Di hefteya mafên mirovan de bang kirin: Li dijî binpêkirinan têbikoşin

  • rojane
  • 15:57 10 Kanûn 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Parazvanên mafên mirovan di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de li gelek navendan bang kirin û xwestin li dijî binpêkirina mafan têkoşînek hevpar bidin. Parazvanên mafên mirovan bal kişandin ser çalakiyên gireva birçîbûnê yên li girtîgehan û xwestin tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe. 
 
Parazvanên mafên mirovan, di çarçoveya hefteya mafên mirovan de li Stenbol, Îzmîr, Edene, Mêrsîn û  Hatayê daxuyanî dan çapemeniyê. 
 
STENBOL 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV) yên Stenbolê di çarçoveya hefteya mafên mirovan 10-17'ê kanûnê de li qada Sultanahmetê daxuyanî dan çapemeniyê. Parazvanên mafên mirovan li qadê kom bûn û pankarta “Mafê mirovan hema niha" vekirin û dowîzen “Ji şer re na aştî hema niha", “Dawî li binpêkirina mafên li girtîgehan bînin" û “Her kes rengîn e, her kes wekhev e" vekirin. Di daxuyaniyê de bê navber dirûşmeyên “Rûmetae mirovan dê îşkenceyê têk bibe" berz kirin. 
 
Seroka Şaxa ÎHD'ê ya  Stenbolê Gulseren Yolerî, bal kişand ser danezana mafên mirovan a gerdûnî û wiha got: "Ji bo aştî, edalet, wekhevî, azadî û rumeta mirovan bê parastin û ev yek mîsoger bibe emê têkoşîna xwe ya demokratîk berdewam bikin." 
 
'DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE' 
 
Yolerî, da zanîn ku di di sala 2020'an de pirsgirêka Kurd û tecrîda li Îmraliyê bêtir kûr bûye û wiha axivî: "Pirsgirêka Kurd li pêş demokratîkbûna Tirkiyeyê astenga sereke ye. Şerê çekdarî hêj didome. Mafê jiyanê û binpêkirina mafan didome. Divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe." 
 
Hevseroka  Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskin jî anî ziman ku 72 sal berê danezan hatiye îmzekirin, lê hêj binpêkirinên mafan kêm nebûne. Keskîn xwest wekî parazvanên mafên mirovan têkoşînek hevpar pêş bixin. 
 
MÊRDÎN 
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê jî bi heman armancê li avahiya KESK'ê bi tevlêbûna dehan kesan daxuyanî dan. Li salonê pankarta “Em ji bo cîhanek bê şer û bê mêtîngerî têbikoşina xwe mezin bikin" vekirin. Beriya daxuyaniyê Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Nure Tarlak, diyar kir ku li zindanên Tirkiyeyê di 27'ê mijdarê de girtiyan li dijî tecrîda Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirine û wiha got: "Di hefteya mafên mirovan de li zindanan girtî 14 rojin di greva birçîbûnê de ne. Em bang li her kesî dikin ku daxwazên zarokên me bibînin û qebûl bikin. Em carek din naxwazin ji zindanan cenaze derkevin." 
 
Li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê Hevserokê Şaxa ÎHD'ê Fevzî Adsiz jî daxuyanî da û xwest pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk çareser bibe. Adsiz, da zanîn ku êdî li Tirkiyeyê OHAL mayinde kirine û xwest tecrida li Îmraliyê li ser Ocalan tê kirin bi dawî bibe. 
 
ÎZMÎR 
 
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD),  Wakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV), Komeleya Malbatên Girtiyan a Ege (EGE-TUHAY-DER), Înisiyatifa Heq, Komeleya Pira Nava Gelan û Komeleya Rojeva Mafên Mirovan ên Îzmîrê bi heman armancê li pêş Sumerbankê ya Berê daxuyanî dan çapemeniyê. Parazvanên mafên mirovan di çalakiyê de “Em di şertê şewba kurevî û şertên OHAL'ê de mafên mirovan diparêzin" vekirin. 
 
Li ser navê parazvanên mafên mirovan Sekreterê Giştî yê TİHV'ê Coşkun Usterci daxuyanî xwend. Usterci, anî ziman ku di pêvajoya şewba kurevî de binpêkirina mafan zêdetir bûye û wiha got: "Bi îlana OHAL'ê û şewba vîrûsê îqtîdara siyasî bêtir mafê azadiya ramanê û îfadeyê bi sînor kiriye. Bi taybetî zextên li ser çapemeniyê zêdetir bûye. 
 
EDENE 
 
Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê jî bi heman armancê li avahiya komeleyê daxuyanî dan. Serokê Şaxa ÎHD'ê Prz. Îlhan Ongor, anî ziman ku bi şewbê re binpêkirina mafan zêde bûye. 
 
