TTB: Ji derziyê ku hatine erêkirin fikaran nekin

  • rojane
  • 10:28 11 Kanûn 2020
  • |
img

ENQERE - Sekreterê Giştî yê TTB'ê Prof. Dr. Vedat Bulut, têkildarî fikarên civakê yên der barê derziyên ji bo vîrûsa corona de nirxandin kir û got: “Divê welatiyên me ji derziyên hatine erêkirin nekevin nava fikaran. Bes divê ev derzî li gorî pîvanên navneteweyî hatibin amadekirin." 

 
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca diyar kir ku dê di meha Kanûnê de 50 milyon derzî temîn bikin. Koca anî ziman ku piştî di erêkirina Saziya Cihazên Tibbî û Îlacan re derbas bû dê van derziyên vîrûsa (Kovid-19) texin meriyetê. Li ser van derziyan ku li dijî vîrûsê bên sepandin fikar û niqaşên di nava civakê de didomin. Têkildarî mijarê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) û Pisporê Îmmunolojiyê Prof. Dr. Vedat Bulut nirxandin kir. Bulut, ewil sedema fikarên civakê yên li dijî derziyan nirxand û wiha got: "Sedema bingehîn a bêbaweriyê, ji destpeka şewba vîrûse heta niha der barê şewbê de agahiyên zelal û rast nehatin parvekirin. Dîsa agahî bi rêxistinên tenduristiyê, sendika û mirovên zanistiyê re nehatin parvekirin. Li Tirkiyeyê mixabin siyaset li pêş polîtîkayên zanistiyê ye. Li daxuyaniyên der barê derziyan de binerin tevlihevî heye. Dê bi ciqasî bê firotin, dê doza wê çiqas be, dê kîjan komên rîstê berê van derziyan li xwe bixin hêj tam ne zelal e. Ewil gotin dê di 11'ê kanûnê de û piştre gotin dê di 14'ê kanûnê de mirovan derzî bikin. Niha dediyariyek heye. Ev dibe sedema bê baweriya civakê." 
 
Bulut, destnîşan kir ku eger TTB'ê tev li vê pêvajoya derzîkirinê nekin, dê ev yek zerarê bide cemaweriyê û wiha lê zêde kir: "Li Tirkiye mixabin qada tenduristiyê kirine deriyê rantê. Şîrketên îlacan rantek mezin ji vê yekê dixwin. Ji ber van lobiyan polîtikayên TTB’ê naecibînin. Lê cemawerî me naz dikin. Di encamê de em tenduristiya civakê esas digirin û diparêzin. Em ji bo vê yekê têdikoşin. Kesên li dijî polîtîkayên neo-liberal tev digerin, ji aliyê hikûmetê ve nayên qebûlkirin. Ev zêde me eleqeder nake. Divê em erk û karê xwe rast pêk bînin. Divê bi her awayî em berpirsiyariya xwe ya civakê pêk bînin. Gel dizane em çawa dibêjin. Niha baweriya civakê ya ji TTB’ê bê sînor heye." 
 
Bulut, bal kişand ser derziyên ji welatan bên jî û wiha axivî: "Derzî ji Rusya, Çin, DYA an jî ji Almanya bên ne zêde giring e. Ya girîng belgeyên zanîstî ne. Ya giring der barê van derziyan de belgeyên zanistî bebin." Bulut, li ser dîtina zû ya van derziyan jî ev tişt got: "Teknolojiyên derziyan ên berê û yên niha ji hev pir cuda ne. Beriya  9-10 sal berê şewbên SARS û MERS'ê li cîhanê belav bûn. Ev vîrûs xizmên hev in. Li ser9 wan gelek xebat hatin kirin. Vê xebatê ji sifirê de dest pê nekiriye. Ji ber şewba Covid-19  li cîhanê di qada aborî û civakî de qeyran kûr kir, bi lez destûr dan bikaranina derziyan. Li vir li rêjeya fêde û rîskê dinerin. Derziya Covid-19 li gel hemû rîskan fêdeya wê zêde ye. Ji ber ku ji aliyê zanistî ve li vê yekê fikirîne sazî vê rebazê bikar tînin. " 
 
