Rojnamevan Çetîn: Dema ku DYA'yê dabû Tirkiyeyê qediya

  • rojane
  • 09:09 3 Kanûn 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnamevan Dogan Çetîn, diyar kir ku rageşiya di navbera PDK û PKK'ê de jî di nav de hin geşedanên li Iraq û Sûriyeyê berhema taktîka "pirsgirêkê biafirîne, li dor maseyê be" ya Tirkiyeyê ye û dema ku DYA'yê di vî warî de heya meha mijdarê dabû Tirkiyeyê tije bûye. 

Ev çend meh in rageşiya li Herêma Kurdistana Federe, her diçe gurtir dibe: Ambargoya li ser Kampa Mexmûrê ku ji Tîrmeha 2019'an ve hatiye danîn û hîn jî didome, peyaman Şengalê ya di navbera Hikûmeta Iraqê û Rêveberiya Kurdistana Federe de û operasyonên Tirkiyeyê yên dijî PKK'ê û têkildarî van operasyonan li gelek deveran bicihkirina hêzên eskerî, yên li deverên ku gerîlayên PKK'ê lê ne. Çendî ku piştî peymana di navbera Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê û rayedarên Iraqê de krîza li Şengalê sekinîbe jî, lê belê hîn jî xetereya ku di navbera hin hêzên girêdayî pêşmergeyan ku PDK'ê ew ji Sûriyeyê anîne û PKK'ê de şerek biqewime heye. 
 
Rojnamevan Dogan Çetîn ku geşedan û qewimînên li Sûriye û Iraqê ji nêz ve dişopîne, geşedanên dawî yên derbarê herêmê de nirxandin. 
 
Çetîn, anîn ziman ku polîtîkayên Tirkiyeyê yên derbarê her du welatan de û gavên di vî warî de tên avêtin di Desteya Ewlehiya Neteweyî (MGK) a Sala 2014'an de, biryara wan hatiye girtin û piştî piştgiriya DYA'y ev plan sînor derbas kirine. Çetîn, bilêv kir ku êrîşên Tirkiyeyê yên li herêmê salek e pir zêde bûne û li Sûriye û Iraqê di vî warî de gelek tawiz dane hêzên navdewletî yên wekî DYA û Rûsyayê û ji ber ku destûr ji van hêzan girtiye hema bibêje hemû derfetên xwe seferber kiriye. 
 
Lê belê li gor Çetîn, muhleta ku hêzên navdewletî di vî warî de daye Tirkiyeyê tije bûye. 
 
MUHLET TIJE BÛ, PLAN HAT PÛÇKIRIN 
 
Çetîn anî ziman ku Tirkiye wekî bixweza bigihê tiştekî di vê muhleta hatiye diyarkirin de hemû xetere girtine ber çavan û xwestiye tevgera azadiyê ya Kurd tasviye bike. Çetîn, diyar kir ku ev polîtîkaya Tirkiyeyê û polîtîkaya Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê DYA'Yê James Jeffery gihaştine hev. Çetîn, bilêv kir ku heya orta meha Mijdarê muhlet û piştgirî dabûn Tirkiyeyê, lê belê muhleta hatiye dayîn tije bûye û berxwedana PKK'ê ya li hemberî êrîşan û encama hilbijartina DYA'yê plana heyî pûç kirine û dibe ku rewşa li herêmê demek şûnde biguhere. 
 
Çetîn, destnîşan kir ku ji ber ku pevçûn, dorpêçkirin û amadekariyên li herêmê hemû di nav hev de ne, Tirkiye hîn jî bi îhtimala ku di konjuktura nû de vê plana xwe bidomîne, vê yekê di rojeva xwe de dihêle û gefan li herêmê dixwe. 
 
