Sûlava Kanispiyê di bin talûkeya HES'ê de ye

img

WAN - Li navçeya Şaxê ya Wanê, Sulava Kanispiyê di bin talûkeya HES'ê de ye. Ji bo xebatên HES'ê bên rawestandin, ÇEV-DER'ê serlêdanên hiqûqî kir. 

Şîrketa Hilberîna Ceyran û Enerjiyê ya Gokkartallar û Endezyariya CE-Harita li ser çemê Sortkîn ê Navçeya Şaxê ya Wanê Santralên Hîdroelektîk (HES) a Saral-3 ava dike. HES'a ku tê avakirin Sulava Kanîsipiyê tehdît dike. 
HES'a ku tê avakirin wê bandora neyînî li ser gundên Sarnusan, Kumêran û Surtginê bike. Sulava Kanispî ji ber HES'a tê avakirin di bin talûkeyê de ye. Dîsa masiyên deqsor ên di vê avê de dejîn jî di bin talûkeyê de ye. Komeleya Parastina Derdorê ya Wanê (ÇEV-DER) ji bo HES bê rawestandin serî li rêyên hiqûqî da. 
 
Serokê ÇEV-DER'ê têkildarî HES'a tê avakirin, serî li Midûriyeta Bajarvanî û Derdorê da. Serokê ÇEV-DER'ê Ali Kalçik xwest xebatên HES'ê bên rawestandin. w
 
MA / Mujdat Can