Li gel astengiyan jî dayikan qurnefîl danîn Galatasarayê: Polisan 3 kes binçav kirin

  • rojane
  • 14:01 25 Tîrmeh 2020
  • |
img
STENBOL – Dayikên Şemiyê, li gel hemû astengiyan jî qurnefîl danîn Qada Galatasaray. Polisan mudaxaleyî malbatan kirin û 3 kesan jî binçav kirin.
 
Dayikên Şemiyê, di hefteya 800’emîn de xwestin ku ji bo çalakiya xwe ya ku ji bo hînkirina aqûbeta zarokên xwe û cezakirina faîlên wan li dar dixin, li Qada Galatasarayê daxuyanî bidin. Lê polisan mîna hefteyên borî dîsa çalakiyê asteng kirin. Hevserokên giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar jî di nav de Dayikên Şemiyê, li ber Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê li hev kom bûn û xwestin ber bi Qada Galatasarayê ve bimeşin. Ji ber ku polisan destûr neda girse careke din vegeriya ber ÎHD’ê. Malbat ji vir çûn Qada Galatasaray.
 
Polisan malbatên ku li qadê hatin gel hev dorpêç kirin û destûr nedan daxuyanî bidin. Dayika Mûrat Yildiz ê windayî Hanîfe Yildiz, di bin dorpêçê de xwest qurnefîlan di destê xwe de deyne Qada Galatasaray. Polisan mudaxaleyî Yildiz kirin û ew ji qadê dûr xistin. Mirovê Şemiyê Yaşar Aksû ku ji ber vê yekê bertek nîşanî polisan da hat binçavkirin. 
 
BINÇAV KIRIN
 
Xwişka Hasan Ocak ê windayî Maside Ocak û kekê Ridvan Karakoç ku cenazayê wî hatibû dîtin Hasan Karakoç gotin ku wê “Dev ji Galatasarayê bernedein” û qurnefîlên di destê xwe de danîn qadê. Polisan mudaxaleyî Karakoç û Ocak kirin û ew binçav kirin. 
 
Li gel hemû astengiyan jî hevserokên giştî yên HDP’ê Bûldan û Sancar qurnefîl danîn Qada Galatasaray. Li ser navê Dayikên Şemiyê Pervîn Bûldan li vir daxuyanî da. Bûldan, bertek nîşanî mudaxaleya polisan da û diyar kir ku dîmenên ku derketine holê cihê şermê ye û got ku wê dev ji lêgerîna xwe ya heqîqet û edaletê bernedin. 
 
PIRSÊN BÊBERSIV!
 
Bûldan, piştre ev pirsên bersiv kir: “Çibû ji hezkiriyên me yên di bin çavan de winda bûn? Kesên wan windakirina çima tên parastin? Çima li gel hemû şahid û delîlan darizandin nayê kirin? Çima mafê me yê xwe gihandina heqîqet û edaletê tê astengkirin? Desthilat li şûna ku van pirsên me bibersivînin rayeya xwe xerab bi kar tînin, dixwazin bi tundiyê me bêdeng bikin.”
 
CIHÊ SÛC!
 
Di berdewamê de Bûldan bal kişand ser qedexekirina Qada Galatasaray û ev tişt got: “Yek ji xebata destpêkê ya Pergala Hikumeta Serokkomariyê qedexekirina Qada Galatasarayê bû. Ji bo ku em neçinê 24 saetan qadê bi maşîneyên zirxî dorpêç kirine. Qadê kirine cihê sûc. Gelo li Tirkiyeyê Destûra Bingehîn di meriyetê de ye. Daxwaza me ya edaletê bi çekên giran tê tepisandin û weke sûc tê hesibandin.”
 
“EM Ê DEV JI GALATASARAY BERNEDIN’
 
Bûldan, destnîşan kir ku qedekirina Qada Galatasaray li hemberî maf û azadiyê êrîş e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Binpêkirina dewletê ya Destûra Bingehîn û xerab bi kar anîn rayeyan sûc e. Divê civak bi bêdengiya xwe nebê hevparê vî sûcî. Di hefteya xwe ya 800’emîn de careke din îlan dikin ku em bi biryar in û em ê li maf û azadiya xwe xwedî derkevin. Heta ku Tirkiye nebe dewleta hiqûqê û demokratîk nebe em ê bêdeng nebin. Heta ku winda neyên dîtin û faîl neyên cezakirin em ê terka Galatasarayê nekin.”
 
