Di polîtikaya penaberan de dirûtiya NY'ê

  • rojane
  • 10:58 8 Kanûn 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Neteweyên Yekbûyî (NY), ku li dijî Herêma Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê politikayên dirû pêş dixe, niha li gorî berjewendiyên Hikûmeta Sûriyeyê tev digere. 

 
Zêdeyî milyonek penaberên ku ji berê navbera rejîmê û komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê reviya ne, hatine li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih bûne. Beşek ji wan ji welatiyên Heleb û Idlibê yên ji şerê di nabera Rejîma Şamê û komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê de koç kirine û beşa din jî ji bajarê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî koç kirine. Piraniya penaberan li gund û bajaran li avahiyên dibistan, avahiyên vala de bi cih bûne. 125 hezar penaber jî li 15 kampên ku li Herêma Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine avakirin dijîn. Ji ber vetoya ku Rûsya li ser Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbkûyî (NY) pêk tîne, niha deriyê Til Koçer ê Sînor girtî ye. Ji er deriyê sînor girtî ye, alîkariyê nadin Herêma Rêveberiya Xweser. Dîsa ji ber alîkariya tê belavkirin di venêrtina Rêveberiya Şamê de ye, Rêveberiya Şamê jî vê yekê li ser Rêveberiya Herêma Xweser wekî şûr dihejine. 
 
13 KAMP JI ALÎKARIYÊ BÊPAR IN
 
Rêveberiya Xweser tevî hin komeleyên xêrxwaz yên herêmî xizmetên wekî parastin, tenduristî, av û xwarin pêşkêşî koçberên li kampan dike. Ev xizmet li gel kêmasiya eşkere ya rêxistinên navneteweyî pêk tê. Rêxistinên navneteweyî tenê alîkariyan pêşkêşî malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên li kampên Hol û Roj dikin. Rêveberiya Xweser li gel saziyên alîkariyê hewl dide ku alîkariya av, zexîre û amûrên tenduristiyê li kampên penaberan belav bike. Lê Neteweyên Yekbûyî tenê alikariyê dişîne ji kampên ku 65 hezar çeteyên DAIŞ'ê lê dijîn, kampên Hol û Rojê. Lê li aliyê din 13 kampên penaberan ji alîkariya Neteweyên Yekbûyî bêpar dimînin. 
 
Di 9'ê Cotmeha 2019’an de ji ber êrîşên Tirkiye û komên çekdar ên girêdayî wê 12 hezar welatî ji Serêkaniyê koç kirin û li kampa Waşûkanî ya Hesekê bi cih bûn. Lê alîkariyê nadin kampa Waşûkanîyê. 
 
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê du kampên ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê re hene, Hol û Roj in, tê de nêzî 65 hezar kes hene. Lê belê 13 kampên din hene ku rêxistinên mirovî li wan kampan xebatê nakin. Li kampa Waşûkanî ya 12 km dikeve rojavayê Hesekê, zêdetirî 12 hezar koçberên ji Serêkaniyê hene. Li wê kampê alîkariyên navneteweyî tune ne. Koçber alîkariyan ji Rêveberiya Xweser, Heyva Sor a Kurd û hin komeleyên xêrxwawz yên herêmî ku alîkariyan didin şêniyên herêmê, digerin. Li ser mijarê koçber Lorans Elêwî ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Re axivî û got: "Heta niha tu rêxistinan alîkariya me nekiriye, lê tenê rêveberiya kampê û hin xêrxwazên ji herêmê pêdiviyên sereke pêşkêş dikin."
 
Elêwî, der barê tunebûna rêxistinên navneteweyî anî ziman û got "Alîkarî tenê pêşkêşî malbatên DAIŞ’ê dibin. em bang li rêxistinan dikin ku alîkariyan bidin hemû penaberan." 
 
Berpirsa kampê Selwa Ayaz jî ji ANHA re axivî u wiha got: "Heta niha tu rêxistinan alîkarî pêşkêşî kampê nekirine. Di rastiyê de rêxistinên cîhanê li kampê tune ne. Heta niha sedema tunebûna wan û pêkanîna erkên mirovî ne diyar e."
 
Lê kampa Holê ya ku 45 dikeve rojhilatê bajarê Hesekê ku xetertirîn kampên cîhanê ye û ji berê tê de malbatên çeteyên DAIŞ’ê li 8 beşan hene, rewşa pir cuda ye. Li kampa Holê, rêxistinên cîhanê û komeleyên mirovî bi awayekî mezin tevdigerin. Ji wan hin alîkariyên mirovî û pêdiviyên xewê pêşkêş dikin û hin jî xizmetên tenduristî, xwarin û pêdiviyên sereke pêşkêş dikin, hinek jî mehane pereyan pêşkêş dikin.
 
