Ji bo wergirtina cenaze hêcet li ser hêcetê tê derxistin

  • rojane
  • 13:08 21 Kanûn 2020
  • |
img
AMED - Hewldanên bavê endama HPG'ê Mercan Erkol, Hesin Erkol ê ku ji bo wergirtina cenazeyê keça xwe cara heftan e ji Wanê tê Amedê bê encam dimînin û serlêdanên wî an “evraq winda ne” an jî bi gotina dozgeran a “rayeya me tune ye” tên bersivandin.
 
Endama HPG'ê Mercan Erkol (Bêrîtan Tolhildan) di 16'ê mijdara 2017'an de li çoltera navçeya Pasûrê ya Amedê di şer de jiyana xwe ji dest dide. 3 sal in cenaze radestî malbatê nehatiye kirin. Her çiqas malbatê ket nava lêgerînê û hewl dide cenazeyê keça xwe werbigire jî lê bêencam man. Piştî ku nasnameya Erkol hat eşkerekirin bavê wê Hesin Erkol serî li Fermandariya Cendermeyan a Amedê da. Erkol ê ku hewldanên xwe li ser Serdozgeriya Komarê ya Pasûrê jî meşandin ji bo testa DNA’yê li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê xwîn da. 
 
Piştî çar mehan rayedarên Fermandariya Cendirmeyan li Erkol geriyan xwestin ku biçe cenazeyê xwe werbigire. Li ser vê yekê Erkol, ji Wanê hat Fermandariya Cendirmeyan a Amedê û bi rayedaran re çû Goristana Yenîkoyê. Ji vir jî derbasî beşa gorên bêkes bûn û xwestin cenaze werbigirin. Li vir rayedar gorê vedikin ku 3 cenazeyên perçekirî têde ne. Li ser vê yekê dozger dibêje "heta DNA’ya wan yek bi yek neyê girtin em nikarin bidin". Di 22’yê kanûnê de Erkol dîsa hat Amedê û serî li Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Ji Bo Kesên Li Jêderka Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA -DER) da. Erkol, derbarê wergirtina cenazeyê keça xwe de hewldanên xwe didomîne. Parêzera malbatê Havva Atli diyar kir ku di têkoşîna hiqûqê ya ji bo wergirtina cenaze de hatine dawiyê û got tespîtkirina gorê çareser kirine.
 
‘EVRAQ JI HOLÊ WINDA BÛ’
 
Atli, da zanî ku pirsgirêkên heta niha ji ber îhmalkirina peywîrê ya saziyan e û wiha got: “Rapora pisporiyê ya ku zayendiyê diyar dike li gel 2019’an de hat nivîsîn jî aqûbeta wê nayê lêkolînkirin û evraq ji holê winda dibe. Ez vê di hevdîtina xwe ya bi Miduriyeta Şaxa Lêkolînê ya Biyolojîk de pê hesiyam. Wan ji min re got ‘rapora pisporiyê' ji cendermeyan û dozger re şandine, lê ez çûm fermandariya cendermeyan evraq li wir nebû, guhertina peywîrê çêbûye û pisporê ku bi dosyayê re mijûl dibû ji FETO’yê hatiye girtin û gotin tu evraq di dosyayê de tune ne.”
 
RAPORA DUYEMÎN JÎ WINDA BÛ
 
Atli, destnîşan kir ku di 18’ê tebaxa 2020’an de ji bo lêpirsîneke bi bandor were kirin bi awayekî nivîskî serî li dozgeriyê daye û wiha axivî: “Li ser serîlêdana min Miduriyeta Labortuvara Polîsan a Krîmînal a Amedê raporeke din amade kir. Dûre rapor ji Fermandariya Cendermeyan a navçeya Pasûrê û Serdozgeriya Komarê ya Amedê re şand. Lê dîsa evraq ji holê winda dibin. Ji ber vê yekê em her tim bi zincîra îhmalê re rûbirû man.”
 
