Dayika Şemiyê: 25 salin li vê qadê me

  • rojane
  • 13:49 12 Kanûn 2020
  • |
img
STENBOL – Dayikên Şemiyê di hefteya 820’an de bi boneya faîl bên cezakirin û aqubeta windayan bipirsin çalakiya xwe ya şemiye berdewam kirin. Keça Huseyin Taşkaya, Serpil Taşkaya bertek nîşani helwesta rayedaran da û got: “Ez 25 salin li vir im. Hêj ez zarok bûm li vê qadê bûm, niha ez û zarokê xwe li vir in." 
 
Dayikên Şemiyê bi boneya aqûbeta kesên hatin binçavkirin û windakirin bipirsin û faîl bên darizandin, di hefteya 820’an de çalakiya xwe berdewam kirin. Dayikên Şemiyê ji ber şewba vîrûsa corona dîsa çalakiya xwe li ser pergala online li dar xistin. Dayikan vê carê aqûbeta Huseyîn Taşkaya yê di 6'ê Kanûna 1993'an de li Navçeya Sîweregê ya Rihayê eskeran ew binçav kirin û winda kirin pirsîn. Dayikan xwest aqûbeta Huseyin Taşkaya bê ronîkirin û faîlên Taşkaya bên darizandin û cezakirin. Ewil hevjîna Taşkaya Sultan Taşkaya wiha got: "27 sal berê birayê Sedat Bucak Ahmet Bucak ê cerdevan û eskeran saet di 13:00'ê rojê de bi ser mala birayê min de girtin û hevjînê min li wir binçav kirin. Li pêş çavê her kesî binçav kirin. Em 27 salin li aqûbeta Huseyin digerin. Me serî li hemû deriyan dan. Dewletê ew bir û niha agahî jê nayê girtin. Niha neviyê me mezin bûn û wê nevî êdî li kalikê xwe bigerin. Faîl diyar û li holê ne. Heta em yek bibînin em ê têkoşîn û doza xwe berdewam bikin. Em ê dest ji qada Galatasarayê bernedin." 
 
 
HÊJ ZAROK BÛ LI QADÊ BÛ NIHA DAYIK E LI QADÊ YE
 
Keça Huseyîn Taşkaya Serpil Taşkaya jî helwesta hikûmetê rexne kir û wiha got: "Bavê min di bin çavan de winda kirin. Hêj ez 7 salî bûm min bavê xwe winda kir. Ez zarok bûm li qadê bûm, niha ez û zarokên xwe li qadê ne. Ez niha 34 salî me û 25 salin li vê qadê me. Banga me bi salan bi heman rengî olan daye. Em her dim dibêjin bila winda bên dîtin û faîl bên cezakirin. Em ji bo her kesî edaletê dixwazin. Heta hemû winda bên dîtin û faîl bên darizandin têkoşîna me dê bidome. Em ê dest ji qada Galatasarayê bernedin. Em wekî dayikên Şemiyê qet dest ji qadê bernadin û windayan ji bîr nakin." 
 
'DEWLET ERKA XWE PÊK NÎNE' 
 
Di hefteya 820’an a çalakiyê de neviya Huseyin Taşkaya, Helin Taşkaya jî anî ziman ku dewlet xwedî erk û peyvir e ku der barê windayan de agahî bide malbatan û bi şopa windayan bikeve. Taşkaya destnîşan kir ku dewlet erk û peyvira xwe ya li hemberî welatiyên xwe pêk nîne û der barê windayan de agahiyê nadin malbatan. Malbatan ji bo windayan serlêdan kirin. Lê nirxên hiqûqê binpê dikin û serlêdan bê encam dimînin. Kalikê min 42 salî bû. Bavê 4 zarokan bû. Nave wî Huseyin Taşkaya bû û li Sîweregê dijîya. Di serdema 12'ê Îlonê de 5 salan girtin û piştî hat berdan dest bi karê înşatê kir. Wê demê eşira Bucakan neheqiyên mezin dikirin. Ji ber ku Huseyin Taşkaya ev neheqî qebûl nekir û rexne kir cerdevan û xizmên Bucakan ew kirin hedef û binçav kirin. Kalikê min Huseyin Taşkaya, di 6'ê kanûna 1993'an de li taxa Baglarê ya Sîweregê binçav kirin û ji wê rojê heta niha agahî jê nayê girtin. Piştî Huseyin Taşkaya binçav kirin bi 30 maşîneyên eskerî birin. Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Sîweregê Seymen Ahmet Şenturk fermandariya karwanê dikir. Ji bo Huseyin Taşkaya  û hemû windayan 121 hefte ye kolan li me hatine qedexekirin. Lê em ê tu carî dest ji qada Galatasarayê bernedin." 
 

