OHD: Îşkenceya giran li Çetîn hatiye kirin, em ê pêvajoyê bişopînin

  • rojane
  • 15:11 29 Hezîran 2020
  • |
img

AMED - Rêveberên OHD’ê diyar kirin ku îşkenceyek giran li aktîvîsta TJA’yê Rojbîn Çetîn hatiye kirin û dê derbarê pêvajoyê de rapora xwe parve bikin û têkoşîna xwe ya hiqûqî bimeşînin.

 
Komeleya Hiqûqzanên Ji Bo Azadiyê (OHD) derbarê îşkencekirina Endama Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya HDP’ê û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Rojbîn Sevîl Çetînê de li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Parlementera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, aktîstên TJA’yê, rêveberên Komeleya Jinan a Rosayê, MED TUHAD-FED, Baroya Amedê, MEBYA-DER, ÎHD û OHD’ê beşdarî civînê bûn. Di daxuyaniyê de Rêvebera OHD’ê ya Şaxa Amedê Seda Zengin daxuyanî da. 
 
‘ŞOPA PELAVAN LI PIŞTA WÊ ÇÊBÛNE’
 
Zengîn bi bîr xist ku polîsan di 26’ê hezîranê de aktîvîsta TJA’yê Rojbîn Sevîl Çetîn îşkence kirine û got: “Polîsan deriyê malê şikandine û ketine hûndirê malê, bi du kuçikan êrişî Çetîn kirine û îşkence lê kirine. Di encama êrişê de Çetîn ji lingên xwe û gelek deverên laşê xwe birîndar bûye. Dîsa polîsan pê li pişta wê kirine, cihê pêlava wan li pişta wê çêbûne. Çav û lêva wê birîndar kirine. Çetîn di mala xwe de sê saet û nîv ji pişt ve kelepçekirî hatiye hiştin. Li gel ku Çetîn ji polîsan re gotiye ku nexweşa penceşêrê ye jî dîsa îşkence berdewam kiriye.”
 
‘LI ŞÛNA ÎŞKENCEKARAN HEVALA ME XISTINE BER LÊPIRSÎNE’ 
 
Zengîn destnîşan kir ku polîsan tacîzê li Çetîn kiriye û wiha got: “Polîsan wêneyên nîv tazî yên Çetîn girtine û ew tacîz kirine. Dîsa bi dehan caran heqaret lê kirine û xeber jê re gotine. Ji bo ku îfadeya wê bigirin kursiya bi teker çûye edliyeyê û pişt re birine Şaxa TEM’ê ya Merdînê. Niha jî li wir tê girtin. Daxwazên ku îşkence were tespîtkirin hêj dozger qebûl nekiri ye.” Zengîn, da zanîn ku ji bo îşkence were belgekirin û faîl derkevin holê lêpirsîneke berfireh hewceye û got: “Di dema binçavkirinê de ji ber ku li gor Protokola Stenbolê tevnegeriyane, tu peywîrdaran mekamên edlî agahdar nekirine. Em bi bîr dixin ku divê demildest derbarê berpirsiyarên îşkenceyê de lêpirsîn were destpêkirin. Dîsa rêvebera me Gulîstan Ataş a ku îşkenceyê ragihand û belav kir hatiye astengkirin û dozger xwestiye îfadeya wê bigire.”
 
‘ROJ BI ROJ ÎŞKENCE ZÊDE DIBE’ 
 
Zengîn da zanîn kir ku îşkence li gorî Danezana Gerdûnî ya Mafê Mirovan qedexeye û li gorî peyemana ku Tirkiye jî îmze kiriye divê îşkenceyê neke û li gorî Qanûnên Cezayê ya Tirkiyê jî îşkence wek sûcê mirovahiyê tê zanîn. Zengîn anî ziman ku roj bi roj îşkence li Tirkiyê zêde dibe û îşkence derketiye asta sîstematîk. Zengîn got derbarê wan polîsên ku îşkence kirine lêpirsînek bi bandor nehatiye birêvebirin. Zengîn got dixwazin bi vê îşkenceyê pêşî li têkoşîna demokratîk û azadîxwaz a jinan bigirin. 
 
