“Nobeta Av û Wijdanê” ya li Çiyayên Kazê di roja 41’emîn deye

img

ÇANAKKALE - Gelê herêmê 41 rojin li Çiyayên Kazê “Nobeta Av û Wijdanê” digirin. Welatiyên herêmê, diyar kirin ku berî ku axa wan hîn zêdetir bê wêrankirin, divê ev proje demildest bê rawestandin. 

 
Çalakiya “Nobeta Av û Wijdanê” ya li Çiyayên Kazê li dijî şîrketa Kanadyî Alamos Gold ku bi siyanurê zêran derdixe, di roja 41’emîn de berdewam dike. Çalakiya li nêzî Balaban a Kîrazli dest pê kir, rastî pişgiriya welatiyên herêmê û gelek kesên ji bajar û navendên cuda hatin tê. 
 
HEYA QADA ŞANTIYÊ MEŞIYAN
 
Çalakgerên di “Nobeta Av û Wijdanê” de heya ber deriyê qada şantiyê ya nêzî 200 daran lê hatibûn birîn meşiyan. Çalakgeran di rê de bê navber dirûşmeyên “Ev hê dest pê kê, têkoşîn wê dewam bike” û “Xwedî hewa, av û xwezaya xwe derkeve” berz kirin. 
 
Çalakgerên gehiştin qada şantiyê, bertekên xwe anîn ziman û proje demildest bê rawestandin. Çalakgeran dûre bi yek dengî helbestên Ahmed Arîf ên “Nişeyên ji Keleha Amedê” û “Lorîna Pitika Adîloş” xwendin.