Sernavên din

15/12/2020
13:43 Dayika Aştiyê Garîp Erînçê jiyana xwe ji dest da
13:31 Ji ber taloqbûna danişînê malbatên qurbaniya Komkujiya Enqereyê bertek nîşan dan
13:14 Li ser berteka HDP’ê, Çavûşoglû neçar ma ku DAIŞ’ê şermezar bike
13:13 Leyla Guven: Şerê navxweyî qebûl nekin
13:04 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:04 Sûriyê li NY’yê giliya Tirkiyê kir
12:54 HDP: Kesên ji ber şewbê mirin derdora 70-80’î hezariye
12:22 HDP li RTUK’ê giliya ATV’ê kir
12:16 ‘Wezaret dixwaze bi vê raporê fihêlên qeyûman veşêre’
12:15 Greva birçîbûnê di roja 19’emîn de ye: Divê daxwaz bên qebûlkirin
11:59 Doza Hrant Dînk taloq bû
11:39 Çavûşoglû: Hilbijartin çêbibe jî wê desthilat ji we re neyê dayîn
11:22 Mazlûm Ebdî êrişa PDK’ê şermezar kir
10:19 Ji Bulbul bo Soylû: Dewama zîhniyeta JÎTEM, Esat Oktay, Yeşîl û Mehmet Agar e
09:14 16 meh e cenaze nedane malbatê: Tenê destekê wî jî mabe, em dixwazin
09:14 Polîs li midûriyetê heqaret li parêzer kir û hewl da lêbixe
09:13 ‘Em ê nehêlin çapemenî bibe berdevkê bilêvkirina nêrza'
09:12 Jinên ku dibêjin 'bila xew li we biherime': Aşkerekirin heq e
09:12 Ji ber tevlîbûna meş û civînan 7 sal ceza lê birîn
09:10 Pitika 110 rojî ji ber şewba Kovîd-19'ê mir: Ji mirovên zanyar veşartin
09:10 Pirtûka ‘Korona Gunlerînde Mahpûslûk’ hat çapkirin
09:09 'Bajarê ku mafên mirovan lê tune ye: Wan
09:08 Di 4 mehan de 2 caran derp kirin û kirin hucreyê
09:08 Greva birçîbûnê di roja 19'emîn de ye: Banga ‘dengê hevpar’ li muxalefetê hat kirin
09:07 Kiliçaslanê girtî: Armanca greva birçîbûnê azadiya Ocalan e
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2020'AN
08:52 Li Wanê bi pileya 4.7 erd hejiya
14/12/2020
20:45 229 kesên din jî ji ber şewbê Covîd-19'ê mirin
16:59 Erdal Eren li ser gora wî bi bîr anîn
15:50 HDP’ê ji bo kongreyê bang kir
15:14 Guven: Çawa Demîrel û Çîller çûn, ew ê jî biçin
15:09 Girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Tûran rakirin nexweşxaneyê
14:56 Ji ber rabûna ava behrê 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan
14:44 Li Êlihê zilamek êrişî jineke ducanî kir
14:41 Derbarê 26 siyasetmedaran de biryara dewama girtinê hat dayîn
14:35 Bavê Aydenîz hat definkirin
14:29 Li Sûrê hilweşîn didome
13:57 Ji bo aktîvîsta TJA’yê Şîmşek ceza hat xwestin
13:36 Di nav salê de ji ber nûçeyên têkildarî pandemiyê 130 rojnameger hatin girtin
13:31 Ji HDP’ê bo salvegera qedexeyan daxuyanî: Gelê kurd li ser piyan e
13:16 Di şerê li ser erd de 4 kes birîndar bûn
13:10 Di êrîşên hewayî yên 2 salan de 20 sivîlan jiyana xwe ji dest da
12:32 9 sal ceza li Hevşaredara Karazê hat birîn
12:08 Bavê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Aydenîzê jiyana xwe ji dest da
12:07 Cenazeyê Erbaş radestî malbata wî hat kirin
10:56 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Wê xewa tacîzkeran bireve
10:50 Vaye çekdarên bipere ku Tirkiyê wan şandiye Lîbya û Qerebaxê
10:08 Li Êlihê polisan tundî li berhevkarê kaxizan kir
09:04 'Em ê rê nedin asayîkirina tecawizê’
