Keskîn: Bi qasî dewletê muxalefet jî ji binpêkirina mafan berpirsiyar e

  • rojane
  • 12:00 10 Kanûn 2020
  • |
img
STENBOL - Li Tirkiyeyê her ku diçe binpêkirina mafan zêde dibe. Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, anî ziman ku sedema zêdebûna binpêkirina mafan neçareserkirina pirsgirêka Kurd e û wiha got: "Bi qasî dewletê muxalefet jî berpirsiyar e. Divê muxalef bi vê nerînê li dijî binpêkirina mafgan bibin yek û bi hevre têbikoşin.    
 
Komîsyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) 72 sal berê Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan qebûl kir. Parazvanên mafên mirovan li Tirkiyeyê her sal di 10-17'ê kanûnê de wekî hefteya mafên mirovan pêşwazî dikin. Lê li gel vê yekê binpêkirina mafan her ku diçe zêde dibe. Li gorî rapora ÎHD'ê û TÎHV'ê di 11 mehên 2020'an de 12 welatî ji aliyê esker û polîsan ve hatin kuştin û 10 kes birîndar bûn. Dîsa di şer de 20 sivîl, bi giştî 225 kes hatin kuştin û 79 kes jî birîndar bûn. Li girtîgehan ji ber tundî û nexweşiyan 49 kesan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Di êrîşên nijadperestî û nifrînê de jî 10 kes hatin kuştin û 22 kes birîndar bûn. Kesên dema eskerî dikirin jî herî kêm 20 kes bi sedemên cuda hatin kuştin. 20 kes jî birîndar bûn. Di encama êrîş û tundiya mêr de herî kêm 260 jin hatin kuştin. Di bin sernavê îşkence, mumaleyea xerab, azadiya ramanê, mafê azadiya meş û xwepêşandanan, mafê jin û zarokan bi sedan maf hatin binpêkirin. 
 
Têkildarî binpêkirina mafên mirovan Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskin, nirxandinên girîng kirin. Keskîn, anî ziman ku li gel 72 sal di ser qebûlkirina danezana mafên mirovan re derbas bûye jî dîsa binpêkirina mafên mirovan her ku diçe zêde dibe.  Di danezanê de pir aşkere dibêje ku her kes wekî hev in. Di tu alî de kes ji kesî ne cudatir e."  
 
SEDEMA BINPÊKIRINA MAFAN PIRSGIREKA KURD E
 
Keskîn, destnîşan kir ku sedema binpêkirina mafên mirovan neçarserkirina pirsgirêka Kurd e û wiha got: "Di nava sînorê çar dewletan de pirsgirêka nehatiye çareserkirin heye. Li aliyekî mafê ku Kurd bi xwe qedera xwe tayîn bikin tê binpêkirin. Pirsgirêk dikare bi rêbazên demokratik û aştiyane bê çareserkirin. Lê ev yek jî bê encam hiştin. Yek jê pêvajoya çareseriyê ye. Yê ku pêvajo guhert û ser û bin kir dewlet e. Serokomar Recep Tayyip Erdogan di pêvajoya çareseriyê de gotibû ‘Min her cureyê nijadperestiyê xist bin piyê xwe û eciqand' û anîbû ziman ku dê pirsgirêkê çareser bike. Piştre bi Ocalan re hevrdîtin hatibûm kirin. Lê heman Erdogan niha bi Devlet Bahçelî yê ku wê demê şer dikirin re hat cem hev. Niha dijberi gotinên xwe yên wê demê tevdigere." 
 
