a Agiriyê hat binçavkirin
13:43 ‘Doza Parêzeran a KCK’ê hat taloqkirin
13:35 Biryara yekkirina dozên Eren Keskîn hat dayîn
13:34 Berdevka HDP’ê Gunay: Biryara DMME’yê piştrast kir ku siyasetmedar dîlgirtî ne
13:28 Ji Yeneroglû ji bo Soylû: Wezîrê ku ji mewzûata xwe haydar nîne
13:12 Li Colemêrgê rêyên 57 gundan ji ber berfê hatin girtin
13:04 Nobeta Şengaliyan ket roja 23’yan
13:02 Danişîna hevşaredarên girtî hat taloqkirin
12:48 Baroya Sêrtê derbarê biryara Demîrtaş de daxuyanî da
12:35 Li Wanê 3 hezar 251 esker û cerdevan derketin operasyonê