Bodîtt: Ji sedî 60 jinên li Efrînê hatin revandin aqûbeta wan nediyar e

  • rojane
  • 09:30 12 Kanûn 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakgera amerîkî Megan Boditt ku li Zanîngeha Georgetownê xwendibû, li ser rewşa jinên li Efrînê ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê ve raporek amede kir. Bodîtt, destnîşan kir ku li gorî daneyan ji sedî 40 ji jinên hatibûn revandin, piştî fidye dan ji aliyê milîsên ku Tirkiye piştgiriya wan dike ve serbest hatin berdan û wiha got: "Lê ji sedî 60 ji jinên hatine ravandin, hîn jî çarenûsa wan ne diyar e."

 
Li kantona Efrînê, di dema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de jinan xwe di aliyê civakî û siyasî xwe bi rêxistin kirin û di nava saziyên rêveberiyê de cih girtin. Piştre serkêşiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser kirin. Heman demê, sazî û rêxistinên taybet ên têkildarî mafên jinan ava kirin. Lê piştî Hêzên Çekdar ên Tirk û komên çekdar ên girêdayî wê di 20`ê Çileya 2018`an êrişî Efrînê kirin û di 18`ê Adarê de bajar dagir kirin, bi hezaran şênî koçberî herêmên Şehbayê bûn û kesên li bajar û gundewarên wê man bi êrîşên TSK'ê û komên çekdar ên girêdayî wê re rû bi rû man. Herî zêde jinan ji van êrîşan para xwe girt. Li ser mijarê çalakgera amerîkî Megan Boditt ku li Zanîngeha Georgetown xwendiye, û tevgera jinên Kurd ên li Sûriyê dinirxîne li ser sûcên revandinê ku Hêzên Çekdar ên Tirk û çeteyên wê li dijî jinên li Efrînê pêk anîne dosyek amade kir. Nûçegihanê Ajansa Hawarê (ANHA) Sîdar Remo bi çalakgera amerîkî Megan Boditt ku li Zanîngeha Georgetown xwendiye re hevpeyvînek çêkir.
 
Hevpeyvîn wiha ye:  
 
Efrînê di rojeva we de ye, we têkildarî sûcên revandinê ku artêşa Tirk û çeteyên wê li dijî jinên Efrînê pêk anîne, dosyek amade kir, gelo çi vê dosyê de heye? Hûn dikarin bi kurtayî naveroka vê dosyê bi me re parve bikin?
 
Min bi rêya dezgehên çapemeniyê yên herêmî û çavdêrên mafên mirovan raporên têkildarî sûcên revandina jinên li Efrîna dagirkirî kom kirin û tê de zêdetirî 200 rewşan hate diyarkirin. Gelek jin hatin revandin û zêdetirî carekê serbest hatin berdan. Li gorî daneyan ji sedî 40 ji jinên hatibûn revandin, piştî fidye dan ji aliyê milîsên dewleta Tirk piştgiriya wan dike ve serbest hatin berdan. Her wiha ji sedî 60 ji jinên hatine ravandin, hîn jî çarenûsa wan ne diyar e. Rewşa ku jin tê re derbas dibin dijwar e. Jin ji aliyê van koman ve têne revandin, îşkencekirin û li dijî wan tundiya cinsî tê kirin û mafên mirovan tên binpêkirin.
 
Çi hişt ku hûn vê dosyê amade bikin?
 
Ev insiyatîf ji bo balê bikişîne ser rewşa mafên mirovan a li Efrîna dagirkirî hate amadekirin, ji ber ku her tim raporên têkildarî sûcên artêşa Tirk eşkere dibûn û civaka navneteweyî girîngî neda êriş û dagirkirina artêşa Tirk. Beriya Efrîn were dagirkirin, jinan gelek destkeftî bi dest xistin û di qada azadiya jinan û wekheviyê de gav avêtin, lewma min xwest îşaretê bi rewşa jinan bi taybet bikin, sûcên dewleta Tirk û komên çekdar ên girêdayî Enqereyê pêk tînin raber bikim û asta tundiya li dijî jinan diyar bikim.
 
Agahiyên di vê dosyayê de xwe spart çi?
 
Agahiyên di vê raporê de xwe dispêre malperên nûçeyan ên herêmî û çavdêrên mafên mirovan, her ji demekê hin kesan agahiyên ku wan bi dest dixist didan min. Lewra ji vir dibêjim ku çi kesên agahiyên têkildarî bûyeran dizanin, bila li min bigerin, da ku ez agahiyên piştrastkirî kom bikim.
 
Gelo beriya dagirkirina Tirkiyê ya li Efrînê an piştî dagirkirinê we serdana Efrînê kiriye da ku rewşa jinan bişopînin û gelo niyeta we ya vê yekê heye?
 