RÊXISTINÊN LI KAMPA HOLÊ DIXEBITIN
 
Der barê rêxistinên li kampa Holê û çawaniya xebitandina wan de, endamê nivîsgeha têkiliyan a rêveberiya kampê Cabir Mistefa wiha axivî: "Niştecihên li kampê bi rêya 34 rêxistinên cîhanî yên mirovî û komeleyên herêmî gelek xizmetguzariyên cur bi cur werdigirin, bi taybet li beşa Muhacîrat tên belavkirin. Ew beş jî yên jinên DAIŞ’ê yên bi nasnameyên erebî û biyanî ne."
 
Ji rêxistinên li kampê dixebitin; Xaça Sor a Navneteweyî, WHO, UNICEF, Sendoqa NY’yê ya nifûsa şêniyan, rêxistina WFP, Rêxistina Heyva Ereb a Sûriyê, rêxistina HD, rêxistina IVP, bijîşkên bêsînor, rêxistina Mar Afram, rêxistina Dêr Mar Yeiqûb, rêxistina Mar Asya, rêxistina rizgarkirina zarokan, rêxistina NRS, rêxistina IRC, rêxistina Mentor, rêxistina Mentor, rêxistina Care, rêxistina Searcy Core, rêxistina Rich, rêxistina Chan,  rêxistina Concern, rêxistina Relief, rêxistina Acted, rêxistina Coba, rêxistina IH, rêxistina Mewede, komeleya Yemame, komeleya Emanî ya Xeyrî, navenda Selam, navenda Smart.
 
Der barê wernegirtina alîkariyan de, têkilî bi hin komeleyên cîhanî re bi taybet ên girêdayî NY’yê hat danîn.
 
‘NY’Î LI GORÎ DAXWAZÊN HIKUMETA ŞAMÊ TEVDIGERE’
 
Çavkaniyekî ji navenda Komîseriya Kar û Barên Koçberan a ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Qamişlo ku navê xwe eşkere nekiriye wiha got: "Komîserî û piranî rêxistinên girêdayî NY’yî yên li Sûriyê dixebitin, hewl dide razîkirina hikumeta Şamê wergire û perspektîfên hikumetê bêyî rewşa mirovî pêk bîne."
 
Çavkanî da zanîn ku komîserê Kar û Barên Koçber û Penaberan a li Sûriyê Iaki Ito piştevaniya helwestên hikumeta Şamê dike û ji çarçoveya nexşeya ku hikumeta Şamê û saziyên wê yên ewlehî çêkirine, dernakeve û wiha pê de çû: "Ew li gorî perspektîfên hikumeta Şamê tevdigere, ne weke ku divê piştevaniya mirovî bike."
 
‘HIKUMETA ŞAMÊ NAXWAZE ALÎKARIYA KOÇBERAN BIKE’
 
Çavkanî wiha domand: "Piştî êrişa dewleta Tirk ên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî muhafizê Hesekê yê girêdayî hikumeta Şamê bi nûner û berpirsên rêxistinên mirovî re û komseriyê re civiya. Di civînê de muhafizê Hesekê bang li tevahî rêxistinan kir ku alîkariyan pêşkêşî koçberan nekin, her wiha piştevaniya kampên li herêmê tên vekirin jî nekin. Muhafiz bang kir ku bila koçber li dibistanan bimînin, da ku perwerdeya bi çavdêriya Rêveberiya Xweser asteng bibe."
 
Gerînendeyê Nivîsgeha Kar û Barên Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed jî wiha got: "Rêxistinên alîkariyê bi nav nêzîkatiyên xwe ji armancên xwe yên bingehên dûr dikeve. Mixabin rewş bi vî rengî ye, polîtîkirina rêxistinan bandoreke neyênî li mekanzîmaya pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ji koçberan re dike." 
 
Li gorî çavêdaran, paşguhkirina rêxistinên girêdayî NY’yê ya pêşkêşkirina alîkariyan ji koçberên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, polîtîk e. Ji ber ku ev rêxistinê li gorî siyasetên ku aliyên piştevaniya wê dikin tev digerin. Bi wê re jî da ku guhartina demografiya herêmê û sûcên ku alî pêk tînin, bi taybet dewleta Tirk, binixumînin. 
 
