Ocalan ê HDP’î: Rakirina tecrîdê ji bo “asayîbûnê” girîng e

img

ENQERE – Parlamenterê Rihaye Omer Ocalan, diyar kir ku ji bo asayîbûna pêvajoya zehmet ku Tirkiye têre derbas dibe, rakirina tecrîdê gelek girîng e û ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bang li hemû saziyên siyasetê û rêxistinên mafên mirovan û sivîl kir.

 
Parlamenterê HDP’ê yê Rihaye Omer Ocalan, derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ye, li meclisê civîneke çapameniyê li dar xist. Ocalan, bi bîr xist  ku ji 27’ê tîrmeha 2011’an ve Abdullan Ocalan tenê çend hevdîtinan bi malbat û parêzerên xwe re kiriye û wiha got: “Ev rewş, azadî û mafên bingehîn ên mirovan ku bi qanûnên navneteweyî hiqûqa navneteyî hatine ewlekirin, dike mijara nîqaşê.”
 
ÎŞKENCEYA LI ÎMRALIYÊ Û RAPORA CPT 
 
Ocalan, bal kişand ser rapora CPT’ê ya derbarê tecrîdê û derbarê mijarê de ev tişt: “Weke malbat qet ne pêkan em vê tecrîdê qebûl bikin. Tecrîda li ser rêzdar Ocalan ne tenê li ser wî ye; di heman demê de ev tecrîd li ser demokrasi, hemû azadî û muxalefetê ye. Divê welatiyên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê jî ev wiha bixwînin. Divê êdî em ber bi rêya aştî û çareseriyê ve bimeşin. Divê neyê jibîrkirin ku neçareserkirina Pirsgirêka Kurd bi tevahî pergal û şertên jiyanê jî ber bi qaosê ve dibe.”
 
‘TIRKIYE SÛC DIKE’
 
Omer Ocalan, da zanîn ku li dijî Ocalan muameleyek keyfî heye û wiha dewam kir: “Tirkiye li gorî peymanên navneteweyî û qanûna xwe ya bingehin niha sûc dike û di vî sûcê xwe de istar dike. Ev pêkanên li dijî mafên mirovan û bêhiqûqiya heyî, pirsgirêkên civakî kurtir dikin. Ev jî wê bibe sedema encamên ne baş. Bi vê ve girêdayî, aqlê ne çareseriyê weke çareseriyê pêşkêş dike, bi heman polîtîkayan jî di şer de israr dike. Birêz Ocalan ê di sala 1999’an de hat dîl girtin, ji her demê zêdetir dibin tecrîdek girankirî deye.”
 
HIQÛQA GLADÎO
 
Ocalan, dest nîşan kir ku li Gireva Îmraliyê rejîma Gladyo heye û wiha rêz kir: “Hiqûqa tê bi rêve birin jî hiqûqa vê Gladyoyê ye. AKP jî bi dilxwazî rêvebirina vê tecrîdê dike. Tespîtên Rêberê PKK’ê danîne holê û sekna wî, ne tenê ji bo gelê kurd di heman demê de ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê perspektîfên çareseriyê pêşkêş dikin.”
 
‘DIVÊ EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN’
 
Ocalan ê HDP’î, bi bîrxist ku, desthilatdarî dengê Rêberê PKK’ê jî ji bo xwe weke talûke dibîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin. Daxwazên wî û malbata wî bên qebûl kirin. Ev wê ji bo Tirkiyeyê jî pêşketinek mezin be. Em tecrîda daîmî û bêdengiya heyî qebûl nakin. Em bang li hemû hemû saziyên siyasî yên ku dixwazin demokrasî û hêza siyasî ya Tirkiyeyê bê parastin, rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên civaka sîvîl dikin ku ji bo bi dawî kirina tecrîdê dengê xwe bilind bikin. Werin em li dijî bêhiqûqiya heyî derkevin û bi hevre têkoşîna demokrasî û aştiyê qezenc bikin. Divê sazî û dezgehên navneteweyî, di serî de CPT’î, Konseya Ewropayê, Parlamentoya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî teqez li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin û em banga berpirsiyartiya xwe bi cih bînin li wan dikin.”
 