Mixabin, min ev yek nekiriye, heta niha ez neçûma yek parçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê hêvîdar im ku di zûtirîn dem de ez serdana wir bikim, da ku hîn jî zêdetir agahiyan belge bikim û asta zanista dozên mafên mirovan nas bikim. Di heman demê de ji bo ku piştgiriya xwe ji gelê herêmê re yên ku tevî êrişên Tirkiyê parastaina mafên jinan, demokrasî û pirrengiyê didomîne.
 
Gelo we ev dosya pêşkêşî saziyên têkildarî mafên mirovan û mafên jinan ên wekî NY`yê kiriye? û tu kesî  ev dosyaya erê kiriye?
 
Min ev agahî bi gelek kesên peywendîdar ên rêxistinên navneteweyî û li DYA`yê jî parve kiriye, lê beriya ku ez bi wan re parve bikim  gelek kesên ku hîn jî asta pirsgirêkê nas nedikirin hebûn. Mixabin, civaka navneteweyî heta niha ji bo vê dozê zêde tedbîr negirtine û nûtirîn rapor a ji komîteya lêpirsînê ya ya têkildarî rewşa Sûriyê ya NY`yê pir xurt bû. Lê diviyabû  ku ji wiha dûrtir jî biçûya, di heman demê de li gorî raporên Wezarata Parastinê ya Amerîkayê, agahiyên Amerîkayê ji sûcên revandinê yên li Efrînê rû didin heye û tevî vê yekê jî cezayan ne li Tirkiyê û ne jî li komekê ji komên qaşo artêşa Niştimanî nabire.
 
Gelo rapor tenê ji bûyerên revandina jinan pêk tê yan ji sûcên din ên ku artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê pêk tînin jî pêk tê? Heke bersiva we bi na, planên we heye ku dosyeke der barê sûcên li Efrînê de pêk tên amade bikin?
 
Dosya me girîngiyê dide sûcên revandina jinan. Ne mumkin e ku kesek bi tenê xwe bikare hemû bûyerên li Efrînê rû didin belge bike. Ez hêvîdar im ku pirkes ji bo van dozan kar û xebatê bikin da ku bighêjin wêneyeke giştî ji rewşê, ji bo ku hesab ji sûcaran were xwestin.
 
Nêrîna we li ser rêbaza Tirkiyê û alîgirên wê yên li hemberî jinan çi ye? gelo şebeh di navbera rêbazê Tirkiye û DAIŞ`iyan de heye?
 
Belê, ew DAIŞ`ê bi xwe ne, Tirkiye û artêşa Niştimanî ya Sûriyê di wê baweriyê de ne ku divê jin di bin bandora mêran de bin, lê jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe bi rêxistin kirine, saziyên jinan ava kirine û ji bo parastina mafên jinan ji tundiyê qanûn danîne, ji ber vê bi gefan re rû bi rû mane û têne revandin, mînaka herî ber çav jî şehîdxistina Hevrîn Xelef e, heta dixwazin êrişî hemû jinên li herêmê banga azadiyê û mafên xwe dikin, bikirin.
 
Dema DAIŞ`ê Tebaxa 2014`an êrişî Şengalê kir, li dijî jinên êzidî komkujî pêk anîn, we der barê van sûcan dosya amade kir?
 
Têkildarî hovîtiya DAIŞ`iyan min qet kar nekiriye, lê ez xebata gelek kesan û rêxistinan a belgekirina van sûcan û misogeriya adaletê ji kesên hatin rizgarkirin diacibînim, a girîng belgekirina hemû hovîtiyan e û çeteyên DAIŞ`ê werin cezakirin, ji ber hem li Şengalê û hem li deverên din qirkinên komî, sûcên şer û sûcên dermirovî pêk anîne.
 
Planên we hene ku tu sûc û komkujiyên artêşa Tirk li herêmên din ên wekî Serêkaniyê û Girê Spî pêk anîne jî belge bikin?
 
Ez dixwazim projeya xwe berfireh bikim, da ku di pêşerojê de hemû bûyeran belge bikim û carek din hêvîdar im ku çi kesekî ku agahiyan der barê revandina jinan li van herêman bizanibin, li min bigerin.
 
Gelo we çi encam ji vê dosyê girt? Bi nêrîna we ev dosya di qadên navneteweyî de dê alîkariya wê di dosyên din ên têkildarî jinên revandî de bike, da ku li malbatên xwe vegerin?
 