‘DIVÊ ÇETÎN WERE BERDAN’ 
 
Zengîn diyar kir ku ew îşkenceya li Çetîn hatiye kirin qebûl nakin û divê derbarê îşkencekaran de demildest lêpirsîn were destpêkirin. Zengîn da zanîn ku lazime Çetîn demildest were dermankirin û berdan. Zengîn got ew bi bîr dixin ku îşkence qedexe ye û dê derbarê pêvajoyê de raporek bi raya giştî re parve bikin û dê têkoşîna hiqûqî birêve bibin. 
 
 

Sernavên din

03/07/2020
10:42 Tarik Ziya Ekîncî bang li parlamenterên HDP’ê kir
10:23 Leyla Guven ji Serokên Ewropayê re name şand
10:13 KCD çima ava bû? Çi kir? Çima kirin armanc?
09:51 Parlamenterê CHP’ê bi gumana koronayê rakirin nexweşxaneyê
09:26 Serokên baroyan li ber deriyê Meclîsê bendemayîna xwe didomînin
09:06 Jin wê meşa fînalê li Agirî û Dersimê li dar bixin
09:06 Ji bo bişibînin Maldîvê toza mermeran reşandin peravan!
09:05 Parêzerên OHD'î: Bila daxwazên Unsal û Tîmtîkê bên qebûlkirin
09:05 Fikara pêşerojê ya xwendekarên zanîngehê
09:01 Dede: AKP-MHP projeya FETO'yê pêk tînin
09:00 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2020'AN
02/07/2020
20:04 Hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 167
19:31 Rêvebirê TÛAY-DER'ê Hayme hat berdan
16:23 Înîsiyatîfa Weşangerên Kurd: Divê nivîskar werin berdan
16:11 Li Bismilê 4 kes hatin girtin
16:00 4 kesên li Sûrê hatibûn binçavkirin hatin berdin
15:59 Polisan mudaxaleyî bîranîna Sêwazê kir û 7 kes binçav kirin
15:47 Xizmetkarên tenduristiyê yên Amedê xwarin boykot kirin
15:40 Hejmara 15’an a Kovara Dilopê derket
14:59 Ciwan derbarê qedexeya medya civakî de çi difikirin?
14:49 Egîtîm Sen: Nûnerê hat binçavkirin û malbata wî hat tirsandin
14:33 Xebatkarê DEDAŞ’ê ji dîrekê ceylanê ket û jiyana xwe ji dest da
14:33 Rojek beriya çalakiya baroyan Walîtiya Enqereyê çalakiyan qedexe kir
14:28 Parêzeran li diji pir baroyan zincîra parastinê ava kirin
14:20 Komkujiya Sêwazê di sala 27’emîn de ye: Yên Sêwaz şewitandin AKP damezrandin
14:02 Malbata Nivîskar Bezercî yê li Sêwasê hat kuştin, li ser gora wî bibîr anîn
14:01 Şewata li Gabarê vemirî
13:13 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:12 Meclîsa Jinan a HDP’ê wê li 5 bajaran bi meşe
13:09 Danişîna Rojnameger Altan taloq bû
12:55 Li Milazgirê 50 mih di lehiyêde fetisîn
12:34 Keywan: Êdî bes e
12:27 Kûrtûlmûş, derketina ji Peymana Stenbolê anî rojevê
12:04 Danişîna 2 rojnamegeran hat taloqkirin
12:02 Gergerlîoglû ji bo ku çalakiyên lincê weke sûcên mirovahiyê bên nasîn pêşniyarqanûn da meclisê
12:02 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê hat taloqkirin
11:36 Qurbaniyên komkujiya Sêwasê bibîr anîn: Bila kujer bên darizandin
11:13 Li Bîrtek û Baltan ên DBP’î her yek 10 sal cezayê girtîgehê hat birîn
11:05 Deyndêran bi hêczê girtin ber derî: Şaredariya ku di nav deynan de ritimiye hat valakirin
10:37 Melet: Berpirsê mirina penaberan îqtîdar e
10:17 Rojnameger Qehreman 6 roj in di bin çavan de ye
10:15 Mexdûrên Lehiyê: Me canê xwe bi zorê xelas kir
10:10 Hevserokên Giştî yên HDP'ê: Êşa Sêwaz û Çorûmê hîn kêm nebûye
10:04 Ji 309 girtiyên serî hildan 5 hezar û 871 sal ceza dixwazin
09:57 Dîrekên lembeyan li dijî vehûna dîrokî hat dîtin
