Hevjînê Oyûnlûyê: Dadger, piştî ku bi îstîxbaratê re axivî biryar da

  • rojane
  • 09:08 20 Hezîran 2020
  • |
img

AMED - Îsmaîl Ozden, hevjînê Eylem Oyûnlû ku tevî zaroka xwe ya 10 rojî û keça xwe ya 2 salî hat girtin, diyar kir ku a hatiye kirin bêedaletî ye û got: “Dadger, piştî ku bi endamên îstîxbaratê re hevdîtin pêk anî biryara girtina hevjîna min da.”

Eylem Oyûnlû ya 27 salî duh bi îdiaya “alîkariya rêxistinê kiriye" tevî keça xwe ya 10 rojî û keça xwe ya 2 salî hatibû girtin û wê şandibûn Girtîgeha Jinan a Amedê. Dayika Oyûnlû, Dîlber, xwîşka wê Tûba û birayê wê Harûn Oyûnlû jî di 20’ê Nîsanê de bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” û “alîkariya rêxistinê kirine” hatibûn girtîn. Hevjînê Oyûnlû Îsmaîl Ozden, destnîşan kir ku a hatiye kirin bêedaletî ye. 
 
Ozden, diyar kir ku di 18’ê Hezîranê de Fermandariya Cendermeyan a Licê ji bo îfadeyê gazî hevjîna wî kiriye û got: “Hevjîna min ji bo îfadedayînê çû Licê. Piştî Fermandariya Cendermeyan îfadeya wê girt, ew şandin cem dozger. Dozger jî bi daxwaza girtinê ew şand dadgehê. Dema danişîn berdewam dikir dadger navber da danişînê û bi dozger û endamên îstîxbaratê re hevdîtinek pêk anî. Piştî çend deqîqeyan dadger hat û biryara girtina hevjîna min da. Zaroka min a 10 rojî û keça min a du salî jî bi hevjîna min re şandin girtîgehê.”
 
‘ZAROKA MIN A 10 ROJÎ NEXWEŞ E’
 
Ozden, anî ziman ku heke di pêvajoya şewba vîrûsa coronayê de tiştek bi hevjîna wî û zarokên wî were berpirsyar dewlet e û got: “Zaroka min a 10 rojî nexweş e. Çavên wê venabin û xwîn jê dihat. Berî bên girtin min ew biribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Licê. Roja din jî hatin girtin. Di girtîgehê bi xetereya ku jiyana xwe ji dest bi de re rû bi rû ye. Wijdan bi wan re nemaye. Mirov zaroka 10 rojî diavêje girtîgehê? Hevjîna min beriya deh rojan zarok anî dinê. Hêj nexweşiyên we berdewam dikin, lê rabûn şandin girtîgehê. Ne dînê wan ne jî îmana wan maye.”
 
‘HEVJÎNA MIN BÊ SÛC E’
 
Ozden, anî ziman ku di 19’ê Hezîranê de cil ji zarokên xwe û hevjîna xwe re birine teslîmî girtîgehê kirine û got: “Min ji ber şewba vîrûsa coronayê nikarî hevdîtinê pêk bîne. Girtina hevjîna min sûc e. Jin du zarokên wê yî biçûk hene, cihê wê ne girtîgeh e. Heke sûcê hevjîna min hebûya min bi destê xwe nedibir îfadeyê.”
 
Ozden, bibîr xist ku kesên tecawizê dikin, diz û çete tên berdan lê zaroka 10 rojî diavêjin girtîgehê û got: “Ma ev edalet e? Edaleta ku zarokên 10 rojî û 2 salî bişîne girtîgehê edaleteke çawa ye? Îro ji nexweşxaneyê ji bo aşiya zaroka min telefonî min kirin. Min got, me nekiriye, duh hatin girtin."
 
BANG KIR 
 
Ozden bang li parlementeran û raya giştî kir ku li dijî girtina hevjîna wî û zarokên wî dengê xwe derxînin. Ozden diyar kir ku bi rêya parêzerê xwe re îtiraz kirine û got: “Ez ê dadgerê ku biryara girtina hevjîna min û zarokên min da gilî bikim." 
 
'XWÎN JI ÇAVÊ ZAROKA 10 ROJÎ TÊ, A DU SALÎ TIM DIGIRÎ'
 
Her wiha duh parêzerê Oyûnlûyê çûbû girtîgehê pê re hevdîtin pêk anîbû. Oyûnlûyê bi rêya parêzerê xwe ragihandiye ku ew û zarokên xwe di odeyekê di karantînayê de ne. 
 
