Du hefte ye haya wê ji hevjînê wê yê bi Covîd-19'ê ketiye tune ye

  • rojane
  • 09:07 6 Kanûn 2020
  • |
img
AMED - Hatîce Yakişir, anî ziman ku hevjînê wê Talîp Yakişir ê di Girtîgeha Menemen a Tîpa T'yê de bi şewba Covîd-19'ê ketiye û got: “Du hefte ye tu xeberê jê nagirim." 
 
Li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê tecrîda li ser girtîgehan û binpêkirinên mafan her ku diçe zêdetir dibin. Hatîce Yakişir ku hevjînê wê Talîp Yakişir ê ku di Girtîgeha Menemen a Îzmîr a Tîpa T'yê de ye, diyar kir ku hevjînê wê bi şewba Covîd-19'ê ketiye û 15 roj in xeber ji hevjînê xwe negirtiye. 
 
Yakişirê got: “Rayedarên Girtîgeha Menemenê di 19’ê Mijdarê de li me geriyan û gotin ‘Testa hevjînê te pozîtîf derketiye. Bila haya te jê hebe hûn ê nikaribin du hefteyan hevdîtinê pêk bînin.' Min jî got, îcar ez ê çawa agahiyê ji hevjînê xwe bigirim? Ji min re gotin ‘Tu dikarî bi nameyê agahiyê jê bigirî’. Hevjînê min di sala 2018’an de ji ber tuberkulozê tedawî dibû. Ji ber vê yekê ez rewşa wî mereq dikim. Ez name binivîsim, herî kêm di 2 hefteyan de nagihije destê wî û heta wê demê dê karantîna jî bi qede.”
 
JI BER GARDIYANAN PÊ DIKEVIN 
 
Yakişir, destnîşan kir ku rayedarên girtîgehê tenê gotine hevjînê wê bi şewbê ketiye, lê belê derbarê girtiyên bi hevjînê wê re dimînin de tiştek negotine û wiha axivî: “Hevjînê min jî di nav de 6 kes di odeyekê de dimînin. Min jî got, ancax bi rêya gardiyanan girtî bi şewbê bikevin, tiştek negotin. Pişt re gotin ‘niha tu pirsgirêk nîne, rewşa wan baş e. Tenê ji bo tahlîlan birine nexweşxaneyê, tedawiya hevjînê te didome.’”
 
FIKARÊN MALBATÊ
 
Yakişir, anî ziman ku di 26’ê Mijdarê de ji bo li rewşa hevjînê xwe bipirse dîsa telefonî girtîgehê kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî hefteyek derbas bû, min telefonî girtîgehê kir û min li rewşa hevjînê xwe pirsî. Dîsa gotin ‘niha tu pirsgirêk nîne, di karantînayê de ne tên îzolekirin.' Dû re gotin ‘Di 3’yê Kanûnê de cardin dê bê testkirin û li gor encamê em ê telefonî we bikin.' Di 3’yê Kanûnê de min cardin telefonî girtîgehê kir. Gotin, ‘Testa Talîp Yakişir pozîtîf ya 5 hevalên wî negatîf derketiye. Niha bi tena serê xwe li odeyekê tê îzolekirin. Wê 10 rojê din jî di karantînayê de be. Di vê demê de nikare telefonî we bike.' Jixwe 15 roj in telefonî min nekiriye. Heya 10 roj din jî nake. Bû 25 roj. Ez tu xeberê ji hevjînê xwe nagirim. Bifikar im. Ez bawer im axaftina wî ya bi telefonê ew qas ne zehmet e. Heger telefon bikira, ne ez ne jî dayika wî, em ê ev qas ne bifikar bûna. Li odeyeke biçûk, bi tena serê xwe dimîne. Nabin nexweşxaneyê, dibêjin li girtîgehê tê tedawîkirin. Îcar tedawiyeke çawa ye, em wê jî nizanin.”
 
LI GIRTÎGEHÊ NEXWEŞ KETIYE 
 
Yakişir, da zanîn ku wexta hevjînê wê li derve bûye, tu nexweşiyên wî tunebûne û got: “Di sala 2018’an de ji birayê wî re gotine, nexweşîna tuberkulozê lê peyda bûye. Min û dayika wî nedizanî. Pişt re ji ber ku wê demê ez di nexweşxaneyekê de dixebitîm hevjînê min navê dermanekê da min ku ji bijîşkan bipirsim. Min lê nêrî ku dermanekî di tedawiya tuberkulozê de tê bikaranîn. Dû re got, ji ber vê tedawî dibim. Ji ber ku nû dest pê kiribû ew nexweşî derbas kir. Lê aşiyeke vê nexweşiyê heye, piştî ku pêvajoya pandemiyê dest pê kir bi hinceta pandemiyê nebirin nexweşxaneyê û aşî nekirin. Me wê demê serî li ÎHD’ê da ku mafê wî yê tedawîbûnê ji dest hatiye girtin.”
 