‘PDK, KOPYEYA AKP'Ê YE' 
 
Li gor Çetîn, PDK ne ji emcbûrî bi Tirkiye, DYA û hêzên din ên li herêmê tev digere, bixwe ev yek hilbijartiye. Çetîn, anî ziman ku ji lewra hin kesên di nava PDK'ê de dixwazin PKK bê tasfiyekirin û got: "Ji lewra ji roja roj de têkiliyên stratejîk ên PDK bi Tirkiyeyê re hene. Pir angajeyî Tirkiyeyê bûye û pir niakre bêyî wê hereket bike. Malbata Barzanî jî wisa ye. Di warê aborî de têkiliyên wan ên qirêj bi Tirkiyeyê re hene. Bala we bikişînim, PDK'ya ku bûye kopyeya AKP'ê, Başûrê Kurdistanê jî kiriye kopyeya Tirkiyeyê. Gelek tiştên wekî hev diqewimin. Li Tirkiyeyê çawa ku AKP li dijî têkoşîna demokrasiyê ya tevgera azadiyê ya kurd tev digere, PDK jî ditirse ku di çarçoveya yekîtiya neteweyî de demokratkbûyînek çêbibe. Lewma li dijî vê tevdigere." 
 
STRATEJIYA TIRKIYEYÊ 
 
Çetîn, anî ziman ku tiştên diqewimin dema qewimîna wan jî girîng e. Çetîn, diyar kir ku PDK'ê qaneh kirine ku dê tevgera azadiyê ya kurd bê qedandin, lewma ew jî bi vî awayî difikire ku dê pirsgirêkên xwe yên navxweyî û pirsgirêkên bi hikûmeta Iraqê re ji nû ve sererast bike û otorîteya xwe ya her diçe qels dibe xurt bike. 
 
Çetîn, destnîşan kir ku rageşiya hatyiye çêkirin divê tenê wekî rageşiyeke di navbera kurdan de neyê dîtin û ev rageşî di çarçoveya plana Tirkiyeyê de ye ku Tirkiyeyê li konjuktura navdewletî ferzkiriye. Çetîn, anî ziman ku Trkiye vê yekê bi stratejiya "pirsgirêkê biafirîne, li dor maseyê be" dike û vê maseyê jî li ser asasên dijminatiya bi kurdan re bi kar tîne. 
 
‘PÊNGAVA DÎPLOMASIYÎ YA LI DIJÎ PKK'Ê' 
 
Çetîn, li gor van qewimîn û geşedanên rû didin çavdêriyên xwe yên derbarê Herêma Kurdistana Federe de jî bi vî rengî anîn zimên: 
 
“Plan û êrîşên bi tevkariya Tirkiyeyê tên kirin didomin. Derdoreke di nav PDK'ê de hîn jî dev ji vê bernedaye. Lê belê hinekî bi fikar û biendazeyî. Yan na bi awayekî pir aşkere dikarim bibêjim ku heger îhtimala guherandina hin geşedanên li herêmê tune bûya, niha ev kesên di nav PDK'ê de ku em behsa wan dikin, ji zû de dest bi êrîşan kiribûn. Her wiha PDK, di dema şer de ji nav hêzên li herêmê ji xwe re li hevakrekî digere. Mesûd û Mesrûr Barzanî li DYA û gelek welatên Ewropayê "pêngava dîplomasiyê ya li dijî PKK'ê' dane destpêkirin. Nexasim jî piştî ku Belçîkayê qedexeya li ser PKK'ê rakir, Tirkiye bi fikar temaşe dike. Her hal ji vê yekê tirsiyaye ku, li Başûr wê û PDK'ê ev pirsgirêk danşne ser maseyê. Piştî vê li DYA û Ewropayê ev pêngava li dijî PKK'ê dest pê kiriye." 
 
'LI GOR KONJUKTURÊ DÊ HIN TIŞT DIYAR BIBIN'
 
Çetîn, ji bo pirsa ku dê hevdîtinên yekîtiya neteweyî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin pêşî li ber vê yekê bigire yan na jî, anî ziman ku bawer nake ku dê yekîtiya neteweyî çêbibe û sedema wê jî bi vî awayî bilêv kir: "Ji lewra ENKS bi neyta çareerkirinê nêzî pêvajoyê nabe." 
 
Çetîn got: "ENKS, Tirkiyeyê aniye ber maseya kurdan. Tirkiye bi destê ENKS'ê rola tasfiyekirinê dilîze." 
 
