Ûca: Dixwazin Şengalê vala bikin

  • rojane
  • 09:28 10 Kanûn 2020
  • |
img

AMED - Parlementera HDP'ê Feleknas Ûca, diyar kir ku konsepta Şengalê piştî hewldanên DYA'yê yên ji bo êrîşa li ser Îranê rû dane. Ûca, anî ziman ku tê xwestin Şengal bê valakirin û ji bo Bexdayê xetek nû bê çêkirin. 

Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Federe di 9'ê Cotmehê de peymanek çêkiribûn. Lê belê ev peyman bûbû sedem bertekên tund. Bi vê peymanê re hatibû xwestin Navendên Asayîşê yên Êzdixanê bên girtin û zêdetirî 8 hezar esker sewqî herêmê bê kirin. Piştî bertekên hatibûn nîşandan rayedarên Iraqê mecbûr mabûn hevdîtinê bi Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê re bikin. Di hevdîtinê de biryar hatibû girtin ku dê navendên asayîşê yên Êzidxanê yên li Şengalî Sinûnê û Xansorê neyên girtin. 
 
Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê Feleknas Ûca, sedem û encamên peymana Şengalê nirxandin.   
 
FERMANA 75'AN
 
Ûca, anî ziman ku di dîrokê de êzidî tim bi fermanan re rû bi rû mane û bi vê peymanê re derî li fermaneke nû hatiye vekirin. Ûca, vê peymana ku piştî fermana 74'an a bi destê DAIŞ'ê hat kirin, wekî "fermana 75'an" bi nav kir û got: "Çend roj e em meseleya Şengalê temaşe dikin. Di serdemeke ku gelê êzidî yekîtiya xwe ava kiriye, pirsgirêkan xwe bi xwe çareser dike û xwe bi xwe bi rê ve dibin de, peymaneke bi vî rengî rû daye. Ev ne rasthatinî ye. Di dîrokê de her tim êzidî bi fermanan re rû bi rû mane û hatiye xwestin ku bên dagirkirin. Lê belê tevî ev qas komkujiyan jî tu carî serî netewandine. Em baş dizanin ku heger vê peymanê pêk bînin dê êzidî bi fermana 75'an re rû bi rû bimînin. Em ê vê peymanê qebûl nekin. Peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye îmzekirin, delîla polîtîkaya çewisandinê ya zêidiyan e. Armanca vê peymanê ew e ku êzidiyan ji Şengalê derxin. Di demên dawî de heyetek li ser navê Hikûmeta Navendî ya Iraqê çû Şengalê. Di nav heyetê de ereb û tirkmen jî hebûn. Kesên di 3'yê tebaxê de reviyan û êzidî bi komkujiyê re rû bi rû hiştin, niha dixwazin Şengalê teslîm bigirin." 
 
BI DESTÊ PDK'Ê 
 
Ûca, destnîşan kir ku Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistana Federe ji 9'ê Mijdarê heya niha hewl didin peymanê pêk bînin, lê belê ji ber nerazîbûn û bertekan niha wê dane sekinandin. Ûca, bilêv kir ku bêyî vîna gelê Şengalê biryara hatiye girtin. Ûca, anî ziman ku gelê êzidî ku di êrîşên DAIŞ'ê de bi komkujiyê re rû bi rû hatin hiştin bedêlên giran dane û Şengal parastine, lê belê niha tê xwestin ku bi vê peymanê kesên Şengal parastine ji herêmê bên derxistin û got: "Parlementoya Kurdistana Başûr diviyabû vê peymanê îmze nekirina. Lê belê PDK'ê peyman îmze kir. PDK, dixwaze komkujiya nîvcomayî temam bike. Di sala 2007'an de bombe teqiya û gelek kes mirin. Niha dixwazin heman tiştî cardin bikin. Dixwazin Şengalê vala bikin." 
 
XETEK NÛ 
 
Ûca, anî ziman ku ev qewimîn piştî hewldanên DYA'yê yên ji bo êrîşa li ser Îranê rû dane. Ûca, bilêv kir ku tê xwestin Şengal bê valakirin û ji Bexdayê heya Şengalê xetek nû bê çêkirin û got: "Lewma pêdiviya wan bi Şengalê heye. Ji lewra Şengal xwedî pozîsyoneke navendî ye." 
 