Xala herî girîng ku vê  lêkolînê isbata wê kiriye,  ew ku destwerdana dewleta Tirk li Sûriyê bû sedema wêrankirina mafên jinan ku bi awayekî plankirî tê meşandin. Ev jî carekê li Efrînê û carekê li Serêkaniyê û Girê Spî pêk hat, heta heke Tirkiyê hîn zêdetir xakê dagir bike, dê li van devaran jî sûcan pêk bîne. Lewma divê hikumet, saziyên navneteweyî û rêxistinên sivîl ên peywendîdar wekheviyê di navbera her du zayendan de misoger bikin û di dawiyê de divê Tirkiyê ji xakên ku îro dagirkiriye derkeve.
 
Divê DYA`yê û Neteweyên Yekbûyî û aliyên din ên aktîf ên ku piştgiriya opozîsyona Sûriyê dikin, eşkere banga serbestberdana jinên li herêmên dagikirî hatine revandin, bikin û wan li malbatên wan vegerînin.
 

Sernavên din

15/12/2020
13:31 Ji ber taloqbûna danişînê malbatên qurbaniya Komkujiya Enqereyê bertek nîşan dan
13:14 Li ser berteka HDP’ê, Çavûşoglû neçar ma ku DAIŞ’ê şermezar bike
13:13 Leyla Guven: Şerê navxweyî qebûl nekin
13:04 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:04 Sûriyê li NY’yê giliya Tirkiyê kir
12:54 HDP: Kesên ji ber şewbê mirin derdora 70-80’î hezariye
12:22 HDP li RTUK’ê giliya ATV’ê kir
12:16 ‘Wezaret dixwaze bi vê raporê fihêlên qeyûman veşêre’
12:15 Greva birçîbûnê di roja 19’emîn de ye: Divê daxwaz bên qebûlkirin
11:59 Doza Hrant Dînk taloq bû
11:39 Çavûşoglû: Hilbijartin çêbibe jî wê desthilat ji we re neyê dayîn
11:22 Mazlûm Ebdî êrişa PDK’ê şermezar kir
10:19 Ji Bulbul bo Soylû: Dewama zîhniyeta JÎTEM, Esat Oktay, Yeşîl û Mehmet Agar e
09:14 16 meh e cenaze nedane malbatê: Tenê destekê wî jî mabe, em dixwazin
09:14 Polîs li midûriyetê heqaret li parêzer kir û hewl da lêbixe
09:13 ‘Em ê nehêlin çapemenî bibe berdevkê bilêvkirina nêrza'
09:12 Jinên ku dibêjin 'bila xew li we biherime': Aşkerekirin heq e
09:12 Ji ber tevlîbûna meş û civînan 7 sal ceza lê birîn
09:10 Pitika 110 rojî ji ber şewba Kovîd-19'ê mir: Ji mirovên zanyar veşartin
09:10 Pirtûka ‘Korona Gunlerînde Mahpûslûk’ hat çapkirin
09:09 'Bajarê ku mafên mirovan lê tune ye: Wan
09:08 Di 4 mehan de 2 caran derp kirin û kirin hucreyê
09:08 Greva birçîbûnê di roja 19'emîn de ye: Banga ‘dengê hevpar’ li muxalefetê hat kirin
09:07 Kiliçaslanê girtî: Armanca greva birçîbûnê azadiya Ocalan e
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2020'AN
08:52 Li Wanê bi pileya 4.7 erd hejiya
14/12/2020
20:45 229 kesên din jî ji ber şewbê Covîd-19'ê mirin
16:59 Erdal Eren li ser gora wî bi bîr anîn
15:50 HDP’ê ji bo kongreyê bang kir
15:14 Guven: Çawa Demîrel û Çîller çûn, ew ê jî biçin
15:09 Girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Tûran rakirin nexweşxaneyê
14:56 Ji ber rabûna ava behrê 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan
14:44 Li Êlihê zilamek êrişî jineke ducanî kir
14:41 Derbarê 26 siyasetmedaran de biryara dewama girtinê hat dayîn
14:35 Bavê Aydenîz hat definkirin
14:29 Li Sûrê hilweşîn didome
13:57 Ji bo aktîvîsta TJA’yê Şîmşek ceza hat xwestin
13:36 Di nav salê de ji ber nûçeyên têkildarî pandemiyê 130 rojnameger hatin girtin
13:31 Ji HDP’ê bo salvegera qedexeyan daxuyanî: Gelê kurd li ser piyan e
13:16 Di şerê li ser erd de 4 kes birîndar bûn
13:10 Di êrîşên hewayî yên 2 salan de 20 sivîlan jiyana xwe ji dest da
12:32 9 sal ceza li Hevşaredara Karazê hat birîn
12:08 Bavê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Aydenîzê jiyana xwe ji dest da