Bulut, daxuyaniyên fîrmayên îlacan ên dibêjin ‘Derziya min ji sedî 97 bi bawer e, ji sedî 95 bibawer e' tu aliyê wan ê zanistî tune ye. Divê van yekan wekî gotar û raporan parve bikin. Niha welatê Îngiltereyê ruhsata îlacên xwe çêkir. Dîsa Rusya derziyên xwe ji bo welatê xwe tescil kir û niha pêk tîne. Li Çinê 2 derzî li welatê xwe tescil kir û li welatê xwe bikar tîne. Li Tirkiyeyê Saziya Cîhazên Tibbî û Îlacan ne organizasyonek serbixwe ye. Bi destê dewletê tên kirin. Divê saziyên xweser hem venêrtinê bikin û hem ruhsatê bidin. Mixabin ev yek li Tirkiyeyê wekî saziya ruhsatê pêk nehat. Divê pirsên ‘Bi kijan belgeyan? û Çawa erê dike" bên bersivandin. Eger li Tirkiyeyê belgeyên zanistî pêşkêş nekin û van derziyan bikar bînin, ev dê ji aliyê sinca tipê û zanistiyê ve şaşiyek mezin be. Eger di vî milî de civak pirsgirêkan bejî raste rast berpirsiyarê vê yekê Wezareta Tenduristiyê ye. Eger ku hat erêkirin divê kes nekeve fikaran. Eger ku di aliyê zanistî ve hat erêkirin divê baweriya xwe bînin. Divê welati der barê derziyan de bibar bin. Eger saziyên zanistî derziyan erê bikin di serî de emê xwe derzî bikin. 
 
Niha fikarên ku 'nexweş piştî derzî bû 2-6 meh şûnde dîsa bi şewbê ket dê dîza derzî bibin?' heye. Em ê vê yekê di pêvajoyê de binerin. Eger bersiva li dijî vîrûsê parastinê hebe, Em di Îmmunolojiyê de dibêjin hiş; Ev bêtir demdirêj e. Dibe ku ev derzî heta heta biparêze. Em ê vê yekê di jiyanê de bibînin." 
 
 
Bulut, herî dawî bal kişand ser hêjmara derziyên ku bên Tirkiyeyê û wiha bi dawî kir: "Bê guman derziyên ku bên Tirkiyeyê têr nakin. Dê ewil kesên temenê wan zêdeyî 65'an, nexweşên astım, KOAH, hipertansiyon, obezite û yên din bên derzîkirin. Ev derzî eiwl ji bo van kesan têr dike. Pişte divê beşên din ên civakê jî bên derzîkirin. Niha nifûsa Tirkiyeyê 83 milyon e. 5 milyon penaber heye. Ji ber vê yekê ev derziyên bên Tirkiyeyê ter nakin. Derzî dê bi 2-3 dozan bên bikaranîn. Ji bo wê nêzî 170 milyon derzî lazim be. 50 milyon derziyên ku bên tenê ji bo koma rîskê têr dike. 
 
MA/ Zemo Aggoz
 
 

