135 roj in cenazeyê Acar nadin malbatê

  • rojane
  • 09:09 13 Kanûn 2020
  • |
img
MÊRDÎN - Cenazeyê Seyîtxan Acay ê HPG’î 135 rojin nadin malbatê. Dayik Acay, xwest êdî cenazeyê kurê wê bidin wê û got: “Çi dema ku min cenazeyê kurê xwe girt, ezê wê demê şîna xwe bi dawî bikim.”
 
Seyîtxan Acay ê HPG’î, di 30’ê Tîrmeha 2020’an de, li Çiyayê Gabarê yê Şirnexê, piştî şerek dijwar di êrîşeke hewayî de, bi 2 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da bûn. 
 
Kesên jiyana xwe ji dest dan cenazeyên wan rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Malbata Acay ji bo ku cenazeyê kurê xwe bigire, çû serdozgeriyê û serlêdan kir. Malbatê, li cenazeyan mêze kir, lê ji ber cenaze parçe parçe bibûn, nekarî cenazeyê kurê xwe teşxîs bike. Malbatê li ser vê yekê ji bo DNA’yê mîna xwînê da û li benda encam ma. Di vê navberê de, cenaze li goristana bêkesan a Şirnexê hatin definkirin.  
 
Malbata Acay, piştî mînaka DNA’yê da û 3 meh şûn de, bihîst ku mîna xwînê hîna ji bo Saziya Tipa Edlî (ATK) nehatiye şandin. Malbat li ser vê yekê çû dozgeriyê û ji malbatê re hat gotin ku tayîna dozger derketiye. Rayedaran ji malbatê re gotin ku heya dozgerê nû bê divê rawestin.
 
Piştî ku dozgerê nû hat, di dawiya meha Cotmehê de, mînaka DNA’yê şand Saziya Tipa Edlî. Lê ligel ku 135 roj derbas bûn jî, cenazeyê Acay teslîmî malbatê neyê kirin. 
 
MA HEYA KENGÎ? 
 
Dayika Seyîtxan Acay, Rûkiye Acay, piştî ku kurê wê jiyana xwe ji dest dide, reş girê dide û şîna kurê xwe digire. Rûkiye Acay, biryar dide ku hewa ew cenazeyê kurê xwe negire, reş girê bide. Dayika Acay a ku kincên reş ji xwe nake, diyar kir ku çi dema ku ew cenazeyê kurê xwe bigire, ewê wê demê şîna xwe bi dawî bikim û kincên reş ji xwe bike. Acay, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ez ji medyayê hînbûm ku kurê min jiyana xwe ji dest daye. Ji bo me tu agahî nehat dayîn. Li morgê min kurê xwe nas nekir. Cenaze parçe parçe bibûn. Ji bo ku cenazeyê kurê xwe bigirim, min pir li ber xwe da. Heya ku ez cenazeyê kurê xwe bigirim ez ê têkoşîna xwe dewam bikim.” 
 
‘EZ DAWEYA MAF DIKIM’
 
Acay, pirsa gelo ew ê heya kengî li benda bersivê bin kir û wiha hirsa xwe anî ziman: “Berî demekê me dîsa daxwazname da dozger. Ji bo vê em çûn gel dozger. Ji min re gotin ‘heya 2 mehên din raweste’ û daxwaznameya min ne girtin. Lê ligel ku evqas roj derbasbûn jî, hîna tu bersiv ji bo me nehatiye dayîn. Ewil gotin 15 rojan rawestin. Dûre gotin 2 mehan. Lê 4 meh derbasbûn hîna tu bersiv tuneye. Niha dîsa gotin 2 meh, lê wê 6 meh derbas bibe. Wê demê emê çibikin? Emê li mafê xwe bigerin. Naxwazin cenazeyê me bidin me û em defin bikin. Kezeba min di perite. Ez dayikim. Kezeba hemû dayikan di perite. Ez dixwazin cenazeyê kurê xwe bigirim û bisperim axê. Ez dixwazim li gora wî dua bikim. Ez daweya mafê xwe dikim. Tiştekê din ji wan naxwazim. Gelo qanûnek wiha li ku derê heye. Bila li tevahiya cîhanê bigirin, ger qanûnek wisan dîtin çi bêjin bila bêjin. 4 meh û 11 rojin kurê min jiyana xwe ji dest daye. Ma ev hindike? Hinavê min dişewite.”
 