 

Sernavên din

09/12/2020
11:13 Şeva borî li Pêncwên çi bû?
11:08 Lijneya Ewlehiyê li Silêmaniyê ketin û derketina bajar qedexe kir
10:25 Li bajarên heremê berf û baran bi bandor dibe
10:17 Îşkenceya li herêmê bê navber zêde dibe
09:56 Heyeta ÎHD’ê bi Wezîr Gul re hevdîtin kir
09:43 Piştî sed rojan cenazeyê Olgun li Wanê hat definkirin
09:17 Li Aydinê di mehekê de 400 xebatkarên tenduristiyê bi Covîd-19'ê ketine
09:17 Ji bo AKP'ê hiqûq e, ji bo HDP'ê pepûk e!
09:17 Karkerên OSTÎM'ê: Em nikarin bi meaşê kêm debara xwe bikin
09:16 ‘Bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin, tecrîd bi dawî bibe'
09:16 'Serdema turîzmê bi dawî bû, şewb para bajêr ket'
09:16 Aborîzan Sonmez: AKP şova qalikguhertinê dike
09:12 Li Îmraliyê hevdîtina malbatan jî hat qedexekirin
09:12 Bangawaziya ji bo grevên birçîbûnê
09:12 'Meaşê kêm herî kêm divê bibe 3 hezar û 500 TL'
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2020'AN
08/12/2020
20:17 Li Tirkiyeyê îro 211 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
18:16 Li Başûrê Kurdistanê zarokekî 12 salî hat kuştin
16:49 Testa rêveberê HDP'ê yê dibin çavan de pozîtîf derket
16:44 Jin li dijî tecrîdê meşiyan: Em deng bidin dengê girtiyan
16:37 Endamê Meclîsa HDP'ê Ercan Oguz hat binçavkirin
16:37 15 sal cezayê girtîgehê ji rojnameger Dolan re hat xwestin
15:55 Wezîr Gul, bi serokê TBB’ê Feyzîoglû re hevdîtin kir
15:54 Jin li dijî destdirêjiya Kercewsê daketin meydanan
15:52 Li Dersimê bertek: Rektor ji peywirê bigirin
15:18 Rêxistinên Tenduristiyê yên Mersînê: Baweriya gel bi hikumetê nayê
14:43 KESK 25 salî ye: Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin
14:25 Girtiyan banga xwedî derketana grevên birçîbûnê kirin
14:06 KCD’ê li Şirnexê malbat ziyaret kirin
13:50 Platforma Demokrasiyê ya Wanê: Bila tecrîd were bidawîkirin
13:32 Rapora meha Mijdarê ya ISÎG’ê: 294 karkeran jiyana xwe ji dest da
13:24 HDP, têkildarî amûrên guhdarkirinê yên li avahiya bajêr hatin dîtin wê gilî bike
13:23 Dadgehê 49 sal ceza li kesê dest dirêjî 3 zarokan kir birî
12:56 ‘Dixwazin bi raporê qeyûman rewa nîşan bidin’
12:12 Lêpirsîna avahiya li Kartalê hilweşiya temam bû
12:01 HDK: Tecrîda civakê û tecrîda Îmraliyê girêdayî hev in
11:51 Daxwaza serbest berdana girtiyê nexweşê giran Tûran red kirin
11:29 Başaran: Îqtîdar dixwaze ser bûyera Kercewsê bigire
11:09 Ji bo Hatayê pêşniyara 3 hefte girtinê
10:58 Di polîtikaya penaberan de dirûtiya NY'ê
10:46 Li Hatayê hemû servîs veguherîn lênêrîna awarte
09:33 Şêniyên Dersimê: Em ê bawerî û çanda xwe ji asîmilekirinê biparêz in
09:04 Bi hinceta 'dê çalakiyê li dar bixe' hat binçavkirin, lê ji ber 'heqaretê' ceza lê birîn
09:04 Dayikên ku ji bo yekîtiyê kitanên xwe danîn holê: Êdî bes e
09:04 Parêzvanên mafan: Em bibin dengê grevên birçîbûnê
09:04 Di bûyera kuştina bav û keçê de çeka cerdevanan hatiye şixulandin
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2020'AN
07/12/2020
22:41 Li Başûrê Kurdistanê di xwepêşandanan de 2 kes mirin
20:40 Li Şakranê koma duyem greva birçîbûnê dewr girt
19:59 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber şewbê mirin bû 15 hezar û 103