Eren Keskîn, da zanîn ku Komara Tirkiyeyê li ser hişmendiya Îttihat û Terakkî hatiye avakirin û bi polîtikayên ewlehiyê nêzî pirsgirêka Kurd dibe. Keskîn, diyar kir ku ev tablo li Stenbol û Enqere bi nerîna nijadperestiyê derdikeve pêş û ev rê li pêş binpêkirina mafê mirovan vedike û wiha axivî: "Li vê erdhîgariyê pirsgirêka esasî bîrdoziya îttihatkar, Tirk, Suni, îqtîdar û muxalefetê li cem hev digire ye. Li tirkiyeyê kesên ji xwe de dibêjin çepkir û demokrat, dema mijar dibe pirsgirêka Kurnd wekî îqtîdarê tev digerin. Niha li hemberî me dewletek otoriter heye. Êdî gel jî dişibe wê dewletê. Dewletê bîrdoziya xwe li ser civakê daye qebûlkirin. Divê êdî ev bîrdoziya fermî bê niqaşkirin. Kurd li dijî vê yekê bi têkoşîna xwe hebûna xwe berdewam dikin. Lê li ser vê axê Çerkes wekî Çerkesan najîn. Laz, Rum, Cûhî û nasnameyên din bi nasnameyên xwe najîn. Tenê kurd li dijî vê inkarê li ber xwe didin. Tenê kurd ji bo mafê xwe têdikoşin. Mînak ez. Bavê min Kurd, dayika min Çerkes e. Ne bavê min weke Kurd, ne jî dayika min weke Çerkes jiya ye. Dayik û bavê min bêyî zimanê xwe yê zikmakî fêr bibin mezin bûne. Civakek bê nasname tê avakirin. Her kes kêm dijî."  
 
'OCALAN DI AŞTIYÊ DE ISRAR DIKE' 
 
Keskîn, da zanîn ku li gel van polîtîkayan dîsa Kurd di aştî û çareseriyê de israr dikin û wiha lê zêde kir: "Rolê Ocalan ê ji bo aştî û çareseriyê gelek e. Ji ber Ocalan di tecrîdê de ye, tecrîd li hemû civakê belav bûye. Piraniya Kurdan Ocalan wekî Rêberê xwe qebûl dike. Niha Ocalan di tecrîdê de tê girtin. Aqilê dewletê di demekê de qala aştî û çareseriyê dikir. Bi Ocalan re hevdîtin dikirin. Lê piştre AKP bi dewleta Kur re ket nava hevkariyê û pêvajo xera kirin. Dewletê dîsa aqilê 90’î xist meriyetê. Di salên 90’an de me gelek binpêkirinên mafan dît. Niha aqilê dewletê yê salên 1990'an e. Kesên sûc dikin bê ceza tên hiştin. Kesên komkujiya Ermeniyan û Dersîmê pêk anîn, kesên di cînayetên Şeyh Sait û yên din de cih girtin bê ceza hatin hiştin. Dîsa kesên di cînayetên salên 90’î de cih girtin ser wan hatin girtin. Dema mijar dibe Kurd kesên muxalif bêdeng dibin. Muxalefet divê dest ji vê cot standartiyê berdin. Dema êrîşî Kurdan hat kirin CHP dengê xwe bilind bike, dê rêya çareseriyê vebe. Divê li dijî tecrîda Ocalan CHP dengê xwe bilind bike û li dijî tecrîdê derkeve. 
Disa jinên ji aliyê nûnerên dewletê ve bi tundî, tacîz û tecawizê re rû bi rû dimînin zêde dibin. Ji salên 1997’î heta niha jin bi îşkenceya zayendî ya polîs û eskeran re rû bi rû dimînin. 758 jinên bi tundiya zayendî ya esker û polîsan re rû bi rû mane serî li me dane. Piraniya jinên bi îşkenceya zayendî re rû bi rû man jinên Kurd in. Ev polîtîkaya dewletê ye. Ev polîtika di salên 90’î de pir zêde bû. Mixabin ev polîtîka hêj didome. 758 jinan serî li me dan." 
 
Keskin herî dawî da zanîn ku Tirkiye li gorî peyman û danezanê tev nagere. Dewlet li gorî berjewendiyên nava dewletan tev digerin. Lê li dijî vê yekê wêrekî û piştevanî dê me biparêze. Ji ber vê yekê emê bi wêrekî û hevkarî parastdina mafên xwe berdewam bikin." 
 
