Du hefte ye haya wê ji hevjînê wê yê bi Covîd-19'ê ketiye tune ye

  • rojane
  • 09:07 6 Kanûn 2020
  • |
img
AMED - Hatîce Yakişir, anî ziman ku hevjînê wê Talîp Yakişir ê di Girtîgeha Menemen a Tîpa T'yê de bi şewba Covîd-19'ê ketiye û got: “Du hefte ye tu xeberê jê nagirim." 
 
Li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê tecrîda li ser girtîgehan û binpêkirinên mafan her ku diçe zêdetir dibin. Hatîce Yakişir ku hevjînê wê Talîp Yakişir ê ku di Girtîgeha Menemen a Îzmîr a Tîpa T'yê de ye, diyar kir ku hevjînê wê bi şewba Covîd-19'ê ketiye û 15 roj in xeber ji hevjînê xwe negirtiye. 
 
Yakişirê got: “Rayedarên Girtîgeha Menemenê di 19’ê Mijdarê de li me geriyan û gotin ‘Testa hevjînê te pozîtîf derketiye. Bila haya te jê hebe hûn ê nikaribin du hefteyan hevdîtinê pêk bînin.' Min jî got, îcar ez ê çawa agahiyê ji hevjînê xwe bigirim? Ji min re gotin ‘Tu dikarî bi nameyê agahiyê jê bigirî’. Hevjînê min di sala 2018’an de ji ber tuberkulozê tedawî dibû. Ji ber vê yekê ez rewşa wî mereq dikim. Ez name binivîsim, herî kêm di 2 hefteyan de nagihije destê wî û heta wê demê dê karantîna jî bi qede.”
 
JI BER GARDIYANAN PÊ DIKEVIN 
 
Yakişir, destnîşan kir ku rayedarên girtîgehê tenê gotine hevjînê wê bi şewbê ketiye, lê belê derbarê girtiyên bi hevjînê wê re dimînin de tiştek negotine û wiha axivî: “Hevjînê min jî di nav de 6 kes di odeyekê de dimînin. Min jî got, ancax bi rêya gardiyanan girtî bi şewbê bikevin, tiştek negotin. Pişt re gotin ‘niha tu pirsgirêk nîne, rewşa wan baş e. Tenê ji bo tahlîlan birine nexweşxaneyê, tedawiya hevjînê te didome.’”
 
FIKARÊN MALBATÊ
 
Yakişir, anî ziman ku di 26’ê Mijdarê de ji bo li rewşa hevjînê xwe bipirse dîsa telefonî girtîgehê kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî hefteyek derbas bû, min telefonî girtîgehê kir û min li rewşa hevjînê xwe pirsî. Dîsa gotin ‘niha tu pirsgirêk nîne, di karantînayê de ne tên îzolekirin.' Dû re gotin ‘Di 3’yê Kanûnê de cardin dê bê testkirin û li gor encamê em ê telefonî we bikin.' Di 3’yê Kanûnê de min cardin telefonî girtîgehê kir. Gotin, ‘Testa Talîp Yakişir pozîtîf ya 5 hevalên wî negatîf derketiye. Niha bi tena serê xwe li odeyekê tê îzolekirin. Wê 10 rojê din jî di karantînayê de be. Di vê demê de nikare telefonî we bike.' Jixwe 15 roj in telefonî min nekiriye. Heya 10 roj din jî nake. Bû 25 roj. Ez tu xeberê ji hevjînê xwe nagirim. Bifikar im. Ez bawer im axaftina wî ya bi telefonê ew qas ne zehmet e. Heger telefon bikira, ne ez ne jî dayika wî, em ê ev qas ne bifikar bûna. Li odeyeke biçûk, bi tena serê xwe dimîne. Nabin nexweşxaneyê, dibêjin li girtîgehê tê tedawîkirin. Îcar tedawiyeke çawa ye, em wê jî nizanin.”
 
LI GIRTÎGEHÊ NEXWEŞ KETIYE 
 
Yakişir, da zanîn ku wexta hevjînê wê li derve bûye, tu nexweşiyên wî tunebûne û got: “Di sala 2018’an de ji birayê wî re gotine, nexweşîna tuberkulozê lê peyda bûye. Min û dayika wî nedizanî. Pişt re ji ber ku wê demê ez di nexweşxaneyekê de dixebitîm hevjînê min navê dermanekê da min ku ji bijîşkan bipirsim. Min lê nêrî ku dermanekî di tedawiya tuberkulozê de tê bikaranîn. Dû re got, ji ber vê tedawî dibim. Ji ber ku nû dest pê kiribû ew nexweşî derbas kir. Lê aşiyeke vê nexweşiyê heye, piştî ku pêvajoya pandemiyê dest pê kir bi hinceta pandemiyê nebirin nexweşxaneyê û aşî nekirin. Me wê demê serî li ÎHD’ê da ku mafê wî yê tedawîbûnê ji dest hatiye girtin.”
 
