Hevşaredara Qersê Alaca: Em şaredarîvaniyeke civakî ava dikin

  • rojane
  • 09:40 25 Îlon 2020
  • |
img

QERS - Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca, diyar kir ku li bajêr êdî bi feraseta şaredarîvaniyeke nû pirsgirêkan çareser dikin û got: "Em şaredarîvaniyeke civakiyî ava dikin." 

Şaredariya Qersê ji roja ku ketiye destê HDP'ê heya niha di warê civakiyî de bênavber dixebite. Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca, behsa xebatên xwe yên sal û nîvekê kirin. 
 
TEMSÎLIYETA JINÊ 
 
Alaca, anî ziman ku bajar cara ewil bi HDP'ê re bi pergala hevşaredariyê tê birêvebirin û got, ev yek ji bo jinên bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin geşedaneke girîng e. Alaca, bal kişand ser pirsgirêkên ku jin bi wan re rû bi rû dimînin û got: "Pergala hevserokatiyê di tespîtkirina pirsgirêkan de girîng e. Lewma ev yek ji bo me jî pir girîng e. Li Qersê temsîliyeta jinê û polîtîkayeke rêveberiya xwecihî ji bo me pir girîng e." 
 
MOR CAFE
 
Alaca, destnîşan kir ku piştî rêveberiyê dewr girtine dest bi xebatên jinan kirine û got: "Pêşî me Mor Cafeyê vekir. Paşê me markeya KarsBELê derxist pêş û me berên xwecihî yên Qersê dan naskirin û berpêşî piyaseyê kir. Armanca me ew bû ku jin berên xwe bînn li Mor Cafeyê bifiroşin û di warê aborî de tiştekî qezenc bikin. Me ev wekî pêşxebateke avakirina kooperatîfeke jinê jî nirxand. Çimkî di vî warî de jin pir serî li me didin. Rîçal, rişte, tirşî hwd. çêdikirin, lê belê cihekî ku lê bifiroşin tunebû. Mor Cafe di vî warî de tevdigere. Bi vê re me bazarên kedê yên jinê ava kirin. Ev bazar ji bo me pir girîng bûn." 
 
NAVENDA PIŞTEVANIYÊ YA JINÊ 
 
Alaca, anî ziman ku Navenda Piştevaniyê ya Jinê ji bo pirsgirêkên di warê şideta jin pê re rû bi rû dimînin, ji bo pirsgirêkên di warê taciz û tecawizê de hel bike hatiye avakirin û got, pirsgirêkên di ser navenda piştevaniyê re xwe digihînin wan çareser dikin. Alaca got: "A rast jin bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin, lê pir nikarin wan bilêv bikin. Sedema herî girîng jî, nebûna saziyeke pêbawer e. Mixabin stergeheke Şaredariay Qersê tuneye. Armanceke me ya herî mezin jî em stargehekê ava bikin. Lê belê peydakirina eşrt û mercên vê yekê jî ne hêsan e. Li navendê hevaleke me ya pispora xizmeta civakiyî her roj pêwendiyê bi dehan jinan re datîne." 
 
XETA MORÊ 
 
Alaca, bilêv kir ku bi "Xeta Morê" re jî jin pirsgirêkên bi wan re rû bi rû dimînin rasterast radigihînin û got: "Bi Xeta Morê re jin êdî rasterast pêwendiyê bi pispora me ya xizmeta civakiyî re datînin. Jin daxwazên xwe yên di warê xizmetên şaredariyê yên têkildarî şidet, taciz û zextên bi wan re rû bi rû dimînin de rasterat dibêjin. Nexasim di mijarên şidet û devjihevberdanê de em berê jinan didin cihên rast. Yanî tenê em guh li pirsgirêkan nakin, em berê wan didin sazî û deverên têkildar jî û em pêvajiyên heyî dişopînin." 
 
