Ji rayedaran daxuyaniya Kercewsê: Dest ji faîlan berdan, ketin dû nûçeyê

  • rojane
  • 11:42 7 Kanûn 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rayedarên têkildarî bûyera tecawîzê ya li Kercewsê daxuyanî dan, dest ji faîlan berdan ketin dû nûçeyê. Miduriyeta Polîsan, nûçeya tecawîzê weke “operasyona têgînê” nirxand û derbarê parvekirinên medya civakî yên 27 kesan de, dest bi lêpirsînê kir.   
 
Ajansa Jinnewsê, bi nûçeya serwîs kiribû bûyera tecawîzê ya li dijî zaroka li navçeya Kercewsê ya Êlihê hatibû jiyîn derxistibû holê. Nûçeya Jinnewsê ya bi ser navê “Lêpirsîna tecawîzê ya Kercewsê: Çawîşê pispor, polîs, cerdevan û 27 nav hene” di raya giştî de nav û deng da. 
 
Miduriyeta Giştî ya Polîsan, Walîtiya Êlihê û Serdozgeriya Komarê ya Êlihê, yên li ser bertekan daxuyanî dan, dest ji faîlan berdan, ketin dû nûçeya derbarê tecawîzê de hatibû serwîskirin. 
 
MIDURIYETA POLÎSAN: OPERASYONA TÊGÎNÊ
 
Miduriyeta Giştî ya Polîsna di daxuyaniya da de, wiha got: “Bûyera tacîza zayendî ya li navçeya Kercewsê ya Êlihê hat jiyîn, bi piştgiriya rêxistina terorê tê xwestin ku operasyona têgînê bê bi rêve birin. Ji ber vê me derbarê parvekirinên medya civakî yên 27 kesan de, dest bi lêpirsînê kir.”   
 
WALÎTIYA ÊLIHÊ  
 
Walîtiya Êlihê jî, derbarê bûyerê de ev daxuyanî da: “Derbarê bûyera îstîsmara zayendî ya li navçeya Kercewsê hat jiyîn de, me pêdivî pê dît ku em raya giştî ronî bikin. Serdozgeriya Komarê ya Êlihê jî, di 05.12.2020’an de, derbarê bûyerê de daxuyaniyek da bû gotibû ku di lêpirsîna bi rêve dibe de, navê tu erkdarên çemawerî derbas nabe. Lê hin saziyên medyayê û platformên medya civakî yên piştgiriyê didin rêxistina terorê, bi zanebûn îdîa dikin ku têkiliya esker, polîs û cerdevanan bi vê bûyerê re heye. Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Kercewsê, wê derbarê van saziyên medyayê, platformên medya civakî û kesên dixwazin vê bûyerê belav bikin de, gilî bike.” 
 
SERDOZGERIYA KOMARÊ YA ÊLIHÊ
 
Serdozgeriya Komarê ya Êlihê jî, ev daxuyanî da bû, “Ji ber ku bûyer di sînorê navçeya Kercewsê de pêk hatiye, dosyeya lêpirsînê di 17’ê Mijdara 2020’an de, ji bo Serdozgeriya Komarê ya Kercewsê hat şandin. Serdozgeriya Komarê ya Kercewsê jî, di çarçoveya îdîa û îfadeyên mexdûr û gumanbaran de, hemû delîl kom kirine û bi awayekê xurt nirxandine. Yek ji gumanbaran M.A. di çarçoveya lêpirsînê de, di 13’yê Mijdara 2020’an de hatiye girtin. Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Kercewsê, di 18’ê Mijdara 2020’an de, têkildarî bûyerê biryara nepeniyê û qedexeya weşanê dide. Lê hin saziyên medyayê, vê bûyerê di weşanên xwe de parve dikin. Parvekirin û îdîayên hatin kirin, rastiyê venabêjin.”
 