‘MALBAT TÊN CEZAKIRIN’
 
Yakişir, derbarê rewşa hevjînê xwe de bang li rayedaran kir: “Hevjînê min niha li cihekî bê hewa û girtî de ye. Ji ber ku berê tuberkuloz lê peyda bûye, ez gelek bi fikar im. Wekî ku henekên xwe me bikin, dibêjin dikarî bi nameyê xeberê jê bigirî. Ez bawer im axaftina bi telefonê ne ev qasî zor e. Nikarin mafekî wiha binpê bikin. Hema em tenê dengê wî jî bibihîzin, bes e. Rayedar bi vî şiklî têkiliya girtî ya bi derve qût dikin. Ev tahdeyeke derûnî ye. Jixwe bi tena serê xwe di odeyekê de ye. Rayedar, malbatan qet nafikirin û bi vî şiklî malbatan jî ceza dikin.”

Sernavên din

09/12/2020
11:13 Şeva borî li Pêncwên çi bû?
11:08 Lijneya Ewlehiyê li Silêmaniyê ketin û derketina bajar qedexe kir
10:25 Li bajarên heremê berf û baran bi bandor dibe
10:17 Îşkenceya li herêmê bê navber zêde dibe
09:56 Heyeta ÎHD’ê bi Wezîr Gul re hevdîtin kir
09:43 Piştî sed rojan cenazeyê Olgun li Wanê hat definkirin
09:17 Li Aydinê di mehekê de 400 xebatkarên tenduristiyê bi Covîd-19'ê ketine
09:17 Ji bo AKP'ê hiqûq e, ji bo HDP'ê pepûk e!
09:17 Karkerên OSTÎM'ê: Em nikarin bi meaşê kêm debara xwe bikin
09:16 ‘Bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin, tecrîd bi dawî bibe'
09:16 'Serdema turîzmê bi dawî bû, şewb para bajêr ket'
09:16 Aborîzan Sonmez: AKP şova qalikguhertinê dike
09:12 Li Îmraliyê hevdîtina malbatan jî hat qedexekirin
09:12 Bangawaziya ji bo grevên birçîbûnê
09:12 'Meaşê kêm herî kêm divê bibe 3 hezar û 500 TL'
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2020'AN
08/12/2020
20:17 Li Tirkiyeyê îro 211 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
18:16 Li Başûrê Kurdistanê zarokekî 12 salî hat kuştin
16:49 Testa rêveberê HDP'ê yê dibin çavan de pozîtîf derket
16:44 Jin li dijî tecrîdê meşiyan: Em deng bidin dengê girtiyan
16:37 Endamê Meclîsa HDP'ê Ercan Oguz hat binçavkirin
16:37 15 sal cezayê girtîgehê ji rojnameger Dolan re hat xwestin
15:55 Wezîr Gul, bi serokê TBB’ê Feyzîoglû re hevdîtin kir
15:54 Jin li dijî destdirêjiya Kercewsê daketin meydanan
15:52 Li Dersimê bertek: Rektor ji peywirê bigirin
15:18 Rêxistinên Tenduristiyê yên Mersînê: Baweriya gel bi hikumetê nayê
14:43 KESK 25 salî ye: Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin
14:25 Girtiyan banga xwedî derketana grevên birçîbûnê kirin
14:06 KCD’ê li Şirnexê malbat ziyaret kirin
13:50 Platforma Demokrasiyê ya Wanê: Bila tecrîd were bidawîkirin
13:32 Rapora meha Mijdarê ya ISÎG’ê: 294 karkeran jiyana xwe ji dest da
13:24 HDP, têkildarî amûrên guhdarkirinê yên li avahiya bajêr hatin dîtin wê gilî bike
13:23 Dadgehê 49 sal ceza li kesê dest dirêjî 3 zarokan kir birî
12:56 ‘Dixwazin bi raporê qeyûman rewa nîşan bidin’
12:12 Lêpirsîna avahiya li Kartalê hilweşiya temam bû
12:01 HDK: Tecrîda civakê û tecrîda Îmraliyê girêdayî hev in
11:51 Daxwaza serbest berdana girtiyê nexweşê giran Tûran red kirin
11:29 Başaran: Îqtîdar dixwaze ser bûyera Kercewsê bigire
11:09 Ji bo Hatayê pêşniyara 3 hefte girtinê
10:58 Di polîtikaya penaberan de dirûtiya NY'ê
10:46 Li Hatayê hemû servîs veguherîn lênêrîna awarte
09:33 Şêniyên Dersimê: Em ê bawerî û çanda xwe ji asîmilekirinê biparêz in
09:04 Bi hinceta 'dê çalakiyê li dar bixe' hat binçavkirin, lê ji ber 'heqaretê' ceza lê birîn
09:04 Dayikên ku ji bo yekîtiyê kitanên xwe danîn holê: Êdî bes e
09:04 Parêzvanên mafan: Em bibin dengê grevên birçîbûnê