MA / Mehmet Aslan 

Sernavên din

12/12/2020
09:10 Ji bo karta 8'ê Adarê gotin 'girtiyan motîve dike' û fezleke amade kirin
09:09 Di dema lêdanê de kamerayên midûriyeta polîsan hatine girtin!
09:08 ‘Heya tecrîd neyê rakirin em ê paş de gav navêjin'
09:08 Nerazîbûna HDP û CHP'ê ya ji bo polîtîkaya asîmlasiyonê ya li Dersimê
09:07 Bozgeyîk: Meaşê kêm li gor telîmatên qesrê tê diyarkirin
09:04 ‘16 hezar ciwan hatin binçavkirin, 5 hezar jê hatin girtin'
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2020'AN
11/12/2020
20:22 Îro 226 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:43 Federasyona Şoreşgerên 78’an: Heke em bêdeng bibin wê neyarên gel biaxivin
16:01 TJA’yê rapora tundiya li ser jinan a li bakurê Kurdistanê eşkere kir
15:55 Ciwanên Yekbûyî Meclîsa xwe ya Îzmîrê ava kirin
15:32 Paylan: Wezîr Varank morîkan kom dike
15:17 TUAYDER’a Çûkûrovayê: Zû tecrîdê bi dawî bikin
15:07 Li pêş Wezareta Tenduristiyê bang kirin: Kes qêrîna me na bîhîze
14:53 ‘Berpirsiyarî desthilatdariye’
14:32 ‘Ji bo cîhanek azad û wekhev em ê têbikoşin’
14:01 Saîp: Xebatkarên tenduristiyê bi neheqiyê re rûbirû ne
13:54 3 salin DNA diyar e lê cenaze nadin malbatê
13:28 Berdan Ozturk: Pirsgirika kurd bi çekan çareser nabe
13:10 YE'ê danekirinên li dijî Tirkiyeyê zêde kir
13:09 Aydenîz bi hinceta KHK'ê bi 'endamtiya rêxistinê' hat sûcdarkirin
12:47 Gunay: Daxwaza çareseriyê ya grevên birçîbûnê, daxwaza me ye
12:40 Malbatê cenazeyê Korman piştî 4 mehan girt
12:19 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:01 Parêzer Ozbîngol hat berdan
11:48 Ji bo mijara ambargoya li ser Tirkiyeyê lihevkirin pêk hat
11:47 Danişîna rojnameger Çakmakçi hat taloqkirin
11:07 Karkerê bi ceyranê ve ma jiyana xwe ji dest da
10:56 Tosun ji bo binpêkirina li Sûrê xwest meclîs lêkolîn bike
10:52 Girtiyê nexweş ê 63 salî bi vîrûsa koronayê ket
10:28 TTB: Ji derziyê ku hatine erêkirin fikaran nekin
10:20 Keda karkerên çandiniyê tê xwarin
10:06 Li şûna ‘bertîlxwaran’ derbarê ajans û nûçegihanê me de lêpirsîn hat destpêkirin
09:55 Bersivên ‘kopîkirin-bizeliqîne’ didin pêşniyazpirsên muxalefetê
09:12 Dayika Nafiye: Min qîrek wisa da, erd û asîman hejiya
09:11 Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê dê xebatên xwe bi awayekî onlayn bidomîne
09:10 Ji Stenbolê berê xwe da gundê xwe: Divê mirov pêwendiyê bi civaka xwe re deyne
09:09 'Şikandina tecrîdê dê pêşî li ber aştiya civakî veke'
09:08 Li Dersimê polîtîkayên Cemaeta Gulen di dewrê de ne
09:07 Li Wanê kurseke kurdî jî tune ye
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2020'AN
10/12/2020
20:07 Welatiyê ku xwe kuşt li ser destê xwe 'îş-aş' nivîsandiye
19:42 Îro jî 220 kes ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
17:16 IFJ: Tirkiye ji bo rojnamegeran girtîgeh e
16:48 AKP'ê cezayê hişyariyê da Arslan
16:22 Bersivên bi nakok dan hevjîna girtiyê ku bi telefonê negeriya
15:57 Di hefteya mafên mirovan de bang kirin: Li dijî binpêkirinan têbikoşin
15:53 Malbatan êrîş kirin polîsan binçav kirin