XEBATÊN ÇAND Û HUNERÊ 
 
Alaca, anî ziman ku yek ji xizmetên ku şaredarî dike jî fealiyetên çand û hunerê ne. Alaca, diyar kir ku bajêr bi hesreta van xebatan bûye û got: "Par me Yekemîn Mîhrîcana Çandê ya Serhedê li dar xist. Mixabin îsal ji ber pandemiyê e mîhrîcana xwe li dar nexist. Lê belê di warê çand û hunerê de wê xebateke me ya girîng jî Aynali koşk be. Ev koşk yek ji nirxên dîrokî yên Qersê ye. Niha xebatên wê yên tadîlatê didomin. Piştî tadîlatê wê di warê dika şanoyê de xizmeta gelê Qersê bike. Her wiha bernameyeke me ya ji bo pirtûkxaneyeke gerok jî heye. Xebatên me yên di vî warî de jî didomin." 
 
Alaca, destnîşan kir ku gelek pirsgirêkên Qersê hene û got: "Sal û nîveke em li ser kar in. Beriya me pirsgirêkên sereke yên Qersê paqijî, av û rê bûn. Piştî anketan me ev yek tespît kir. Vê havînê me xebatên ji bo rêyan dan destpêkrin. Nexasim li Taxa Yenîşehîrê; ji ber ku ev der herêmeke nû bû rêya wê tunebû. Me li vê derê xebatên parkeyên pevdikevin didomin. Armanca me em heya havînê piraniya wê xelas bikin. Her wiha xebatên me yên asfaltkirina taxan hene. Mixabin bi qasî şert û mercên demsalî yên Qersê dihêlin em dixebitin. Hêvîdar im em ê îsal piraniya wê xelas bikin." 
 
ŞAREDARÎVANIYEKE CIVAKIYΠ
 
Alaca, destnîşan kir ku gelê bajêr pir bihêvî ye û got: "Ji lewra ev pirsgirêk bi salan e hatine taloqkirin û ketine ser hev du. A rast em modeleke nû, yanî şaredarîvaniyeke civakiyî ava dikin. Helbet em bi pirsgirêkine mezin re jî rû bi rû dimînin. Çimkî neşterkirina pirsgirêkên mezin ketin serdema me. Ji ber vê jî em bi hin bertekan re rû bi rû dimînin. Gelek welatiyên me van xebatên şaredariyê pîroz dikin û piştgiriyê didin. Gelek kesên ku raya xwe nedane me jî dilxweşiya xwe ya ji bo xebatên şaredariyê tînin ziman. Ev yek bêtir me motîve dike. Em ê di 5 salan de bi ser gelek pirsgirêkan de biçin. Helbet hin pirsgirêk hene ji bo wan wextekî dûr û dirêj divê. Hêvîdar im em ê li Qersê bi feraseteke şaredarîvaniyeke nû bi hev re pirsgirêkan hel bikin." 
 
