Yilmaz ê li Qaşqolê bi birîndarî xelas bû: Li ber çavên min Erhan kuştin

  • rojane
  • 14:33 19 Hezîran 2020
  • |
img

WAN - Saîm Yilmaz ê di bûyera li gundê Qaşqol a Elbakê ya Erhan Gorur ê ji aliyê leşkeran ve hat kuştin de bi giranî birîndar bibû, têkildarî bûyerê axivî û wiha got: “Li ber çavên min Erhan kuştin û gefa ‘tu terorîstî ezê te bikujîn’ li min xwarin.” 

 
Leşkeran di 14’ê hezîranê de li ser sînorê gundê Qaşqol a navçeya Elbakê ya Wanê, gule li Erhan Gorur ê 20 salî reşanibûn û kuştibûn. Ciwanê 25 salî Saîm Yilmaz ê di bûyerê de bi giranî birîndar bibû, roja bûyerê û tiştên bi serê wî hatin ji Ajansa Mezopotamya (MA) re vegot. 
 
'LI BER ÇAVÊN MIN ERHAN KUŞTIN’
 
Bavê 4 zarokan Yilmaz ê 5 rojan di beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê yar Herêma Wanê de ma, di saetên şevê yên duh de ji beşa lezgîn hat derxistin. Yilmaz ê heya niha îfadeya wî nehatiye girtin, diyar kir ku leşkeran li ber çavên wî Erhan kuştin. Yilmaz, anî ziman ku piştî tên girtin gule li wan tê reşandin û wiha qala wan kêliyan kir: “Dema ez birîndar bûm, leşkeran gafa kuştin li min xwarin. Ez baş nizanim saet çend bû. Leşkeran bi ser me de girtin. Çawan ku em cixareyên di destên xwe de danîn erdê, gule li me reşandin. Bi qontaxên çekên xwe li me xistin. Ligel ku em rawestiyan jî, dîsa gule berdan me. Leşkerê ku ez birîndar kirim, dûre ez bi erdê re dirêj kirim û pêl milê min kir. Gava ku min pirsa ‘tu çi dikî’ jê kir, wî jî gefa ‘tu terorîstî ezê te bi kuşim’ li min xwar. Di dema bûyerê de ger ez li muxtar negeriyabûma, wê demê ezê bikuştama. Ji xwe li ber çavên min hevalê min kuştin.” 
 
'PIŞTÎ EZ BIRÎNDAR BÛM ÎŞKENCE LI MIN KIRIN’
 
Yilmaz, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Dema me leşker dîtin em ne reviyan. Di navbera me û leşkeran de 10 metre hebûn. Piştî ez birîndar bûm, leşkeran îşkence li min kirin. Gava min destên rakirin, ez girtim li erdê xistim û dûre bi erdê ve kaş kirim. Ji ber ku min li mûxtar geriya, heqaret li min kirin. Piştî gule li Erhan reşandin ket erdê. Dûre min wî nedît. Tenê dengê wî û denge çekê hat min. Cuda min tiştek din nedît. Êdî ez bi halê xwe ketim. Leşkeran pêl milê min ê birîndar dikirin û heqaret li min kirin. Di wê kêliyê de leşkerekê ji hevalê xwe re got; ‘Ezê îşev rehet razim. Ji ber ku min 2 terorîst kuştin. Gelo ev çi edalete. Di kîjan pirtûkê de hatiye nivîsandin?” 
 
'DESTÊ MIN NAGIRE’
 
Yilmaz dest nîşan kir ku ji milê xwe yê rastê seqet bûye û wiha bilêv kir: “Gule berdan min. Bi qontaxa çeke û lingên xwe li min xistin. Demarên min zirar dîtin. Heçko demarên milê min teqandine. Niha deste min nagire.” 
 
JI BO 4 KOLÎ CIXARE WISAN LI ME KIRIN!
 
Yilmaz, da xuyakirin ku ji bo ku paketên cixare yên li ser sînor danîbûn, çûn wê herêmê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber erdhejê em gelek mexdûr bûn. Me yê biçûya 4 kolî cixare bianiya û derbara xwe pê bikira. Em çend caran çûn Weqfa Alîkarî û Piştevaniyê ya Civakî û me alîkarî xwest. Ji me re gotin ewê werin rewşa me lêkolîn bikin, lê nehatin. Ez jî mecbûr mam ku biçim cixareyan bînim.”
 