Dayika Seyîtxan Rûkiye Acay, dest nîşan kir ku ew li benda bersivekê ne û wiha bi dawî kir: “Çavê min li rêya cenazeyê kurê mine. Çi dema ku min cenazeyê kurê xwe girt, ezê şîna xwe bi dawî bikim û kincên reş ji xwe bikim. Tu mafê kesekê tuneye ku vê eziyetê li min bike. Lê niha eziyetek mezin li min tê kirin. Ez tenê cenazeyê kurê xwe dixwazim.”
 

Sernavên din

15/12/2020
13:43 Dayika Aştiyê Garîp Erînçê jiyana xwe ji dest da
13:31 Ji ber taloqbûna danişînê malbatên qurbaniya Komkujiya Enqereyê bertek nîşan dan
13:14 Li ser berteka HDP’ê, Çavûşoglû neçar ma ku DAIŞ’ê şermezar bike
13:13 Leyla Guven: Şerê navxweyî qebûl nekin
13:04 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:04 Sûriyê li NY’yê giliya Tirkiyê kir
12:54 HDP: Kesên ji ber şewbê mirin derdora 70-80’î hezariye
12:22 HDP li RTUK’ê giliya ATV’ê kir
12:16 ‘Wezaret dixwaze bi vê raporê fihêlên qeyûman veşêre’
12:15 Greva birçîbûnê di roja 19’emîn de ye: Divê daxwaz bên qebûlkirin
11:59 Doza Hrant Dînk taloq bû
11:39 Çavûşoglû: Hilbijartin çêbibe jî wê desthilat ji we re neyê dayîn
11:22 Mazlûm Ebdî êrişa PDK’ê şermezar kir
10:19 Ji Bulbul bo Soylû: Dewama zîhniyeta JÎTEM, Esat Oktay, Yeşîl û Mehmet Agar e
09:14 16 meh e cenaze nedane malbatê: Tenê destekê wî jî mabe, em dixwazin
09:14 Polîs li midûriyetê heqaret li parêzer kir û hewl da lêbixe
09:13 ‘Em ê nehêlin çapemenî bibe berdevkê bilêvkirina nêrza'
09:12 Jinên ku dibêjin 'bila xew li we biherime': Aşkerekirin heq e
09:12 Ji ber tevlîbûna meş û civînan 7 sal ceza lê birîn
09:10 Pitika 110 rojî ji ber şewba Kovîd-19'ê mir: Ji mirovên zanyar veşartin
09:10 Pirtûka ‘Korona Gunlerînde Mahpûslûk’ hat çapkirin
09:09 'Bajarê ku mafên mirovan lê tune ye: Wan
09:08 Di 4 mehan de 2 caran derp kirin û kirin hucreyê
09:08 Greva birçîbûnê di roja 19'emîn de ye: Banga ‘dengê hevpar’ li muxalefetê hat kirin
09:07 Kiliçaslanê girtî: Armanca greva birçîbûnê azadiya Ocalan e
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2020'AN
08:52 Li Wanê bi pileya 4.7 erd hejiya
14/12/2020
20:45 229 kesên din jî ji ber şewbê Covîd-19'ê mirin
16:59 Erdal Eren li ser gora wî bi bîr anîn
15:50 HDP’ê ji bo kongreyê bang kir
15:14 Guven: Çawa Demîrel û Çîller çûn, ew ê jî biçin
15:09 Girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Tûran rakirin nexweşxaneyê
14:56 Ji ber rabûna ava behrê 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan
14:44 Li Êlihê zilamek êrişî jineke ducanî kir
14:41 Derbarê 26 siyasetmedaran de biryara dewama girtinê hat dayîn
14:35 Bavê Aydenîz hat definkirin
14:29 Li Sûrê hilweşîn didome
13:57 Ji bo aktîvîsta TJA’yê Şîmşek ceza hat xwestin
13:36 Di nav salê de ji ber nûçeyên têkildarî pandemiyê 130 rojnameger hatin girtin
13:31 Ji HDP’ê bo salvegera qedexeyan daxuyanî: Gelê kurd li ser piyan e
13:16 Di şerê li ser erd de 4 kes birîndar bûn
13:10 Di êrîşên hewayî yên 2 salan de 20 sivîlan jiyana xwe ji dest da
12:32 9 sal ceza li Hevşaredara Karazê hat birîn
12:08 Bavê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Aydenîzê jiyana xwe ji dest da
12:07 Cenazeyê Erbaş radestî malbata wî hat kirin
10:56 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Wê xewa tacîzkeran bireve