MA / Ozlem Yayan

Sernavên din

29/09/2020
09:12 Çalakiya xwendina pirtûkan a li dijî texrîbkirina xwezayê mezin dibe
09:12 Zanîngeha Enqereyê der barê parvekirinên medyaya civakiyî de tenduristkar hişyar kirine
09:11 Helwesta Porsipiyan: Cihgirtina li cem HDP'ê divêtiyek e
09:04 Penaberên sûriyeyî: Jiyan pir zehmet e
09:03 Ava Bendava Ilisûyê hat kêmkirin, masî mirin
09:00 ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2020'AN
28/09/2020
20:09 65 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:03 Li Egeyê di 4 mehan de 197 binpêkirinên mafan pêk hatine
16:25 Girtiyên li Girtîgeha Panosê: Korona belav bû ye
16:24 Endama Rosayê Remziye Sizici tehliye bû
16:06 Komkujiya Roboskî di meha 105’emîn de ye: Bêcezahiştin didome
15:49 Serokwekîlên Koma HDP’ê: Divê desthilat hesab bide
15:00 Bûldan dê sibê bi gelê Qersê re bê gel hev
14:55 Rêxistinên Sivîl banga xwedî derketina li HDP’ê kirin
14:29 TUM BEL-SEN bertek nîşanî îxrackirina karmenda da
14:18 Şermezarkirina binçavkirinan dewam dike: Tekane çareserî berxwedan e
13:49 Serdanên HDP’ê didomin: Divê bloqa antîfaşîst bê avakirin
13:44 Salih Muslim: Tirkiye serkeftina Kobanê hezm nake
13:03 Pirtûka Serokê AYM’ê Arslan ‘bifikar’ hat dîtin
12:59 Binçavkirina HDP’iyan li Cizîrê hat şermezarkirin
12:55 Li çoltera Xîzanê operasyona leşkerî
12:50 Di doza Kaşikçi de doznameya duyemîn hat amadekirin
12:50 Cezayê heta hetayê yê girankirî li kujerê parêzer Boylû hat birîn
12:50 Dema binçavkirina siyasetmedaran hat dirêjkirin
12:37 Bîlgen: Yên danîna qeyûm difikirin bila bîranînên waliyê eskerî yê Rûs bixwînin
12:37 Şerê Ermenîstan û Azerbaycanê dewam dike
12:22 11 sal derbas bûn lê faîlek nehat darizandin
12:17 Ji Weşanên Aryen'ê yek jê tirkî 3 pirtûkên nû derçûn
12:03 Siyasetmedarên dibin çavan de anîn Edliya Enqerê
12:03 Ji Fîlîpînê heta Ewropa ji Fasê heta Brezîlyayê piştevaniya ji bo HDP’ê
11:48 Doza rojnamevan Suren hat taloqkirin
11:20 Dengdêrên AKP û MHP’ê: Binçavkirina Bîlgen bêhiqûqî û bêdaletî ye
10:15 Dema binçavkirina siyasetmedaran wê were dirêjkirin
09:05 Birayê Nadîra Kadîrova: Dîmen pişt rast dikin ku Unal ê AKP’î Nadîra kuştiye
09:03 Li herêma dîrokî destûra kana kevir hat dayîn
09:01 Krîza aborî kûr dibe: Em di nava çiravê de ne
09:01 Li girtîgehê, bêyî ku girtiyan muayene bikin, derman didin!
09:00 ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2020'AN
27/09/2020
19:55 Hejmara kesên ji ber vîrûsê mirin 1 mîlyonî derbas kir
19:39 Di 24 saetên dawî de 68 kesan jiyana xwe ji dest dan
19:24 Koma ku hilbijartina TTB'ê qezenc kir diyar bû
19:00 MKM'ê 29'emîn salvegera xwe pîroz kir
18:34 Li Stenbolê zarokek hat tecawîzkirin
18:21 Azerbaycanê ‘rewşa şer’ îlan kir
16:20 Li dijî binçavkirinan bûn endamê HDP’ê
16:03 Cîhanerê CHP’î HDP ziyaret kir: Divê em vê lîstikê xera bikin
15:31 Lêpirsîna strana kurdî li hunermend Ermîş vekirin
15:21 Guven rexneya “bêdengiyê” li muxalefetê kir
14:59 Şibanê ku ji helîkopterê hat avêtin: Ne rehet im, nayê bîra min
14:06 Îtîfaqa Kurdistanê bang li îqtîdarê kir: Rêyên diyalogê negirin
13:58 Ji derveyî sînor piştgiriya HDP’ê
