Xêrûbera wan zêde ye lê bihayê wan kêm e

  • rojane
  • 09:04 7 Cotmeh 2020
  • |
img

AMED – Li gundê Sêdeqnê yê navçeya Farqînê berhevkirina hirmiyan dest pê kir. Gundî ji xêrûbera hirmiyan kêfxweş in lê ji ber bihayê wan bi gazinc in. 

Gundê Sêdeqnê yek ji gundên mezin ên navçeya Farqînê ya Amedê ye. Gund, li herêma çiyayî ya navçeyê dikeve û bi qasî 17 kîlometreyan dûrê navenda Farqînê ye. Li gund zêdetirî hezar darên hirmiyan hene û her sal di seriya 40 tonî de hirmî tên gihandin û ji aliyê gundiyan ve li navendên Farqîn û Amedê tên firotin. 
 
Ji bo ku em di cih de berhevkirina hirmiyan bişopînên, bi dolmîşa ku serê sibê tê Amedê û berêvarkî diçe gundên herêmê ji navenda Amedê lê siwar bûn û me berê xwe da gund. Ji ber ku dolmîş çû gelek gundên herêmê, piştî rêwîtiya xwe ya 2 saetan em gihîştin gund û çûn mala ku me ji bo şopandina berhevkirina hirmiyan ji xwe re eyar kiribû.
 
100 KÎLO BERHEV KIRIN
 
Ji ber ku hirmî serê sibehan tên berhevkirin, em ew roj li gund dest vala man. Roja din piştî taştê, em bi malbata Metîn Yavûzkiliç re ku me ji xwe re eyar kiriye re çûn nav darên hirmiyan ên li derveyî gund. Ji bo ku rêya me bi qereqola nav gund nekeve û eware nebin, em bi traqtorê çolebir çûn nav hirmiyan û dest bi berhevkirina wan kir. 
 
Ji ber derdanên ku hirmî bikevinê ji Amedê nehatine, malbatê Metîn Yavûzkiliç, tenê bi nêzî 100 kîloyî hirmî berhev kir. Li bin daran belekiyek hat raxistin û xortekî malbatê çû ser daran dest bi weşandina hirmiyan kir. Hirmiyên ku hatine weşandin piştre hatin berhevkirin û di teneke û qovayan de hatin bicihkirin.  Wê rojek piştî berhevkirinê jî ya li Farqîn an jî wê li Amedê bên firotin. 
 
PIŞTÎ TEQAWÎT DIBE VEDIGERE GUND
 
Di bin dareke hirmiyê de di nav hirmiyên weşandî de bi xwediyê darên hirmiyan Metîn Yavûzkiliç û bûka wî Helîma re li ser berhevkirina hirmiyan axivîn. Metîn Yavûzkiliç, di sala 1992’yan de ketiye PTT’ê û di sala 2019’an de jê teqawît bûye. Piştî teqawîtbûna xwe Yavûzkiliç tê gundê xwe û bi darên wan ên hirmiyan ku heta wê salê bavê wî pêre mijûl bûye re eleqedar dibe. 
 
Yavûzkiliç, destnîşan kir ku kalê wî beriya 50 salan darê wan ên hirmiyan di darên şekokan de temandiye û wiha got: “15-20 darên me yên hirmiyan hene. Salê em ton û nîvek hurmî ji wan hiltînin. Me piraniya wan berhev kiriye. Yên destê me nagihije wan jî em diçin ser motorê wan berhev dikin. Piştre dibin dibin li navenda Farqîn û Amedê difiroşin.”
 
GAZINCA JI BIHAYÊ HIRMIYAN
 
Yavûzkiliç diyar kir ku ew j bihayê hirmiyan bi gazinc in û derbarê bihayê hirmiyan de wiha got: “Kesên hirmiyan ji me dikirin kîlo bi milyonek, milyon û nîvê dikirin, li dibin bi 3 milyonan difiroşin. Kesên ku dikirin û difiroşin ji me bêtir kar dikin. Hirmiyên ku em difiroşin ji xwe re didin çay, şekir, arvan. Heke kîloya wan bi pereyekî baş bê firotin wê rehet pê debara me bibe. Lê erzan tên firotin. Heke kîloya wan bi 3 milyonan bihatina firotin wê baş bûna.”
 
Yavûzkiliç qala birina hirmiyan a Amedê jî kir û got: “Ji ber ku erebeya me tune ye, em bi heq hirmiyên xwe dibin Amedê. Serê rêwiyê 20 TL û serê derdana hirmiyan jî 5 TL pere ji me distînin. Her carek ku em diçin Amedê bi çûyîn û hatine me 50 TL'yî mesrefa me dibe.” Yavuzkiliç anî ziman ku ji ber hirmî tev bi hev re dernakevin berhevkirina hirmiyan heta 20 rojan didome û ji bilî firotinê comerdiya xwe jî dikin û didin xizm û cîranên xwe. 
 
