Hemû liv û tevgerên HDP'ê dibin mijara fezlekeyan!

  • rojane
  • 09:31 10 Kanûn 2020
  • |
img

ENQERE – Derbarê 13 parlementerên HDP'î de bi hinceta tevli "Meşa Demokrasiyê" bûne fezleke hatin amadekirin û Parlementerê Wanê Sezaî Temellî jî bi hinceta siyasetmedarên girtî silav kiriye bi "pesindayîna sûc û sûcdar" hat tawanbarkirin. 

Di 3'yê Kanûnê de 62 fezleke hatin Meclîsê. Ji van fezlekeyan 50 jê derbarê Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ne. Fezleke ji ber protestokirina qeyûman, tevlibûna çalakiyên partiyê û parvekirinên medyaya civakiyî hatine amadekirin. 
 
SILAV JÎ SÛC HAT HESIBANDIN 
 
Yek ji parlementerên HDP'ê yên fezleke derbarê wan de hatin amadekirin jî Parlementerê Wanê Sezaî Temellî ye. Di fezlekeyê de axaftina Temellî ya di 3-4'ê Tebaxa 2019'an de li Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê sûc hatiye hesibandin. Temellî di axaftina xwe de gotibû: "... Îro ji ber talîmatên daraza bi talîmatê tevdigere zêdetirî 5 hezar HDP'î girtî ne. Bi awayekî bêsûc hatine girtin. Ev mirov rojek berî rojekê divê bên berdan. Fîgen, Selahattîn, Sebahat û hemû hevalên me rojek berî rojkê divê azad bin. Ji bo azad bibin divê em li hemberî kesên ku belgeya stratejiya reformê ya darazê danîn holê û paşê xwe danê, tevbigerin." 
 
Her wiha dozgeriyê di fezlekeyê de ji bo bilêvkirina navê Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Selma Irmak, Sebahat Tûncelê jî derpêş kiriye ku "sûc û sûcdar hatiye pesinandin" û bilêvkirina navên van siyasetmedarên navbirî sûc hesibandiye. 
 
ŞERMEZARKIRINA QEYÛM 
 
Her wiha ji ber daxuyaniya çapemeniyê ya derbarê protestokirina tayinkirinaa qeyûm de ku tayinî şûna Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli hatibû kirin, sûc hatiye hesibandin û Sezaî Temellî û Hişyar Ozsoy ji ber vê hatine sûcdarkirin û derbarê wan de fezleke hat amadekirin. 
 
JI BER DERBARÊ ÎŞKENCEYÊ DE NIVÎSÎ SÛC HAT HESIBANDIN 
 
Her wiha ji ber ku Parlemnetera Rihayê Ayşe Surucu serdanên malbatan ên li herêma xwe li ser hesabê xwe yê twîtterê parve kirin, ev parvekirin sûc hatin hesibandin. Her wiha ji bo parvekirina Surucuyê ku gotibû "Li Xalfetî ji kesên hatin binçavkirin 3 jê hatin berdan. Yek ji van jinan R. dibêje 'Destên min ji paş ve kelemçe kirin, serdevkî dirêj kirin, pêl min kirin, ceryan dan laşê min û heqaretên ku mirov nikaribe bibêje kirin...' R. nikare li ser pêyan bisekine!" jî hatiye gotin "îftira" ye û daxilî nav fezlekeyê hatiye kirin. 
 
PARVEKIRINÊN MEDYAYA CIVAKIYΠ
 
Her wiha parvekirinên medyaya civakiyî yên Parlementera Stenbolê Oya Ersoyê sûc hatine hesibandin. Parvekirinên Ersoyê yên der barê "Operasyona Çiqilê Zeytûnê", parvekirinên derbarê TTB'yê de sûc hatine hesibandin. Her wiha ji ber ku Ersoyê twîta "... Em şoreşger heya li vê derê bin em ê her tim biqîrin ku AKP diz e" parve kiriye bi "heqareta li serokomar" hatiye tawanbarkirin. 
 
JI BER PIŞTGIRÎ DAN GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ HATIN TAWANBARKIRIN 
 
Her wiha bi hinceta parlementer Dersim Dag, Hişyar Ozsoy, Meral Daniş Beştaş, Ebrû Gunay, Huseyîn Kaçmaz, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Şevîn Coşkûn û Feleknas Ûca piştgirî dane çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, sûc hatiye hesibandin û derbarê parlementerên navbirî de fezleke hatiye amadekirin. 
 
MEŞA DEMOKRASIYÊ 
 
Her wiha beşdarbûyîna "Meşa Demokrasiyê Li Dijî Darbeyê" jî sûc hatiye hesibandin ku HDP'ê piştî betalkirina parlementera Leyla Guven û Mûsa Farisogûllari dabû destpêkirin. 
 
