Kampanyaya ‘Em xwe diparêzin’ berê xwe da gundan

  • rojane
  • 09:10 24 Cotmeh 2020
  • |
img

WAN – Endamên TJA'yê derbarê kampanyaya xwe ya "Em Xwe Diparêzin" de diyar kirin ku wê xebatên xwe bi 4 mehan sînor nakin û wê di pêş de li gundan ew û jinan bên cem hev du û hin bernameyan li dar bixin. 

Tevgera Jina Azad (TJA) bi boneya tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, operasyonên binçavkirinê, taciz, tecawiz, zextên li ser zimanê zikmakî û baweriyan di 15'ê Îlonê de ji bo 4 mehan bi navê "Em Xwe Diparêzin" kampanyayek dabû destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de ewilî atolye hatibûn lidarxistin. Niha jî wê li gundên Wanê bi jinan re hevdîtin bên çêkirin û wê hin bername bên lidarxistin. 
 
Aktivîstên TJA'yê Leyla Balkan û Aynûr Sarica, xebatên ku di çarçoveya kampanyayê de tên kirin nirxandin û beha nexşerêya xwe ya ku dê ji niha û pê ve bidomînin kirin. 
 
BERNAMEYÊN PERWERDEHIYÊ 
 
Balkan, diyar kir ku ji ber taciz, tecawiz, îstismarkirina zarokan û kuştina jinan ku di demên dawî de pir zêde bûne kampanyeyek wiha dane destpêkirin û got, di çarçoveya kampanyayê de hewl didin ku jinan hînî xweparastinê bikin. Balkan, bilêv kir ku wê kampanyaya wan bi 4 mehan neyê s,norkirin û got, heya ji dest wan bê wê hewl bidin ku xweparastin berbelav bibe. Balkan, destnîşan kir ku kiryarên tecawiz zêde dibin û bal kişand ser Îpek Erê ku ji ber tecawizê xwe kuştibû. Balkanê got: "Em jî ji bo em zanibin ku em ê xwe çawa biparêzin me ev kampanya da destpêkirin. Armanca me, em xwe bigihînin tevahiya jinan." 
 
Balkan, anî ziman ku wê di vê çarçoveyê de li gundan hin bernameyan çêbikin û got: "Em û jinên li gundan em ê li hev kom bibin. Wê ji bo jinan bernameyên me yên perwerdehiyê hebin. Em û berdevkên taxan em ê bi hevkarî belavokan belav bikin." 
 
‘PERGAL JINÊ HEPSÎ MALÊ DIKE' 
 
Balkan, bilêv kir ku ji ber şideta ku her diçe zêde dibe li bajêr ew û derûnas, civaknas û komeleyên jinan bi hev re hin xebat kirine û got: "Jinên bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin, em berê wan didin komeleyan. Pergala heyî dixwaze jina bi taciz û tecawizê re rû bi rû dimîne hepsî malê bike. Jinê cardin hepsî cihê ku lê ye dike. Lê jin divê xwe biparêze û nekeve bin nîrê zilamekî. Em hene û em ê tim hebin. Em bi hev re bihêztir in." 
 
Aktivîsta TJA'yê Aynûr Sarica jî anî ziman ku piştî kampanya dest pê kiriye hema bibêje li her derî bernameyên perwerdehiyê yên du rojî dane destpêkirin û got, di van bernameyan de zext û zoriyên muhtemel hatine nîqaşkirin. Sarica, da zanîn ku zilam jî tevli bernameyên wan bûne û got: "Di çarçoveya kampanyayê de me belavok belav kirin. Armanca me em li taxan, li kuçeyan û li malan xwe bigihînin jinan. Ji ber pandemiyê em nikarin bi awayekî girseyî tevbigerin. Li erdnîgariya me gava tahde li jinê tê kirin, jin nayne ziman. Lê piştî me kampanya da destpêkirin gelek kesan got, 'li malê tahde li me tê kirin.' Her wiha em li ser îstismarkirina zarokan jî hûr dibin. Nexasim jî em tiştên qirêj ên ku polîs û çawîşên pispor tînin serê jinên ciwan aşkere dikin. Gava tiştek wiha diqewime malbat nizanin wê çi bikin. Me anî ziman ku di bin navê 'evînê'de jinên ciwan ji çand û zimanê xwe tên dûrxistin û tên tunekirin." 
 
ŞIKÊNANDINA TECRÎDÊ 
 
Sarica, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û anî ziman ku tecrîd jî di nava kampanyaya wan de ye û got, ev tecrîd bandorê li jinên girtî jî dike. Sarica got: "Li her malê jin ji aliyê hevjînê xwe ve tên hepskirin. Em derbarê tecrîdê de jinan serwext dikin ku wê çawa tecrîdê bişikînin. Di vî warî de gelek bertekên erênî tên." 
 