15:33 Heyeta KCD’ê li Silopya hin serdan kirin
15:32 TUAY-DER: Daxwazên girtiyan bi cih bînin
14:59 Bayindir: Wê berxwedana li dijî tecrîdê statuyê pêk bîne
14:58 Yuksekdag: Pêdivî bi têkoşînek xurt a mafan heye
14:22 Danişîna rojnameger Orûç û Çaksû taloq kirin
13:49 ‘Ji bo têkoşîn bidome peywîr dikeve ser milê herkesê’
13:39 Ji ber ku dozger nehat danişîna rojnameger Aslan taloq bû
13:30 Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî kampanya #Çapemeniya Azad da destpêkirin
12:55 Dadgehê di 2020’an de 27 rojnameger girtin
12:43 Yuksekdag: Ji bo em darizînin em derdikevin dadgehê
12:00 Keskîn: Bi qasî dewletê muxalefet jî ji binpêkirina mafan berpirsiyar e
11:25 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:24 805 welatiyan banga ‘tifaqa demokratîk’ li muxalefetê kirin
10:56 Wêjevan û nivîskarên kurd: Bila nivîskar û rojnamegerên girtî bên berdan
10:37 Piştî 111 rojan ‘bê mele’ hat veşartin
10:37 Di komîsyona butçeya jinan diyar bike de jin tune
10:21 Endamê Meclisa Ciwanan a HDP'ê Oguz hat girtin
09:32 5 sal derbas bûn di ser qedexeya Cizîrê re
09:31 Hemû liv û tevgerên HDP'ê dibin mijara fezlekeyan!
09:30 Xwestin bi biryareke sixte nûçeya derbarê şaredarê AKP'î de rakin
09:28 Ûca: Dixwazin Şengalê vala bikin
09:24 Xwestin HES'a li Çemê Zoravayê bê betalkirin, 15 hezar TL ceza li wan hat birîn
09:22 Banga li dijî tecrîdê 'têkoşîneke topyekûn'
09:16 Menguç: Berpirsiyarê rewşa xedar AKP ye
09:15 'Îspat bû ku saziyên muxalif giş tên guhdarîkirin'
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2020'AN
09/12/2020
20:17 Îro 217 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
17:10 Ji HDP’ê serdana budçeyê ya esnafan
16:52 Li Edene û Mêrsînê 6 kes hatin binçavkirin
16:37 Li ser gilîkirina Altûn jina 80 salî hat binçavkirin
16:36 Barzanî li şûna xwe berpirsiyar bibîne, derve sûcdar kir
16:20 Serokwezîrê Iraqê Kazimî tê Enqerê
15:56 Xelata şefafiyê dan TTB’ê
15:52 Erdogan fermanda ku Demîrtaş neyê berdan
15:50 Ji ÎHD û TÎHV’ê rapora binpêkirina mafan: Îşkence û girtiyên nexweş…
15:40 Sêyemîn salvegera Xerzanê: Berpirsyar hikumet e
15:23 Li Amedê herî kêm 2 hezar kedkarên tenduristiyê enfekte bûne
15:01 Rêxistina Efûyê pirsa rewşa Lêpirsîna îşkenceya Şaxê ji Tirkiyeyê kir
14:47 Ji serokê dadgehê bo rojnamevan: Karta te ya zer a çapemeniyê heye?
14:27 Haber-Sen: Sirgûnan paşve bigirin
14:16 Beştaş: Guhdarîkirina muxalefetê ne sincî ye
14:06 Îtîraza rojnamevan Paksoy hat redkirin
14:02 'Divê li Kercewsê edalet bê bicihanîn'
13:58 Tirkiye di duriyanê de ye
13:42 HDP: Tu têkiliya me bi Halît Şaşmaz re nîne
13:29 9 meh cezayê girtîgehê li bersûcê li ser medya civakî tacîz kir hat birin
13:22 Ji Çavdêriyê ji bo Tirkiyeyê name: Bila Dr. Şeyhmûs Gokalp bê berdan
13:15 Doza Berkîn Elvan cara 18’emîn hat taloqkirin
13:14 Xelkê Şengalê 8 rojin li ber xwe didin
12:19 Li Payîzavayê mirina jinekê ya bi guman
11:54 Berfê rêyên 132 gundên Dêrsimê li çûn û hatinê girt
11:33 Armanca êrişên li ser Eyn Îsayê çi ye gelo?