KNK'ê komkujiya Helîncê şermezar kir: Em ê li ber xwe bidin

  • rojane
  • 08:40 25 Hezîran 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsyona Jin a KNK'ê komkujiya li gundê Helincê yê Kobanê bi tundî şermezar kir û got: "Em soza têkoşîna rêheval Zehra, Hebûn û yadê Emîne didin, heta zîhniyeta qirker û faşîst ji holê rabe em ê li ber xwe bidin."
 
Balafirên Bê Mirov ên Bi Çek (SÎHA) yên Tirkiyeyê di 23’yê Hezîranê de li gundê Helincê yê Kobanê malek bombe kir û di êrîşa bombeyî de 3 jinên Kurd jiyana xwe ji dest dan. Komîsyona Jin a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê têkildarî komkujiyê daxuyaniyek weşand. Daxuyaniya Komîsyona Jin a KNK’ê wiha ye:
 
“Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe li Rojava, Şengal, Mexmûr, tevahiya Başûr û Bakurê Kurdistanê didomîne û dixwaze desthiladariya xwe ya li dijî jinan û li dijî mirovahiyê bi vî rengî bidomîne.
 
Şeva 23’yê Hezîranê Zehra Berkel Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê, yadê Emîna Weys û hevala Bedîa Mele Xelîl, li gundê Helencê yê girêdayî bajarê Kobanê di encama êrîşa balafireke SÎHA ya dewleta Tirk a faşîst de şehîd bûne.
 
Weke Komîsyona Jin a KNK’ê em êrîşên li ser Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Zehra Berkel, Bedîa Mele Xelîl û yadê Emîna Weys bi tundî şermezar dikin.
 
Her ku jin zane dibin, xwe rêxistin dikin, tirsa hemû hêzên dijberî jinan jî mezintir dibe. Di nava pergala faşîst, qirker, dagirker de cihê jinan, hebûna jinan tine ye. Em hebûn, zanebûn û jiyana xwe bi xwe diparêzin. Ji ber vê sedemê erîşên dagirker, di serî de li ser hebûna me, jiyana me û warê me berdewam dibin.
 
Bi taybet di vê meha Hezîranê de ku li her devera gelê Kurd û jinên Kurd lê hene, di nava berxwedan û têkoşîna bêhempa ya parastina nirxên xwe de ne. Ev êrîşên qirker êdî bêsînor bûne. Li ser civaka sivîl êrîşên leşkerî ku tên kirin sûcên şer e, li hemberî jinên siyasetmedar ? rêxistinkirî hedef girtin, sûcên li hemberî pê?eroja jinê ye. Jı bo vê em bang dikin li hemû jinên cîhanê û rêxistinên jınan ku hemberî van êrîşan helwest diyar bikin ? piştgiriyê bidin berxwedaniya jinên Kurd.
 
Banga me ji gelê Kurd û dostên Kurdan re ye ku bênavber di nav çalakiyan de bin dijî faşîzmê û îxanetê berxwedanê bilind bikin. Dewleta Tirk a faşîst bûye kujêrê jinan. Qetilkirina jinên rêxistinkirî bûye armanca faşîzma Tirk û serçete Erdogan.
 
Em van êrîşên hovane careke din bi tundî şermezar dikin. Em soza têkoşîna rêheval Zehra, Hebûn û yadê Emîne didin û heta zîhniyeta qirker û faşîst ji holê rabe em ê li ber xwe bidin. Ev êrîş biryar û lêgerîna me ya azadiyê bi hêz dike û her şehîd rêxistinbuyîn  têkoşîna me geş dike. Em ê bi pêşengtiya şehîd Zehra, Bedîa û yadê Emîne Azadiya jinan û gelan misoger bikin.
 
Bi vê bawerî û biryardariyê em bang dikin ku di serî de hemû jinên azadîxwaz ên cîhanê, sazî û dezgehên navneteweyî li hember van êrîşên hovane helwesta xwe ya exlaqî û mirovahî bidin nîşandan. Ên bêdeng dimîne şirîkê van kiryaran e. Bêdeng nemîne. Deng bide. Serî hilde.”