13:15 Belavkarê rojnameyê Sûbaşı hat binçavkirin
13:09 Bilgen: Me rêya dizan girt û rêyek nû vekir
12:57 Ermenistanê rêveberiya awarte îlan kir
12:40 Piştî parastina rewa gilî kir
12:01 Servet Tûrgût ê ji helîkopterê hat avêtin 17 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye
11:45 Karkerê 44 salî bû qurbana asansorê
11:19 Li Qersê kesên deng nedane HDP’ê jî li dijî binçavkirinan bi bertek in
10:55 Di 9 mehan de 20 girtî mirin: Vê dijmirovahiyê bi dawî bikin
10:39 Bi nîşeya taybet derket holê ku ehliyeta pispor tuneye
09:58 Taşdemîr: Li dijî siyaseteke ku jinan hedef digire divê em xwe bi rêxistin bikin
09:45 Buldan bang li Davutoglu kir: Dem dema vegotina rastiyan e
09:45 Parêzerê Ocalan: Divê êdî azadiya Ocalan bê armanckirin
09:05 'Wê maden bedewiya xwezayê tune bike'
09:04 Li Amasyayê ji ber HES'an çandinî nemaye
09:04 Tîryakî: AKP heyfa binketina polîtîkayên xwe yên derve ji kurdan distîne
09:03 Êzingvan û komirvan dikanên xwe digirin
09:02 Dest bi çêkirina beniyan kirin
09:01 Nameya Gencer nadin malbatê: Em bawer nakin ku întihar kiriye
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2020'AN
26/09/2020
16:58 Fincanci: Em carek din bêjin em serî natewînin
Hamzaoglu: Ji bo em nelikumin em hev hembêz bikin
15:26 Li girtîgehê madeyên paqijiyê pir biha difiroşin
15:18 Rewşa girtiya nexweş Karaguzel giran e
15:04 Serokwezîrê 6-8’ê Cotmehê li Sancar geriya: Operasyon ne hiqûqî ye
15:03 Bîlgen ji gelê Qersê re silav şand
14:42 Ji bo piştevaniya HDP’ê daketin qadan
14:33 Girtiya nexweş Dîrekçî: Hûn li benda mirina min în?
14:18 Parêzer ji bo bi HDP’iyên di binçavan de hevdîtinê bikin çûn Emniyetê
14:17 Kurê Yakut: Me deriyê heviyê her tim vekirî hişt
13:27 Bûldan: HDP’ê çong danenî û wê daneyne bila ev jî ji we re bibe derd
13:07 Piştî birin fermandariya cendirmeyan winda bû
13:07 Kongreya TTB’ê dest pê kir
12:20 Serokê PÎA: Kurd wê li dijî faşizmê serî netewînin
12:13 Aldar Xelîl: PYNK amade ye ku bi ENKS'ê re hevbeşiyê bike
11:59 Bang li Kiliçdaroglû û Akşener kir: Ger hûn deng dernexin, wê we jî bigirin
11:32 Li Stenbolê di serdegirtina malan de 7 kes hatin binçavkirin
11:03 Bersûcê hevjîna xwe ya bêrê kêr kiribû, hat binçavkirin
10:29 Kordînasyona Heskîfê: Beyza Ustun û binçavkiriyan berdin
10:18 Kekê parlamenterê AKP’ê ji bo teslîm bibe li malê li benda guhertina dozger sekinî ye
10:13 Malbata Şenyaşar: Em li bendêne di 2’yê Cotmehê de her kes li Meletiyê be
10:08 'Di dawiya dawî de dê berxwedan bi ser bikeve'
09:10 Dadgehê doza ji bo betalkirina biryara der barê Mizrakli de red kir
09:10 Kevirên Dêra Sûrp Sarkîsê hatin dizîn
09:09 Şewitandina pirêzeyan nahêle Êlih bêhnê bistîne!
09:06 Qeydên Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê dest pê kirin
09:05 Midûrê DEDAŞ'ê ku ji ber nelirêtiyê hatibû girtin, 1.7 milyon TL da, bû 'îtirafkar' û hat berdan
09:04 Hevserokên HDP'ê yên Şirnexê: Dixwazin Partiya me îllegalîze bikin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2020'AN
25/09/2020
23:36 Li Ûkraynayê balafira şer ket: 22 kes mirin, 2 kes jî birîndar bûn
23:32 Baroya Rihayê: Armanca operasyonan tepisandina muxalefetê ye