10:50 Vaye çekdarên bipere ku Tirkiyê wan şandiye Lîbya û Qerebaxê
10:08 Li Êlihê polisan tundî li berhevkarê kaxizan kir
09:04 'Em ê rê nedin asayîkirina tecawizê’
09:04 Dede: Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê tecrîd rabe
09:04 11 sal cezayê li polîsê faîlê 4 kesan hat birîn, ‘li gorî hiqûqê’ hat dîtin
09:04 Mecîd: Li Başûr qeyrana siyasî û aborî heye
09:04 ‘Mûçeya kêmane ne tu mûçeye ku mirov pê debara xwe bike’
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2020'AN
13/12/2020
19:35 218 kesan ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan
17:50 'Gel bila xwedî li daxwazên me derkevin'
15:30 ‘HDP rêya rizgarkirina welat e’
15:05 ÎHD: Li Tirkiyeyê mafê mirovan ji Magna Cartayê paşdetir e
13:59 Li Stenbolê tundiya zilam
13:59 Hevşaredara Dersîmê Nûrhayat Altun dest bi greva birçîbûnê kir
13:31 Ji 62 rêxistinên jinan daxuyaniya hevpar: Em ê bêdeng nemînin
13:23 Mamostayên Olî: Çalakiyên gel rewa ne
12:34 Nûçegihanê Rojnews’ê Zusik Hemed 2 roj in di bin çavan de ye
11:40 Bijîjkekî din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
11:39 40 sal borî: Erdal Eren hêj 17 salî ye
09:21 Konûk: Hiqûqa dijminatiyê pêş dixin
09:20 Dayika girtî: Destê xwe bindin hev û rabin
09:19 Bi nasnameya kesekî din tawanbar kirin û ji peywirê girtin!
09:18 Di 27 salan de 200 caran avêtin ser mala wê
09:17 'Ciwan dê ji bo tecrîdê bêdeng nemînin'
09:16 Li Geverê 117 esnafan dikanên xwe girtin
09:15 Baroya Amedê: Esker û polîs, vîtrîna qirêjî ya dewletê ne
09:14 Hunermendên kurd: Dem dema yekîtiya neteweyî û azadiyê ye
09:13 Ji partiyên siyasî banga hevpar: Xwedî li çalakiya grevê derkevin
09:09 135 roj in cenazeyê Acar nadin malbatê
09:08 MEBYA-DER: Divê her kes ji bo greva birçîbûnê gavan biavêjin
09:02 'Cizîrê serê xwe netewand û ji niha pê ve jî wê netewîne'
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2020'AN
12/12/2020
20:11 222 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
17:01 Koma 4’emîn çalakiya grevê dewr girtin
16:37 Meclîsa Malbatên Şehîdan pilanên li ser Şengalê şermezar kirin
15:56 Şermezarkirina gaza xwezayî ya bi beroş û miqilkan
15:32 Wezîr Endama Meclîsa Giştî ya HDP'ê ji kar dûr xist
15:19 2 cenaze bi şev defin kirin
15:04 Ji 805 Welatiyan bo Bahçelî: Şirîke îqtîdarê welat dabeş dike
14:33 Çakmak ê nexweş daket 35 kîloyan: Tedawî bikin
14:12 Dadgeha Mûşê 5 kes girtin
13:49 Dayika Şemiyê: 25 salin li vê qadê me
13:39 24 sal in kujerên Onerari nehatine dîtin
13:00 Rejîma Îranê berpirsê Kanala Amadnews’ê darve kir
12:55 Kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Ocalan li Başûr belav dibe
12:12 Li Girtîgeha Trabzonê 6 girtiyên nexweş nayên tedawîkirin
12:03 Polîsan li Cizîrê 2 kes binçav kirin
11:37 Li Kolanên Wan û Amedê polîs û maşîneyên zirxî hene
11:15 Gelê Başûrê Kurdistanê li dijî polîtikayên hikûmetê li qadan in
10:04 Hejmara Zrîngê ya 9’emîn derket
09:40 Peyama nameyên Mehmet Tunç: Bi me serbilind bin
09:31 Mafê dengnekirinê yê Hevberdevkê HDK’ê Şenoglû wek ‘sûc’ hat dîtin
09:30 Bodîtt: Ji sedî 60 jinên li Efrînê hatin revandin aqûbeta wan nediyar e
09:10 42 kes miribûn: Hîn jî li wê rêyê ji bo aşûtê tu tevdîr nehatine girtin