Parêzerê Oyûnlû, Yûsûf Çakas got: "Ne alîkariyeke sosya ne jî derûnî heye. Nikare cilên zarokên xwe bişo. Ji ber ku digirîn. Zaroka du salî gelek digirî, li odeya ku lê dimînin tiştek jî tuneye ku pê bilîzin. Her wiha xwîn ji çavên keçika 10 rojî tên. Dayik jî bi astimê ye. Zaroka du salî jî ji ber bronşîtê tedawî bûye. Fikarên dayikê hene ku zarokên wê di van şert û mercan de û ji ber şewba vîrûsa coronayê jiyana xwe ji dest bidin."
 
MA / Fahrettîn Kiliç - Fethî Balaman
 
 

Sernavên din

23/06/2020
10:57 Hesabên navxweyî yên di rêveberiya qeyûm de: Xwarzî ji kar hat girtin
10:46 Dosyayek din a îşkenceyê bê ceza ma
10:44 Bi gefa lêpirsînê hişyariya ‘Sinca giştî’ li mamosteyan kirin
10:20 7 sal şûnde derketin keşfê
10:20 Serokên baroyan: Em di binçavan de ne
10:02 Cînayeta Berkîn Elvan di rojeva DMME’yê de ye
09:56 'Mirinên jinan ên bi guman nayin lêkolînkirin’
09:16 Hunermend Çat hat berdan
09:14 6 rojnameger dê sibê derkevin pêşberî dadgehê
09:13 Li Sîlîvriyê çalakiya girtiyan didome
09:11 Tek: Hemû hêzên welatperwer dengê xwe bikin yek
09:09 Baroya Amedê: Di tu qanûnan de biryareke bi vî rengî tuneye
09:09 Li ser şikeftên dîrokî avahiyeke qaçax çêkirin
09:03 Çîroka ziyareta Topagaçê
09:03 Prz.Ongor: Piştî bijîşkan hewce bi dermankirinê nedîtin nû girtî berdan
09:03 Rojnameger Meîş: Rewşa Rojava dikare ji bo Başur bibe mînak
09:02 'Bombeberankirina sivîlan nayê qebûlkirin'
09:00 ROJEVA 23'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:51 Serokê Baroya Amedê Aydin: Polîsan em bi sê qor bariyeran dorpêç kirine
22/06/2020
21:19 Girtiyê 76 salî jiyana xwe ji dest da
20:46 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 974
19:26 Malbata Acar cenazeyê keça xwe wergirt
17:05 Zeyneb Celaliyan 3 rojin di greva birçîbûnê deye
17:01 Bavê Rahşan Demîrel ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da
16:55 3 jinên dibin çavande bûn hatin berdan
16:09 Bertek nîşanî astengkirina meşa parastinê dan
15:14 16 sal cezayê girtîgehê li Hevşaredara Nisêbînê Kaya birîn
15:03 HDP: Partiya edaletê edaletê asteng dike
15:02 Operasyona li Çiyayê Cûdî didome
14:47 Li 3 bajaran mirina bi guman a 11 jinan
14:44 Li herêma Serhedê hejmara pêketiyên koronayê zêde bûne
14:39 Parêzerên 6 rojnamegerên girtî: Eger hiqûq hebe divê bêne berdan
14:29 Hevşaredar Nazlier nehat berdan
13:59 Beştaş: Îradeya 100 hezar parêzeran tê astengkirin
13:55 Destûr nedan çapemenî doza MÎT'ê bişopîne
13:29 Karkerê ji înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
13:23 Yilmazê ku li Qaşqolê bi birîndarî rizgar bûbû tabûrcî bû
12:43 Li Şirnexê hêj cîhaza testa vîrûsê tune
12:41 Hejmara kesên li Êlihê hatin binçavkirin derket 18’an
11:47 Qeyûmê Êlihê nivîsa bi kurdî rakir!
11:42 Ji leşkeran ji bo zozanvanan: Hûn xweşa me naçin ji wir derkevin
11:12 Meşa serokên baroyan hat astengkirin
10:57 Li Bûrsayê ji ber lehiya rabû 5 kes mirin
10:37 Rojnameger Zîlan: Kurd dê bi yekîtiyê bi ser bikevin
10:03 Çemê Dîcleyê tê herimandin
09:08 Serokê Baroya Êlihê Çakan: Divê pêşniyarqanûn bê vekişandin