‘DÊ TAKTÎKA TIRKIYEYÊ BI SER NEKEVE' 
 
Çetîn, destnîşan kir ku dê bi rêveberiya Bîden re taktîka Tirkiyeyê ya "pirsgirêkê biafirîne, li dor maseyê be" nedome û Tirkiye ji bo careke din muhletê û toleransê ji rêveberiya DYA'yê bixwaze dê gelek tiştan bide. 
 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

03/12/2020
09:10 'Ciwan dê li dijî tecrîdê têbikoşin'
09:10 Komîsyona Tespîtkirina Meaşê Kêm dê sibê bicive
09:09 Başaran: Pergala Îmraliyê siyasî ye, têkoşîna li dijî wê jî divê siyasî be
09:09 Girtiyên jin ên nexweş bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin
09:09 Rojnamevan Çetîn: Dema ku DYA'yê dabû Tirkiyeyê qediya
09:07 Li Sêrtê erdhej çêbû
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2020'AN
02/12/2020
22:51 Li Colemêrgê polîs du kes birîndar kirin
20:20 Li Şirnexê 7 kes serbest hatin berdan
19:46 193 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:49 3 endamên Meclîsa Giştî ya Bajar a Şirnexê yên HDP'î, ji peywirê hatin dûrxistin
16:44 Li Geverê gengeşiya TEDAŞ’ê
16:07 Dayikên Aştiyê laçikên xwe avêtin erdê
15:44 Doza rojnamevan Sayilgan hat taloqkirin
15:25 Tundiya polisan a serdegirtinê: Hûn biqîrin em ê we bikujin
14:29 Dadger salek û 3 meh ceza li rojnamevan Muftuoglû birî
14:10 Haber-Sen: Êdî bes e em dimirin
13:48 Olûç: Hûn bi operasyonan nikarin xebatên HDP’ê asteng bikin
13:47 Li Dersimê rêya 56 gundan ji çûn û hatinê re hatin girtin
13:41 Kesên li Denîzliyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:27 Danişîna Ferhat Tûnç taloq bû
12:40 26 sal di ser bombekirina Ozgur Ulkeyê re derbas bû: Em sibê li Kadirgayê ne
12:28 Nivîskar Îmrek ji doza Emîne Erdogan hat beraetkirin
12:17 Li Rihayê kesek hat girtin
11:54 Siyasetmedar Celal Yoldaş hat berdan
11:53 Polisan li Qoserê 3 kesan binçav kir
11:49 Koma duyemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
11:37 Li Şirnexê hejmara binçavkiriyan derket 23'an
09:55 Rojnameger Karataş: Sedema girtina me teşhîrkirina îşkenceyan e
09:40 Li Sûrê dîrok hat paqijkirin û avahiyên dişibin girtîgehê hatin çêkirin
09:28 Esnafên Cizîrê: Dewletê em bi zirareke mezin re rû bi rû hiştin
09:27 Akkûzû: Em dixwazin çanda kurdî derxînin holê
09:27 Li gor walîtiyê sedema kuştina sivîlan a bi destê eskeran ji ber heman sedemê ye
09:26 Aborîzan Ari: Wekî her salê ji sedî 83'yê budçeyê li ser milê xebatkaran hatiye barkirin
09:20 Kesê ji bo debara xwe bike du karan dike: Werin li sarinca min mêze bikin, vikîvala ye
09:13 Ozgur Ulke 26 salî ye: Dê ew agir we jî bişewitîne
09:12 Ozkîraz: HDP, ne muhtacî tu kesî ye, berevajî muhtacî hilbijêrên HDP'ê ne
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2020'AN
01/12/2020
19:24 Îro 190 kes mirin, 30 hezar û 110 kes jî bi Covîd-19'ê ketin
17:08 Li Colemêrgê carek din çalakî û şahî hatin qedexekirin
16:54 Şengaliyan 'Peymanê Şengalê' bi meşekê şermezar kirin
16:54 Jinek li Bûrsayê bi gumanbar jiyana xwe ji dest da
16:32 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Tûran hat redkirin
16:23 Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê: Em ê têkoşîna xwe dewam bikin
16:00 Rêxistinên ciwanan: Em ê serî ji terora girtinê re netewînin
14:55 HABER-SEN: Êdî bes e kedkarên PTT’ê westiyan e
14:43 Sancar: Fatoreya derewên desthilatê ji tenduristiya gel re dertê