Sernavên din

28/06/2020
09:07 Karkeran banga qidem li sendîkayan kirin: Sozên xwe bi cih bîn in
09:05 Girtina Oyûnlû ji civakê re peyameke
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2020'AN
27/06/2020
20:32 Tabloya Kovîd-19: 17 kesan jiyana xwe ji dest dan
20:18 Li Reqayê çalakiya konvedanê hat lidarxistin
16:59 Polîsan gefa kuştinê li Çetîn xwar û îşkence lê kirin!
16:56 Kujerê Alî Uygur pirsîn
16:15 HDP: 3 paralementerê me bi vîrûsa koronayê ketine
15:04 ÎHD: Girtiyê nexweş Încî serbest berdin
14:43 Li Girtîgeha Rihayê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger di roja 4’an de ye
14:38 Siyasetmedarê kurd Haydar Tekîn koça dawî kir
14:31 HDK: Bi kîlîtkirina deriyan nikarin rêxistina civakê asteng bikin
14:27 Polîsan îşkence li Rojbîn Çetîn kir
14:10 Parêzeran ji bo DNA’ya hestî û malbatan li hev were serlêdan kirin
14:04 ATV’ê nûçeya derveyî sînor wiha pêşkêş kir!
13:51 Dayikên Şemiyê: 6 kes 27 sal berê li qereqolê winda bûn
13:22 Çemê Cincevat ji ber bendavê ziwa bû
13:10 25 sal berê binçav kirin û winda kirin
13:06 Serokê PSAKD’ê: Em kesek bin jî hezar kes bin jî em ê bimeşin
12:37 Înîsiyatifa azadiya girtiyan: Girtiyê nexweş Ozdemir berdin
12:11 Careke din Akman û Karakaya yên di rojiya mirinê de birin kogûşên wan
11:54 Sedema binçavklirina rojnameger Kara nayê zanîn
11:37 Bertekên li dijî mohrkirina KCD'ê: Dijhiqûqiyê bi dawî bikin
11:30 Mexdûrên erdhejê: Em hewceyî nanekî bûne
10:52 Neviyê Şêx Seîd: 3 tiştên dewletê hene; Îmha înkar û derew
10:13 2 milyon û 437 hezar xwendekar dikevin ezmûnên zanîngehê
10:04 Serokê Baroya Wanê Uçar: Tişta anîn serê me wêneyê zilma Tirkiyê ye
10:01 Li Lîbyayê wê Rûsya û Fransa bi hev re bixebitin
09:56 Di teqîna kargeheke tekstîlê de kesek mir û 10 kes jî birîndar bûn
09:08 Aborî xera dibe deyn zêde dibin
09:08 Delîl jê birin
09:07 Serokatiya Meclîsê pêşniyazpirsa der barê qeyûman de red kir
09:06 Berhemên dîrokî bê xwedî ne
09:05 ‘Delîlên lêpirsîna Gulîstan Dokû reşkirin'
09:02 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2020'AN
00:38 Bi hezaran şêniyên Kobanê li Barageha Rûsyayê Tirkiye şermezar kir
00:11 7 karkerên çandiniyê li Konyayê bûn qurbana qezayê
26/06/2020
23:23 Endama TJA'yê Rojbîn Çetîn hat binçavkirin
19:58 Rojnamevan Ayşe Kara hat binçavkirin
19:43 Di 24 saetên dawî d hezar û 396 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
17:10 Deriyê KCD’ê mohr kirin
17:06 Guven: KCD kongreya gel e, hûn nikarin dilê gel mohr bikin
16:56 Li Cizîrê hat xwestin ku îşkence were sekinandin
15:56 Îranê kolberek kuşt
15:48 Hejmara binçavkiriyan derket 42 kesan
15:43 Li Rihayê serdegirtina KCD’ê hat şermezarkirin
15:15 Mentik: Tirkiye Hewler dagir kir dixwaze Silêmanî jî dagir bike
15:06 Serokkomarê Iraqê xwest Tirkiye êrîşên xwe rawestîne
15:00 KNK: Rejîma Îranê girtî Hîdayet Abdulapûr darve kir
14:38 Aydenîz banga hişyariya koronayê li xelkê Cizîrê kir