Sernavên din

15/12/2020
13:31 Ji ber taloqbûna danişînê malbatên qurbaniya Komkujiya Enqereyê bertek nîşan dan
13:14 Li ser berteka HDP’ê, Çavûşoglû neçar ma ku DAIŞ’ê şermezar bike
13:13 Leyla Guven: Şerê navxweyî qebûl nekin
13:04 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:04 Sûriyê li NY’yê giliya Tirkiyê kir
12:54 HDP: Kesên ji ber şewbê mirin derdora 70-80’î hezariye
12:22 HDP li RTUK’ê giliya ATV’ê kir
12:16 ‘Wezaret dixwaze bi vê raporê fihêlên qeyûman veşêre’
12:15 Greva birçîbûnê di roja 19’emîn de ye: Divê daxwaz bên qebûlkirin
11:59 Doza Hrant Dînk taloq bû
11:39 Çavûşoglû: Hilbijartin çêbibe jî wê desthilat ji we re neyê dayîn
11:22 Mazlûm Ebdî êrişa PDK’ê şermezar kir
10:19 Ji Bulbul bo Soylû: Dewama zîhniyeta JÎTEM, Esat Oktay, Yeşîl û Mehmet Agar e
09:14 16 meh e cenaze nedane malbatê: Tenê destekê wî jî mabe, em dixwazin
09:14 Polîs li midûriyetê heqaret li parêzer kir û hewl da lêbixe
09:13 ‘Em ê nehêlin çapemenî bibe berdevkê bilêvkirina nêrza'
09:12 Jinên ku dibêjin 'bila xew li we biherime': Aşkerekirin heq e
09:12 Ji ber tevlîbûna meş û civînan 7 sal ceza lê birîn
09:10 Pitika 110 rojî ji ber şewba Kovîd-19'ê mir: Ji mirovên zanyar veşartin
09:10 Pirtûka ‘Korona Gunlerînde Mahpûslûk’ hat çapkirin
09:09 'Bajarê ku mafên mirovan lê tune ye: Wan
09:08 Di 4 mehan de 2 caran derp kirin û kirin hucreyê
09:08 Greva birçîbûnê di roja 19'emîn de ye: Banga ‘dengê hevpar’ li muxalefetê hat kirin
09:07 Kiliçaslanê girtî: Armanca greva birçîbûnê azadiya Ocalan e
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2020'AN
08:52 Li Wanê bi pileya 4.7 erd hejiya
14/12/2020
20:45 229 kesên din jî ji ber şewbê Covîd-19'ê mirin
16:59 Erdal Eren li ser gora wî bi bîr anîn
15:50 HDP’ê ji bo kongreyê bang kir
15:14 Guven: Çawa Demîrel û Çîller çûn, ew ê jî biçin
15:09 Girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Tûran rakirin nexweşxaneyê
14:56 Ji ber rabûna ava behrê 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan
14:44 Li Êlihê zilamek êrişî jineke ducanî kir
14:41 Derbarê 26 siyasetmedaran de biryara dewama girtinê hat dayîn
14:35 Bavê Aydenîz hat definkirin
14:29 Li Sûrê hilweşîn didome
13:57 Ji bo aktîvîsta TJA’yê Şîmşek ceza hat xwestin
13:36 Di nav salê de ji ber nûçeyên têkildarî pandemiyê 130 rojnameger hatin girtin
13:31 Ji HDP’ê bo salvegera qedexeyan daxuyanî: Gelê kurd li ser piyan e
13:16 Di şerê li ser erd de 4 kes birîndar bûn
13:10 Di êrîşên hewayî yên 2 salan de 20 sivîlan jiyana xwe ji dest da
12:32 9 sal ceza li Hevşaredara Karazê hat birîn
12:08 Bavê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Aydenîzê jiyana xwe ji dest da
12:07 Cenazeyê Erbaş radestî malbata wî hat kirin
10:56 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Wê xewa tacîzkeran bireve
10:50 Vaye çekdarên bipere ku Tirkiyê wan şandiye Lîbya û Qerebaxê
10:08 Li Êlihê polisan tundî li berhevkarê kaxizan kir
09:04 'Em ê rê nedin asayîkirina tecawizê’
09:04 Dede: Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê tecrîd rabe