WÊ BI 4 MEHAN NEYÊ SÎNORKIRIN 
 
Sarica, anî ziman ku wê di çarçoveya kampanyayê de panel û civînan jî li dar bixin û got: "Wê xebatên me bi çar mehan neyên sînorkirin. Gava ev kampanya biqede wê hin kampanyayên din dest pê bikin. Ji lewra armanca me azadiya jinê ye. Wê xebatên ji niha û pê ve bi awayê panel, sînevîzyon, sempozyûm an jî platforman dewam bikin. Em ê bi hêviya ku wê hemû jin azad bibin rêya xwe dewam bikin." 
 
MA / Ozlem Yayan
 

Sernavên din

27/10/2020
13:19 Jinên ku negirtin şarederiyê, li ser bertekan vexwendin şaredariyê
13:18 MLSA ziyareta piştevaniyê kir
12:02 Endamê PM’a HDP’ê Bagcik binçav kirin
11:26 Bi navê DAÎŞ’ê gefa kuştinê li hevşaredarê HDP'î xwarin
11:15 Parlamenterê berê Îbrahîm Bînîcî hat binçavkirin
10:49 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
09:13 Dr. Yerlîkaya: Herî kêm pêdivî bi 10 mîlyon derziyên doza şewbê heye
09:12 Mûçeyê jina astengdar û nexweş birîn
09:12 33 roj in 8 cenaze li Nexweşxaneya Şirnexê tên ragirtin
09:11 297 roj in xeber ji Gulîstanê nayê girtin: Rayedar dixwazin xwe bi xelas bikin
09:11 'Piştî Erdogan biçe em ê çaya kêfê vexwin'
09:08 Li Xîzanê zorî û zehmetiya berhevkirina gûzan
09:08 Serokê Odeya Bijîşkan a Kocaeliyê: Em diqedin
09:08 Kirê ji sedî 30 biha bûn
09:08 Dolar bandoreke çawa li 'çaya kêfê' ya Erdogan dike?
09:08 Çapemenî kuştina jinan normal dike
09:08 Kamaç: Peymana Şengalê wê bandorê li ser yekitiya neteweyî bike
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2020'AN
26/10/2020
19:46 74 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine
16:56 Abdî: Erdogan Îslamê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne
16:05 Polisan bi ser polîklînika serokê berê yê Odeya Bijîjkan a Wan-Colemêrgê de girt
15:40 5 karkerên sendîkayî ji kar hatin derxistin
14:44 Li Enqereyê hejmara kedkarên tenduristiyê ku bi koronayê ketine derket hezar û 72 kesan
14:20 Hevserokên HDP’î sewqî edliyê kirin
13:57 Ji Hevşaredara Sûrê re 15 sal ceza hat xwestin
13:48 Biryargeha Felyaq El Şam hat bombebarankirin
13:29 Jinên ku xwestin bi qeyûm re hevdîtin bikin negirtin hundir
13:24 Rêxistinên ciwanan: Em ê hebûna xwe ya li kolanan dewam bikin
13:13 Li Efrînê bi ala El Qaîdeyê Fransayê şermezar kirin
11:57 Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Di 3 salan de 53 jin hatin qetilkirin
11:36 Hico: Şengal wê venegere berî 3’yê Tebaxê
11:12 Dolar 8 TL’yî derbas kir
11:01 Kekê qaymeqam Safîturk diyar kir ku gef lê tê xwarin
10:46 Di Roja Mafê Nexweşan de banga li hikûmetê: Girtiyan berdin
10:31 Xelk piştî 5 salan derket ser Birca Keçikê
10:28 Taşdemîr: Desthilatdarî siyaseta şikandina vîna jinê bi rêve dibe
10:09 Kurkçu: Deklerasyona banga aştiyê banga ji bo civakê ye
09:44 Li Şengalê goreke din a komî hat dîtin
09:19 17 endamên Mala Gel hatin berdan
09:01 Hevjîna Turk îşkenceya bi kûçikan vegot
09:01 Ji ber tunebûna hilbijartinê budçe hat kêmkirin
09:01 Yolerî: Girtîgeha ku em ji agahî nagirin Girtîgeha Îmraliyê ye
09:00 Tehma jêneveger a mehên zivistanê ya malên gundan
09:00 ‘Li Lîbyayê taktîkê negirt, dibe ku li Behra Spî tavîz bên dayîn’
09:00 Bihûşta çûkan bûye çol
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2020'AN
25/10/2020
18:44 72 kesên din ji vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