AWAYÊ TIRKIYE Û PDK'Ê 
 
Ûca, destnîşan kir ku Tirkiye li herêmê polîtîkayên dagirkirinê pêk tîne û ew û PDK'ê li dor van polîtîkayan bûne şirîk û got: "Em baş dizanin ku li Başûrê Kurdistanê konsepteke cuda pêk tê. Qadên parastinê yên azad tên bombekirin û her roj operasyon tên lidarxistin. Dewleta tikr tenê ne Mexmûr û Şengalê, her roj hîn bêtir axa Başûrê Kurdistanê dagir dike û eskeran sewq dike. Li vê derê jî awayê PDK û Tirkiyeyê bi awayekî aşkere xuya dike. Gava Hikûmeta Navendî çû Şengalê ewilî nimêj kir. Ev yek li Qersê jî pêk hat gava qeyûm hat tayinkirin. Berî serdana şaredariyê bike, nimêj kiribû." 
 
BERXWEDAN 
 
Ûca, destnîşan kir ku ji bo peymana di navbera PDK û hikûmeta Iraqê de hatiye çêkirin bi temamî bê sekinandin pêdivî bi çalakiyên girseyî yên demokratîk heye û ji bo dorfirehkirin berxwedanê bang kir. 
 
MA / Ergîn Çaglar

Sernavên din

12/12/2020
09:10 Ji bo karta 8'ê Adarê gotin 'girtiyan motîve dike' û fezleke amade kirin
09:09 Di dema lêdanê de kamerayên midûriyeta polîsan hatine girtin!
09:08 ‘Heya tecrîd neyê rakirin em ê paş de gav navêjin'
09:08 Nerazîbûna HDP û CHP'ê ya ji bo polîtîkaya asîmlasiyonê ya li Dersimê
09:07 Bozgeyîk: Meaşê kêm li gor telîmatên qesrê tê diyarkirin
09:04 ‘16 hezar ciwan hatin binçavkirin, 5 hezar jê hatin girtin'
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2020'AN
11/12/2020
20:22 Îro 226 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:43 Federasyona Şoreşgerên 78’an: Heke em bêdeng bibin wê neyarên gel biaxivin
16:01 TJA’yê rapora tundiya li ser jinan a li bakurê Kurdistanê eşkere kir
15:55 Ciwanên Yekbûyî Meclîsa xwe ya Îzmîrê ava kirin
15:32 Paylan: Wezîr Varank morîkan kom dike
15:17 TUAYDER’a Çûkûrovayê: Zû tecrîdê bi dawî bikin
15:07 Li pêş Wezareta Tenduristiyê bang kirin: Kes qêrîna me na bîhîze
14:53 ‘Berpirsiyarî desthilatdariye’
14:32 ‘Ji bo cîhanek azad û wekhev em ê têbikoşin’
14:01 Saîp: Xebatkarên tenduristiyê bi neheqiyê re rûbirû ne
13:54 3 salin DNA diyar e lê cenaze nadin malbatê
13:28 Berdan Ozturk: Pirsgirika kurd bi çekan çareser nabe
13:10 YE'ê danekirinên li dijî Tirkiyeyê zêde kir
13:09 Aydenîz bi hinceta KHK'ê bi 'endamtiya rêxistinê' hat sûcdarkirin
12:47 Gunay: Daxwaza çareseriyê ya grevên birçîbûnê, daxwaza me ye
12:40 Malbatê cenazeyê Korman piştî 4 mehan girt
12:19 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:01 Parêzer Ozbîngol hat berdan
11:48 Ji bo mijara ambargoya li ser Tirkiyeyê lihevkirin pêk hat
11:47 Danişîna rojnameger Çakmakçi hat taloqkirin
11:07 Karkerê bi ceyranê ve ma jiyana xwe ji dest da
10:56 Tosun ji bo binpêkirina li Sûrê xwest meclîs lêkolîn bike
10:52 Girtiyê nexweş ê 63 salî bi vîrûsa koronayê ket
10:28 TTB: Ji derziyê ku hatine erêkirin fikaran nekin
10:20 Keda karkerên çandiniyê tê xwarin
10:06 Li şûna ‘bertîlxwaran’ derbarê ajans û nûçegihanê me de lêpirsîn hat destpêkirin
09:55 Bersivên ‘kopîkirin-bizeliqîne’ didin pêşniyazpirsên muxalefetê
09:12 Dayika Nafiye: Min qîrek wisa da, erd û asîman hejiya
09:11 Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê dê xebatên xwe bi awayekî onlayn bidomîne
09:10 Ji Stenbolê berê xwe da gundê xwe: Divê mirov pêwendiyê bi civaka xwe re deyne
09:09 'Şikandina tecrîdê dê pêşî li ber aştiya civakî veke'
09:08 Li Dersimê polîtîkayên Cemaeta Gulen di dewrê de ne
09:07 Li Wanê kurseke kurdî jî tune ye
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2020'AN