MA / Cemîl Ugur
 

Sernavên din

23/06/2020
10:57 Hesabên navxweyî yên di rêveberiya qeyûm de: Xwarzî ji kar hat girtin
10:46 Dosyayek din a îşkenceyê bê ceza ma
10:44 Bi gefa lêpirsînê hişyariya ‘Sinca giştî’ li mamosteyan kirin
10:20 7 sal şûnde derketin keşfê
10:20 Serokên baroyan: Em di binçavan de ne
10:02 Cînayeta Berkîn Elvan di rojeva DMME’yê de ye
09:56 'Mirinên jinan ên bi guman nayin lêkolînkirin’
09:16 Hunermend Çat hat berdan
09:14 6 rojnameger dê sibê derkevin pêşberî dadgehê
09:13 Li Sîlîvriyê çalakiya girtiyan didome
09:11 Tek: Hemû hêzên welatperwer dengê xwe bikin yek
09:09 Baroya Amedê: Di tu qanûnan de biryareke bi vî rengî tuneye
09:09 Li ser şikeftên dîrokî avahiyeke qaçax çêkirin
09:03 Çîroka ziyareta Topagaçê
09:03 Prz.Ongor: Piştî bijîşkan hewce bi dermankirinê nedîtin nû girtî berdan
09:03 Rojnameger Meîş: Rewşa Rojava dikare ji bo Başur bibe mînak
09:02 'Bombeberankirina sivîlan nayê qebûlkirin'
09:00 ROJEVA 23'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:51 Serokê Baroya Amedê Aydin: Polîsan em bi sê qor bariyeran dorpêç kirine
22/06/2020
21:19 Girtiyê 76 salî jiyana xwe ji dest da
20:46 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 974
19:26 Malbata Acar cenazeyê keça xwe wergirt
17:05 Zeyneb Celaliyan 3 rojin di greva birçîbûnê deye
17:01 Bavê Rahşan Demîrel ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da
16:55 3 jinên dibin çavande bûn hatin berdan
16:09 Bertek nîşanî astengkirina meşa parastinê dan
15:14 16 sal cezayê girtîgehê li Hevşaredara Nisêbînê Kaya birîn
15:03 HDP: Partiya edaletê edaletê asteng dike
15:02 Operasyona li Çiyayê Cûdî didome
14:47 Li 3 bajaran mirina bi guman a 11 jinan
14:44 Li herêma Serhedê hejmara pêketiyên koronayê zêde bûne
14:39 Parêzerên 6 rojnamegerên girtî: Eger hiqûq hebe divê bêne berdan
14:29 Hevşaredar Nazlier nehat berdan
13:59 Beştaş: Îradeya 100 hezar parêzeran tê astengkirin
13:55 Destûr nedan çapemenî doza MÎT'ê bişopîne
13:29 Karkerê ji înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
13:23 Yilmazê ku li Qaşqolê bi birîndarî rizgar bûbû tabûrcî bû
12:43 Li Şirnexê hêj cîhaza testa vîrûsê tune
12:41 Hejmara kesên li Êlihê hatin binçavkirin derket 18’an
11:47 Qeyûmê Êlihê nivîsa bi kurdî rakir!
11:42 Ji leşkeran ji bo zozanvanan: Hûn xweşa me naçin ji wir derkevin
11:12 Meşa serokên baroyan hat astengkirin
10:57 Li Bûrsayê ji ber lehiya rabû 5 kes mirin
10:37 Rojnameger Zîlan: Kurd dê bi yekîtiyê bi ser bikevin
10:03 Çemê Dîcleyê tê herimandin
09:08 Serokê Baroya Êlihê Çakan: Divê pêşniyarqanûn bê vekişandin
09:06 Hilbijêrên CHP’ê diçin HDP’ê, hilbijêrên AKP’ê jî diçin partiyên nû
09:06 Serokên jin ên baroyên: Em ji bo serweriya hiqûqê dimeşin
09:05 Parêzerên di rojiya mirinê de: Divê em bi hevre ji bo edaletê têsikoşin
09:04 Qereçiyê Tirkiyeyî: Divê em hevdu hembiz bikin
