Jinên rojnameger Yekîtiya Ragihandina Jinan ava kirin

  • rojane
  • 10:07 30 Hezîran 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Ragihandina jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma "Ragihandina jinan dengê neteweya demokratîk e" li kantona Qamişloyê bi beşdariya 86 delegeyan konferansa 3’yemîn li dar xist. Jinên Rojnameger Yekîtiya Ragihandina Jinan (YRJ) ava kirin. 

 
Bi armanca nîqaşa kar û xebata du salan Ragihandina Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li kantona Qamişloyê konferansa xwe ya 3’yemîn li dar xist. Li hola konferansê, wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên têkoşerên çapemeniyê yên ji bo ronakbiriyê jiyanaxwe ji dest dan û pankartan hatin daliqandin. Konferans bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed axaftina vekirina konferansê kir. Îlham Ehmed bal kişand ser rola ragihandinê û got: "Ragihandin xwedan roleke girîng e, heqîqetê ji raya cîhanê re diyar dike, beriya ku bûyer rû bidin ragihandin dikare bûyeran bişopîne û analîz bike, di encamê de rola ragihandinê ji rola kar û xebatên dîplomatîk jî girîngtir e."
 
Îlham Ehmed diyar kir ku di pêvajoya dîrokê de li ser gelên Kurd û Ermen gelek komkujî pêk hatin û bi sed hezaran gel hatin qetilkirin, lê belê ji ber kronolojiya bûyeran nehatiye belgekirin, heta niha tu îtîraf bi van komkujiyan tune ye, ji ber vê yekê divê ragihandin bûyeran bi hûrgilî, rêbaz, zimanekî zelal û formîlekê bişopîne, da ku bandorê li raya cîhanê bike nexasim di pêvajoya heyî de ji ber dewleta Tirk gefan li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe.
 
Îlham Ehmed, bal kişand ser rewşa çapemeniya jinan û wiha lê zêde kir: "Divê mirov pirsa gelo rewşa jinên Sûrî yên li Hemayê, Siwêdaa, Şamê, Sahil (Peravê) û herêmên din ên Sûriyê çawa ye? Divê mirov li gorî bûyerên giştî û di bin navê biratiya gelan de vê yekê analîz bike, ji ber ku heke em rewşa jinên Sûriyê yên li herêmên din nas nekin, rewşa rizgarkirina ji bindestiya civakê nas neke ew ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde guhartin û veguhartin çênebe, lewra jin li ku derê dibe bila bibe, divê balê bikişînin ser rewşa jinan."
 
Îlham Ehmed hêvî kir ku ev konferans bibe cihê nîqaşa pirsgirêkên jinan bi giştî û jinên di qada çapemeniyê de bi taybet, her wiha biryarên xizmeta jinên çapemeniyê bike, da ku hîn zêdetir nûnertiya civakê bike, bidin. Piştî Îlham Ehmed axaftina xwe bi dawî kir, 5 delege ji bo rêvebirina konferansê hatin hilbijartin. Paşê nirxandinên rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî dîroka çapemeniyê, girîngiya dîroka çapemeniyê hatin xwendin. Piştî xwendinê, delegeyan nîqaşa kar û xebatan kirin. 
 
YRJ AVA KIRIN
 
Paşê rêzikname hate nîqaşkirin, biryara erêkirina rêziknameyê hate dayîn, Yekitiya Ragihandina Jinan (YRJ) ava kirin.  Di dawiyê de endama Desteya Hevserokatiya PYD`ê Foza Yusif axivî û got: "Konferans bi nîqaşên girîngiya rola jinan bi dawî bû, ji ber vê yekê divê em ji bo pêşxistin, nêrîna jinan û îradeya jinan kar û xebatê bikin û hişmendiya zayendperestî ya mêran ku hemû saziyên çapemeniyê zor û zehmetiya wê dikişînin têk bibin."
 
Foza Yusif li ser ropa YRJ'ê rawestiya û got: "Bi navlêkirina nû ya çapemaniya jinan dê ji aliyê civakî ve gaveke nû û kalîte be û bi vê yekê dê xwestek û rastiya jinan û nêrîna wê ji hemû aliyan ve diyar bibe."
 