‘MALBAT TÊN CEZAKIRIN’
 
Yakişir, derbarê rewşa hevjînê xwe de bang li rayedaran kir: “Hevjînê min niha li cihekî bê hewa û girtî de ye. Ji ber ku berê tuberkuloz lê peyda bûye, ez gelek bi fikar im. Wekî ku henekên xwe me bikin, dibêjin dikarî bi nameyê xeberê jê bigirî. Ez bawer im axaftina bi telefonê ne ev qasî zor e. Nikarin mafekî wiha binpê bikin. Hema em tenê dengê wî jî bibihîzin, bes e. Rayedar bi vî şiklî têkiliya girtî ya bi derve qût dikin. Ev tahdeyeke derûnî ye. Jixwe bi tena serê xwe di odeyekê de ye. Rayedar, malbatan qet nafikirin û bi vî şiklî malbatan jî ceza dikin.”

Sernavên din

06/12/2020
14:59 Zarokek serdevkî avêtin erdê, destê wî paşve kelepçekirî binçav kirin
14:25 Pitika di nava zeviya şewitî de ma, jiyana xwe ji dest da
12:28 Meclîsa Ciwanên HDP'ê: Em xwedî berxwedana girtiyan derkevin
11:43 Li Amedê xebatkareke din ê tenduristiyê jiyana xwe ji dest da
09:07 Bavê du girtiyan: Berî ku girtî dest bi rojiya mirinê bikin daxwazên wan qebûl bikin
09:07 Du hefte ye haya wê ji hevjînê wê yê bi Covîd-19'ê ketiye tune ye
09:06 Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê: Tevdîreke giştî ya ji bo 14 rojan divê
09:05 Li Dersimê hejmara kesên bi şewbê dikevin zêde dibe
09:05 ‘Cîhatê min li Sûrê çû, lê Cîhat Bager çêbû'
09:03 Qedexe ji bo wan birçîbûnî ye
09:01 Ûgûrlû: Xwedîderketina li grevên birçîbûnê xwedîderketina li azadiya civakê ye
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2020'AN
05/12/2020
21:10 Sebahat Tûncel jî dê dest bi greva birçîbûnê bike
19:39 196 kes mirin, 31 hezar û 896 kes jî pê ketin
19:00 Girtiyên di gerva birçîbûnê de ji bo 'têkoşîna bi hev re' bang kirin
17:10 Girtiyê nexweş Mehmet Yavûz serbest berdin
17:08 Binpêkirinên mafan ên piştî greva birçîbûnê yên li Girtîgeha Rihayê
16:49 Li Antalyayê, bi pileya 5.4 erd hejiya
16:11 Li Wanê 7 girtî di greva birçîbûnê de ne
15:51 8 sal cezayê girtîgehê li cîgirê berê yê şaredarê Wêranşarê hat birîn
15:04 Li Bedlîsê qezaya trafîqê: Kesekî jiyana xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn
14:54 Derket holê ku bi kincan hatiye definkirin
14:39 Dayikên Şemiyê xwestin faîlên Demîr û Akîpa bên darizandin
13:26 Muamele xerab li girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de kirin
12:33 Înîsiyatîfê xwest girtiyên nexweş ên giran Demîr û Kiliç bên berdan
12:22 Li gel belgenameya ‘hatiye binçavkirin” jî 23 sal in winda ye
11:59 Li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê, mûameleya xirab
11:59 Operasyona leşkerî ya li Bedlîsê didome
11:03 Malpera Jinnewsê hat astengkirin
09:37 ‘Ji ber bêstatûbûyînê mafê penaberan tê binpêkirin'
09:15 DEDAŞ'ê ceryan qut kir, berdarî û hilberîn kêm bû
09:14 Biryara AYM'ê ya derbarê kamerayên li girtîgehan hatine bicihkirin: Binpêkirina mafan e
09:13 Berdevkê ÎSÎG'ê Guven: Bi pandemiyê re cinayetên kar zêde bûn
09:13 Dayikên Aştiyê: Em vê tecrîdê qebûl nakin!
09:12 Dadgeha Bilind cezayê wî xera kir, lê belê hîn jî di girtîgehê de ye
09:11 Bavê girtiyê nexweş Tûran: Kesekî ku nikare bi tena serê xwe avê jî vexwe dê çawa ji bo civakê talûke be
09:10 Li Amedê hejmara duçerxeyan zêde dibe, lê rêyên wan tên dagirkirin
09:10 Cîgerê Hevserokê MXDŞ'ê: Bi Hikûmeta Iraqê re tu tifaq û peyman nehatine çêkirin
09:09 Ji Weşanxaneya Lîsê 30 pirtûk derketin 21 pirtûkên din jî dertên
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2020'AN
04/12/2020
19:59 193 kes mirin, 32 hezar û 736 kes jî pê ketin
18:16 Li Şirnexê ji 23 kesên hatin binçavkirin 19 kes hatin berdan
18:10 Serlêdana malbatan a ji bo çûyîna Îmraliyê hat redkirin
16:25 Press In Arrest: Di navenda zextên li ser çapemeniyê de MA heye
15:37 Roj bi roj dihele
