Çiyayê Sof ê ruh dide Dîlokê tê talankirin

img
DÎLOK – Çiyayê Sof ê li Dîlokê ji ber kanên xîzê û keviran derdorê qirêj dike û rê li ber nexweşînan vedike û li hawîrdorê felaketek pêk tîne. 
 
Çiyayê Sof li Dîlokê pêdiviya oksîjenê pêk tîne. Adeta nefesê dide bajêr. Çiya di bin tehdîdên kanên xîz û keviran de ye. Ev çiya wek depoya hewa paqijiyê û oksîjenê ye. Ji ber van kanên xîz û kevir çiya tê talankirin. Her wiha toz û gemara van kanan bandorek neyînî li ser jiyana taxên Işikli, Boyno, Telluk, Alici, Durnalik, Araptar û Fellîoglu dike. Ev kan dibin sedema xêrûbera fistiq û tiriyên welatiyan kêm bibe. 
 
Vê talankirina xwezayê rê li ber ziwakirina ava li herêmê jî vedike. Dînamît tên teqandin û dibe sedema ziyanên mezin. Şêniyên herêmê li bendê ne rayedar dest biavêjin vê meseleyê û hişyarî didin ku dê Çiyayê Sof venegere halê xwe yê berê.
 
‘FELAKETEK MEZIN PÊK TÊ’ 
 
Ji şêniyên taxa Durnalikê Halîl Mercanoglu anî ziman ku ji ber kanên xîz û kevir welatiyên bi nexweşîna penceşêra pişikê dikevin û got: “Piştî van kanan, hewa û ava me guherî. Niha newalên me ziwa bûne. Hewa qirêj kirine. Min bêriya Çiyayê Sof ê berê kiriye. Xêrûbera fêkî û zebzeyên herêmê jî kêm bûye. Bi her dînamîtek tê teqandin re çiya radibe û rûdinê. Felaketek mezin li vir pêk tê, lê rayedar bêdeng in. Heke wisa dewam bike dê oksîjena Dîlokê xelas bibe.” 
 
‘TEHMA BERÊ DI ÇIYA DE NEMAYE’
 
Şêniyê ji taxa Durnakli Mehmet Cîn ê 81 salî jî da zanîn ku ji ber tozê li fistiq û tiriyê li herêmê daniye xêrûber kêm bûye û ji ber teqînên li çiya ava kanî û newalan çikiyaye. Cîn diyar kir ku kanên xîz û keviran xwezaya herêmê guhertiye û got: “Tenê ne xwezaya me, her wiha tenduristiya însanan xera bûye. Însan ji ber vê qirêjiyê nexweş dikevin. Her tiştê me kêm bûye. Çiyayê berê û yê niha ne wek hev in. Tehma çiyayê berê nehiştine. Çiya hatiye talankirin.” 
 
MA / Muhamed Abdulkadîr Esen