Sernavên din

27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Doh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarok di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin
13:43 Li Rihayê ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang
13:02 DEM Partiyê ji ber êrişa li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
12:46 Li Mêrdînê Suryanan ‘Cejna Zayînê’ pîroz kir
11:45 Welatiyên Wanê: Bila dewlet gav biavêje
11:19 Abdullah Ocalan: Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye
11:01 Tulay Hatîmogûllari: Divê her kes bi meseleya Kurd re hevrû bibe
10:19 Li dijî ‘provokasyonên li girtîgehan' hişyarî
10:18 Di sala 2025’an de Îran û Rojhilat: Bû saleke krîzên piralî
09:32 'Divê jin di 4’ê Çileyê de azadiya Abdullah Ocalan biqîrin'
09:29 Ercan Yilmaz: Raporên ku ji Meclisê re hatine pêşkêşkirin ji bo çareserkirina pirsgirêkê kêm in
09:14 Bi gopalên xwe çal koland û ‘tovên hêviyê’ çand
09:09 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Divê gel waliyan jî hilbijêre
09:01 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2025'AN
24/12/2025
17:11 Hunermend Sîdar Amed jiyana xwe ji dest da
16:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:35 Kurtulmuş ji bo pêvajoyê ‘hişyarî’ kir: Hewl didin Tirkiyeyê dorpêç bikin, gelek dema me nîne
16:24 Hakan Fîdan bi Şandeya Hamasê re hevdîtin kir
15:47 Rewşa Durak ê tehliyeya wî ji bo 15 mehan hat taloqkirin xist rojeva Meclisê
15:35 Rapor: Berdana girtiyan bi ferzkirina poşmaniyê û pirsên li ser pêvajoyê tê taloqkirin
15:02 Di protestoya mûçeyê kêmtirîn de banga têkoşîna hevpar
14:39 Şîna Okan Gul bi girseyî hat ziyaretkirin
14:34 Di serdegirtina malê de dayika bi Kurdî axivî hat derbkirin
14:11 Dema xebatên Komîsyona Meclisê 2 mehên din hat dirêjkirin
13:34 Parastina bi Kurdî hat astengkirin: Kesek nikare di dadgeha min de bi Kurdî biaxive!
13:17 Hunermendan ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang kir: Ji bo mafê hêviyê em ê li qadê bin
12:50 Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin
12:38 Civaknasê Alman Treiber: Rêgeza ‘entegrasyona demokratîk' li gor mercên rasteqîn e
12:27 AYM'ê der barê tomarkirina hevdîtina girtiyan de biryara binpêkirinê da
12:19 Tomarkera deng a balafira ku şandeya Lîbyayê tê de bû hate dîtin
12:18 Aldar Xelîl: HTŞ, wekî partiya Baasê ye
11:38 Civîna komîsyonê dest pê kir
11:27 Ji bo ava nayê dayîn fatûreyên zêde tên birîn!
11:23 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:02 'Mitînga Hêvî û Azadiyê dê bibe destpêka çareseriya demokratîk’
10:58 Mehmet Altan: Heya siyaset demokratîk nebe dê pirsgirêk çareser nebin
09:54 Testa hişbirê ya Serokê Fenerbahçeyê pozîtîf derket
09:50 Sûriye sala 2026'an bi nediyariyan pêşwazî dike
09:42 Ji bo pasaportê ji sedî 19 zem hate kirin
09:35 Ciwan dê ‘Di civaka sosyalîst de rola ciwanan’ nîqaş bikin
09:25 Serfermandarê Lîbyayê jî di nav de 8 kes di balafira ‘ketî’ de mirin
09:16 ‘Divê mafê hêviyê cîbicî bikin, azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2025'AN
23/12/2025
16:51 Bi girseyî serdana şîna Polatê HPG'î hat kirin
16:27 Li Edeneyê Komeleya Dayikên Aştiyê hat vekirin
15:50 Wezîrê Dadê Tûnç: Em bi heyetê re gavên ku divê bêne avêtin axivîn
15:17 Hamdiye Kirici jiyana xwe ji dest da
14:11 Mesût Sevîktek û Îsa Oran hatin bibîranîn
13:44 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kurtulmuş re bi dawî bû