Nobeta li Çiyayên Kazê 40 rojin dewam dike

img
ÇANAKKALE - “Nobeta Av û Wijdanê” ya li Çiyayên Kazê ku li dijî xebatên lêgerîna zêr a bi sîyanurê dest pê kir, di roja 40’an de berdewam dike. 
 
Li Çiyayên Kazê şîrketa Kanadayî Alamos Gold, ji bo xebatên lêgerîna zêran a bi siyanurê bi hezaran dar jêkirin. Li dijî vê qirkirina xwezayê di 26'ê Tîrmehê de "Nobeta Av û Wijdanê" dest pê kir û çalakî di roja 40’an de berdewam dike. Bi dehan welatiyên ji bajarên derdorê û bajarên cuda hatin, piştgirî dan çalakiyê. 
 
Li qada ku nobet lê dewam dike, pankartên “Şirketa 6’emîn Kîrazli tek bike” û “Dest nedin Çiyayên Kaqê” hatin daliqandin 
 
Welatiyên çalakiya nobetê ziyarat kirin, ji çalakgeran derbarê çalakiya wan a nobetê de agahî girtin. Piştî sohbetên hatin kirin, çalakger heya ber deriyê qada şantiyê ya nêzî 200 dar lê hatibûn birîn meşiyan. Çalakger heya demekê rawestiyan û dûre vegeriyan cihê çalakiyê ya li Balabanê. 
 
Çalakger her şevê derbarê xebatên siyanur û hilweşandina ekolojiyê de, panellan li dar dixin û banga tevlîbûna panelan kirin.