15:17 Li Girtîgeha Tîpa T a Amedê îşkenceya biço
14:52 Rêxistinên sivîl bertek nîşanî girtina Dr. Gokalp dan
14:51 Gunay: Mekanîzmeya darbeyê bi tecrîda li ser Ocalan dewam dike
14:11 ÎHD: Bila derbarê mirina Erbaş de lêpirsîn bê destpêkirin
14:05 Serokê Konseya YE’yê Michel: Divê ev lîstika mişk û pisîkê bi dawî bibe
13:52 Li Farqînê 416 polikên zîv hatin girtin
13:51 KESK: Mûçeyê kêmane ne qencî ye mafek mirovî yê bingehîn e
13:39 Di meha mijdarê de ji bo 2 hezar û 946 hesabên medya civakî kirarî hat kirin
13:11 Parêzerê girtiyê nexweş giliyê Miduriyeta Polîsan a Amedê kir
12:54 Ebdî: Di şerê navbera kurdan de Şoreşa Rojava wê zirarek mezin bibîne
12:53 Yildirimê HDP’î ku bi koronayê ketiye rakirin nexweşxaneyê
12:12 DFG’ê rapora meha Mijdarê ya rojnamevanan eşkere kir
11:49 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:27 Operasyona eskerî: Li 46 gundan qedexeya derketina derve
11:09 Têkoşîna karkerên Tekstîla Ozakê bi ser ket
11:02 Qedexeya li Wanê di roja hezar û 474'an de ye
10:51 Girtî derp kirin, dest danîn ser eşyayên wî
10:20 Li Wêranşarê îdîaya di du rojan de 2 'întîhar'
09:56 Derbarê kuştina Erbaş de lêpirsîna ‘biqisûr’ hat destpêkirin
09:17 Ji Dayika Aştiyê Kiran banga yekîtiyê: Ne ji bo birakujiyê divê em ji bo yekîtiyê rabin
09:16 Malbatên girtiyan: Em ê li ber zindanan kon vedin
09:15 'Walî û Midûriyeta Polîsan a Şirnexê wekî partîzanên AKP'ê tevdigerin'
09:14 Li Mêrsînê 300 kes bûn endamên HDP'ê
09:08 Esnafên Çarşiya Sifirkaran: Dikan vekirîne, lê di asasê xwe de girtî ne
09:07 Parlementer Gulum: Girtîgeh veguherîne malên komkujiyê
09:06 30 sal in perçeyek têkoşîna jinê ye
09:06 Tumuklu: A ku tecrîda li Îmraliyê bişikîne têkoşîn e
09:05 Îlhan:Armanca sereke tunekirina destkeftiyên kurda ne
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2020'AN
03/12/2020
20:46 Li Şirnexê 6 kes hatin berdan û kesek hat girtin
20:40 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 14 hezar û 316
18:13 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li nivîskar Deryaspî birî
16:57 50 fezlekeyên nû derbarê parlamenterên HDP'ê de amede kirin
16:53 Wê li hucreya yek kesî tevlî çalakiya greva birçîbûnê bibe
16:08 Li Misircê erdhej: Avahiyan xesar dît û nexweşxane hat valakirin
15:57 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
14:49 HDP’ê daxwaza xwe ya bihayê asgarî aşkera kir: Divê herî kêm 4 hezar TL be
14:30 Serlêdanên 8'emîn Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî dest pê kir
14:29 Ji bo Serokatiya Şaredariya Sîweregê jinek hat hilbijartin
13:44 Başaran: Roj roja berxwedana li dijî pergala zilam-dewletê ye
13:38 AYM, serlêdana Paylan bi hinceta “demboriyê” red kir
13:36 Li ber Ozgur Ulke ya hatibû bombekirin bang kirin: Em dîsa li vê derê ne
13:04 Parlamenter Guzel têkildarî tundiya li ser jinên astengdar pêşnûmeke lêkolînê da meclisê
12:50 Federasyona Pêkhateyên Bêasteng: Em salê tenê carek tên bîra mirovan
12:47 Çalakiya greva birçîbûnê bi tevlîbûnên nû dewam dike
12:47 Parêzeran ji bo serdana Îmraliyê serlêdan kirin
12:02 Piştigiriyên ji bo Asayîşa Êzidxan didomin
11:52 ENAG, TUÎK’ê derew derxist: Di meha Mijdarê de enflasyon 3.43 zêde bû
11:43 Ji JinNews’ê çeteleya tundiyê ya mijdarê: 30 jin hatin kuştin
11:12 Rêya Sêrt û Bedlîsê ji ber erdhejê ji trafîqê re hat girtin
10:49 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Em li daxwazên wan xwedî derkevin
09:55 Dozger ji 112’an îxbarê derxist lê nikaribû tu belgeyan bi dest bixe
09:12 16 caran îşkenceya binçavkirinê
09:11 Li HDP'iyên ku binçavkirina hevserokan şermezar kirin 139 hezar û 500 TL ceza birîn
09:11 Ji kesên heqaret li Guvenê kiribûn tenê derbarê 3 kesan de îdianame hat amadekirin