XWEST BIHAYÊ WAN ZÊDE BIBE
 
Bûka Metîn Yavûzkiliç, Helîme Yavûzkiliç ku bi zarokên xwe yên bi navê Elî û Ûsif re hat nav darên hirmiyan jî da zanîn ku serê sibehê zû tên berhevkirina hirmiyan û bi van gotinan qala dema gihandina hirmiyan û zehmeta ku dikişînin kir: “Piştî ku sir û serma diqede û germ dest pê dike, di meha adarê de darên hirmiyan kulîlk vedikin. Heta ku digihîjinê, em li wan dinêrin û bi wan re pir mijûl dibin. Berhevkirina hirmiyan serê payîzê dest pê dike. Heqê keda me dernaxin. Em dixwazim bihayê wan hinek biha bibe.”
 
MA / Kadrî Esen - Fahrettîn Kiliç
 
 

Sernavên din

10/10/2020
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 202'AN
09/10/2020
21:44 55 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:10 4 rojnamevan hatin girtin
16:36 Temel: Li Îmraliyê netewek tê tecrîdkirin
15:37 Pêşengeha berhemên Zehra Dogan hat vekirin
15:21 Li Stenbol, Enqere û Dersimê hat xwestin ku cenaze werin radestkirin
15:21 Rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
15:03 Dozger xwest 13 kesên ESP û SGDF’î bên girtin
15:02 Cureyekî giha yê peyda nedibû hat dîtin
14:59 ‘Tedawiyên ne bi zanistî tên kirin’
14:50 Dadgeha Dîlokê îtîraza li dijî astengkirina ajansa me red kir
14:45 Jinên ji şermezarkirina qeyûman dihatin darizandin hatin beraetkirin
14:43 DBP: Berxwedana Ocalan komplo pûç kir
14:42 Dema binçavkirina dayikên aştiyê dirêj kirin
14:37 Di şermezarkirina binçavkiriyên ESP û SGDF’ê de peyama ‘berxwedanê’ hat dayîn
14:18 Ji Doza Sûrê cezayê girankirî yê heta hetayê li Şengul hat birîn
14:02 9'ê Cotmehê şermezar kirin: Tecrîd gelan bênefes dihêle
13:40 Rojanmevanên binçavkirî birin edliyê
13:11 Rojnamevan Sertaç Kayar hat beraetkirin
12:55 Li Şirnexê 9'ê Cotmehê hat şermezarkirin
12:54 Ji doza KCD’ê ya Rihayê girtî neman
12:39 Ji wekîlê HDP’ê Îpekyuz re cezayê girtîgehê hat xwestin
12:35 Ermenîstan û Azerbaycanê vexwendina Moskovayê erênî pêşwazî kirin
12:28 Doza 'îhlala sînor' li Rojnameger Sancili vekirin
11:30 Di Îlonê de 238 binpêkirinên mafan rû dan
11:26 Qeyûm û AKP’yî bi hev re xebatê kontrol dikin
11:06 Hatîp Dîcle: Heta Ocalan azad nebe komplo bi dawî nabe
10:57 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Edîzer ê gotibû ‘Hevjina duyemîn bînin' ji peywirê hat girtin
10:38 HDP: Tecrîda li Îmraliyê êrişa li dijî çareseriyê ye
10:23 Tê payîn rojnamevanên binçavkirî sewqî edliyê werin kirin
10:15 Her 10’ê mehê li Enqerê ye: Dibe ku di vê rê de bigihim Guneyê xwe
10:14 Emekçî: Ocalan bi fikrên xwe komplo û tecrîdê pûç kiriye, divê azad bibe
09:10 Li Stenbolê ji bo jinan qadeke nû ya têkoşînê: Komeleya Dema Jinê
09:09 Wê Bodrûmê giştî bikin beton!
09:08 Flût li girtîgehê bû zirne
09:08 Nisêbîn saleke bi VPN'ê dikeve înternetê
09:07 Serokê Baroya Mêrsînê: Wê karbidestiya baroyan bê tirpankirin
09:06 Ji rojnamevanan pirsîne 'kî telîmatê dide we ji bo nûçeyan'
09:01 Gunay: Armanca binçavkirina rojnamevanan sergirtina heqîqetê ye
09:01 Malbatên girtiyan: Mirinê li girtiyan ferz dikin
09:00 Guneş: Zarok bi zimanê xwe perwerde nebin, serkeftina wan zahmet e
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2020'AN
08/10/2020
23:59 Karê îfadeya rojnamevanên binçavkirî dest pê kir
23:57 Mahmût Alinak hat berdan
21:17 58 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:42 Nûnerê ÎHD'ê yê Agiriyê Ozkan hat berdan
