5 sal derbas bûn di ser qedexeya Cizîrê re

  • rojane
  • 09:32 10 Kanûn 2020
  • |
img

ŞIRNEX - Di ser qedexeya derketina derve ya Cizîrê de 5 sal derbas bûn, lê belê dosyeyên derbarê mirina 121 kesî de hatine vekirin hîn jî wekî xwe ne û hîn jî cenazeyê 14 kesan winda ye. 

Li navçeya Cizîr a Şirnexê di 14'ê Kanûna 2015'an de qedexeya derketina derve hatibû ragihandin. Qedexe 79 rojan dewam kiribû. Di 2'yê Adara 2016'an de jî hatibû rakirin. Di dema qedexeyê de têketin û derketina 11 taxên navçeyê bi temamî hatibû girtin, şebekeya telefon, înternetê hatibû birîn û ceryan jî hatibû qutkirin. Li gor raporên rêxistinên mafaên mirovan, di dema qedexeyê deli seranserê navçeyê 288 kesî jiyana xwe ji dest dabû û ji van kesan 177 kes di "jêrzemînên Cizîrê" de hatibûn şewitandin û jiyana xwe ji dest dabûn. 
 
Piştî ragihandina qedexeyê taxa Cudî, Nur, Sur û Yafes bi çekên giran hatibûn bombebarankirin. Di pêvçûn û êrîşan de pitîk, zarok jî di nav de bi giştî 228 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Di vê pêvajoyê de, gelek cenaze hatibûn tevlihevkirin, li cihên şaş hatibûn definkirin û hin ji van jî piştî 3 sal şûnde radestî malbatên wan hatibûn kirin. 
 
Wê demê cihê ku herî zêde sivîl lê hatibûn kuştin navçeya Cizîrê bû. Li gorî raporên rêxistinên Komeleya Mafên Mirovan gelek kes di encama gulebarandinê hatibûn kuştin û piştre jî hatibûn şewitandin. Tê zanîn ku gelek ji wan kesên ku di qedexeyan de jiyana xwe ji dest dabûn, ji ber ku mafê wan ên tedawîkirin û mudaxileya tenduristiyî hatibû binpêkirin jiyana xwe ji dest dabûn. Bi hezaran mirovên ku li navçeyê dijiyan, ji ber ku têketin û derketina navçeyê qedexe bû, di peydakirina hewcedariyên xwe yên sereke de bi rojan zehmtiyeke giran kişandibûn. 
 
110 HEZAR KES KOÇBER BÛN
 
Li navçeya Cizîrê ya ku 11 taxên wê hene hilweşîn û pêvçûn li taxên Cûdî, Yafes, Sûr û Nûrê pêk hatin. Li navçeyê ji sedî 80'yê 4 taxên şer lê qewimîbû hilweşiyabûn û li dor 500 avahî û 2 hezar bîne zirar dîtibûn. Di 2'yê Adara 2016'an de li navçeyê qedexeya derketina derve bi awayekî qismî hatibû sekinandin. Nifûsa navçeyê ya ku di sala 2015'an de 131 hezar û 816 bû, piştî rakirina qedexeyê 110 hezar kes koçber bûn bûbûn. Bi taybetî piştî qedexeya derketina derve ya dawî, koçberiya bi darê zorê li navçeyê bilez bû û bi hezaran kes neçar man ku navçeyê biterikînin. Li taxên, ku piraniya wan 500 xaniyên ku berê rapora saxlem dane wan, bi fermana Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê û walîtiyê ve hatin hilweşandin. Di  meha Adarê de hîmê 6 hezar û 500 bîna û kargeh hatin danîn û çêkirin.
 
14 CENAZE WINDA NE
 
Her wiha cenazeyên 14 kesên ku di qedexeyan de jiyana xwe ji dest dabûn hîn jî nehatine dîtin. Tê texmîn kirin ku cenazeyê; Ferîde Yildiz, Mardîn Çelebî, Hacer Aslan, Osman Gokhan, Huseyîn Dervîş, Servet Aslan, Îdrîs Susîn, Alî Aslan, Cemal Purlek, Emrah Aşkan, Osman Esmeray, Mustafa Keçanlu, Emrah Aşkin û Sakîne Durmîş li 7 bajarên cûda hatine veşartin. 
 
