Keda karkerên çandiniyê tê xwarin

img

AYDIN - Li navçeya Soke, karkerên ligel şewba vîrûsa koronayê û qedexeyan jî, neçarin di zeviyan de bi xebitin, zorî û zehmetiyên dijîn vegotin û gotin: “Ger em ne xebitin emê birçî bimînin.”

 
Her ku diçe şert û mercên xebatê yên karkerên çandiyê yên demsalî girantir dibin. Ji ber şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) şertên karkeran zêdetir zor û zehmet bûne. Karkerên di nava van şert û mercên giran de dixebitin, neçarin bi mûçeyek kêm bêyî ku tu ewlekariyeke wan a tenduristiyê hebe bixebitin. Karkerên di berbanga sibê re şiyar dibin, berî ku taştêya xwe bixwin, berê xwe didin nava zevî û baxçeyên lê dixebitin. Karker ji serê sibê dest bi xebatê dikin heya rojava dixebitin. 
 
Karkerên çandiyê yên demsalî yên li navçeya Soke ya Aydinê zeytûnan kom dikin, zor û zehmehtiyên dijîn vegotin û dan zanîn ku heq û keda wan tê xwarin. Karkeran, diyar kirin ku ew saet 05.00’ê sibê dest bi rojê dikin û heya saet 17.30 êvarê jî dixebitin. Karkeran, dan zanîn ku ligel vê ked û zehmetiya wan jî, rojê yewmiya wan di navbera 80 TL û 120 TL’an tê guhertin.
 
JI 16 SALIYA XWE VE DIXEBITE 
 
Karkera çandiniyê Aynûr Pûrçû (37) a li Taxa Ataturkê dijî, ji 16 saliya xwe ve di karên çandiniyê de di xebite. Pûrçû, diyar kir ku ew bi kurê xwe yê ker û keça xwe re her sal tên zeytûnan kom dikin û wiha axivî: “Havînê em di zeviyên firîng, çîlek û penbû de dixetibin. Zivîstanê jî, em di zeviyên zeytûn, xes û mandalinan de dixebitin. Em bi vî awayî debara xwe dikin.” 
 
MÛÇEYÊN JINAN KÊMTIRIN
 
Pûrçû, bal kişan ser zoriyên dijîn û wiha bilêv kir: “Em beyî ku bêjin, sir û serma, berf û baran, em daîmî dixebitin. Li ku derê xebateke çandiniyê hebe, em jî li wê derê ne. Em karkerên çandiniyê yên jin, her tim ji zilaman kêmtir mûçe digirin. Mînak em jin zeytûnan kom dikin, dixin kase û kîsan. Dîsa di karên herî zor û zehmet de em jin dixebitin. Lê yewmiya zilam 120 TL ye û ya me jinan 80 TL ye. Em tu wateyê nadin vê newekheviyê, lê em mecbûrin jî bixebitin. Ger em vî karî nekin emê birçî bimînin.”
 
'MA EM Ê DERDÊ XWE JI KÎ RE BÊJIN’
 
Vedat Pûrçû yê 45 jî, anî ziman ku ji ber sedemên aboriyê, ew neçarin ku ji Çanakkaleyê bên navçeya Soke ya Adyinê bixebitin û wiha axivî: “Em bi xizmên xwe re di zeviyên zeytûnan de dixebitin. Dema em di zeviyan dixebitin, em bi derfetên xwe pêdiviyên xwe yên xwarinê û rê pêşwazî dikin. Çi dema karê firîngiyan li Manîsayê xelas dibe em berê xwe didin Soke yê. Em li vê derê zeytûnan kom dikin. Ji bo ku em debara xwe bikin, em neçarin ku di zeviyan de bixebitin. Dema ku em dixebitin jî tu ewlekariya canê me tuneye. Her sal, bi sedan karkerên çandiniyê, li ser rêyan di qezayan de jiyana xwe ji dest didin. Kes pirsa mafê wan nake. Dibe  ku em jî her kêlî ji darên zeytûnan bikevin û jiyana xwe ji dest bidin. Di rojên derbasbûyî de hevalekê me ji dara zeytûnê ket û ji pişta xwe seqet ma. Dibe ku felç bimîne. Yanî tu ewlekariya tenduristiya me tuneye. Tu girîngî û nirxê karkeran tuneye. Rewşa Tirkiyeyê li holê ye, ma emê li gel kî giliyê kî bikin. Gelo emê derdê xwe ji kî re vebêjin. Çi dema ku çapemenî, yan jî medyayek bê me bikêşe, wê demê em derdê xwe dibêjin. Em bi zikê tije her roj dixebitin.”
 