Piştî axaftina Bûldan Mirovên Şemiyê qurnefîl danîn Qada Galatasaray.
 

Sernavên din

29/07/2020
11:44 Li dijî qeyûmê Mêrdînê operasyona nelirêtiyê
10:55 Xebatên lêgerîna ji bo Yagbasan ê li çemê Dîcleyê winda bû didomin
10:43 Qeyûm mala şînê ya tune şewitand!
09:04 Ocalan: Feraseta îqtîdarê ya ol, feraseta olê bi maske ye
09:04 Soran Omer: Tişta ku AKP li bakur dike, PDK jî li vir pêk tîne
09:04 Ji ber şîna xwişka xwe hat sûcdarkirin!
09:04 Yaylali: Dewlet jinên kurd wek gefê dibîne
09:03 Kesên qurbanan difiroşin: Keda me tê xwarin
09:02 Welatî: Em nikarin cilên cejnê ji zarokên xwe re bikirin
09:02 Dayika çalakgerê greva birçîbûnê: Jiyana wan di talûkeyê de ye
09:02 Porspî bang li muxalefetê dikin: Bibin yek û tifaqa demokrasiyê ava bikin
09:01 ‘Goristana Kîlyosê ji komkujiyên Zîlan û Dersimê necudatir e’
09:01 Dayikên Aştiyê: Tecrîd dibe sedema rondikên çavên dayikan
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:50 Meclîsa Tirkiyeyê daxwaza Medya Civakî qebûl kir
28/07/2020
21:58 Jinên sosyalîst ên hatibûn binçavkirin hatin berdan
21:42 15 kes ji ber koronayê mirin
20:35 Payebilindên Şaredariya Mêrdînê ji ber nelirêtiyê hatin binçavkirin
20:01 Iraqê vîzeya ji bo welatiyên Tirkiyê rawestand
18:47 Li Mêrdînê jina ciwan a tê gotin întîhar kiriye mir
16:48 Bi çeka bavê xwe hewl da întîhar bike
16:26 ‘Rêveberiya Şewbê feraseta Qeyûm e'
16:26 Simîtfroşê nikarîbû biçe Enqereyê xwest întîhar bike
15:37 Kiliçdaroglu: Ez soza çareseriya pirsgirêka Kurd didim
15:35 Kesê ku doza ‘Heqareta li Serokkomar” lê hatibû vekirin jî kirine endamê AKP’ê
15:20 103 meh derbas bûn: Roboskî ezmûna dewlet û desthilatdariyê ye
15:19 Karkeran komkujiyên jinan şermezar kirin
15:00 Li Cizîrê feeliyetên werzîşê hatin rawestandin
15:00 ANYAKAY-DER: Tundiya zayendî êrîşa politik e
14:24 HDP wê derbarê endamkirinên ‘sexte’ yên AKP’ê de gilî bike
14:07 100 parêzeran xwest Feyzioglu baweriya xwe nû bike
13:58 Dersim Konak nehat berdan
13:46 Ji Kalin daxuyaniya Ayasofya û xîlafetê
13:34 Mensûr Işik 2 salan ji partiya xwe hat dûrxistin
13:24 Platforma Demokrasiyê: Peymana Îstanbul dide jiyandin
13:06 Dadgehê girtekên binçavkirina Temo xwestin
12:18 Bexçeyê qeyûm hişk bû
11:57 Li Mînbîcê êrîşa bi topê: 3 jê zarok 6 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn
11:55 Li Lîcê agir bi daristanê ket
11:54 Geliyê Sefo 77 salin xwîn diherike
11:43 Ji parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê
11:42 Bi sendelya bi teker gehişt Dêrsimê
11:34 Walîtiya Dîlokê jî çalakiyan qedexe kir
10:52 Welatiyên ava wan hat birîn rê li trafîkê girtin
10:01 Ewlekariyê hemû çalakî û bername qedexe kirin
10:01 Dûrna: Pir zehmet e ku desthilat şîrketên medya civakî bike bin kontrola xwe
09:32 Prz. Eroglu: Tirkiye ji bo jinan welatekî talûke û bê ewle ye
09:28 Li Esenyûrtê şewat: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:05 Li Dersimê berteka ‘îhaleyê’: Dawiya nêçîrvaniyê bela ye jê vegerin