DERBARÊ 121 DOSYAYAN DE BIRYARA NEŞOPANDINÊ 
 
5 sal di ser qedexeyan re derbas bûn lê belê dosyayên ku hatine vekirin hîn wekî xwe yên berê ne. Di dema qedexeyan de ji 228 kesên ku  jiyana xwe ji dest dabûn, derbarê mirina 121 kesî de dosye hatibûn vekirin. Ji van dosyeyan, derbarê dosyeyên 83 kesan de biryara neşopandinê hatiye dayîn. Ji 83 dosyayên ku ji bo wan biryara neşopandinê hatibû dayîn, ji bo dosyeyên 51 kesî serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) ve hatibû dayîn û Wezareta Karên Navxweyî tenê derbarê 9 dosyeyan de bersiv dabû. Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ji 121 dosyeyan ji bo dosyeya 4 kesan "biryara lêgerîna daîmî" dabû û her wiha der barê 34 dosyayan de jî biryara "bêpeywiriyê" dabû. 
 

Sernavên din

12/12/2020
09:10 Ji bo karta 8'ê Adarê gotin 'girtiyan motîve dike' û fezleke amade kirin
09:09 Di dema lêdanê de kamerayên midûriyeta polîsan hatine girtin!
09:08 ‘Heya tecrîd neyê rakirin em ê paş de gav navêjin'
09:08 Nerazîbûna HDP û CHP'ê ya ji bo polîtîkaya asîmlasiyonê ya li Dersimê
09:07 Bozgeyîk: Meaşê kêm li gor telîmatên qesrê tê diyarkirin
09:04 ‘16 hezar ciwan hatin binçavkirin, 5 hezar jê hatin girtin'
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2020'AN
11/12/2020
20:22 Îro 226 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:43 Federasyona Şoreşgerên 78’an: Heke em bêdeng bibin wê neyarên gel biaxivin
16:01 TJA’yê rapora tundiya li ser jinan a li bakurê Kurdistanê eşkere kir
15:55 Ciwanên Yekbûyî Meclîsa xwe ya Îzmîrê ava kirin
15:32 Paylan: Wezîr Varank morîkan kom dike
15:17 TUAYDER’a Çûkûrovayê: Zû tecrîdê bi dawî bikin
15:07 Li pêş Wezareta Tenduristiyê bang kirin: Kes qêrîna me na bîhîze
14:53 ‘Berpirsiyarî desthilatdariye’
14:32 ‘Ji bo cîhanek azad û wekhev em ê têbikoşin’
14:01 Saîp: Xebatkarên tenduristiyê bi neheqiyê re rûbirû ne
13:54 3 salin DNA diyar e lê cenaze nadin malbatê
13:28 Berdan Ozturk: Pirsgirika kurd bi çekan çareser nabe
13:10 YE'ê danekirinên li dijî Tirkiyeyê zêde kir
13:09 Aydenîz bi hinceta KHK'ê bi 'endamtiya rêxistinê' hat sûcdarkirin
12:47 Gunay: Daxwaza çareseriyê ya grevên birçîbûnê, daxwaza me ye
12:40 Malbatê cenazeyê Korman piştî 4 mehan girt
12:19 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:01 Parêzer Ozbîngol hat berdan
11:48 Ji bo mijara ambargoya li ser Tirkiyeyê lihevkirin pêk hat
11:47 Danişîna rojnameger Çakmakçi hat taloqkirin
11:07 Karkerê bi ceyranê ve ma jiyana xwe ji dest da
10:56 Tosun ji bo binpêkirina li Sûrê xwest meclîs lêkolîn bike
10:52 Girtiyê nexweş ê 63 salî bi vîrûsa koronayê ket
10:28 TTB: Ji derziyê ku hatine erêkirin fikaran nekin
10:20 Keda karkerên çandiniyê tê xwarin
10:06 Li şûna ‘bertîlxwaran’ derbarê ajans û nûçegihanê me de lêpirsîn hat destpêkirin
09:55 Bersivên ‘kopîkirin-bizeliqîne’ didin pêşniyazpirsên muxalefetê
09:12 Dayika Nafiye: Min qîrek wisa da, erd û asîman hejiya
09:11 Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê dê xebatên xwe bi awayekî onlayn bidomîne
09:10 Ji Stenbolê berê xwe da gundê xwe: Divê mirov pêwendiyê bi civaka xwe re deyne
09:09 'Şikandina tecrîdê dê pêşî li ber aştiya civakî veke'
09:08 Li Dersimê polîtîkayên Cemaeta Gulen di dewrê de ne
09:07 Li Wanê kurseke kurdî jî tune ye
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2020'AN
10/12/2020
20:07 Welatiyê ku xwe kuşt li ser destê xwe 'îş-aş' nivîsandiye