Foza Yusif, herî dawî anî ziman ku rola çapemeniya jinan hem nivîskî, hem jî weşanan ve di têkoşînê de pir girîng e û got: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêşengtiya jinan hem di qada siyasî, leşkerî û hem jî di qada civakî de jinan gavên girîng  avêtine. Di heman demê de di pêvajoya salên borî de çapemeniyê roleke girîng di komkirina bûyeran de lîst." 
 

Sernavên din

03/07/2020
10:42 Tarik Ziya Ekîncî bang li parlamenterên HDP’ê kir
10:23 Leyla Guven ji Serokên Ewropayê re name şand
10:13 KCD çima ava bû? Çi kir? Çima kirin armanc?
09:51 Parlamenterê CHP’ê bi gumana koronayê rakirin nexweşxaneyê
09:26 Serokên baroyan li ber deriyê Meclîsê bendemayîna xwe didomînin
09:06 Jin wê meşa fînalê li Agirî û Dersimê li dar bixin
09:06 Ji bo bişibînin Maldîvê toza mermeran reşandin peravan!
09:05 Parêzerên OHD'î: Bila daxwazên Unsal û Tîmtîkê bên qebûlkirin
09:05 Fikara pêşerojê ya xwendekarên zanîngehê
09:01 Dede: AKP-MHP projeya FETO'yê pêk tînin
09:00 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2020'AN
02/07/2020
20:04 Hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 167
19:31 Rêvebirê TÛAY-DER'ê Hayme hat berdan
16:23 Înîsiyatîfa Weşangerên Kurd: Divê nivîskar werin berdan
16:11 Li Bismilê 4 kes hatin girtin
16:00 4 kesên li Sûrê hatibûn binçavkirin hatin berdin
15:59 Polisan mudaxaleyî bîranîna Sêwazê kir û 7 kes binçav kirin
15:47 Xizmetkarên tenduristiyê yên Amedê xwarin boykot kirin
15:40 Hejmara 15’an a Kovara Dilopê derket
14:59 Ciwan derbarê qedexeya medya civakî de çi difikirin?
14:49 Egîtîm Sen: Nûnerê hat binçavkirin û malbata wî hat tirsandin
14:33 Xebatkarê DEDAŞ’ê ji dîrekê ceylanê ket û jiyana xwe ji dest da
14:33 Rojek beriya çalakiya baroyan Walîtiya Enqereyê çalakiyan qedexe kir
14:28 Parêzeran li diji pir baroyan zincîra parastinê ava kirin
14:20 Komkujiya Sêwazê di sala 27’emîn de ye: Yên Sêwaz şewitandin AKP damezrandin
14:02 Malbata Nivîskar Bezercî yê li Sêwasê hat kuştin, li ser gora wî bibîr anîn
14:01 Şewata li Gabarê vemirî
13:13 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:12 Meclîsa Jinan a HDP’ê wê li 5 bajaran bi meşe
13:09 Danişîna Rojnameger Altan taloq bû
12:55 Li Milazgirê 50 mih di lehiyêde fetisîn
12:34 Keywan: Êdî bes e
12:27 Kûrtûlmûş, derketina ji Peymana Stenbolê anî rojevê
12:04 Danişîna 2 rojnamegeran hat taloqkirin
12:02 Gergerlîoglû ji bo ku çalakiyên lincê weke sûcên mirovahiyê bên nasîn pêşniyarqanûn da meclisê
12:02 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê hat taloqkirin
11:36 Qurbaniyên komkujiya Sêwasê bibîr anîn: Bila kujer bên darizandin
11:13 Li Bîrtek û Baltan ên DBP’î her yek 10 sal cezayê girtîgehê hat birîn
11:05 Deyndêran bi hêczê girtin ber derî: Şaredariya ku di nav deynan de ritimiye hat valakirin
10:37 Melet: Berpirsê mirina penaberan îqtîdar e
10:17 Rojnameger Qehreman 6 roj in di bin çavan de ye
10:15 Mexdûrên Lehiyê: Me canê xwe bi zorê xelas kir
10:10 Hevserokên Giştî yên HDP'ê: Êşa Sêwaz û Çorûmê hîn kêm nebûye
10:04 Ji 309 girtiyên serî hildan 5 hezar û 871 sal ceza dixwazin
09:57 Dîrekên lembeyan li dijî vehûna dîrokî hat dîtin