09:04 Di bûyera kuştina bav û keçê de çeka cerdevanan hatiye şixulandin
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2020'AN
07/12/2020
22:41 Li Başûrê Kurdistanê di xwepêşandanan de 2 kes mirin
20:40 Li Şakranê koma duyem greva birçîbûnê dewr girt
19:59 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber şewbê mirin bû 15 hezar û 103
18:08 Guven: Em ê bi yêkitiyê lîstokên Osmaniyan pûç bikin
16:59 Li Girtîgeha Amedê koma 3’yemîn grevê dewr girt
16:41 ÎKK’ya TMMOB’ê ya Amedê: Daraz di bin kontrola desthilatê de ye
16:40 Wê TTB hevpîşeyen xwe yên jiyana xwe ji dest dane bi bîr bîne
16:31 ‘Ji bo şopên îşkenceyê baş bibin karûbarê edlî dereng tê kirin’
16:21 ÎKK’ya TMMOB’ê ya Amedê: Daraz di bin kontrola desthilatê de ye
16:13 Li Mûglayê jinek hat qetilkirin
16:06 Li Eskîşehîrê bi ser qawişa girtiyên ketine çalakiya greva birçîbûnê de girtin
15:39 Li Êlihê dayika sê zarokan Menîce Îş hat girtin
15:23 Ji rêxistinkirina terîqetan re bertek: Gelê Dersîmê wê serî netewîne
15:22 Ji daxuyaniya li dijî destdirêjiyê re astengî: Rojnameger hatin dûrxistin
15:06 Kampanya qerta piştevaniya bi girtiyan re
14:13 DÎB: Îqtîdar di derewan de sînoran nas nake
14:11 Li Meclisê hevdîtinên budçeyê dest pê kirin
13:47 Wêzîrê Karên Derve yê Almanyayê: Ji bo Tirkiyeyê em ê danêkirinan binirxinîn
13:21 Ûca: Gelo çima nûçeyên tecawîzê hatin qedexekirin?
13:18 408 girtî ji Sêrtê sewqî Êlihê hatin kirin
13:12 Ji ber dubarebûnê doza Rojnameger Parlak red bû
13:03 Jinan li Êlihê bang kirin: Em ê destûra niximandina bûyerê nedin
12:53 Deklarasyona Mafê Jinan a 2020’an: Em zêdetir bi biryarin
12:23 Du karkerên di bin hezanê de man jiyana xwe ji dest dan
12:04 Li Girtîgeha Gebzeyê binpêkirinên mafan zêde dibin
12:03 Li Şengalê meşa piştgiriya asayîşê destpê kir
11:42 Ji rayedaran daxuyaniya Kercewsê: Dest ji faîlan berdan, ketin dû nûçeyê
11:10 Koma sêyemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
10:58 Hevdîtinên butçeya 2021’an dest pê dikin
09:51 Hêzên Îranê kolberê bavê 3 zarokan kuştin
09:24 Nûçeya destdirêjiya li Kercewsê hat astengkirin
09:08 HDP’ê ser û guhê kampa penaberên Sûriyê da hev
09:08 Misircî newêrin biçin Nexweşxaneya Dewletê!
09:07 Bîrdal: Tecrîd pirsgirêka mafê mirovan e
09:07 ‘Êdî bes e ji zilma VEDAŞ’ê re’
09:06 Di ser hilweşandina Goristana Xerzanê de sê sal derbas bûn: Dest ji vê zilmê berdin
09:04 Erdemol: Ji YE biryara danekirinê derkeve wê Tirkiye gelek tiştan winda bike
09:04 Karkerên Atlas Globalê ji bo mafê xwe di çalakiyê de ne
09:04 Di pandemiyê de penabertî zehmet e
09:04 Roportaj dayîn jî, kirin sedema girtinê
09:00 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2020'AN
06/12/2020
19:28 Li Tirkiyê 195 kesên din jî mirin
18:30 Girtiyên li Duzceyê bang li raya giştî kirin
17:45 Li sêgoşeya Licê, Pasûr û Dara Hênê operasyona eskerî
16:59 Polîsan zarokek bi lêdanê binçav kirin
16:49 3 karkerên dibin qalibên betonê de man birîndar bûn
15:56 Ligel ku şer bi dawî bû jî, nobeta alê dewam dike
14:59 Zarokek serdevkî avêtin erdê, destê wî paşve kelepçekirî binçav kirin
14:25 Pitika di nava zeviya şewitî de ma, jiyana xwe ji dest da
12:28 Meclîsa Ciwanên HDP'ê: Em xwedî berxwedana girtiyan derkevin
11:43 Li Amedê xebatkareke din ê tenduristiyê jiyana xwe ji dest da
09:07 Bavê du girtiyan: Berî ku girtî dest bi rojiya mirinê bikin daxwazên wan qebûl bikin
09:07 Du hefte ye haya wê ji hevjînê wê yê bi Covîd-19'ê ketiye tune ye