19:42 Îro jî 220 kes ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
17:16 IFJ: Tirkiye ji bo rojnamegeran girtîgeh e
16:48 AKP'ê cezayê hişyariyê da Arslan
16:22 Bersivên bi nakok dan hevjîna girtiyê ku bi telefonê negeriya
15:57 Di hefteya mafên mirovan de bang kirin: Li dijî binpêkirinan têbikoşin
15:53 Malbatan êrîş kirin polîsan binçav kirin
15:33 Heyeta KCD’ê li Silopya hin serdan kirin
15:32 TUAY-DER: Daxwazên girtiyan bi cih bînin
14:59 Bayindir: Wê berxwedana li dijî tecrîdê statuyê pêk bîne
14:58 Yuksekdag: Pêdivî bi têkoşînek xurt a mafan heye
14:22 Danişîna rojnameger Orûç û Çaksû taloq kirin
13:49 ‘Ji bo têkoşîn bidome peywîr dikeve ser milê herkesê’
13:39 Ji ber ku dozger nehat danişîna rojnameger Aslan taloq bû
13:30 Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî kampanya #Çapemeniya Azad da destpêkirin
12:55 Dadgehê di 2020’an de 27 rojnameger girtin
12:43 Yuksekdag: Ji bo em darizînin em derdikevin dadgehê
12:00 Keskîn: Bi qasî dewletê muxalefet jî ji binpêkirina mafan berpirsiyar e
11:25 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:24 805 welatiyan banga ‘tifaqa demokratîk’ li muxalefetê kirin
10:56 Wêjevan û nivîskarên kurd: Bila nivîskar û rojnamegerên girtî bên berdan
10:37 Piştî 111 rojan ‘bê mele’ hat veşartin
10:37 Di komîsyona butçeya jinan diyar bike de jin tune
10:21 Endamê Meclisa Ciwanan a HDP'ê Oguz hat girtin
09:32 5 sal derbas bûn di ser qedexeya Cizîrê re
09:31 Hemû liv û tevgerên HDP'ê dibin mijara fezlekeyan!
09:30 Xwestin bi biryareke sixte nûçeya derbarê şaredarê AKP'î de rakin
09:28 Ûca: Dixwazin Şengalê vala bikin
09:24 Xwestin HES'a li Çemê Zoravayê bê betalkirin, 15 hezar TL ceza li wan hat birîn
09:22 Banga li dijî tecrîdê 'têkoşîneke topyekûn'
09:16 Menguç: Berpirsiyarê rewşa xedar AKP ye
09:15 'Îspat bû ku saziyên muxalif giş tên guhdarîkirin'
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2020'AN
09/12/2020
20:17 Îro 217 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
17:10 Ji HDP’ê serdana budçeyê ya esnafan
16:52 Li Edene û Mêrsînê 6 kes hatin binçavkirin
16:37 Li ser gilîkirina Altûn jina 80 salî hat binçavkirin
16:36 Barzanî li şûna xwe berpirsiyar bibîne, derve sûcdar kir
16:20 Serokwezîrê Iraqê Kazimî tê Enqerê
15:56 Xelata şefafiyê dan TTB’ê
15:52 Erdogan fermanda ku Demîrtaş neyê berdan
15:50 Ji ÎHD û TÎHV’ê rapora binpêkirina mafan: Îşkence û girtiyên nexweş…
15:40 Sêyemîn salvegera Xerzanê: Berpirsyar hikumet e
15:23 Li Amedê herî kêm 2 hezar kedkarên tenduristiyê enfekte bûne
15:01 Rêxistina Efûyê pirsa rewşa Lêpirsîna îşkenceya Şaxê ji Tirkiyeyê kir
14:47 Ji serokê dadgehê bo rojnamevan: Karta te ya zer a çapemeniyê heye?
14:27 Haber-Sen: Sirgûnan paşve bigirin
14:16 Beştaş: Guhdarîkirina muxalefetê ne sincî ye
14:06 Îtîraza rojnamevan Paksoy hat redkirin
14:02 'Divê li Kercewsê edalet bê bicihanîn'
13:58 Tirkiye di duriyanê de ye
13:42 HDP: Tu têkiliya me bi Halît Şaşmaz re nîne
13:29 9 meh cezayê girtîgehê li bersûcê li ser medya civakî tacîz kir hat birin
13:22 Ji Çavdêriyê ji bo Tirkiyeyê name: Bila Dr. Şeyhmûs Gokalp bê berdan
13:15 Doza Berkîn Elvan cara 18’emîn hat taloqkirin
13:14 Xelkê Şengalê 8 rojin li ber xwe didin
12:19 Li Payîzavayê mirina jinekê ya bi guman
11:54 Berfê rêyên 132 gundên Dêrsimê li çûn û hatinê girt
11:33 Armanca êrişên li ser Eyn Îsayê çi ye gelo?