18:08 Guven: Em ê bi yêkitiyê lîstokên Osmaniyan pûç bikin
16:59 Li Girtîgeha Amedê koma 3’yemîn grevê dewr girt
16:41 ÎKK’ya TMMOB’ê ya Amedê: Daraz di bin kontrola desthilatê de ye
16:40 Wê TTB hevpîşeyen xwe yên jiyana xwe ji dest dane bi bîr bîne
16:31 ‘Ji bo şopên îşkenceyê baş bibin karûbarê edlî dereng tê kirin’
16:21 ÎKK’ya TMMOB’ê ya Amedê: Daraz di bin kontrola desthilatê de ye
16:13 Li Mûglayê jinek hat qetilkirin
16:06 Li Eskîşehîrê bi ser qawişa girtiyên ketine çalakiya greva birçîbûnê de girtin
15:39 Li Êlihê dayika sê zarokan Menîce Îş hat girtin
15:23 Ji rêxistinkirina terîqetan re bertek: Gelê Dersîmê wê serî netewîne
15:22 Ji daxuyaniya li dijî destdirêjiyê re astengî: Rojnameger hatin dûrxistin
15:06 Kampanya qerta piştevaniya bi girtiyan re
14:13 DÎB: Îqtîdar di derewan de sînoran nas nake
14:11 Li Meclisê hevdîtinên budçeyê dest pê kirin
13:47 Wêzîrê Karên Derve yê Almanyayê: Ji bo Tirkiyeyê em ê danêkirinan binirxinîn
13:21 Ûca: Gelo çima nûçeyên tecawîzê hatin qedexekirin?
13:18 408 girtî ji Sêrtê sewqî Êlihê hatin kirin
13:12 Ji ber dubarebûnê doza Rojnameger Parlak red bû
13:03 Jinan li Êlihê bang kirin: Em ê destûra niximandina bûyerê nedin
12:53 Deklarasyona Mafê Jinan a 2020’an: Em zêdetir bi biryarin
12:23 Du karkerên di bin hezanê de man jiyana xwe ji dest dan
12:04 Li Girtîgeha Gebzeyê binpêkirinên mafan zêde dibin
12:03 Li Şengalê meşa piştgiriya asayîşê destpê kir
11:42 Ji rayedaran daxuyaniya Kercewsê: Dest ji faîlan berdan, ketin dû nûçeyê
11:10 Koma sêyemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
10:58 Hevdîtinên butçeya 2021’an dest pê dikin
09:51 Hêzên Îranê kolberê bavê 3 zarokan kuştin
09:24 Nûçeya destdirêjiya li Kercewsê hat astengkirin
09:08 HDP’ê ser û guhê kampa penaberên Sûriyê da hev
09:08 Misircî newêrin biçin Nexweşxaneya Dewletê!
09:07 Bîrdal: Tecrîd pirsgirêka mafê mirovan e
09:07 ‘Êdî bes e ji zilma VEDAŞ’ê re’
09:06 Di ser hilweşandina Goristana Xerzanê de sê sal derbas bûn: Dest ji vê zilmê berdin
09:04 Erdemol: Ji YE biryara danekirinê derkeve wê Tirkiye gelek tiştan winda bike
09:04 Karkerên Atlas Globalê ji bo mafê xwe di çalakiyê de ne
09:04 Di pandemiyê de penabertî zehmet e
09:04 Roportaj dayîn jî, kirin sedema girtinê
09:00 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2020'AN
06/12/2020
19:28 Li Tirkiyê 195 kesên din jî mirin
18:30 Girtiyên li Duzceyê bang li raya giştî kirin
17:45 Li sêgoşeya Licê, Pasûr û Dara Hênê operasyona eskerî
16:59 Polîsan zarokek bi lêdanê binçav kirin
16:49 3 karkerên dibin qalibên betonê de man birîndar bûn
15:56 Ligel ku şer bi dawî bû jî, nobeta alê dewam dike
14:59 Zarokek serdevkî avêtin erdê, destê wî paşve kelepçekirî binçav kirin
14:25 Pitika di nava zeviya şewitî de ma, jiyana xwe ji dest da
12:28 Meclîsa Ciwanên HDP'ê: Em xwedî berxwedana girtiyan derkevin
11:43 Li Amedê xebatkareke din ê tenduristiyê jiyana xwe ji dest da
09:07 Bavê du girtiyan: Berî ku girtî dest bi rojiya mirinê bikin daxwazên wan qebûl bikin
09:07 Du hefte ye haya wê ji hevjînê wê yê bi Covîd-19'ê ketiye tune ye