12:07 Cenazeyê Erbaş radestî malbata wî hat kirin
10:56 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Wê xewa tacîzkeran bireve
10:50 Vaye çekdarên bipere ku Tirkiyê wan şandiye Lîbya û Qerebaxê
10:08 Li Êlihê polisan tundî li berhevkarê kaxizan kir
09:04 'Em ê rê nedin asayîkirina tecawizê’
09:04 Dede: Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê tecrîd rabe
09:04 11 sal cezayê li polîsê faîlê 4 kesan hat birîn, ‘li gorî hiqûqê’ hat dîtin
09:04 Mecîd: Li Başûr qeyrana siyasî û aborî heye
09:04 ‘Mûçeya kêmane ne tu mûçeye ku mirov pê debara xwe bike’
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2020'AN
13/12/2020
19:35 218 kesan ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan
17:50 'Gel bila xwedî li daxwazên me derkevin'
15:30 ‘HDP rêya rizgarkirina welat e’
15:05 ÎHD: Li Tirkiyeyê mafê mirovan ji Magna Cartayê paşdetir e
13:59 Li Stenbolê tundiya zilam
13:59 Hevşaredara Dersîmê Nûrhayat Altun dest bi greva birçîbûnê kir
13:31 Ji 62 rêxistinên jinan daxuyaniya hevpar: Em ê bêdeng nemînin
13:23 Mamostayên Olî: Çalakiyên gel rewa ne
12:34 Nûçegihanê Rojnews’ê Zusik Hemed 2 roj in di bin çavan de ye
11:40 Bijîjkekî din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
11:39 40 sal borî: Erdal Eren hêj 17 salî ye
09:21 Konûk: Hiqûqa dijminatiyê pêş dixin
09:20 Dayika girtî: Destê xwe bindin hev û rabin
09:19 Bi nasnameya kesekî din tawanbar kirin û ji peywirê girtin!
09:18 Di 27 salan de 200 caran avêtin ser mala wê
09:17 'Ciwan dê ji bo tecrîdê bêdeng nemînin'
09:16 Li Geverê 117 esnafan dikanên xwe girtin
09:15 Baroya Amedê: Esker û polîs, vîtrîna qirêjî ya dewletê ne
09:14 Hunermendên kurd: Dem dema yekîtiya neteweyî û azadiyê ye
09:13 Ji partiyên siyasî banga hevpar: Xwedî li çalakiya grevê derkevin
09:09 135 roj in cenazeyê Acar nadin malbatê
09:08 MEBYA-DER: Divê her kes ji bo greva birçîbûnê gavan biavêjin
09:02 'Cizîrê serê xwe netewand û ji niha pê ve jî wê netewîne'
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2020'AN
12/12/2020
20:11 222 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
17:01 Koma 4’emîn çalakiya grevê dewr girtin
16:37 Meclîsa Malbatên Şehîdan pilanên li ser Şengalê şermezar kirin
15:56 Şermezarkirina gaza xwezayî ya bi beroş û miqilkan
15:32 Wezîr Endama Meclîsa Giştî ya HDP'ê ji kar dûr xist
15:19 2 cenaze bi şev defin kirin
15:04 Ji 805 Welatiyan bo Bahçelî: Şirîke îqtîdarê welat dabeş dike
14:33 Çakmak ê nexweş daket 35 kîloyan: Tedawî bikin
14:12 Dadgeha Mûşê 5 kes girtin
13:49 Dayika Şemiyê: 25 salin li vê qadê me
13:39 24 sal in kujerên Onerari nehatine dîtin
13:00 Rejîma Îranê berpirsê Kanala Amadnews’ê darve kir
12:55 Kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Ocalan li Başûr belav dibe
12:12 Li Girtîgeha Trabzonê 6 girtiyên nexweş nayên tedawîkirin
12:03 Polîsan li Cizîrê 2 kes binçav kirin
11:37 Li Kolanên Wan û Amedê polîs û maşîneyên zirxî hene
11:15 Gelê Başûrê Kurdistanê li dijî polîtikayên hikûmetê li qadan in
10:04 Hejmara Zrîngê ya 9’emîn derket
09:40 Peyama nameyên Mehmet Tunç: Bi me serbilind bin
09:31 Mafê dengnekirinê yê Hevberdevkê HDK’ê Şenoglû wek ‘sûc’ hat dîtin
09:30 Bodîtt: Ji sedî 60 jinên li Efrînê hatin revandin aqûbeta wan nediyar e
09:10 42 kes miribûn: Hîn jî li wê rêyê ji bo aşûtê tu tevdîr nehatine girtin
09:10 Ji bo karta 8'ê Adarê gotin 'girtiyan motîve dike' û fezleke amade kirin