‘DU GORÊN CUDA HENE’
 
Atli, anî ziman ku raporên ku behsa wan dikir bi awayekî hatine dîtin û ev tişt gotin: “Ji aliyê dozgerê dosyayê re mijûl dibe ji bo ku gor were vekirin ez arasteyî dozgerê nobedar hatim kirin. Ji ber vê min bi nivîskî daxwaz kir. Dozger jî krokiya gorê û rapora otopsiyê ji me xwest. Em gihiştin raporê û me ferq kir ku 2 gorên cuda hene. Yek bi ‘3 Zilam Pasûr Şênê (Kulp Şenyayla 3 Erkek)’ yê din jî ‘Parçeyên 3 Cesedan Pasûr Şênê (Kulp Şenyayla 3 Ceset Parçaları)’ bi nav kirine. Bi rapora pisporiyê û ya otopsiyê em fêm dikin ku gora aîdî keça muwekîlê min gora bi navê ‘Parçeyên 3 Cesedên Pasûr Şênê (Kulp Şenyayla 3 Ceset Parçaları)’ ne.”
 
‘CENAZEYÎ DEMILDEST TESLÎMÎ ME BIKIN’
 
Atli, diyar kir ku piştî tespîtkirina gorê, ji bo ku gor were vekirin û cenaze teslîmî malbatê were kirin divê Serdozgeriya Komarê ji Miduriyeta Goristanê re evraqekê binivîse û wiha domand: “Dozgerê ku dosyayê dişopîne got ku ‘ev ne qada peywîra min e’”. Bi heman awayî Dozgerê Komarê yê nobedar jî ji min re got ji ber rayeya wî nîne nikare tiştekê bike. Li gel rapora 10’ê kanûna 2020’an dikarin bi awayekî zû kiraran pêk bînin lê ji ber cenazeyê aydê HPG’ê ye naxwazin pêk bînin. Em dixwazin ku demildest cenazeyî teslîmî me bikin.”
 
‘PMME TÊ ÎHLALKIRIN’
 
Atli, bibîrxist ku li gorî xalên 3 û 8’emîn ên Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (PMME) a Tirkiyeyê îmze kiriye, mafê veşartinê xistine bin parastinê û diyar kir ku ji ber cenaze teslîmî wan nayê kirin Tirkiye xalên 3 û 8’emîn ên AÎHS’ê îhlal dike.
 
‘JI HESTIYAN JÎ DITIRSIN’
 
Bavê Erkol, Hesin Erkol ê ku ji bo wergirtina cenazeyê keça xwe heft car in tê Amedê da zanîn ku rayedar her tim qala edalet û hiqûqê dikin wiha axivî: “Rayedar qala hiqûq û edaletê dikin lê cenazeyên HPG’iyên ku di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane nadin malbatên wan. Dewleta mezin 2 sal in nikare DNA’ya cenazeyekê diyar bike. Ji hestiyên ku parçekirine û veşartine jî ditirsin. Nedayîna hestiyên me nîşandana bê cesaretiya wan e. Qey dibêjin em ê xemgîn bibin, bi çend caran hatin û çûyînê em ê dest jê berdin lê bila vê baş bizanin ku, welehî heta em hestiyên xwe negirin em dev jê bernadin.”
 
JI RAYEDARAN RE BANG
 
Erkol, li dijî neheqiya li malbatan tê kirin bang li hiqûqnasan û dadgehan kir ku gavekê biavêjin û pirsa “Ev pêkanîn di qanûn û hiqûqa kîjan dewletê de hene” kir.
 