09:04 11 sal cezayê li polîsê faîlê 4 kesan hat birîn, ‘li gorî hiqûqê’ hat dîtin
09:04 Mecîd: Li Başûr qeyrana siyasî û aborî heye
09:04 ‘Mûçeya kêmane ne tu mûçeye ku mirov pê debara xwe bike’
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2020'AN
13/12/2020
19:35 218 kesan ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan
17:50 'Gel bila xwedî li daxwazên me derkevin'
15:30 ‘HDP rêya rizgarkirina welat e’
15:05 ÎHD: Li Tirkiyeyê mafê mirovan ji Magna Cartayê paşdetir e
13:59 Li Stenbolê tundiya zilam
13:59 Hevşaredara Dersîmê Nûrhayat Altun dest bi greva birçîbûnê kir
13:31 Ji 62 rêxistinên jinan daxuyaniya hevpar: Em ê bêdeng nemînin
13:23 Mamostayên Olî: Çalakiyên gel rewa ne
12:34 Nûçegihanê Rojnews’ê Zusik Hemed 2 roj in di bin çavan de ye
11:40 Bijîjkekî din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
11:39 40 sal borî: Erdal Eren hêj 17 salî ye
09:21 Konûk: Hiqûqa dijminatiyê pêş dixin
09:20 Dayika girtî: Destê xwe bindin hev û rabin
09:19 Bi nasnameya kesekî din tawanbar kirin û ji peywirê girtin!
09:18 Di 27 salan de 200 caran avêtin ser mala wê
09:17 'Ciwan dê ji bo tecrîdê bêdeng nemînin'
09:16 Li Geverê 117 esnafan dikanên xwe girtin
09:15 Baroya Amedê: Esker û polîs, vîtrîna qirêjî ya dewletê ne
09:14 Hunermendên kurd: Dem dema yekîtiya neteweyî û azadiyê ye
09:13 Ji partiyên siyasî banga hevpar: Xwedî li çalakiya grevê derkevin
09:09 135 roj in cenazeyê Acar nadin malbatê
09:08 MEBYA-DER: Divê her kes ji bo greva birçîbûnê gavan biavêjin
09:02 'Cizîrê serê xwe netewand û ji niha pê ve jî wê netewîne'
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2020'AN
12/12/2020
20:11 222 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
17:01 Koma 4’emîn çalakiya grevê dewr girtin
16:37 Meclîsa Malbatên Şehîdan pilanên li ser Şengalê şermezar kirin
15:56 Şermezarkirina gaza xwezayî ya bi beroş û miqilkan
15:32 Wezîr Endama Meclîsa Giştî ya HDP'ê ji kar dûr xist
15:19 2 cenaze bi şev defin kirin
15:04 Ji 805 Welatiyan bo Bahçelî: Şirîke îqtîdarê welat dabeş dike
14:33 Çakmak ê nexweş daket 35 kîloyan: Tedawî bikin
14:12 Dadgeha Mûşê 5 kes girtin
13:49 Dayika Şemiyê: 25 salin li vê qadê me
13:39 24 sal in kujerên Onerari nehatine dîtin
13:00 Rejîma Îranê berpirsê Kanala Amadnews’ê darve kir
12:55 Kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Ocalan li Başûr belav dibe
12:12 Li Girtîgeha Trabzonê 6 girtiyên nexweş nayên tedawîkirin
12:03 Polîsan li Cizîrê 2 kes binçav kirin
11:37 Li Kolanên Wan û Amedê polîs û maşîneyên zirxî hene
11:15 Gelê Başûrê Kurdistanê li dijî polîtikayên hikûmetê li qadan in
10:04 Hejmara Zrîngê ya 9’emîn derket
09:40 Peyama nameyên Mehmet Tunç: Bi me serbilind bin
09:31 Mafê dengnekirinê yê Hevberdevkê HDK’ê Şenoglû wek ‘sûc’ hat dîtin
09:30 Bodîtt: Ji sedî 60 jinên li Efrînê hatin revandin aqûbeta wan nediyar e
09:10 42 kes miribûn: Hîn jî li wê rêyê ji bo aşûtê tu tevdîr nehatine girtin
09:10 Ji bo karta 8'ê Adarê gotin 'girtiyan motîve dike' û fezleke amade kirin