Ji ber Meşa Demokrasiyê derbarê van parlementeran de fezleke hatine amadekirin: “Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Ebrû Gunay, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Hasan Ozguneş, Tulay Hatîmogûllari, Abdûllah Koç, Feleknas Ûca, Mehmet Ruştu Tîryakî, Tayîp Temel, Mûrat Sarisaç, Nûran Îmîr, Saît Dede, Mûazzez Orhan.”
 
MA/ Dîren Yûrtsever

Sernavên din

12/12/2020
09:10 Ji bo karta 8'ê Adarê gotin 'girtiyan motîve dike' û fezleke amade kirin
09:09 Di dema lêdanê de kamerayên midûriyeta polîsan hatine girtin!
09:08 ‘Heya tecrîd neyê rakirin em ê paş de gav navêjin'
09:08 Nerazîbûna HDP û CHP'ê ya ji bo polîtîkaya asîmlasiyonê ya li Dersimê
09:07 Bozgeyîk: Meaşê kêm li gor telîmatên qesrê tê diyarkirin
09:04 ‘16 hezar ciwan hatin binçavkirin, 5 hezar jê hatin girtin'
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2020'AN
11/12/2020
20:22 Îro 226 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:43 Federasyona Şoreşgerên 78’an: Heke em bêdeng bibin wê neyarên gel biaxivin
16:01 TJA’yê rapora tundiya li ser jinan a li bakurê Kurdistanê eşkere kir
15:55 Ciwanên Yekbûyî Meclîsa xwe ya Îzmîrê ava kirin
15:32 Paylan: Wezîr Varank morîkan kom dike
15:17 TUAYDER’a Çûkûrovayê: Zû tecrîdê bi dawî bikin
15:07 Li pêş Wezareta Tenduristiyê bang kirin: Kes qêrîna me na bîhîze
14:53 ‘Berpirsiyarî desthilatdariye’
14:32 ‘Ji bo cîhanek azad û wekhev em ê têbikoşin’
14:01 Saîp: Xebatkarên tenduristiyê bi neheqiyê re rûbirû ne
13:54 3 salin DNA diyar e lê cenaze nadin malbatê
13:28 Berdan Ozturk: Pirsgirika kurd bi çekan çareser nabe
13:10 YE'ê danekirinên li dijî Tirkiyeyê zêde kir
13:09 Aydenîz bi hinceta KHK'ê bi 'endamtiya rêxistinê' hat sûcdarkirin
12:47 Gunay: Daxwaza çareseriyê ya grevên birçîbûnê, daxwaza me ye
12:40 Malbatê cenazeyê Korman piştî 4 mehan girt
12:19 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:01 Parêzer Ozbîngol hat berdan
11:48 Ji bo mijara ambargoya li ser Tirkiyeyê lihevkirin pêk hat
11:47 Danişîna rojnameger Çakmakçi hat taloqkirin
11:07 Karkerê bi ceyranê ve ma jiyana xwe ji dest da
10:56 Tosun ji bo binpêkirina li Sûrê xwest meclîs lêkolîn bike
10:52 Girtiyê nexweş ê 63 salî bi vîrûsa koronayê ket
10:28 TTB: Ji derziyê ku hatine erêkirin fikaran nekin
10:20 Keda karkerên çandiniyê tê xwarin
10:06 Li şûna ‘bertîlxwaran’ derbarê ajans û nûçegihanê me de lêpirsîn hat destpêkirin
09:55 Bersivên ‘kopîkirin-bizeliqîne’ didin pêşniyazpirsên muxalefetê
09:12 Dayika Nafiye: Min qîrek wisa da, erd û asîman hejiya
09:11 Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê dê xebatên xwe bi awayekî onlayn bidomîne
09:10 Ji Stenbolê berê xwe da gundê xwe: Divê mirov pêwendiyê bi civaka xwe re deyne
09:09 'Şikandina tecrîdê dê pêşî li ber aştiya civakî veke'
09:08 Li Dersimê polîtîkayên Cemaeta Gulen di dewrê de ne
09:07 Li Wanê kurseke kurdî jî tune ye
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2020'AN
10/12/2020
20:07 Welatiyê ku xwe kuşt li ser destê xwe 'îş-aş' nivîsandiye
19:42 Îro jî 220 kes ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
17:16 IFJ: Tirkiye ji bo rojnamegeran girtîgeh e
16:48 AKP'ê cezayê hişyariyê da Arslan
