Nîvgirava Bodrûmê bi RES'an tê texrîbatkirin

img

ÎZMÎR - Mehmet Çîlsal ku bertek nîşanî RES'ê li Bodrûmê hatine çêkirin dan û got: "Doz hîn jî didome. Em di dozên xwe yên din de bi ser ketin. Em xwezahez şopdarê hemû pêvajoya ne." 

Ekolojîst Mehmet Çîlsal ku bi salan e li navçeya Bodrûm a Mûglayê di warê ekolojiyê de têdikoşe, bal kişand ser Sanralên Ceryanê yên Ba (RES) ên li herêmê hatine çêkirin û tên çêkirin. Çîlsal, bilêv kir ku li tevahiya Mûglayê ji bo 50-60 RES'î ji bo lîsansên portfoyê serî li Desteya Sererastkirina Piyaseya Enerjiyê (EPDK) hatine kirin. Çîlsal, diyar kir ku ji van RES'an 31 jê lîsansa pêş wergirtine û nêzî 20 jê jî lîsan wergirtine. Çîlsal, destnîşan kir ku nexasim nîvgrava Bodrûmê ji bo RES'an ne gunacn e û ji bo ceryanê nehatine çêkirin ji bo rantê hatine çêkirin. 
 
'LI MÛGLAYÊ 31 RES'ÊN LÎSAN WERGIRTINE HENE' 
 
Li Mûglayê 31 RES'ê lîsan wergirtine hene û ji evana 4 jê pêk hatine. Çîlsal, bi bîr xist ku li Mûgla, Datça, Mazi û Yaylikavakê 4 turbîn hene û niha lis er nîvgrava Bodrûmê jî 7 proje hene û ji van 7 projeyan 2 jê pêk hatine. Çîlsal, got: "Li gorî kesên proje amade kirine wê ev proje berdewam bikin. Lê bi berxwedaneke gel û pêvajoyeke hiqûqî ya wisa re rû bi rû man ku, ji bo wan pir giran bû. Loma 4 jê demildest dest bi hilberandina ceryanê kirin. Çimkî di nav 5 salan de eger dest bi hilberînê nekin wê lîsans bên betalkirin û ji tirsa dest bi hilberînê kirin û peyman bi EPDK'ê re îmze kirin. Bi vî awayî pêvajoya hiqûqî dan sekinandin." 
 
‘JI BO RES'AN 14 HEZAR DONIM ERD' 
 
Çîlsal, destnîşan kir ku ew ne li dijî projeyên RES'ê ne, tenê ew li dijî wê çerxaa ku li wir digere ne û li hemberî vê çerxê têdikoşin. Çîlsal, got: Lig orî krîterên cîhanê qada ku ji bo turbînek bayê tê tahsîskirin 20-70 donim e. Lê belê li Bodrûmê ji bo projeyeke herî biçûk jî 14 donim hatiye tahsîskirin. Li Yaylakavakê 14 hezar donim, li Guvercînlikê 19 hezar donim, li Maziyê 21 hezar donim hatine tahsîskirin." Li Yaylikavakê donima erd bi milyonek dolar e û ev dike 14 milyar û got: "Xweza ji bo rantê tê talankirin. Loma em li dijî vê ne." 
 
‘RES JI BO RANTÊ HENE' 
 
Çîlsal, bal kişand ser RES'a ku dê li Taxa Guvercînlikê bê çêkirin û got: "Wê RES'a Guvercînlîkê li ser 19 donima di nêz de dest pê bike. Pêvajoya wê ya ÇED'ê dest pê kir. Doz hatin vekirin. RES'a Maziyê jî bi heman awayî hatiye avakirin. Ev RES'ên ku li Bodrûmê tên çêkirin ne ji bo enerjiyê ne, ji bo rantê ne. Em li dijî vê rantê ne. Çimkî çav berdana qadên cemaweriyê, çav berdane daristana. Lê di salekê de yeko yek tam 13 heb bicihkirin. Di serî de wekî projeya rantê nediuya, lê ji ber Bodrûm ber bi wir ve diçe niha hemû erd hatine girtin. Wezareta Bajarsazî û Hawirdorê ji bo vê dibêje turîzm." 
 
Çîlsal, ji bo projeya RES'ê ya Guvercînlîkê ku berê 4 caran hatibû betalkirin û cara pênca ye hatiye vekirin got: "Wezareta Bajarsazî û ahwirdorê 4 caran dosye dabû sekinandin. Ji bo careke din li wir neyên çêkirin me doz vekir. Doz hîn jî Em di dozên xwe yên din de bi ser ketin. Em xwezahez şopdarê hemû pêvajoya ne." 
 
MA / Esra Solin Dal