14:23 'Ligel rapora ATK'ê, çima girtiyên nexweş nayin berdan?'
14:08 Dadger daxwaza sekinandina darizandina Temel û Dundar red kir
13:56 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:27 Dest bi îfade girtina 18 kesên dibin çavan de hat kirin
12:58 Hevdîtina bi telefonê ya têkildarî Roja Ziman sûc hat dîtin
12:55 Koma li ber HDP’ê êrişî xebatkarên HDP’ê kir
12:38 Polisan li Amed û Mersînê 4 kesan binçav kirin
12:35 Li Şirnexê 21 binçavkirin: Destê keça min şikandin
11:53 Li gorî Walîtiya Colemêrgê leşkerên ku Erbaş kuştine guleyan berî hewayê dane
11:27 ‘Ji ber xemsariya dewletê tundî li jinên karkerên malê tê kirin’
11:27 Koma duyemîn dê greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewr bigire
11:14 'Doza Çapemeniyê ya KCK'ê' hat taloqkirin
10:43 Girtiya nexweşa pençeşêrê Çetîn nayê dermankirin
10:41 Malbata pitika li Êlihê mir wê derbarê xemsariyê de gilî bike
10:11 Newaya Jin bi manşeta 'Dîktator tê darizandin!' derket
09:59 Li Edîrneyê tundiya zilam: Jinek hat qetilkirin
09:34 Parêzer îtîrazî girtina nûçegihanê me Karataş kirin
09:23 Li Şirnexê operasyona binçavkirinê
09:03 Dadgeha Bilind cezayê derbarê Ûca de xera kir
09:03 Gardiyanê ku li girtî da nedan ber lêpirsînê!
09:03 Altintaş: Peymana bi Qetarê re nîşaneya têkçûyîna aboriyê ye
09:03 Di 40 rojî de 5 rojnamevan hatin girtin
09:02 Bankeya Îllerê kredî neda, şaredariyê nikaribû tesîsê ava bike, lê niha tê xwestin ceza lê bê birîn
09:02 Yilmaz: YE li dijî doktirîna 'Welatê Şîn' e
09:00 ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2020'AN
30/11/2020
23:20 Eskeran li Rûbarokê ciwanek kuşt
20:56 188 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:12 Meclîsa Xweser a Şengalê: Banga xwedî derketina li Şengalê kir
16:58 Rêxistinên tenduristiyê girtina Gokalp şermhezar kirin
16:55 Bavê Zainal Abarakov ê polîs ji dosyeya Dokû ji wezîfeyê hat girtin
16:07 Li girtîgehên Sîncan û Kirikkaleyê 7 girtî ketin greva birçîbûnê
15:32 Şandeya HDP’ê li Nisêbîn û Qoserê bi coş hat pêşwazîkirin
14:54 Nûçegîhanê me Yalçin hat berdan
14:39 TJA: Em xwedî çalakiyên greva birçîbûnê derkevin
14:17 Girtî bi armanc tecrîda 20 salan rakin ketin çalakiyê
14:17 Wê li Amedê goristaneke nû bê vekirin
14:15 'Ji bo ku cînayeta Elçî bêceza nemîne emê têbikoşin'
13:55 Li Îzmîrê kesek hat girtin
13:51 Sancar: Em armanc dikin ku gelê kurd bi nasnameya xwe tevlî rêveberiya Tirkiyê bibe
13:22 TJA: Em li xwezaya xwe xwedî derdikevin
13:08 Dozger xwest nûçegihanê me Yalçin bê girtin
12:52 Meclisa Jinê ya HDP’ê: Li girtîgehan serdegirtina kogûşan îşkence ye
12:41 Ji TTB’ê banga lezgîn: Bila nexweşxaneyên taybet pêşkêşî xizmeta xelkê werin kirin
12:23 Dadgeha Bilind cezayê Havva Zor a xwe parastibû erê kir
12:22 DÎB: Derewên Wezîrê Tenduristiyê aşkere bûn
12:13 Nûçegîhanê me Yalçin sewqî dozgeriyê kirin
11:35 Ekîba ragihandinê ya Qesra Spî ji jinan pêk hat
11:19 Dadgehê li Oztekîn 18 meh û 22 roj ceza birî
11:19 Îhaleya testa koronayê dan Ferhat Danişman ê endamê Menzîlê ye
11:06 TTB: Di hefteyekê de 20 kedkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan
11:06 Danişîna endama Komeleya Jinan a Rosa Esmer hat taloqkirin
11:06 Dozgeriyê binçavkirina 18 kesan 4 rojên din dirêj kir
10:18 Xwebûn bi hêjmara 50'emîn derket