09:55 Cotkar wê ecûrên pere nakin êdî neçinin
09:46 Eskerên Iraqê li Zaxoyê bi cih bûn
09:26 ‘Îşkencekirina Rojbîn Çetîn konseptek nû ye’
09:23 ‘Îşkenceya li Çetînê kirin li rûmeta mirovahiyê hatiye kirin'
09:22 Piştî giştînameyê jî eywanên dawetan venebûn
09:22 Zebzeyên kom dikin li kesên lazimiya wan heye belav dikin
09:21 Piştî komkujiyê îstifa kir, careke din neçû Sêwasê
09:20 Dr. Saglam: Asayîbûn çênebûye, nexweşîn neqediyaye
09:20 Beriya qeyûm 10 hezar pirtûk bûn, piştî qeyûm 300 pirtûk man
09:19 Komên çekdar li Rojava berê jinan dikin hedef
09:18 Tespîta vîrûsê dikin lê tedbîrê nagirin
09:18 Tona kayê li zeviyê 450 tl li bazarê 700 tl ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2020'AN
01/07/2020
20:16 Hejmara pêketiyan 200 hezarî derbas kir
16:18 'Bi HES'an bîra civakê û gelan tune dikin'
16:10 Eskeran li Pasûrê agir bi daristanê xist
15:51 Li Şaredariya Mêrdînê bêrêbazî û nelirêtî derketin holê
15:45 Parazvanên mafên mirovan: Tirkiye bûye warê îşkenceyê
15:00 Polîsan daxuyaniya ji bo girtîgehan asteng kir
14:47 Xwestin serokê wan were berdan
14:28 Serokê komîsyonê daxwaza serokên baroyan a tevlêbûna civînê red kir
14:14 Jinên elewî yên li Madimakê hatin qetilkirin bibîr anîn
14:04 Hatîmogûllari: Piştî Komkujiya Sêwazê ‘Komkujiya Edaletê’ pêk hat
13:30 Parlamenterên HDP’ê bi cubeyên xwe bang kirin: Teklîf darbeya li dijî parastinê ye
12:47 Ji bo doza Leyla Guven dê şahid bi zorê bibin dadgehê
12:00 Erdogan, Pûtîn û Rûhanî ji bo Sûriyeyê li hev dicivin
11:54 'Heta agir geş bibe dê bîra me zindî be'
11:44 ‘Xwarin û ava nepaqij didin girtiyan’
10:59 Piştî bi mehan şewb hat bîra MARSÛ’yê zema avê paşde xist
10:25 Dozger hewce bi şopandina kuştina 7 gundiyan nedît
09:51 Li Antalyayê polisan endamekî Malên Gel binçav kirin
09:20 Ji sibê heta êvarê li benda firotina satilek mast in
09:14 'Avahiyên talûke vedişêrin'
09:12 Hevserokê DAD'ê Kûlû: Feraseta wê rojê niha îqtidar e
09:12 'Hevsengiya xwezayê biparêzin'
09:11 Cihê wan teng e û nikarin rakevin
09:10 Rêveberiyê 5 xwendekarên aqûbeta Dokû pirsîn ji wargehê avêt
09:10 Astengdar: Tenê hurmetê nîşan bidin bes e
09:00 ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2020'AN
30/06/2020
21:59 Mihên ketin ber lehiyê mirin
21:19 Agir bi devereke Çiyayê Gabarê ket
20:53 Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê hatin binçavkirin
19:47 16 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:53 Dema binçavkirina Çetîn a hatibû îşkencekirin dirêj kirin
16:50 30 baroyan banga 'Mîtînga Mezin' kirin
16:28 Parlamenterên HDP’ê: Em di 2’ê tîrmehê de li Sêwazê ne
16:08 Ji malbata Ozkûr ê di şer de jiyana xwe ji dest da bû ‘tezmînat’ xwestin
15:50 Leyla Guven li dozgeriyê îfade da
15:35 Xwediyê Weşanxaneya J&J Azad Zal hat girtin
15:08 Polîsan mudaxaleyî parastine kirin
14:41 Rapora ‘Welatiyên Tirkiyeyê yên Tevlî DAIŞ’ê Bûne û Vegeriyane’
14:32 KCD: Dayika Makbule di bin rîskek mezin de ye, serbest berdin
14:25 Buldan: Operasyona KCD'ê dijminantiya kurdan nîşan dide
14:11 Bertekên li dijî îşkenceya bi kuçik didomin: Rêbaza Esat Oktay e
14:10 Li Mereşê 5 kes hatin binçavkirin