09:06 Hilbijêrên CHP’ê diçin HDP’ê, hilbijêrên AKP’ê jî diçin partiyên nû
09:06 Serokên jin ên baroyên: Em ji bo serweriya hiqûqê dimeşin
09:05 Parêzerên di rojiya mirinê de: Divê em bi hevre ji bo edaletê têsikoşin
09:04 Qereçiyê Tirkiyeyî: Divê em hevdu hembiz bikin
09:00 ROJEVA 22'Ê HEZÎRANÊ
08:37 Girtî ji ber tunebûna avê nikarin paqijiyê bikin
08:02 Hevşaredara Awîskê Hatîce Taş hat binçavkirin
07:45 Redkarê wîcdanî Savda binçav kirin
21/06/2020
20:45 23 kesên din ji Kovîd-19'an jiyana xwe ji dest dan
20:16 Yekitiya Ereban ji bo Lîbyayê li hev kom dibe
18:48 Gulebarana leşkeran li Gabarê şewat derxist
16:53 Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî: Li dijî êrîşan bibin yek
16:16 Gelê Derikê li dijî êrîşên TSK'ê meşiyan
16:01 Gunay: Yekîtiya Kurd bi qasî jiyanê girîng e
13:30 'Îzaha ne dîtina Gulîstan Dokû çiye?’
13:27 Zaroka berasteng îstismar kir
13:26 Parlamentera Iraqê: Balafirên Tirkiye 158 km sînorê Iraqe îhal kirine
13:25 Hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê nêzî 9 milyonan bû
13:00 TSK gundên Biradostê topbaran dike
12:35 Jinên TJA û HDP'î li dijî kuştina jinan nepox firandin
12:25 Meşvan axivîn: Yê AKP’'ê çek, ya HDP’ê gel heye
11:53 Wezîr Koca yekemîn daxuyaniya Walîtiya Amedê derewand
10:41 Serokên Baroyan: Em li dijî tarîtiyê dimeşin
09:40 YOK’ê lîsans nedayê, lê Qeyûmê Mêrdîn karê hiqûqê dayê
09:03 Ekolojiya Derya Reş talan dikin
09:02 Mêşvanên Dersimî îsal bi fikar in
09:02 Ji ber bacên gumrukê esnaf nikarin dikanên xwe vekin
09:01 Rêxistinên jinan: Kampanyaya HDP'ê daxwaza me ya hevpar e
09:01 139 roj in ji bo mafê xwe têdikoşin
09:01 Tevî ku nexweşîyên giran dîsa girtin
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2020'AN
20/06/2020
20:50 Hejmara kesên iyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 927
18:49 HDP'î li Enqereyê ne: Biryar, vîn û hêviya gelê me mezintir bû
17:15 Meşa parêzeran a 'Meşa Parastinê' didome
16:57 Hêzên PDK’ê êrîşî xwepêşandana Şeladizê kir
16:48 ‘Meşa Demokrasiyê’ gihîşt Enqereyê
16:31 Gelê Şeladizê bi dirûşma ‘Bijî berxwedan bimre Erdogan’ dimeşin
16:10 Di pêvajoya şewbê de ji sedî 45 jin bê kar man
15:59 ÎHD: 79.5 milyon mirov koç kirin
14:56 Jiyana girtiyên nexweş Firat û Çelîk dibin talûkê deye
14:06 Hevjînê Nûrtaç Canan ê xwest wê bi kuje derxistin edliyê
13:55 ‘Hestiyên me bidin me, bila gorek me hebe'
13:37 Li Girtîgeha Curnê Reş avê nadin girtiyan
13:36 Dê ji bo jinên hatine desteserkirin têkoşîna xwe bidomînin
13:34 Temaşevan dikarin li ser DVB-S jî li Stêrk TV temaşe bikin
13:02 Înîsiyatîfa Girtiyên Nexweş xwest Aygun were berdan
12:54 Aqûbeta Er ê berî 25 salan hat windakirin pirsîn
12:13 Agahiya bersûcê sereke yê Dokû Abarakov ji biryara dozger hebû
11:48 Serokê Pira Gelan: Dermanê cudakariyê demokrasî ye
11:40 Li Kanîreşê krîza konan: Serokê şaredariyê û qeymeqam li dijî hev rabûn
11:00 DBP: Meşa demokrasiyê tirsek mezin xistiye dilê îqtîdarê
10:50 Jetên TSK'ê Biradost, Zaxo û Amêdiyê bombe kir
10:50 Divê ji bo penaberan çareseriyên daîmî bên pêşxistin
10:35 RTUK'ê 80 roj şûnde bersîv da HDP’ê