Prof. Dr. Ustun: Vîrûsa corona pirsgirêka pergalê ye

img

ENQERE - Endama Komîsyona Ekolojiyê ya HDP Prof. Dr. Beyza Ustun, anî ziman ku têkiliya vîrûsê raste rast bi polîtîkayên sermaye û têkiliyên dewletê ya bûye sermaye re heye wiha got: "Di pêvajoya vîrûsê de dewlet berê xwe dide rêbazên ku ji sermayeyê re qadê veke." 

Vîrûsa corona li Cîhanê û Tirkiyeyê belav dibe. Li Tirkiyeyê li gorî daxuyaniya Wezîr Fahrettîn Koca kesekî jiyana xwe ji dest da û 98 kes bi şewba vîrûsa corona ne. Her ku diçe di nava civakê de fikar û niqaş zêde dibin. Li tirkiye rojeva sereke niqaşên der barê vîrûsê de ne. Endama Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Endezyara Derdorê Prof. Dr. Beyza Ustun, anî ziman ku têkiliya vîrûsê raste rast bi polîtîkayên sermaye û têkiliyên dewletê ya bûye sermaye re heye wiha got: "Di pêvajoya vîrûsê de dewlet berê xwe dide rêbazên ku ji sermayeyê re qadê veke." 
 
Ustun, diyar kir ku dewlet bi van polîtîkayan qadê ji sermayeyê re vedike û wiha got: "Li dijî vê şewba vîrûsa corona tişta mirov bike divê li paqijiya xwe baldar be û erka xwe ya li hemberî civakê pêk bîne." Ustun, xwest hemû berpirsiyariya li dijî vîrûsê li kes neyê barkirin û wiha axivî: "Vîrûsa corona pirsgirêkek girêdayî ekolojiyê ye. Ji ber ku êdî tenduristî kirine qada bazirganiyê. Kirine daneheva sermayeyê. Ji ber vê yekê hemû zindiyên xwezayê êdî nikarin bijîn. Nexweşiyên şewbê ji ber garmahiya kurevî û talankirina xwezayê ye. Her çend ev vîrûs ji mar û şevşevokan belav bûbe jî em ne li cihê pêwist in. Xuya dike ku me hevsengiya xwezayî ya zindiyan xera kiriye. Me hikum li ser qada wan a jiyanê kiriye. Me qada jiyanê tev kirin avahî. Çiya, deşt, av, sererd û binerd tev me xera kir û wêran kir. Kanên madenê, kanên enerjiyê ava kir. Bendav ava kirin, santralên termik û nukleerê lê ava kir." 
 
'SÛC NE YÊ XWEZAYÊ YE' 
 
Ustun, bal kişand ser şewba çûkan jî û wiha got: “Li şûna çûkên koçber avahî çêkirin. Çûkên koçber ên bi hezaran kîlometre koç dikirin dihatin li vir dilûsiyan. Li vir xwezî û avzêlek betilandinê hildiberandin. Ger ku hûn li şûna lûsa çûkan avahiyan ava bikin, hûn ê hevsengiya xwezayê û zindiyan xera bikin. Lê me sûc di mirîşkan de dît. Me sûc avêt ser mirîşkan. Me bedela vê yekê ji mirîşkan derxist. Pergalê bedena mirovan ji vê vîrûsê re lawaz kir. Pergala kapîtalîzmê bedena mirovan ji vîrûsê re vekir. " 
 
 
'DIBE EM NE FERQÊ DE BIN, LÊ EM HEMÛ CÛR BE CÛR NEXWEŞ IN' 
 
Ustun, destnîşan kir ku berpirsiyarê vê yekê pergal e û wiha berdewam kir: "Pergalê hemû qadên sewal lê dijîn tev kirine beton, mirov û zindiyên din mahkûmî bermahiyan kirine. Enfeksiyon zêde li nexweşiyên dil û bêhnê bandorê dikin. Ji ber polîtîkayên enerjiyê ev koma van nexweşiyan bêtir bi rîsk in. Li bajarê Aydinê ku santralên Enerjiya Jeotermal di miriyetê de ye nexweşiyên bêhnê zedetir in. Li Aydinê ji ber van santralan nexweşiyên bêhn û dil zêdetir e. Sedema vê yekê santralên jeotermal in. Sûcê vê yekê ne mirov e. Dewlet û pergal e. Tenê nexweşiyên wekî vîrûsa corona nagêjin mirov. Ne tenê ev nexweşî gelek nexweşiyên din jî mirovan tehdît dike. Dibe ku em ne di ferqê de bin. Lê em hemû bi şeklên cûr be cûr nexweş in. Her çend vîrûsa corona li ser me nehatibe dîtin jî em dîsa nexweş in. Di vê pêvajoya ku ev zêde  mezin kirin û derxistin pêş de mirovan dide fikirandin. Dema şewba çûkan jî û dema şewba vîrûsa corona jî dest pê kir, berê pêşxebatên sektorên derman, derzî û şifayên din hebûn. Ev wekî pirsekê di aqilan de dimîne. 
 
Ustun, da zanîn ku talankirin û wêrankirina xwezayê bi şiklên vîrûsa corona an jî cureyên din xwe nîşan didin û wiha lê zêde kir: "Mirovên li der û dora Bergama dijîn û ji kanên madenê re dibêjin na, bi nexweşiya pençeşêrê re şer dikin. Li Elbistan û Mûgla jî bi heman rengî. Dîsa li Soma bi heman rengî. Li xwezaya Dilovasi, metalên giran li hewayê belav dibin. Dîsa li Dulkadîr a Kutahya miha berxa laşê wê kêm za, nîşana vê yekê ye. Li şûna em xwe diparêzin, divê em berê helwestek ekolojik-politik bistînin. Divê em vê pergala ku xwezayê talan û wêran dike biguherînin. Divê em şewîrmendiyê xurt bikin û pergalê biguherînin. Ger ku mirov li dijî vê yekê difikire ku xwe biparêze divê em rêxistinek demdirêj avab ikni. Ji bo jiyanek nû divê em têkoşînek ekolojik û politik a bi piştevaniyê pêş bixin." 
 
MA / Eylul Deniz Yaşar