16:22 Bersivên bi nakok dan hevjîna girtiyê ku bi telefonê negeriya
15:57 Di hefteya mafên mirovan de bang kirin: Li dijî binpêkirinan têbikoşin
15:53 Malbatan êrîş kirin polîsan binçav kirin
15:33 Heyeta KCD’ê li Silopya hin serdan kirin
15:32 TUAY-DER: Daxwazên girtiyan bi cih bînin
14:59 Bayindir: Wê berxwedana li dijî tecrîdê statuyê pêk bîne
14:58 Yuksekdag: Pêdivî bi têkoşînek xurt a mafan heye
14:22 Danişîna rojnameger Orûç û Çaksû taloq kirin
13:49 ‘Ji bo têkoşîn bidome peywîr dikeve ser milê herkesê’
13:39 Ji ber ku dozger nehat danişîna rojnameger Aslan taloq bû
13:30 Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî kampanya #Çapemeniya Azad da destpêkirin
12:55 Dadgehê di 2020’an de 27 rojnameger girtin
12:43 Yuksekdag: Ji bo em darizînin em derdikevin dadgehê
12:00 Keskîn: Bi qasî dewletê muxalefet jî ji binpêkirina mafan berpirsiyar e
11:25 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:24 805 welatiyan banga ‘tifaqa demokratîk’ li muxalefetê kirin
10:56 Wêjevan û nivîskarên kurd: Bila nivîskar û rojnamegerên girtî bên berdan
10:37 Piştî 111 rojan ‘bê mele’ hat veşartin
10:37 Di komîsyona butçeya jinan diyar bike de jin tune
10:21 Endamê Meclisa Ciwanan a HDP'ê Oguz hat girtin
09:32 5 sal derbas bûn di ser qedexeya Cizîrê re
09:31 Hemû liv û tevgerên HDP'ê dibin mijara fezlekeyan!
09:30 Xwestin bi biryareke sixte nûçeya derbarê şaredarê AKP'î de rakin
09:28 Ûca: Dixwazin Şengalê vala bikin
09:24 Xwestin HES'a li Çemê Zoravayê bê betalkirin, 15 hezar TL ceza li wan hat birîn
09:22 Banga li dijî tecrîdê 'têkoşîneke topyekûn'
09:16 Menguç: Berpirsiyarê rewşa xedar AKP ye
09:15 'Îspat bû ku saziyên muxalif giş tên guhdarîkirin'
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2020'AN
09/12/2020
20:17 Îro 217 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
17:10 Ji HDP’ê serdana budçeyê ya esnafan
16:52 Li Edene û Mêrsînê 6 kes hatin binçavkirin
16:37 Li ser gilîkirina Altûn jina 80 salî hat binçavkirin
16:36 Barzanî li şûna xwe berpirsiyar bibîne, derve sûcdar kir
16:20 Serokwezîrê Iraqê Kazimî tê Enqerê
15:56 Xelata şefafiyê dan TTB’ê
15:52 Erdogan fermanda ku Demîrtaş neyê berdan
15:50 Ji ÎHD û TÎHV’ê rapora binpêkirina mafan: Îşkence û girtiyên nexweş…
15:40 Sêyemîn salvegera Xerzanê: Berpirsyar hikumet e
15:23 Li Amedê herî kêm 2 hezar kedkarên tenduristiyê enfekte bûne
15:01 Rêxistina Efûyê pirsa rewşa Lêpirsîna îşkenceya Şaxê ji Tirkiyeyê kir
14:47 Ji serokê dadgehê bo rojnamevan: Karta te ya zer a çapemeniyê heye?
14:27 Haber-Sen: Sirgûnan paşve bigirin
14:16 Beştaş: Guhdarîkirina muxalefetê ne sincî ye
14:06 Îtîraza rojnamevan Paksoy hat redkirin
14:02 'Divê li Kercewsê edalet bê bicihanîn'
13:58 Tirkiye di duriyanê de ye
13:42 HDP: Tu têkiliya me bi Halît Şaşmaz re nîne
13:29 9 meh cezayê girtîgehê li bersûcê li ser medya civakî tacîz kir hat birin
13:22 Ji Çavdêriyê ji bo Tirkiyeyê name: Bila Dr. Şeyhmûs Gokalp bê berdan
13:15 Doza Berkîn Elvan cara 18’emîn hat taloqkirin
13:14 Xelkê Şengalê 8 rojin li ber xwe didin
12:19 Li Payîzavayê mirina jinekê ya bi guman
11:54 Berfê rêyên 132 gundên Dêrsimê li çûn û hatinê girt
11:33 Armanca êrişên li ser Eyn Îsayê çi ye gelo?