Qesra Biçûk li ber rûxînê ye

img

ÊLIH - Li Heskîf a ku tê xwestin di bin avê de bimîne, ji ber liv û tevgera makîneyên karî yên giran hindik maye Qesra Biçûk birûxe. 

Li Heskîfê ku çêkirina Bendava Ilisûyê didome û tê xwestin di bin avê de bimîne, Qesra Biçûk a dîrokî hindik maye birûxe. Di çarçoveya xebatên çêkirina bendavê de li ber Keleha Heskîfê dest bi çêkirina lîmanê hat kirin. Li ser vê lîmana tê çêkirin jî keleh bi betonê hatiye girtin û Qesra Biçûk jî tê girtin. Dîwarên kelehê bi beton û hesinan tên "qewîkirin." Lê ji ber makîneyên karî yên giran di dema xebatê de dihejin dîwarên qesrê werimîne û hindik mane birûxin. 
 
Piştî hat dîtin hindik maye qesr birûxe, ji roja duşemê ve karê betonkirinê hatiye sekinandin û ji bo vê endezyar çûne cihê qesr lê ye û dest bi lêkolînan kirine.