Li Hezoyê gelek kes diçin Gola Masiya

img

ÊLIH - Li Hezoyê, gelek mirov serdana Gola Masiyan dikin ku xwedî dîrokeke 3 hezar salî ye. 

Li navçeya Hezo ya Êlihê, gelek mirov serdana Gola Masiyan dikin. Gola Masiyan, xwedî dîrokeke sê hezar salî ye. Di sala 2008'an de Desteya Parastina Heyînên Çandî û Xwezayî ev der wekî qada sîtê îlan kir. Qada golê nêzî 300 metrekareyî ye. Di hundurê golê de bermayiyên ji dema Romayê hene. Dîwarê wê bi xerca Xorasanê û tûxleyan hatiye çêkirin. Tê gotin berê ev gol wekî avgermê dihat bikaranîn û ava wê havînan cemidî, zivistana jî nîvgermî ye. 
 
Têgotin bi kêrî nexweşînên çermî tê û ev yek di berhemên seyahên di Serdema Navîn de hatine herêmê de jî cih digire. Yek ji van seyahan jî Îbn-î Batûta ye ku di sala 1320'î de hatiye herêmê.