Bang li Hikûmeta Başûr kir: Şerm e ku dewleta êrîşkar erdnîgariya me bombe bike

  • rojane
  • 09:09 20 Hezîran 2020
  • |
img

AMED - Cîgirê Serokê Giştî yê PÎA’yê Ahmet Kaya ji bo êrîşên Tirkiyê yên li ser Mexmûr, Şengal û Qendîlê diyar kir ku êrîş li dijî yekîtiya neteweyî ne û got: “Bang li hikûmeta Başûr dikim ku li dijî van êrîşan bêdeng nemîne.”

Tirkiyeyê di 14’ê Hezîranê de bi balafirên şer êrîş biribûn ser Şengal, Mexmur û Qendîlê. Di êrîşan de li Şengalê sivîl birîndar bûbûn. Hê jî êrîşên Tirkiyeyê didomin û heya niha ji ber van êrîşan li Başûr jî 6 sivîlan jiyana xwe ji dest daye. 
 
Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadî (PÎA) û Hevşaredarê Erxeniyê yê qeyûm tayinî şûna wî hat kirin Ahmet Kaya der barên êrîşên Tirkiyeyê de axivî.
 
‘HIKÛMETA TIRKIYETÊ TENGAV BÛYE’ 
 
Kaya, diyar kir ku dewleta Tirkiyeyê bi van êrîşan dixwaze xwe li ser piya bihêle. Kaya, anî ziman ku hikûmet pir tengav bûye û got, ji ber ku dixwaze kesên nijadperest jî li derdora xwe kom bike êrîşên bi vî rengî dike. Kaya got: "Hikûmeta Tirkiyeyê çi qas ketibe zor û zehmetiyê êrîşên wiha kirine.” 
 
Kaya, destnîşan kir ku dewleta Tirkiyeyê bi van erîşan dixwaze di pêvajoya avakirina yekîtiya neteweyî de destê kurdan qels bike û got: “Çi qas kurd nêzî hev dibin, tifaqa neteweyî di rojevê de be êrîş jî ew qas zêde dibin. Heta niha kurd perçe bûn, axaftinên wan bi hev re kêm bûn. Di vê pêvajoyê de li ku derê çi êrîş were kirin li dijî yekîtiya neteweyî ye.”
 
‘ÊRÎŞ WÊ BIBIN HEVGIRTINA GELÊ KURD’
 
Kaya, anî ziman ku gelê kurd ji bo tifaqa yekîtiya netewî gavekê li pêş partî û saziyên kurda ye û got: “Gelê kurd zêdetir tifaqê dixwaze, divê zêdetir li dor hêzên xwe bicivin û ji bo têkiliyên xwe xurttir bikin zextê li wan bikin. Weke Seydayê Cegerxwîn gotî ‘heke hûn nebin yek hûn ê herin yek bi yek.’ Em baş bizanibin ku serfirazî, azadî û xelasiya me di tifaqa neteweyî de ye. Heke em yekitiya xwe pêk neynin wê destkeftiyên me yek bi yek ji me bistînin. Şûna ku em hev du sûcdar bikin divê em zêdetir li ser êk û du çawa bi hêz bikin bisekinin. Ev êrîş wê bibin wesileya hevgirtina gelê kurd.”
 
‘DOZA GELÊ KURD A SERFIRAZ WÊ LI SER PIYA BE’
 
Kaya, bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî kir ku li dijî êrîşên Tirkiyeyê bêdeng nemîne û got: “Heke hinek xîret û şerma me hebe gereke ji van êrîşan em fedîkar bin. Ji ber ku ev êrîş li erdnîgariya me tên kirin. Pir şerm û eybe ku dewleteke êrîşkar li erdnîgariya me bombeyan bibarîne û mirov jê re bibe alîkar. Gel vê yekê qebûl nake. Heke alîkariya hikûmeta Başûr hebe divê hinek zû dev ji vî karî berdin. Em di pêvajoyeke pir zehmet de derbas dibin lê divê em bi hêvî û hêz bin. Gelek hikûmetên wiha hatin û çûn. Lê doza gelê kurd a serfiraz li ser piya ma û dê ji niha û şunde jî li ser piya be”
 