09:00 ROJEVA 22'Ê HEZÎRANÊ
08:37 Girtî ji ber tunebûna avê nikarin paqijiyê bikin
08:02 Hevşaredara Awîskê Hatîce Taş hat binçavkirin
07:45 Redkarê wîcdanî Savda binçav kirin
21/06/2020
20:45 23 kesên din ji Kovîd-19'an jiyana xwe ji dest dan
20:16 Yekitiya Ereban ji bo Lîbyayê li hev kom dibe
18:48 Gulebarana leşkeran li Gabarê şewat derxist
16:53 Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî: Li dijî êrîşan bibin yek
16:16 Gelê Derikê li dijî êrîşên TSK'ê meşiyan
16:01 Gunay: Yekîtiya Kurd bi qasî jiyanê girîng e
13:30 'Îzaha ne dîtina Gulîstan Dokû çiye?’
13:27 Zaroka berasteng îstismar kir
13:26 Parlamentera Iraqê: Balafirên Tirkiye 158 km sînorê Iraqe îhal kirine
13:25 Hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê nêzî 9 milyonan bû
13:00 TSK gundên Biradostê topbaran dike
12:35 Jinên TJA û HDP'î li dijî kuştina jinan nepox firandin
12:25 Meşvan axivîn: Yê AKP’'ê çek, ya HDP’ê gel heye
11:53 Wezîr Koca yekemîn daxuyaniya Walîtiya Amedê derewand
10:41 Serokên Baroyan: Em li dijî tarîtiyê dimeşin
09:40 YOK’ê lîsans nedayê, lê Qeyûmê Mêrdîn karê hiqûqê dayê
09:03 Ekolojiya Derya Reş talan dikin
09:02 Mêşvanên Dersimî îsal bi fikar in
09:02 Ji ber bacên gumrukê esnaf nikarin dikanên xwe vekin
09:01 Rêxistinên jinan: Kampanyaya HDP'ê daxwaza me ya hevpar e
09:01 139 roj in ji bo mafê xwe têdikoşin
09:01 Tevî ku nexweşîyên giran dîsa girtin
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2020'AN
20/06/2020
20:50 Hejmara kesên iyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 927
18:49 HDP'î li Enqereyê ne: Biryar, vîn û hêviya gelê me mezintir bû
17:15 Meşa parêzeran a 'Meşa Parastinê' didome
16:57 Hêzên PDK’ê êrîşî xwepêşandana Şeladizê kir
16:48 ‘Meşa Demokrasiyê’ gihîşt Enqereyê
16:31 Gelê Şeladizê bi dirûşma ‘Bijî berxwedan bimre Erdogan’ dimeşin
16:10 Di pêvajoya şewbê de ji sedî 45 jin bê kar man
15:59 ÎHD: 79.5 milyon mirov koç kirin
14:56 Jiyana girtiyên nexweş Firat û Çelîk dibin talûkê deye
14:06 Hevjînê Nûrtaç Canan ê xwest wê bi kuje derxistin edliyê
13:55 ‘Hestiyên me bidin me, bila gorek me hebe'
13:37 Li Girtîgeha Curnê Reş avê nadin girtiyan
13:36 Dê ji bo jinên hatine desteserkirin têkoşîna xwe bidomînin
13:34 Temaşevan dikarin li ser DVB-S jî li Stêrk TV temaşe bikin
13:02 Înîsiyatîfa Girtiyên Nexweş xwest Aygun were berdan
12:54 Aqûbeta Er ê berî 25 salan hat windakirin pirsîn
12:13 Agahiya bersûcê sereke yê Dokû Abarakov ji biryara dozger hebû
11:48 Serokê Pira Gelan: Dermanê cudakariyê demokrasî ye
11:40 Li Kanîreşê krîza konan: Serokê şaredariyê û qeymeqam li dijî hev rabûn
11:00 DBP: Meşa demokrasiyê tirsek mezin xistiye dilê îqtîdarê
10:50 Jetên TSK'ê Biradost, Zaxo û Amêdiyê bombe kir
10:50 Divê ji bo penaberan çareseriyên daîmî bên pêşxistin
10:35 RTUK'ê 80 roj şûnde bersîv da HDP’ê