Sernavên din

22/12/2020
00:10 Leyla Guven hat binçavkirin
21/12/2020
19:32 254 kes mirin, 19 hezar û 103 kes jî pê ketin
16:58 Platforma Jinan a Dersimê ji bo 5'ê Çileyê bang kir
16:19 Nûçegihana me Dûrgût hat berdan
16:19 KESK: Ev budçe ne ya gel e budçeya kesên bê xem e
16:15 HDP: Em biryara dijminane ya li dijî Leyla Guven nas nakin
15:52 Hatimogûllari: Divê dewlet lêborînê bixwaze û komîsyonê ava bike
15:06 Meclîsa Ciwanên Yekgirtî ya Enqereyê avakirina xwe ragihand
14:39 Qurbaniyên Komkujiya Mereşê hatin bibîranîn
14:37 Rapora Dîwana Muhesebatê: Li Şaredariya Amedê 11 milyon TL bêîhale hatiye kirin
14:14 Hashtaga 'Birêz Ocalan' bû TT
14:02 Li Êlihê du wêneyên cuda!
13:08 Ji bo wergirtina cenaze hêcet li ser hêcetê tê derxistin
12:22 ÎSŞP: Bila ne daxwazên karsazan daxwazên karkeran bên qebûlkirin
11:40 Dozger xwest nûçegihana me Dûrgût were girtin
11:14 Li Eyn Îsayê kî dixwaze çi bike?
11:14 Li Seyhanê bombeya deng teqiya
11:13 Dadgehê 22 sal ceza li Hevseroka KCD’ê Guven birî
10:03 Walîtiyê destûr da alên HDP’ê lê polîsan al rakirin
09:06 Ji bo qebûlkirina daxwazên karkeran banga grevê li Turk-Îş’ê kir
09:06 Li dijî hilweşandinê daxwaza veguherîna di cih de kirin
09:06 Aksoy ê ku tehliye bû: Li girtîgehan pêkanînên Nazî hene
09:06 'Tecrîd tenê ne pirsgirêka girtîgehan e’
09:06 AYM’ê ji bo karkerên KHK’î biryara ‘binpêkirina maf’ da
09:06 Ciwan di bin gefa debar û bêpeşerojê de ne
09:06 Di bin pêşandana bi hîv û stêrk de diziya 3 milyonî derket
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2020'AN
20/12/2020
19:47 Li navçeya Sûrê wêneyek balkêş
19:32 Gotinên nûçegîhana me Dûrgût hatin girtin: Nûçe jê hatin pirsîn
16:08 Li Êlihê operasyona Kobanê: 4 binçav kirin
15:25 Hejmara kesên di şewata nexweşanê de mirin derket 11’an
14:22 Çalakiya destekdayîna Asayîşa Êzidxanê di roja 19'emîn de ye
13:51 Gardiyenan bi ser qawîşan de girtin: 2 girtî hatin sewqkirin
12:51 Berdevkê QSD'ê: Armanca êrîşên li dijî Eyn Îsa dagirkeriye
12:42 Li Efrînê di 2 salên dawî de 200 jin hatin revandin
12:11 Li Girtîgeha Curnê Reş girtî dibin rîskê de ne
11:31 Dozgeriyê 9 fezlekeyên din şandin Meclîsê
09:25 Ji 2 karkerên dibin hezanê de man yek jê jiyana xwe ji dest da
09:18 Li ser medyaya civakî ferzkirina sîxurtiyê
09:18 Rapora derbarê qeyûm de: Karê dijî mewzûatê, dijî mebestê bikaranîna dahatê
09:14 Sînan Çîftyurek: Heger kurd li dor stratejiyeke hevpar tevnegerin dê perçeperçe bibin
09:12 Dayika Tûranê felcî: Îşkencê lê dikin
09:11 Keça manewî ya qeyûm pereyên şaredariyê ji bo daweta û rojbûna xwe xerc kiriye
09:09 Ekolojîst Turkay: Li dijî krîza avhewayê, çareserî îqtidarên şoreşger e
09:06 Rojnameya Xwebûnê salek li pey xwe hişt
09:03 Rewşa girtîgehên Tirkiyeyê û girtiyan
09:02 Di pandemiyê de jî ekolojî hat rûxandin!
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2020'AN
08:21 Li Wanê bi pileya 4.5 erd hejiya
19/12/2020
23:08 Hejmara kesên ku di teqîna li nexweşxaneyê de mirin bû 10
