Îtiraza ji bo 'Îstimlaqkirina lezgîn'

img

ÎZMÎR - Berdevka EGEÇEP'ê Alîme Yalçin Mîtap, ji bo 511 parsel erdên ku hatine îstîmlaqkirin got, ev yek asta rant û bêhiqûqîtiyê nîşan dide. Parêzer Arîf Alî Cangi jî bang li xwediyên erdan kir ku ji bo betalkirina biryarê dozê vebikin. 

Li Îzmîrê, 68 donim erdê bi behrê ve hat îstimlaqkirin. Berdevka Platforma Hawirdor û Çandê ya Egeyê (EGEÇEP) Alîme Yalçin Mîtap û endamê Desteya Hiqûqê ya EGEÇEP'ê Parêzer Arîf Alî Cangi, bertek nîşandan. 
 
Mîtap, destnîşan kir ku bi vê biryarê re mafên qanûnî hatine binpêkirin û ev biryar asta rantê û bêhiqûqîtiyê nîşan dide. Mîtap, got: "Em ê bişopînin bê ka milkên cemaweriyê tên tahsîskirin an na. Li dijî talankirina nîvgirava Çeşmeyê em têkoşiyan û di warê hiqûqî de em bi ser ketin".
 
Parêzer Arîf Alî Cangi jî diyar kir ku biryara "îstimlaqkirina lezgîn" tenê di dema parastina welat te tê kirin. Cangi, polîtîkayên 20 salên dawî rê li ber rantê vekirine û got, divê biryara îstimlaqkirina lezgîn a li Ûrla û Çeşmeyê di vê çarçoveyê de bê nirxandin. Cangi, destnîşan kir ku di biryara îstimaqlkirinê de ne ne fêdeya ji bo cemaweriyê ne jî lezgînî heye û got, Şûraya Dewletê biryarên ku ne li gor îstimlaqkirina lezgîn bin betal dike. 
 
Cangi, diyar kir ku ligel milkên taybet dibe ku erdên mezin ên cemaweriyê jî bên tahsîskirin û got, EGEÇEP'ê di sala 2007'an de li nîvgirava Çeşmeyê derbarê tahsîsatên turîzmê de gelek doz vekirine û piraniya dozan bi ser ketine. 
 
Cangi, ji bo vê jî bang li xwediyên milkan kir ku ji bo betalkirina biryarên hatine girtin serlêdanê pêk bînin û got, xwediyên milkan divê di nav 30 rojî de (heta 24'ê Sibatê) serî li Şûraya Dewletê bidin. 
 
MA / Sevda Aydin