Sernavên din

12/12/2020
09:09 Di dema lêdanê de kamerayên midûriyeta polîsan hatine girtin!
09:08 ‘Heya tecrîd neyê rakirin em ê paş de gav navêjin'
09:08 Nerazîbûna HDP û CHP'ê ya ji bo polîtîkaya asîmlasiyonê ya li Dersimê
09:07 Bozgeyîk: Meaşê kêm li gor telîmatên qesrê tê diyarkirin
09:04 ‘16 hezar ciwan hatin binçavkirin, 5 hezar jê hatin girtin'
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2020'AN
11/12/2020
20:22 Îro 226 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:43 Federasyona Şoreşgerên 78’an: Heke em bêdeng bibin wê neyarên gel biaxivin
16:01 TJA’yê rapora tundiya li ser jinan a li bakurê Kurdistanê eşkere kir
15:55 Ciwanên Yekbûyî Meclîsa xwe ya Îzmîrê ava kirin
15:32 Paylan: Wezîr Varank morîkan kom dike
15:17 TUAYDER’a Çûkûrovayê: Zû tecrîdê bi dawî bikin
15:07 Li pêş Wezareta Tenduristiyê bang kirin: Kes qêrîna me na bîhîze
14:53 ‘Berpirsiyarî desthilatdariye’
14:32 ‘Ji bo cîhanek azad û wekhev em ê têbikoşin’
14:01 Saîp: Xebatkarên tenduristiyê bi neheqiyê re rûbirû ne
13:54 3 salin DNA diyar e lê cenaze nadin malbatê
13:28 Berdan Ozturk: Pirsgirika kurd bi çekan çareser nabe
13:10 YE'ê danekirinên li dijî Tirkiyeyê zêde kir
13:09 Aydenîz bi hinceta KHK'ê bi 'endamtiya rêxistinê' hat sûcdarkirin
12:47 Gunay: Daxwaza çareseriyê ya grevên birçîbûnê, daxwaza me ye
12:40 Malbatê cenazeyê Korman piştî 4 mehan girt
12:19 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:01 Parêzer Ozbîngol hat berdan
11:48 Ji bo mijara ambargoya li ser Tirkiyeyê lihevkirin pêk hat
11:47 Danişîna rojnameger Çakmakçi hat taloqkirin
11:07 Karkerê bi ceyranê ve ma jiyana xwe ji dest da
10:56 Tosun ji bo binpêkirina li Sûrê xwest meclîs lêkolîn bike
10:52 Girtiyê nexweş ê 63 salî bi vîrûsa koronayê ket
10:28 TTB: Ji derziyê ku hatine erêkirin fikaran nekin
10:20 Keda karkerên çandiniyê tê xwarin
10:06 Li şûna ‘bertîlxwaran’ derbarê ajans û nûçegihanê me de lêpirsîn hat destpêkirin
09:55 Bersivên ‘kopîkirin-bizeliqîne’ didin pêşniyazpirsên muxalefetê
09:12 Dayika Nafiye: Min qîrek wisa da, erd û asîman hejiya
09:11 Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê dê xebatên xwe bi awayekî onlayn bidomîne
09:10 Ji Stenbolê berê xwe da gundê xwe: Divê mirov pêwendiyê bi civaka xwe re deyne
09:09 'Şikandina tecrîdê dê pêşî li ber aştiya civakî veke'
09:08 Li Dersimê polîtîkayên Cemaeta Gulen di dewrê de ne
09:07 Li Wanê kurseke kurdî jî tune ye
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2020'AN
10/12/2020
20:07 Welatiyê ku xwe kuşt li ser destê xwe 'îş-aş' nivîsandiye
19:42 Îro jî 220 kes ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
17:16 IFJ: Tirkiye ji bo rojnamegeran girtîgeh e
16:48 AKP'ê cezayê hişyariyê da Arslan
16:22 Bersivên bi nakok dan hevjîna girtiyê ku bi telefonê negeriya
15:57 Di hefteya mafên mirovan de bang kirin: Li dijî binpêkirinan têbikoşin
15:53 Malbatan êrîş kirin polîsan binçav kirin
15:33 Heyeta KCD’ê li Silopya hin serdan kirin