20:17 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyên Covîd-19'ê bi ser 2 milyona ket
16:43 Li Edeneyê welatiyek hat girtin
16:13 Li ‘Komkujiya Gurgumê’ komkujiyên din zêde kirin
15:44 Di ‘Rûniştina F’ de, Komkujiya 19’ê Kanûnê hat şermezarkirin
15:39 Kesên di Komkujiya 19’ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
15:11 Ciwanan ji bo piştevaniya greva birçîbûnê pankart daliqandin
15:08 Nûçegihana me Zeynep Dûrgût bi parêzera xwe re hevdîtin pêk anî
14:58 Tedawiya girtiyê nexweş Yildirim nayê kirin
14:10 26 salin agahî ji Ahmet Bîçîmlî yê ku Hizbûllahê revand nayê girtin
14:03 Dayikên Şemiyê: Destê dewletê ketiye xwîna kurdan
13:59 Polîsan li Êlîhê welatiyek binçav kirin
13:16 Ji bo 10 girtiyên nexweş banga lezgîn a berdanê hat kirin
11:25 Di teqîna li nexweşxaneyê de 8 kes mirin
11:17 Ji bo emelîyata ku nexweşiya wê biqedîne li benda alîkariyê ye
11:01 Ji ber ku lêgerîna tazî red kir, hat derpkirin
10:42 HDP’ê derheqê ATV’ê de cara duyemîn serî li RTUK’ê da
10:37 Li Amedê mij bandora xwe didomîne
10:13 Li Girtîgeha Rihayê pêketî zêde bûne û test nayên kirin
10:12 Li dijî Şaredariya CHP’ê ‘operasyona bertîlê’
09:21 Di doza Girtîgeha Bayrampaşayê de xetereya bêcezatiyê
09:20 Ji ber komira nebaş nikarin bêhnê bistînin
09:20 Di malbatê de kes nemaye ku ceza li wan nehatiye birîn!
09:16 Karkeran bang: Em nikarin debara xwe bikin
09:14 Qeyûm ji îhaleya bi 15 milyona TL'yî 30 milyon TL çirpandiye
09:12 Unsal: Kurd êdî bêstatubûnê qebûl nakin
09:10 'Dixwazin bi tecrîdê heyfa Rojava ji me bistînin'
09:03 Ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê bang li Wezîrê Dadê kir
09:01 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2020'AN
18/12/2020
21:00 246 kes mirin, 26 hezar û 410 kes jî pê ketin
20:57 Nûçehgihana me Dûrgût birin Wanê
16:42 Cezayê hefsa malê dan Hevserokê Navçeyê yê HDP’ê
16:41 Walîtiya Sêrtê ji bo 15 rojan çalakiyan qedexe kir
16:24 TUHAY-DER’ê ji bo grevên birçîbûnê serdana partiyên siyasî kir
16:22 HDP’ê Komkujiya Gurgumê li Meclîsê bi bîr anî
15:57 Rêxistina Efûyê ji bo Siddik Meşe bang kir
15:44 Leyla Guven: Em ê tu carî nedin jibîr kirin
15:42 Di erdheja Sêrtê de 52 jê giran 737 avahî xesar dîtine
15:23 Endama Dîwana KCD’ê Jiyan Taş hat berdan
15:23 Koalîsyona Jinan a Rojnamegeran ji bo nûçegihana me Dûrgût bang kir
15:19 Parastvanên Maf: Doza Komkujiya 19’ê Kanûnê 20 sal in bi dawî nabe
15:01 Di hevdîtinên budçeyê de herî zêde parlamenterên jin ên HDP’î axivîn
14:44 Polîsan di mudaxileya daxuyaniya greva birçîbûn de, gelek kes binçav kirin
14:43 KESK: Ev budçe ne ya me ye
14:11 Platforma Jinan a Antalyayê: Piştgirî da Altin a rastî tundiyê hatibû
13:34 MÎT’ê siyasetmedarên ewropayî jî kiriye hedef
13:18 BES: Bergiriyên pêwîst bigirin, em naxwazin bimirin
13:03 HDP’ê Cejna Êzî ya civata êzidî pîroz kir
13:00 Dadgehê 10 sal û 7 meh ceza li Hevseroka berê ya MEYA-DER’ê birî
11:47 Li Girtîgeha Konyayê 5 girtî beşdarî grevê bûn
11:36 Li 5 bajaran operasyona li dijî Eniya Gel