HATAY 
 
Şaxa ÎHD'ê ya Hatayê jî bi heman armancê li avahiya komeleyê daxuyanî da. Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Hatayê Servet Ustun Akbaba, daxuyanî da û diyar kir ku dê ji bo parastdina mafan têkoşkîna xwe berdewam bikin. 
 
MÊRSÎN 
 
Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê jî bi heman armancê daxuyanî da. Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Şaredarê Mêrsînê Vahap Seçer, Hevseroka HDP'ê ya Mêrsînê Gulbahar Şofer jî tev li daxuyaniyê bûn. Bi hevre vîdeoya ku bi awayekî koro danezanê dixwinin temaşe û guhdar kirin. 
 
Rêveberê Navendî yê ÎHD'ê Îlhan Kiliç, daxuyanî xwend û piştre bi hevre ji bo girtiyan kart şandin.
 
 
 
 
 

Sernavên din

12/12/2020
09:10 Ji bo karta 8'ê Adarê gotin 'girtiyan motîve dike' û fezleke amade kirin
09:09 Di dema lêdanê de kamerayên midûriyeta polîsan hatine girtin!
09:08 ‘Heya tecrîd neyê rakirin em ê paş de gav navêjin'
09:08 Nerazîbûna HDP û CHP'ê ya ji bo polîtîkaya asîmlasiyonê ya li Dersimê
09:07 Bozgeyîk: Meaşê kêm li gor telîmatên qesrê tê diyarkirin
09:04 ‘16 hezar ciwan hatin binçavkirin, 5 hezar jê hatin girtin'
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2020'AN
11/12/2020
20:22 Îro 226 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:43 Federasyona Şoreşgerên 78’an: Heke em bêdeng bibin wê neyarên gel biaxivin
16:01 TJA’yê rapora tundiya li ser jinan a li bakurê Kurdistanê eşkere kir
15:55 Ciwanên Yekbûyî Meclîsa xwe ya Îzmîrê ava kirin
15:32 Paylan: Wezîr Varank morîkan kom dike
15:17 TUAYDER’a Çûkûrovayê: Zû tecrîdê bi dawî bikin
15:07 Li pêş Wezareta Tenduristiyê bang kirin: Kes qêrîna me na bîhîze
14:53 ‘Berpirsiyarî desthilatdariye’
14:32 ‘Ji bo cîhanek azad û wekhev em ê têbikoşin’
14:01 Saîp: Xebatkarên tenduristiyê bi neheqiyê re rûbirû ne
13:54 3 salin DNA diyar e lê cenaze nadin malbatê
13:28 Berdan Ozturk: Pirsgirika kurd bi çekan çareser nabe
13:10 YE'ê danekirinên li dijî Tirkiyeyê zêde kir
13:09 Aydenîz bi hinceta KHK'ê bi 'endamtiya rêxistinê' hat sûcdarkirin
12:47 Gunay: Daxwaza çareseriyê ya grevên birçîbûnê, daxwaza me ye
12:40 Malbatê cenazeyê Korman piştî 4 mehan girt
12:19 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:01 Parêzer Ozbîngol hat berdan
11:48 Ji bo mijara ambargoya li ser Tirkiyeyê lihevkirin pêk hat
11:47 Danişîna rojnameger Çakmakçi hat taloqkirin
11:07 Karkerê bi ceyranê ve ma jiyana xwe ji dest da
10:56 Tosun ji bo binpêkirina li Sûrê xwest meclîs lêkolîn bike
10:52 Girtiyê nexweş ê 63 salî bi vîrûsa koronayê ket
10:28 TTB: Ji derziyê ku hatine erêkirin fikaran nekin
10:20 Keda karkerên çandiniyê tê xwarin
10:06 Li şûna ‘bertîlxwaran’ derbarê ajans û nûçegihanê me de lêpirsîn hat destpêkirin
09:55 Bersivên ‘kopîkirin-bizeliqîne’ didin pêşniyazpirsên muxalefetê
09:12 Dayika Nafiye: Min qîrek wisa da, erd û asîman hejiya
09:11 Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê dê xebatên xwe bi awayekî onlayn bidomîne
09:10 Ji Stenbolê berê xwe da gundê xwe: Divê mirov pêwendiyê bi civaka xwe re deyne
09:09 'Şikandina tecrîdê dê pêşî li ber aştiya civakî veke'
09:08 Li Dersimê polîtîkayên Cemaeta Gulen di dewrê de ne
09:07 Li Wanê kurseke kurdî jî tune ye
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2020'AN
10/12/2020
20:07 Welatiyê ku xwe kuşt li ser destê xwe 'îş-aş' nivîsandiye