09:04 Dede: Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê tecrîd rabe
09:04 11 sal cezayê li polîsê faîlê 4 kesan hat birîn, ‘li gorî hiqûqê’ hat dîtin
09:04 Mecîd: Li Başûr qeyrana siyasî û aborî heye
09:04 ‘Mûçeya kêmane ne tu mûçeye ku mirov pê debara xwe bike’
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2020'AN
13/12/2020
19:35 218 kesan ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan
17:50 'Gel bila xwedî li daxwazên me derkevin'
15:30 ‘HDP rêya rizgarkirina welat e’
15:05 ÎHD: Li Tirkiyeyê mafê mirovan ji Magna Cartayê paşdetir e
13:59 Li Stenbolê tundiya zilam
13:59 Hevşaredara Dersîmê Nûrhayat Altun dest bi greva birçîbûnê kir
13:31 Ji 62 rêxistinên jinan daxuyaniya hevpar: Em ê bêdeng nemînin
13:23 Mamostayên Olî: Çalakiyên gel rewa ne
12:34 Nûçegihanê Rojnews’ê Zusik Hemed 2 roj in di bin çavan de ye
11:40 Bijîjkekî din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
11:39 40 sal borî: Erdal Eren hêj 17 salî ye
09:21 Konûk: Hiqûqa dijminatiyê pêş dixin
09:20 Dayika girtî: Destê xwe bindin hev û rabin
09:19 Bi nasnameya kesekî din tawanbar kirin û ji peywirê girtin!
09:18 Di 27 salan de 200 caran avêtin ser mala wê
09:17 'Ciwan dê ji bo tecrîdê bêdeng nemînin'
09:16 Li Geverê 117 esnafan dikanên xwe girtin
09:15 Baroya Amedê: Esker û polîs, vîtrîna qirêjî ya dewletê ne
09:14 Hunermendên kurd: Dem dema yekîtiya neteweyî û azadiyê ye
09:13 Ji partiyên siyasî banga hevpar: Xwedî li çalakiya grevê derkevin
09:09 135 roj in cenazeyê Acar nadin malbatê
09:08 MEBYA-DER: Divê her kes ji bo greva birçîbûnê gavan biavêjin
09:02 'Cizîrê serê xwe netewand û ji niha pê ve jî wê netewîne'
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2020'AN
12/12/2020
20:11 222 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
17:01 Koma 4’emîn çalakiya grevê dewr girtin
16:37 Meclîsa Malbatên Şehîdan pilanên li ser Şengalê şermezar kirin
15:56 Şermezarkirina gaza xwezayî ya bi beroş û miqilkan
15:32 Wezîr Endama Meclîsa Giştî ya HDP'ê ji kar dûr xist
15:19 2 cenaze bi şev defin kirin
15:04 Ji 805 Welatiyan bo Bahçelî: Şirîke îqtîdarê welat dabeş dike
14:33 Çakmak ê nexweş daket 35 kîloyan: Tedawî bikin
14:12 Dadgeha Mûşê 5 kes girtin
13:49 Dayika Şemiyê: 25 salin li vê qadê me
13:39 24 sal in kujerên Onerari nehatine dîtin
13:00 Rejîma Îranê berpirsê Kanala Amadnews’ê darve kir
12:55 Kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Ocalan li Başûr belav dibe
12:12 Li Girtîgeha Trabzonê 6 girtiyên nexweş nayên tedawîkirin
12:03 Polîsan li Cizîrê 2 kes binçav kirin
11:37 Li Kolanên Wan û Amedê polîs û maşîneyên zirxî hene
11:15 Gelê Başûrê Kurdistanê li dijî polîtikayên hikûmetê li qadan in
10:04 Hejmara Zrîngê ya 9’emîn derket
09:40 Peyama nameyên Mehmet Tunç: Bi me serbilind bin
09:31 Mafê dengnekirinê yê Hevberdevkê HDK’ê Şenoglû wek ‘sûc’ hat dîtin
09:30 Bodîtt: Ji sedî 60 jinên li Efrînê hatin revandin aqûbeta wan nediyar e
09:10 42 kes miribûn: Hîn jî li wê rêyê ji bo aşûtê tu tevdîr nehatine girtin