MA / Fahrettîn Kiliç / Ergîn Çaglar
 

Sernavên din

23/06/2020
10:57 Hesabên navxweyî yên di rêveberiya qeyûm de: Xwarzî ji kar hat girtin
10:46 Dosyayek din a îşkenceyê bê ceza ma
10:44 Bi gefa lêpirsînê hişyariya ‘Sinca giştî’ li mamosteyan kirin
10:20 7 sal şûnde derketin keşfê
10:20 Serokên baroyan: Em di binçavan de ne
10:02 Cînayeta Berkîn Elvan di rojeva DMME’yê de ye
09:56 'Mirinên jinan ên bi guman nayin lêkolînkirin’
09:16 Hunermend Çat hat berdan
09:14 6 rojnameger dê sibê derkevin pêşberî dadgehê
09:13 Li Sîlîvriyê çalakiya girtiyan didome
09:11 Tek: Hemû hêzên welatperwer dengê xwe bikin yek
09:09 Baroya Amedê: Di tu qanûnan de biryareke bi vî rengî tuneye
09:09 Li ser şikeftên dîrokî avahiyeke qaçax çêkirin
09:03 Çîroka ziyareta Topagaçê
09:03 Prz.Ongor: Piştî bijîşkan hewce bi dermankirinê nedîtin nû girtî berdan
09:03 Rojnameger Meîş: Rewşa Rojava dikare ji bo Başur bibe mînak
09:02 'Bombeberankirina sivîlan nayê qebûlkirin'
09:00 ROJEVA 23'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:51 Serokê Baroya Amedê Aydin: Polîsan em bi sê qor bariyeran dorpêç kirine
22/06/2020
21:19 Girtiyê 76 salî jiyana xwe ji dest da
20:46 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 974
19:26 Malbata Acar cenazeyê keça xwe wergirt
17:05 Zeyneb Celaliyan 3 rojin di greva birçîbûnê deye
17:01 Bavê Rahşan Demîrel ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da
16:55 3 jinên dibin çavande bûn hatin berdan
16:09 Bertek nîşanî astengkirina meşa parastinê dan
15:14 16 sal cezayê girtîgehê li Hevşaredara Nisêbînê Kaya birîn
15:03 HDP: Partiya edaletê edaletê asteng dike
15:02 Operasyona li Çiyayê Cûdî didome
14:47 Li 3 bajaran mirina bi guman a 11 jinan
14:44 Li herêma Serhedê hejmara pêketiyên koronayê zêde bûne
14:39 Parêzerên 6 rojnamegerên girtî: Eger hiqûq hebe divê bêne berdan
14:29 Hevşaredar Nazlier nehat berdan
13:59 Beştaş: Îradeya 100 hezar parêzeran tê astengkirin
13:55 Destûr nedan çapemenî doza MÎT'ê bişopîne
13:29 Karkerê ji înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
13:23 Yilmazê ku li Qaşqolê bi birîndarî rizgar bûbû tabûrcî bû
12:43 Li Şirnexê hêj cîhaza testa vîrûsê tune
12:41 Hejmara kesên li Êlihê hatin binçavkirin derket 18’an
11:47 Qeyûmê Êlihê nivîsa bi kurdî rakir!
11:42 Ji leşkeran ji bo zozanvanan: Hûn xweşa me naçin ji wir derkevin
11:12 Meşa serokên baroyan hat astengkirin
10:57 Li Bûrsayê ji ber lehiya rabû 5 kes mirin
10:37 Rojnameger Zîlan: Kurd dê bi yekîtiyê bi ser bikevin
10:03 Çemê Dîcleyê tê herimandin
09:08 Serokê Baroya Êlihê Çakan: Divê pêşniyarqanûn bê vekişandin
09:06 Hilbijêrên CHP’ê diçin HDP’ê, hilbijêrên AKP’ê jî diçin partiyên nû
09:06 Serokên jin ên baroyên: Em ji bo serweriya hiqûqê dimeşin
09:05 Parêzerên di rojiya mirinê de: Divê em bi hevre ji bo edaletê têsikoşin