18:37 Dayika Wedat Aydin jiyana xwe ji dest da
16:53 Êzidiyan li dijî peymana Bexda û Hewlêrê deklarasyonek hevpar weşandin
16:31 Mudaxileyî rêxistinên ciwanan kirin: 40 binçavkirin
15:54 Li Enqerê pirtûka ‘Dîwarên Ku Wê Hilweşin’ hat îmzekirin
15:30 Rojnameger piştî 14 rojan kirin qawîşan
14:41 Hevserokên Bazîdê hatin berdan
14:32 Polîsan mudaxileyî rêxistinên ciwanan kirin: Gelek ciwan binçavkirin
14:27 Gundiyên erdê wan hat şewitandin axivin
13:47 Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê 3'yemîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist
13:36 Li Efrînê kesek hat revandin
12:51 Hevdîtinên şandeya jinên Êzidî yên li Bexdayê dewam didomin
12:50 Li Girtîgeha TÎpa F a Wanê komekê nû greva birçîbûnê dewr girt
11:33 Hevserokên HDP'ê yên Bazîdê sewqî dozgeriyê kirin
10:56 Gundiyên bertek nîşanî polîsan dan hatin derpkirin
10:29 Beştaş: Malbatên li pêş avahiya HDP’ê tên bikaranîn
10:01 Li Amedê mirina jinekê ya bi guman
09:02 Yegîn: Hilbijartina Bolivyayê dibe ku ji bo Amerîkaya Latîn bibe hêvî
09:02 Dadgehê 2 sal ceza li rojnamevan Tûnç birî
09:02 Heger 79 hezar kes 250 TL'yî bide wê Îsmaîl Çagan bijî!
09:01 Qedexeya li ser Wanê hezar û 435 roj in dewam dike
09:01 Yîgît: Tirkiye ji bo tawîzan ji Rûsya bigire êrîşî Eyn Îsayê dike
09:00 Piştgiriya ekolojîstan a ji bo HDP'ê: Îqtidar dibe sedema rûxandinê
09:00 ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2020'AN
24/10/2020
20:12 Di 24 saetên dawî de 69 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine
16:42 Piştî hat berdan 4 meh şûnde jiyana xwe ji dest da
16:27 Wesayîta eskerî qeza kir: 4 jê giran 11 esker birîndar bûn
16:13 Orhan Vatansever ê ku bû sedama kuştina Aslan hat binçavkirin
16:02 Polîsan mudaxileyî endamên Malên Gel kir û gelek kes binçav kirin
15:47 Xwestin girtiyê nexweş ê di rojiya mirinê de were berdan
15:44 KESK’ê bertek nîşanî zextên li ser HDP’ê da
15:42 Li Wanê tundiya li dijî jinê hat nîqaşkirin
15:11 Li Şirnexê anonsa kesên bi Kovîd-19'ê dimirin hat qedexekirin
14:52 Rûniştina F: Girtiya nexweş Avras serbest berdin
14:12 Sancar: Me biryara mayîndekirina Tifaqa Kurdistanî ya Hilbijartinê girt
13:48 Jiyana girtiyê nexweş Bîlîcî di xetereyê de ye
13:45 Dayikên Şemiyê ji bo Has ê piştî 28 salan cenazeyê wî hat dîtin, edalet xwestin
12:24 Şaredarê Stenbolê Îmamoglû bi koronayê ket
12:07 HDP bi nûnerên partiyên kurd re hat gel hev
12:06 Xizmên Windayan li kujerên Mahmût Dogan pirsîn
11:15 Li Amedê 3 kes hatin girtin
11:01 Midurê emniyetê yê serxweş li nezaretxaneyê li sê kesan daye!
10:26 Muteahîtê qeyûm ji nelirêtiyê hat girtin
10:20 Li girtîgehê nane 2 kesan didin 8 kesan
10:04 Li Cizîrê pirsa ‘Çima hûn diçin HDP’ê ji 2 hezar malbatan hatiye kirin!
09:55 Li Kuçukçekmecê jinek hat qetilkirin
09:49 Mizrakli: Desthilatdarî naxwaze kurd xwe bi rêve bibin
09:13 Aktivîsta TJA'yê: Em li dijî ya xirab a xweşik birêxistin dikin
09:13 Çav berdane Geliyê Zîlanê: Wê HES'ê çêbikin!
09:12 Civaknas Dûrak: Astengkirina zimanê zikmakî qirkirina çandî ye
09:11 Payiza Geliyê Mûnzûrê
09:10 Kampanyaya ‘Em xwe diparêzin’ berê xwe da gundan
09:09 'Di rojeva kedkaran de ne hilbijartina pêşwext çûyîna AKP'ê heye'
09:09 Çiray: Dixwazin bi 'delîlên xeyaletî' qeyûmtiyê bidomînin