14:08 Malbatan ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:08 'Rojê 135 deqîqeyan avê didin girtiyan
13:30 ÎHD û TÎHV: Dewlet îşkenceya sîstematîk dike
13:14 Gunay: Operasyona li dijî KCD'ê dijminantiya Kurdan e
12:53 TJA'yê bertek nîşanî serdegirtin û binçavkirinan da
12:47 Leyla Guven: Em ê serî netewînin
12:31 YNK'ê bang li Iraqê kir ku li dijî êrîşên Tirkiyeyê derkeve
12:02 Li Libyayê çi dibe?
11:27 Esker li Çoltara Pilûrê derketin operasyonê: Şer derket
11:09 Rojnameger Çelîk û Keser: Em ê nivîsandinê bidomînin
11:05 Îfadeyên leşkeran hevalên wan ên peywirê girtin e
10:57 Dozger şandina cenaze ya bi PTT'ê asayî dît
10:18 Hevşaredar Zirig: Yên ceza kirin niha ji doza FETO girtî ne
10:17 Rojnamegerê hevpeyvîna wî hat sansûrkirin: Ne bi ‘terorê’ re bi kurdan re têdikoşin
10:06 Li Xerpêtê gundek kirin karantînayê
09:58 ‘Parastin winda bike dê hemû civak winda bike'
09:25 Şaredarê tayinkirî yê Rezanê du qat zêdetirî budçeyê pere xerc kiriye
09:13 'Kurd dikarin bi sê hevokan jî yekîtiya xwe pêk bînin...'
09:13 Piştî UNESCO rapor xwest, wezaret jî dixwaze pêkanînên li Sûrê li mewzûatê bîne
09:12 Ji ber HES'an dar hew fêkiyan jî digirin
09:11 Da dû xeyala xwe ya zarokatiyê û bi ser ket
09:10 ‘Dibe ku ji ber ezmûna vîrûs berbelavtir bibe'
09:10 25 sal in li hestiyê kurê xwe digere: Nediyarî mirovan qehr dike
09:09 Meclîsa Îştarê: Divê her kes berpirsiyariyê bidin ser xwe
09:00 ROJEVA 26'E HEZÎRANA 2020'AN
08:40 Di serdegirtina KCD û malan de gelek kes hatin binçavkirin
08:16 Gundiyan şewata li Cûdî vemirandin
25/06/2020
21:48 Hevşaredarên Awîskê girtin
21:06 Hezar û 458 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
20:46 Şengalî û Silêmaniyan kuştina 3 jinên li Kobanê şermezar kirin
20:15 Teyareyan li Silêmaniyê seyranegeh bombe kir: 3 welatî jiyana xwe ji dest dan
17:30 'Erdogan daye ser şopa Hîtler'
17:17 Bersûcê îstismarê negirtin
16:28 Balafirên şer Bradost bombebaran kirin
16:02 Beştaş: Qeyûman projeyên şaredariyên HDP'ê betal kirin
15:43 Rojnamegerê ku karîkaturê Tahîr Elçî parve kiribû ceza kirin
15:27 ‘Ez ê dev ji xwesteka edaletê bernedim’
15:26 Li Rihayê 5 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin
15:11 Xebatkarên tenduristiyê: Êdî bila canek din nemire
14:46 Di erdheja Wanê de gelek avahî û axuran xesar dît
14:30 3 jinên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn
14:29 AYM’ê serlêdana Guven û Farisogûllari red kir
14:21 Oluç: AKP dixwaze baro ji îqtîdarê re îteat bikin
13:51 Mezlûm Ebdî li gel Hevserokê YNK'ê hevdîtin pêk anî
13:48 Li Enqerê 452 xebatkarê tenduristiyê bi vîrûsê ketin
13:44 Serava Wanê bi hêza 5.4 pêlan hejiya
13:32 Doza Redhackê hat dîtin: Qedexeya derveyî welat nehat rakirin
13:31 Li Heftanînê gelek leşker birîndar bûn
13:31 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Em bi tu awayî agahî ji birêz Ocalan nagirin
13:23 Odeya Bîşkan a Amedê: Wezareta Tenduristiyê rastiyê nîşan nade