JES ên li Aydinê tenduristiya mirovan dixin talûkeyê

img

AYDIN - Berdevkê Komeleya Xweza û Derdorê ya Germencikê (GERÇED) Metin Aydin, diyar kir ku JES ên li Aydinê tên avakirin hewayê qirêj dikin û tenduristiya mirovan dixin talûkeyê. 

Li bajarê Aydinê hêjmarek zêde Santralên Enerjiya Jeotermal (JES) tên avakirin. JES'ê li ser zeviyên çandiniyê tên avakirin zerarek mezin didin derdor û xwezayê. Berdevkê Komeleya Xweza û Derdorê ya Germencikê (GERÇED) Metin Aydin, têkildarî JES ên li herêmê tên avakirin û zerara ku didin mirov û xwezayê axivî. Aydin, anî ziman ku li Tirkiyeyê ji sedî 57'ê JES'ên hatine avakirin li Aydinê hatine avakirin û wiha got: "Ev JES'ên li Aydinê hatine avakirin li ser axa herî bi bereket a çandiniyê hatine avakirin. Li tenişta zeviyên zeştûn, hejîr, zeviyên çandiniyê yên taybet hatine avakirin. Li zeviyên avî, bi xêr û bêr tên avakirin. Ji bo avakirina JES'ê û xebatên wan lêkolîn û kontrolek baş nehatiye kirin. santralên jeotermalê yên li vir hatine avakirin xaza bi jahr û metalên giran belav dike. Dîsa bermahiyên wan dikevin nava qanalên avdaniyê û çemê Menderesê. Ev yek tenduristiya mirovan dixe talûkeyê." 
 
‘DI DARÊN HEJÎRAN DE HÎDROJEN  SULFUR HAT DÎTIN
 
Aydin, da zanîn ku di sala 2010'an de Fakulteya Zanyarên Fenê yên Zanîngeha Egeyê, li ser Alangul ên Germencikê lêkolîn kirine û  dîtine ku bermahiyên santralên Jeotermal tev li Alangulan bûye. Aydin, anî ziman ku bi vê avê zeviyan, dar û ber av didin û bi rêya avdaniyê ev metalên giran derbasî fêkî û zebzeyan dibin û wiha got: "Ev metal û maddeyên kimyewî bi rêya çandiniyê derbasî mirov dibin. Maddeya Borê di nebat û fêkî de toksikê zêde dike. Di sala 2015'an de Fakulteya Çandiniyê ya Zanîngeha Adnan Menderes li ser Alangulan lêklin kirin. Di lêkolînê de di axa nêzî santralên jeotermal  rêjeya asîtê zêde ye. Di darên hejîran de ji ber asîtê nexweşî zêde ye. Di darên hejîran ên nêzî santralên Jeotermalêdê de rêjeya Hidrojen Sülfür (HS2) Bor, Kukürt, Nikel, Kurşun, Kobalt, Kadmiyum, Krom zêde ye û darên dûr de rêje kêm e." 
 
Aydin, destnîşan kir li gorî Zagona Zeytûnan, divê berhemên sanayê yên bermahî û dûxanê derdixin herî kêm 3 kilometre dûrî darên zeytûn û hejîran be. Lê em dibînin niha di nava baxçeyên zeştûnan de JES'an ava dikin. Dîsa nêzî çavkaniyên avê ava dikin. Dive herî kêm 2-3 km dûrî çem û qanalê avê bin. Lê em dibînin ku 5 metre nêzî çem JES ava kirine. Di nava wargehan de ava dikin. Li nava malan û baxçeyan ava dikin. Jeotermal li taxên Hidirbey, Pamukoren, Germencikê hatine avakirin. Zarok di nava wan de dilizin. Germahiya bermahiyên Jeotermal  di nava 250 û 300 pîle de tê guhertin. Ev herêma erdhejê ye. Ger ku erdhejek pêk bê û teqînek pêk bê dê gelek mirov bişewitin û zerar bibînin. Hewa û avê qirêj dikin. Nebat, sewal û mirov jahrînî dibin. Ji ber Hidrojen Sulfurê rê li pêşiya pençeşêrê vedike."
 
Aydin, herî dawî anî ziman ku li Aydinê rêjeya pençeşêrê li gorî bajarê Tirkiyeyê duqat zêde ye. 
 
MA / Esra Solîn Dal