Welatiyan şewata li Pasûrê vemirand

img
AMED – Şewata li çoltera gundê Barinê ya Pasûrê eskeran derxistibû, welatiyan mudaxeleyî şewatê kir û vemirand 
 
Li gundê Barinê ya girêdayî navçeya Pasûrê ya Amedê duh eskerên ewlehiya Bendava Farqînê digirin top avêtibûn û li çoltera gund şewat derketibû. Şewat di demek kin de belav bibû. Tevî hemû astengiyên eskeran jî welatiyan mudaxeleyî şewatê kir. 
 
Şêniyên gund bi derfetên xwe yên kêm şewatê xistin bin kontrolê û vemirandin. Hat zanîn ku şewata ji duh ve didome ji hezar donim qad şewitî.