09:05 ‘Bêcezahiştin wêrekiyê dide faîlên tacîz û tecawizê'
09:04 Malnişîn: Mûçeyên me dihelin, em nikarin debara xwe bikin
09:04 ‘Divê polîtîkayên navenda wan zarok bin bên afirandin’
09:03 Li Mêrdînê pergala tenduristiyê têk çû
09:03 Banqa Ziraatê cotkaran xapandin!
09:02 Nîşeyên 40 hevdîtinên Ocalan di doznameya KCD’ê de ne
09:02 Girtiyê nexweş di hûcreya yek kesî de tê girtin
09:01 'Betalkirina Peymana Îstanbul ne karê aqilan e'
09:01 Parêzer Ûçar: Wan veguherî gora penaberan
09:01 Dîsa cejn hat û dîsa têcirên Wanê bi gazin in
09:00 ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2020'AN
27/07/2020
21:16 Zilam keç û hevjîna xwe kuşt
19:51 Meclisa Ciwanan a HDP’ê bal kişand ser tecrîdê
19:14 Demîrtaş û Yuksekdag dîsa nehatin berhdan
19:03 Parêzerên di rojiya mirinê de sewqî ATK'ê kirin
15:52 ÎHD: 19 girtî mirin
15:45 Şewata li Hewêlê hat vemirandin
15:39 Zilamekî tayînî Midûriyeta Polîtîkayên Malbat û Jinan kirin
15:22 Jinan bersiv da dewletan
14:49 Dozgîn Temo sibê cara duyem derdikeve pêşberî dadger
14:33 Siyasetmedarên Norveçî banga piştevaniya HDP'ê kirin
14:27 ‘Jinên sosyalîst berdin’
13:44 Ûca ya HDP’î: Êzidiyê winda Abdo Killî li ku derê ye?
13:39 HDP'ê li diji daxwaza pêşnûma Medya Înternetê şerh danî
13:24 Ji bo dîtna cenazeyê welatiyê fetisî lêgerîn didome
13:02 Girtî û hikumxwar wê du caran hevdîtin pêk bînin
13:01 Nexweşê Covît-19'an ê li 5 bajaran cih nedît mir
12:31 TSK'ê di êrîşa hewayî de li Amediyê 2 sivîl kuştin
12:18 Bavê Pinar Gultekîn: Min qet ne difikirî ku ev bûyer bê serê min
12:08 Çiyayê Cûdî tê topbarankirin
11:27 Li 3 bajaran operasyona leşkerî dest pê kir
11:24 Li dijî bêhiquqûyê bi sendeliya bi teker dest bi meşa Dêrsimê kir
11:07 Du raporên cuda didin welatiyê êşkence lê hatiye kirin
10:28 Li Mêrsînê wesayîta leşkerî qulipî: 6 mirî hene
10:11 Ji Waliyê Rihayê parastina koronayê: Bajarekê hez ji hev dikin e
09:52 Prz. Dîlan Kunt: Vekişîna ji Peymana Îstanbul dê tundiyê zêde bike
09:01 Birîna daran a li Cûdî gihîşt berwarê bajar
09:01 Pêşî Wan pişt re Mêrdîn: 400 kesî kirin endamê AKP’ê
09:00 Ji amediyan şîroveya aboriyê: Moralê me sifir e
09:00 Testa wî negatîf derket lê ew kirin nav pêketiyên coronayê
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2020'AN
07:26 Qanih: Ji ber bombebarana TSK'ê 440 gundên Başûrê Kurdistanê vala bûne
26/07/2020
20:13 Balefirên Tirkiyeyê li Bamernê wesayîtan bombebaran kirin
19:42 Kesê ku ket çemê Dîcleyê winda bû
17:47 Li Nisêbînê cenazeyek hat dîtin
17:20 'Heta Peymana Îstanbul têkeve meriyetê em ê li qadan bin'
17:12 Komîsyona Jinê ya DBP'ê: Em qet gavan paşve naavêjin
16:21 Jinan li Beyrûdê Weqfa Jîn vekir
16:02 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Zext nikarin têkoşîna me asteng bikin
15:47 'Em destûr nadin Peymana îstanbul betal bibe'
15:30 HDP, beriya hevdîtina foruma li Gundogdu bi jinan re civiyan