09:04 Qereçiyê Tirkiyeyî: Divê em hevdu hembiz bikin
09:00 ROJEVA 22'Ê HEZÎRANÊ
08:37 Girtî ji ber tunebûna avê nikarin paqijiyê bikin
08:02 Hevşaredara Awîskê Hatîce Taş hat binçavkirin
07:45 Redkarê wîcdanî Savda binçav kirin
21/06/2020
20:45 23 kesên din ji Kovîd-19'an jiyana xwe ji dest dan
20:16 Yekitiya Ereban ji bo Lîbyayê li hev kom dibe
18:48 Gulebarana leşkeran li Gabarê şewat derxist
16:53 Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî: Li dijî êrîşan bibin yek
16:16 Gelê Derikê li dijî êrîşên TSK'ê meşiyan
16:01 Gunay: Yekîtiya Kurd bi qasî jiyanê girîng e
13:30 'Îzaha ne dîtina Gulîstan Dokû çiye?’
13:27 Zaroka berasteng îstismar kir
13:26 Parlamentera Iraqê: Balafirên Tirkiye 158 km sînorê Iraqe îhal kirine
13:25 Hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê nêzî 9 milyonan bû
13:00 TSK gundên Biradostê topbaran dike
12:35 Jinên TJA û HDP'î li dijî kuştina jinan nepox firandin
12:25 Meşvan axivîn: Yê AKP’'ê çek, ya HDP’ê gel heye
11:53 Wezîr Koca yekemîn daxuyaniya Walîtiya Amedê derewand
10:41 Serokên Baroyan: Em li dijî tarîtiyê dimeşin
09:40 YOK’ê lîsans nedayê, lê Qeyûmê Mêrdîn karê hiqûqê dayê
09:03 Ekolojiya Derya Reş talan dikin
09:02 Mêşvanên Dersimî îsal bi fikar in
09:02 Ji ber bacên gumrukê esnaf nikarin dikanên xwe vekin
09:01 Rêxistinên jinan: Kampanyaya HDP'ê daxwaza me ya hevpar e
09:01 139 roj in ji bo mafê xwe têdikoşin
09:01 Tevî ku nexweşîyên giran dîsa girtin
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2020'AN
20/06/2020
20:50 Hejmara kesên iyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 927
18:49 HDP'î li Enqereyê ne: Biryar, vîn û hêviya gelê me mezintir bû
17:15 Meşa parêzeran a 'Meşa Parastinê' didome
16:57 Hêzên PDK’ê êrîşî xwepêşandana Şeladizê kir
16:48 ‘Meşa Demokrasiyê’ gihîşt Enqereyê
16:31 Gelê Şeladizê bi dirûşma ‘Bijî berxwedan bimre Erdogan’ dimeşin
16:10 Di pêvajoya şewbê de ji sedî 45 jin bê kar man
15:59 ÎHD: 79.5 milyon mirov koç kirin
14:56 Jiyana girtiyên nexweş Firat û Çelîk dibin talûkê deye
14:06 Hevjînê Nûrtaç Canan ê xwest wê bi kuje derxistin edliyê
13:55 ‘Hestiyên me bidin me, bila gorek me hebe'
13:37 Li Girtîgeha Curnê Reş avê nadin girtiyan
13:36 Dê ji bo jinên hatine desteserkirin têkoşîna xwe bidomînin
13:34 Temaşevan dikarin li ser DVB-S jî li Stêrk TV temaşe bikin
13:02 Înîsiyatîfa Girtiyên Nexweş xwest Aygun were berdan
12:54 Aqûbeta Er ê berî 25 salan hat windakirin pirsîn
12:13 Agahiya bersûcê sereke yê Dokû Abarakov ji biryara dozger hebû
11:48 Serokê Pira Gelan: Dermanê cudakariyê demokrasî ye
11:40 Li Kanîreşê krîza konan: Serokê şaredariyê û qeymeqam li dijî hev rabûn
11:00 DBP: Meşa demokrasiyê tirsek mezin xistiye dilê îqtîdarê
10:50 Jetên TSK'ê Biradost, Zaxo û Amêdiyê bombe kir
10:50 Divê ji bo penaberan çareseriyên daîmî bên pêşxistin
10:35 RTUK'ê 80 roj şûnde bersîv da HDP’ê