09:55 Cotkar wê ecûrên pere nakin êdî neçinin
09:46 Eskerên Iraqê li Zaxoyê bi cih bûn
09:26 ‘Îşkencekirina Rojbîn Çetîn konseptek nû ye’
09:23 ‘Îşkenceya li Çetînê kirin li rûmeta mirovahiyê hatiye kirin'
09:22 Piştî giştînameyê jî eywanên dawetan venebûn
09:22 Zebzeyên kom dikin li kesên lazimiya wan heye belav dikin
09:21 Piştî komkujiyê îstifa kir, careke din neçû Sêwasê
09:20 Dr. Saglam: Asayîbûn çênebûye, nexweşîn neqediyaye
09:20 Beriya qeyûm 10 hezar pirtûk bûn, piştî qeyûm 300 pirtûk man
09:19 Komên çekdar li Rojava berê jinan dikin hedef
09:18 Tespîta vîrûsê dikin lê tedbîrê nagirin
09:18 Tona kayê li zeviyê 450 tl li bazarê 700 tl ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2020'AN
01/07/2020
20:16 Hejmara pêketiyan 200 hezarî derbas kir
16:18 'Bi HES'an bîra civakê û gelan tune dikin'
16:10 Eskeran li Pasûrê agir bi daristanê xist
15:51 Li Şaredariya Mêrdînê bêrêbazî û nelirêtî derketin holê
15:45 Parazvanên mafên mirovan: Tirkiye bûye warê îşkenceyê
15:00 Polîsan daxuyaniya ji bo girtîgehan asteng kir
14:47 Xwestin serokê wan were berdan
14:28 Serokê komîsyonê daxwaza serokên baroyan a tevlêbûna civînê red kir
14:14 Jinên elewî yên li Madimakê hatin qetilkirin bibîr anîn
14:04 Hatîmogûllari: Piştî Komkujiya Sêwazê ‘Komkujiya Edaletê’ pêk hat
13:30 Parlamenterên HDP’ê bi cubeyên xwe bang kirin: Teklîf darbeya li dijî parastinê ye
12:47 Ji bo doza Leyla Guven dê şahid bi zorê bibin dadgehê
12:00 Erdogan, Pûtîn û Rûhanî ji bo Sûriyeyê li hev dicivin
11:54 'Heta agir geş bibe dê bîra me zindî be'
11:44 ‘Xwarin û ava nepaqij didin girtiyan’
10:59 Piştî bi mehan şewb hat bîra MARSÛ’yê zema avê paşde xist
10:25 Dozger hewce bi şopandina kuştina 7 gundiyan nedît
09:51 Li Antalyayê polisan endamekî Malên Gel binçav kirin
09:20 Ji sibê heta êvarê li benda firotina satilek mast in
09:14 'Avahiyên talûke vedişêrin'
09:12 Hevserokê DAD'ê Kûlû: Feraseta wê rojê niha îqtidar e
09:12 'Hevsengiya xwezayê biparêzin'
09:11 Cihê wan teng e û nikarin rakevin
09:10 Rêveberiyê 5 xwendekarên aqûbeta Dokû pirsîn ji wargehê avêt
09:10 Astengdar: Tenê hurmetê nîşan bidin bes e
09:00 ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2020'AN
30/06/2020
21:59 Mihên ketin ber lehiyê mirin
21:19 Agir bi devereke Çiyayê Gabarê ket
20:53 Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê hatin binçavkirin
19:47 16 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:53 Dema binçavkirina Çetîn a hatibû îşkencekirin dirêj kirin
16:50 30 baroyan banga 'Mîtînga Mezin' kirin
16:28 Parlamenterên HDP’ê: Em di 2’ê tîrmehê de li Sêwazê ne
16:08 Ji malbata Ozkûr ê di şer de jiyana xwe ji dest da bû ‘tezmînat’ xwestin
15:50 Leyla Guven li dozgeriyê îfade da
15:35 Xwediyê Weşanxaneya J&J Azad Zal hat girtin
15:08 Polîsan mudaxaleyî parastine kirin
14:41 Rapora ‘Welatiyên Tirkiyeyê yên Tevlî DAIŞ’ê Bûne û Vegeriyane’
14:32 KCD: Dayika Makbule di bin rîskek mezin de ye, serbest berdin
14:25 Buldan: Operasyona KCD'ê dijminantiya kurdan nîşan dide
14:11 Bertekên li dijî îşkenceya bi kuçik didomin: Rêbaza Esat Oktay e
14:10 Li Mereşê 5 kes hatin binçavkirin