19:42 Îro jî 220 kes ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
17:16 IFJ: Tirkiye ji bo rojnamegeran girtîgeh e
16:48 AKP'ê cezayê hişyariyê da Arslan
16:22 Bersivên bi nakok dan hevjîna girtiyê ku bi telefonê negeriya
15:57 Di hefteya mafên mirovan de bang kirin: Li dijî binpêkirinan têbikoşin
15:53 Malbatan êrîş kirin polîsan binçav kirin
15:33 Heyeta KCD’ê li Silopya hin serdan kirin
15:32 TUAY-DER: Daxwazên girtiyan bi cih bînin
14:59 Bayindir: Wê berxwedana li dijî tecrîdê statuyê pêk bîne
14:58 Yuksekdag: Pêdivî bi têkoşînek xurt a mafan heye
14:22 Danişîna rojnameger Orûç û Çaksû taloq kirin
13:49 ‘Ji bo têkoşîn bidome peywîr dikeve ser milê herkesê’
13:39 Ji ber ku dozger nehat danişîna rojnameger Aslan taloq bû
13:30 Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî kampanya #Çapemeniya Azad da destpêkirin
12:55 Dadgehê di 2020’an de 27 rojnameger girtin
12:43 Yuksekdag: Ji bo em darizînin em derdikevin dadgehê
12:00 Keskîn: Bi qasî dewletê muxalefet jî ji binpêkirina mafan berpirsiyar e
11:25 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:24 805 welatiyan banga ‘tifaqa demokratîk’ li muxalefetê kirin
10:56 Wêjevan û nivîskarên kurd: Bila nivîskar û rojnamegerên girtî bên berdan
10:37 Piştî 111 rojan ‘bê mele’ hat veşartin
10:37 Di komîsyona butçeya jinan diyar bike de jin tune
10:21 Endamê Meclisa Ciwanan a HDP'ê Oguz hat girtin
09:32 5 sal derbas bûn di ser qedexeya Cizîrê re
09:31 Hemû liv û tevgerên HDP'ê dibin mijara fezlekeyan!
09:30 Xwestin bi biryareke sixte nûçeya derbarê şaredarê AKP'î de rakin
09:28 Ûca: Dixwazin Şengalê vala bikin
09:24 Xwestin HES'a li Çemê Zoravayê bê betalkirin, 15 hezar TL ceza li wan hat birîn
09:22 Banga li dijî tecrîdê 'têkoşîneke topyekûn'
09:16 Menguç: Berpirsiyarê rewşa xedar AKP ye
09:15 'Îspat bû ku saziyên muxalif giş tên guhdarîkirin'
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2020'AN
09/12/2020
20:17 Îro 217 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
17:10 Ji HDP’ê serdana budçeyê ya esnafan
16:52 Li Edene û Mêrsînê 6 kes hatin binçavkirin
16:37 Li ser gilîkirina Altûn jina 80 salî hat binçavkirin
16:36 Barzanî li şûna xwe berpirsiyar bibîne, derve sûcdar kir
16:20 Serokwezîrê Iraqê Kazimî tê Enqerê
15:56 Xelata şefafiyê dan TTB’ê
15:52 Erdogan fermanda ku Demîrtaş neyê berdan
15:50 Ji ÎHD û TÎHV’ê rapora binpêkirina mafan: Îşkence û girtiyên nexweş…
15:40 Sêyemîn salvegera Xerzanê: Berpirsyar hikumet e
15:23 Li Amedê herî kêm 2 hezar kedkarên tenduristiyê enfekte bûne
15:01 Rêxistina Efûyê pirsa rewşa Lêpirsîna îşkenceya Şaxê ji Tirkiyeyê kir
14:47 Ji serokê dadgehê bo rojnamevan: Karta te ya zer a çapemeniyê heye?
14:27 Haber-Sen: Sirgûnan paşve bigirin
14:16 Beştaş: Guhdarîkirina muxalefetê ne sincî ye
14:06 Îtîraza rojnamevan Paksoy hat redkirin
14:02 'Divê li Kercewsê edalet bê bicihanîn'
13:58 Tirkiye di duriyanê de ye
13:42 HDP: Tu têkiliya me bi Halît Şaşmaz re nîne
13:29 9 meh cezayê girtîgehê li bersûcê li ser medya civakî tacîz kir hat birin
13:22 Ji Çavdêriyê ji bo Tirkiyeyê name: Bila Dr. Şeyhmûs Gokalp bê berdan
13:15 Doza Berkîn Elvan cara 18’emîn hat taloqkirin
13:14 Xelkê Şengalê 8 rojin li ber xwe didin
12:19 Li Payîzavayê mirina jinekê ya bi guman
11:54 Berfê rêyên 132 gundên Dêrsimê li çûn û hatinê girt
11:33 Armanca êrişên li ser Eyn Îsayê çi ye gelo?