15:32 TUAY-DER: Daxwazên girtiyan bi cih bînin
14:59 Bayindir: Wê berxwedana li dijî tecrîdê statuyê pêk bîne
14:58 Yuksekdag: Pêdivî bi têkoşînek xurt a mafan heye
14:22 Danişîna rojnameger Orûç û Çaksû taloq kirin
13:49 ‘Ji bo têkoşîn bidome peywîr dikeve ser milê herkesê’
13:39 Ji ber ku dozger nehat danişîna rojnameger Aslan taloq bû
13:30 Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî kampanya #Çapemeniya Azad da destpêkirin
12:55 Dadgehê di 2020’an de 27 rojnameger girtin
12:43 Yuksekdag: Ji bo em darizînin em derdikevin dadgehê
12:00 Keskîn: Bi qasî dewletê muxalefet jî ji binpêkirina mafan berpirsiyar e
11:25 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:24 805 welatiyan banga ‘tifaqa demokratîk’ li muxalefetê kirin
10:56 Wêjevan û nivîskarên kurd: Bila nivîskar û rojnamegerên girtî bên berdan
10:37 Piştî 111 rojan ‘bê mele’ hat veşartin
10:37 Di komîsyona butçeya jinan diyar bike de jin tune
10:21 Endamê Meclisa Ciwanan a HDP'ê Oguz hat girtin
09:32 5 sal derbas bûn di ser qedexeya Cizîrê re
09:31 Hemû liv û tevgerên HDP'ê dibin mijara fezlekeyan!
09:30 Xwestin bi biryareke sixte nûçeya derbarê şaredarê AKP'î de rakin
09:28 Ûca: Dixwazin Şengalê vala bikin
09:24 Xwestin HES'a li Çemê Zoravayê bê betalkirin, 15 hezar TL ceza li wan hat birîn
09:22 Banga li dijî tecrîdê 'têkoşîneke topyekûn'
09:16 Menguç: Berpirsiyarê rewşa xedar AKP ye
09:15 'Îspat bû ku saziyên muxalif giş tên guhdarîkirin'
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2020'AN
09/12/2020
20:17 Îro 217 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
17:10 Ji HDP’ê serdana budçeyê ya esnafan
16:52 Li Edene û Mêrsînê 6 kes hatin binçavkirin
16:37 Li ser gilîkirina Altûn jina 80 salî hat binçavkirin
16:36 Barzanî li şûna xwe berpirsiyar bibîne, derve sûcdar kir
16:20 Serokwezîrê Iraqê Kazimî tê Enqerê
15:56 Xelata şefafiyê dan TTB’ê
15:52 Erdogan fermanda ku Demîrtaş neyê berdan
15:50 Ji ÎHD û TÎHV’ê rapora binpêkirina mafan: Îşkence û girtiyên nexweş…
15:40 Sêyemîn salvegera Xerzanê: Berpirsyar hikumet e
15:23 Li Amedê herî kêm 2 hezar kedkarên tenduristiyê enfekte bûne
15:01 Rêxistina Efûyê pirsa rewşa Lêpirsîna îşkenceya Şaxê ji Tirkiyeyê kir
14:47 Ji serokê dadgehê bo rojnamevan: Karta te ya zer a çapemeniyê heye?
14:27 Haber-Sen: Sirgûnan paşve bigirin
14:16 Beştaş: Guhdarîkirina muxalefetê ne sincî ye
14:06 Îtîraza rojnamevan Paksoy hat redkirin
14:02 'Divê li Kercewsê edalet bê bicihanîn'
13:58 Tirkiye di duriyanê de ye
13:42 HDP: Tu têkiliya me bi Halît Şaşmaz re nîne
13:29 9 meh cezayê girtîgehê li bersûcê li ser medya civakî tacîz kir hat birin
13:22 Ji Çavdêriyê ji bo Tirkiyeyê name: Bila Dr. Şeyhmûs Gokalp bê berdan
13:15 Doza Berkîn Elvan cara 18’emîn hat taloqkirin
13:14 Xelkê Şengalê 8 rojin li ber xwe didin
12:19 Li Payîzavayê mirina jinekê ya bi guman
11:54 Berfê rêyên 132 gundên Dêrsimê li çûn û hatinê girt
11:33 Armanca êrişên li ser Eyn Îsayê çi ye gelo?
11:13 Şeva borî li Pêncwên çi bû?