Sernavên din

09/12/2020
11:13 Şeva borî li Pêncwên çi bû?
11:08 Lijneya Ewlehiyê li Silêmaniyê ketin û derketina bajar qedexe kir
10:25 Li bajarên heremê berf û baran bi bandor dibe
10:17 Îşkenceya li herêmê bê navber zêde dibe
09:56 Heyeta ÎHD’ê bi Wezîr Gul re hevdîtin kir
09:43 Piştî sed rojan cenazeyê Olgun li Wanê hat definkirin
09:17 Li Aydinê di mehekê de 400 xebatkarên tenduristiyê bi Covîd-19'ê ketine
09:17 Ji bo AKP'ê hiqûq e, ji bo HDP'ê pepûk e!
09:17 Karkerên OSTÎM'ê: Em nikarin bi meaşê kêm debara xwe bikin
09:16 ‘Bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin, tecrîd bi dawî bibe'
09:16 'Serdema turîzmê bi dawî bû, şewb para bajêr ket'
09:16 Aborîzan Sonmez: AKP şova qalikguhertinê dike
09:12 Li Îmraliyê hevdîtina malbatan jî hat qedexekirin
09:12 Bangawaziya ji bo grevên birçîbûnê
09:12 'Meaşê kêm herî kêm divê bibe 3 hezar û 500 TL'
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2020'AN
08/12/2020
20:17 Li Tirkiyeyê îro 211 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
18:16 Li Başûrê Kurdistanê zarokekî 12 salî hat kuştin
16:49 Testa rêveberê HDP'ê yê dibin çavan de pozîtîf derket
16:44 Jin li dijî tecrîdê meşiyan: Em deng bidin dengê girtiyan
16:37 Endamê Meclîsa HDP'ê Ercan Oguz hat binçavkirin
16:37 15 sal cezayê girtîgehê ji rojnameger Dolan re hat xwestin
15:55 Wezîr Gul, bi serokê TBB’ê Feyzîoglû re hevdîtin kir
15:54 Jin li dijî destdirêjiya Kercewsê daketin meydanan
15:52 Li Dersimê bertek: Rektor ji peywirê bigirin
15:18 Rêxistinên Tenduristiyê yên Mersînê: Baweriya gel bi hikumetê nayê
14:43 KESK 25 salî ye: Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin
14:25 Girtiyan banga xwedî derketana grevên birçîbûnê kirin
14:06 KCD’ê li Şirnexê malbat ziyaret kirin
13:50 Platforma Demokrasiyê ya Wanê: Bila tecrîd were bidawîkirin
13:32 Rapora meha Mijdarê ya ISÎG’ê: 294 karkeran jiyana xwe ji dest da
13:24 HDP, têkildarî amûrên guhdarkirinê yên li avahiya bajêr hatin dîtin wê gilî bike
13:23 Dadgehê 49 sal ceza li kesê dest dirêjî 3 zarokan kir birî
12:56 ‘Dixwazin bi raporê qeyûman rewa nîşan bidin’
12:12 Lêpirsîna avahiya li Kartalê hilweşiya temam bû
12:01 HDK: Tecrîda civakê û tecrîda Îmraliyê girêdayî hev in
11:51 Daxwaza serbest berdana girtiyê nexweşê giran Tûran red kirin
11:29 Başaran: Îqtîdar dixwaze ser bûyera Kercewsê bigire
11:09 Ji bo Hatayê pêşniyara 3 hefte girtinê
10:58 Di polîtikaya penaberan de dirûtiya NY'ê
10:46 Li Hatayê hemû servîs veguherîn lênêrîna awarte
09:33 Şêniyên Dersimê: Em ê bawerî û çanda xwe ji asîmilekirinê biparêz in
09:04 Bi hinceta 'dê çalakiyê li dar bixe' hat binçavkirin, lê ji ber 'heqaretê' ceza lê birîn
09:04 Dayikên ku ji bo yekîtiyê kitanên xwe danîn holê: Êdî bes e
09:04 Parêzvanên mafan: Em bibin dengê grevên birçîbûnê
09:04 Di bûyera kuştina bav û keçê de çeka cerdevanan hatiye şixulandin
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2020'AN
07/12/2020
22:41 Li Başûrê Kurdistanê di xwepêşandanan de 2 kes mirin
20:40 Li Şakranê koma duyem greva birçîbûnê dewr girt
19:59 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber şewbê mirin bû 15 hezar û 103