10/12/2020
20:07 Welatiyê ku xwe kuşt li ser destê xwe 'îş-aş' nivîsandiye
19:42 Îro jî 220 kes ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
17:16 IFJ: Tirkiye ji bo rojnamegeran girtîgeh e
16:48 AKP'ê cezayê hişyariyê da Arslan
16:22 Bersivên bi nakok dan hevjîna girtiyê ku bi telefonê negeriya
15:57 Di hefteya mafên mirovan de bang kirin: Li dijî binpêkirinan têbikoşin
15:53 Malbatan êrîş kirin polîsan binçav kirin
15:33 Heyeta KCD’ê li Silopya hin serdan kirin
15:32 TUAY-DER: Daxwazên girtiyan bi cih bînin
14:59 Bayindir: Wê berxwedana li dijî tecrîdê statuyê pêk bîne
14:58 Yuksekdag: Pêdivî bi têkoşînek xurt a mafan heye
14:22 Danişîna rojnameger Orûç û Çaksû taloq kirin
13:49 ‘Ji bo têkoşîn bidome peywîr dikeve ser milê herkesê’
13:39 Ji ber ku dozger nehat danişîna rojnameger Aslan taloq bû
13:30 Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî kampanya #Çapemeniya Azad da destpêkirin
12:55 Dadgehê di 2020’an de 27 rojnameger girtin
12:43 Yuksekdag: Ji bo em darizînin em derdikevin dadgehê
12:00 Keskîn: Bi qasî dewletê muxalefet jî ji binpêkirina mafan berpirsiyar e
11:25 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:24 805 welatiyan banga ‘tifaqa demokratîk’ li muxalefetê kirin
10:56 Wêjevan û nivîskarên kurd: Bila nivîskar û rojnamegerên girtî bên berdan
10:37 Piştî 111 rojan ‘bê mele’ hat veşartin
10:37 Di komîsyona butçeya jinan diyar bike de jin tune
10:21 Endamê Meclisa Ciwanan a HDP'ê Oguz hat girtin
09:32 5 sal derbas bûn di ser qedexeya Cizîrê re
09:31 Hemû liv û tevgerên HDP'ê dibin mijara fezlekeyan!
09:30 Xwestin bi biryareke sixte nûçeya derbarê şaredarê AKP'î de rakin
09:28 Ûca: Dixwazin Şengalê vala bikin
09:24 Xwestin HES'a li Çemê Zoravayê bê betalkirin, 15 hezar TL ceza li wan hat birîn
09:22 Banga li dijî tecrîdê 'têkoşîneke topyekûn'
09:16 Menguç: Berpirsiyarê rewşa xedar AKP ye
09:15 'Îspat bû ku saziyên muxalif giş tên guhdarîkirin'
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2020'AN
09/12/2020
20:17 Îro 217 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
17:10 Ji HDP’ê serdana budçeyê ya esnafan
16:52 Li Edene û Mêrsînê 6 kes hatin binçavkirin
16:37 Li ser gilîkirina Altûn jina 80 salî hat binçavkirin
16:36 Barzanî li şûna xwe berpirsiyar bibîne, derve sûcdar kir
16:20 Serokwezîrê Iraqê Kazimî tê Enqerê
15:56 Xelata şefafiyê dan TTB’ê
15:52 Erdogan fermanda ku Demîrtaş neyê berdan
15:50 Ji ÎHD û TÎHV’ê rapora binpêkirina mafan: Îşkence û girtiyên nexweş…
15:40 Sêyemîn salvegera Xerzanê: Berpirsyar hikumet e
15:23 Li Amedê herî kêm 2 hezar kedkarên tenduristiyê enfekte bûne
15:01 Rêxistina Efûyê pirsa rewşa Lêpirsîna îşkenceya Şaxê ji Tirkiyeyê kir
14:47 Ji serokê dadgehê bo rojnamevan: Karta te ya zer a çapemeniyê heye?
14:27 Haber-Sen: Sirgûnan paşve bigirin
14:16 Beştaş: Guhdarîkirina muxalefetê ne sincî ye
14:06 Îtîraza rojnamevan Paksoy hat redkirin
14:02 'Divê li Kercewsê edalet bê bicihanîn'
13:58 Tirkiye di duriyanê de ye
13:42 HDP: Tu têkiliya me bi Halît Şaşmaz re nîne
13:29 9 meh cezayê girtîgehê li bersûcê li ser medya civakî tacîz kir hat birin
13:22 Ji Çavdêriyê ji bo Tirkiyeyê name: Bila Dr. Şeyhmûs Gokalp bê berdan
13:15 Doza Berkîn Elvan cara 18’emîn hat taloqkirin
13:14 Xelkê Şengalê 8 rojin li ber xwe didin
12:19 Li Payîzavayê mirina jinekê ya bi guman
11:54 Berfê rêyên 132 gundên Dêrsimê li çûn û hatinê girt
11:33 Armanca êrişên li ser Eyn Îsayê çi ye gelo?