19:35 Nûçegihana me Zeynep Dûrgût hat binçavkirin
18:36 Hevserokê Tûrgûtlûyê hat binçavkirin
18:31 Mahmût Alinak hat binçavkirin
18:28 Li Parka Koşûyolûyê cesedê zilamekî hat dîtin
17:04 MEBYA-DER: Cenazeyên di morg û goristanên bêkesan de bidin malbatan
16:43 Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca hat girtin
16:05 Yekemîn danişîna rojnameger Sayilgan û Kaya hat dîtin
15:14 DFG'ê rapora Îlonê aşkere kir: 10 rojnameger hatin cezakirin
15:00 Sînordarkirina parêzeran a li ser nûçegîhanên me rabû
14:48 Ji bo qatilê Gultekîn cezayê muebeta giran hat xwestin
14:23 Xwediyê Xelata Nobelê ya Wêjeyê diyar bû
14:20 Omer Ocalan: Komplo bi berxwedanê dikare were têkbirin
13:20 Li Edenê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn
13:18 Dozgerê bê hincet ceza xwest: Ji yên fêm dikin re hincet pir in
13:16 Şevîn Alaca û 4 kesên li gel wê birin edliyê
13:02 Danişîna Hevşaredar Yildiz Çetîn taloq bû
12:41 Li Girtîgeha Elbîstanê ji ber koronayê pirsgirêkên cidî tên jiyîn
12:35 Aktar: Êdî ewlehiya tu kesî tuneye
12:15 Dozgerê bûyerê û dozgerê dosyeya rojnamevanan heman dozger e
12:12 Li Meletiyê 5 kes hatin binçavkirin
12:02 Dîtin ku nayê îmhakirin, ‘Plana Îmraliyê’ xistin dewrê
12:00 Siyasetmedarên girtî wê îfadeya ‘Kobanê’ bidin
11:25 Rojek berî danişîna doza hevberdanê hat kuştin
11:02 Salîh Muslîm: Em dikarin komployê di sala 22’yemîn de têk bibin
11:01 Dozger beraeta Rojnameger Demir xwest
10:35 6 sal borîn, lê hêj êrîşkarê Midûrê Polîsan ê Çewlîkê ronî nebûye
09:09 Serpêhatiyên kurdan nadin jibîrkirin
09:08 Bi roketên li Nisêbînê ketin 12 kes mirin, dosyeyê daxilî nav ên 'kiryar nediyar' kirin
09:05 ‘Rojnamevanên di binçavan de demara berxwedêr a heqîqetê ne'
09:04 Endama ÎTO'yê: Wezareta Tenduristiyê divê bi awayekî aşkere û zelal tev bigere
09:03 Nivîskar Temel: Tirkiye li dijî tevahiya kurdan e
09:02 ‘Mantiqa nimêja fethê ya qeyûm û texrîbkirina xwezayê heman mantiq e'
09:01 Rojnamevan: Naxwazin binpêkirinên mafan bên nivîsandin
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2020'AN
08:41 Li Qersê 9 kesên din jî hatin girtin
07/10/2020
20:03 Bêrîtiya Tûma Çelîk hat betalkirin
19:34 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirine bû 8 hezar û 609
19:07 Cenazeyê Emîrê ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest dabû li Stenbolê hat definkirin
17:02 Îttîraza girtina Ayna bi bayê bezê hat redkirin
16:03 Li Amedê dest bi hilweşandina Mala Artêşê kirin
15:54 Li Licê muhîmata leşkerî bi şivanekî ve teqiya
15:49 Doza helbestvan Tellî hat taloqkirin
15:45 Gunay: AKP tecrîdê veguherandiye awayê rêvebirinê
15:31 Ji ciwanan li Cizîrê panela tecrîdê
15:10 Girtîgehê girtina cenazeyê ku ragihand hatiye veşartin xwest
15:02 Îtîraza dijî qedexeya hevdîtina parêzerên Ocalan hat redkirin
15:01 Serokê AYM’ê: Sererastkirina ‘Efûya taybet’ li dijî Destûra Bingehîn e
15:01 Ji bo rojnamevan Ayşegul Dogan 15 sal ceza hat xwestin
14:45 Polîsan gef lê xwarine û sîxûrtiyê lê ferz kirine
14:12 Qeyûm şopîneriya Ayhan Bîlgen a Twîttera Şaredariyê asteng kir
13:29 Ji kesên ku li Qersê hatibûn binçavkirin 10 jê sewqî edliyeyê kirin
13:21 Dema binçavkirina rojnamevanan hat dirêjkirin: Sedema operasyonê nûçeyên helîkopterê ne
13:20 Bertek nîşanî binçavkirina dayikên aştiyê dan