18:08 Guven: Em ê bi yêkitiyê lîstokên Osmaniyan pûç bikin
16:59 Li Girtîgeha Amedê koma 3’yemîn grevê dewr girt
16:41 ÎKK’ya TMMOB’ê ya Amedê: Daraz di bin kontrola desthilatê de ye
16:40 Wê TTB hevpîşeyen xwe yên jiyana xwe ji dest dane bi bîr bîne
16:31 ‘Ji bo şopên îşkenceyê baş bibin karûbarê edlî dereng tê kirin’
16:21 ÎKK’ya TMMOB’ê ya Amedê: Daraz di bin kontrola desthilatê de ye
16:13 Li Mûglayê jinek hat qetilkirin
16:06 Li Eskîşehîrê bi ser qawişa girtiyên ketine çalakiya greva birçîbûnê de girtin
15:39 Li Êlihê dayika sê zarokan Menîce Îş hat girtin
15:23 Ji rêxistinkirina terîqetan re bertek: Gelê Dersîmê wê serî netewîne
15:22 Ji daxuyaniya li dijî destdirêjiyê re astengî: Rojnameger hatin dûrxistin
15:06 Kampanya qerta piştevaniya bi girtiyan re
14:13 DÎB: Îqtîdar di derewan de sînoran nas nake
14:11 Li Meclisê hevdîtinên budçeyê dest pê kirin
13:47 Wêzîrê Karên Derve yê Almanyayê: Ji bo Tirkiyeyê em ê danêkirinan binirxinîn
13:21 Ûca: Gelo çima nûçeyên tecawîzê hatin qedexekirin?
13:18 408 girtî ji Sêrtê sewqî Êlihê hatin kirin
13:12 Ji ber dubarebûnê doza Rojnameger Parlak red bû
13:03 Jinan li Êlihê bang kirin: Em ê destûra niximandina bûyerê nedin
12:53 Deklarasyona Mafê Jinan a 2020’an: Em zêdetir bi biryarin
12:23 Du karkerên di bin hezanê de man jiyana xwe ji dest dan
12:04 Li Girtîgeha Gebzeyê binpêkirinên mafan zêde dibin
12:03 Li Şengalê meşa piştgiriya asayîşê destpê kir
11:42 Ji rayedaran daxuyaniya Kercewsê: Dest ji faîlan berdan, ketin dû nûçeyê
11:10 Koma sêyemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
10:58 Hevdîtinên butçeya 2021’an dest pê dikin
09:51 Hêzên Îranê kolberê bavê 3 zarokan kuştin
09:24 Nûçeya destdirêjiya li Kercewsê hat astengkirin
09:08 HDP’ê ser û guhê kampa penaberên Sûriyê da hev
09:08 Misircî newêrin biçin Nexweşxaneya Dewletê!
09:07 Bîrdal: Tecrîd pirsgirêka mafê mirovan e
09:07 ‘Êdî bes e ji zilma VEDAŞ’ê re’
09:06 Di ser hilweşandina Goristana Xerzanê de sê sal derbas bûn: Dest ji vê zilmê berdin
09:04 Erdemol: Ji YE biryara danekirinê derkeve wê Tirkiye gelek tiştan winda bike
09:04 Karkerên Atlas Globalê ji bo mafê xwe di çalakiyê de ne
09:04 Di pandemiyê de penabertî zehmet e
09:04 Roportaj dayîn jî, kirin sedema girtinê
09:00 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2020'AN
06/12/2020
19:28 Li Tirkiyê 195 kesên din jî mirin
18:30 Girtiyên li Duzceyê bang li raya giştî kirin
17:45 Li sêgoşeya Licê, Pasûr û Dara Hênê operasyona eskerî
16:59 Polîsan zarokek bi lêdanê binçav kirin
16:49 3 karkerên dibin qalibên betonê de man birîndar bûn
15:56 Ligel ku şer bi dawî bû jî, nobeta alê dewam dike
14:59 Zarokek serdevkî avêtin erdê, destê wî paşve kelepçekirî binçav kirin
14:25 Pitika di nava zeviya şewitî de ma, jiyana xwe ji dest da
12:28 Meclîsa Ciwanên HDP'ê: Em xwedî berxwedana girtiyan derkevin
11:43 Li Amedê xebatkareke din ê tenduristiyê jiyana xwe ji dest da
09:07 Bavê du girtiyan: Berî ku girtî dest bi rojiya mirinê bikin daxwazên wan qebûl bikin
09:07 Du hefte ye haya wê ji hevjînê wê yê bi Covîd-19'ê ketiye tune ye