Weke çavên xwe li çinara 800 salî dinêrin

img
AYDIN – Li gundê Selatîn ê navçeya Germencîkê dara çinarê ya 800 salî ku şahidiya gelek şaristaniyan kiriye, bûye nirxa menewî ya gundiyan.
 
Li gundê Selatîn ê navçeya Germencîkê ya Aydinê, dareke çinarê ya 800 salî ku şahidiya gelek şaristaniyan kiriye, heye. Navê gundê bi darê hatiye bihîstin û dar bixwe jî bûye nirxa menewî ya gundiyan. Ji gelek nivşan li binî darê sohbet hatine kirine û hem li welat hem jî ji derveyî welat gelek kes tên serdana darê û dema xwe pê re derbas dikin.
 
REMZA GUND
 
Keyayê gund Kerîm Çetîn (50), têkildarî darê axivî û hin agahî parvekirin. Çetîn, diyar kir ku dara çinarê bûye remza gundê wan û ev tişt got: “Bi salan e gundî ji bo parastina darê gelek têdikoşin. Heta sala 1994’an li binî darê kaniyek hebû, lê ji ber çêkirina rê av hat birîn. Piştre me avê ji derveyî gund anî ser darê û careke din darê da jiyandin. Her çiqas dar weke berê nebûbe jî dîsa şîn bûye.”
 
DARA MENEWÎ!
 
Çetîn, di berdewamê de jî destnîşan kir ku gundî li binî darê bazara xwe datînîn û dewetên xwe lê dikin û ev tişt anî ziman: “Binî darê qada hevpar a zarokên gund e. Ji bilî zarokan ciwan û extiyarên gund jî li binî darê li hev kom dibin. Hemû gundiyan bi darê re têkiliyeke menewî danîne.”
 
MA / Esra Solîn Dal