Colemêrgî dixwazin dora Gola Zûrya bê çêkirin û paqijkirin

img

COLEMÊRG - Welatiyên xwestin Gola Zûrya ku malovaniya gelek çivîk û masiyan dike bê tîmarkirin, bang li şaredariyê kirin ku demildest tev bigere. 

Li Colemêrgê, welatiyan xwest Gola Zûrya ku malovaniya gelek çivîkan û masiyan dike bê tîmarkirin û giyanewerên di nav golê û li derdora golê bên parastin û bibe devereke ku gel bi rihetî bikaribin biçinê. 
 
‘MASÎ XISTIN GOLÊ' 
 
Di sala 2017'an de Midûriyeta Çandinî û Sewalvaniyê ya Colemêrgê 15 hezar çêlikên masiyan berdan golê. Lê belê hat diyarkirin ku masiyên berdane golê zêlûyên ji bo wucûda mirov baş in xwarine.
 
Hanze Kaplan a 75 salî diyar kir ku berê dora golê pir paqij bû û mirov ji bo vehesandinê dihatin qeraxa golê û zêlûyên di golê de ji bo gelek kesan dibûn şîfa. Kaplan, anî ziman ku lê belê di demên dawî de ji ber hafriyata tê rijandin derdora golê xirab bûye û got: "Berê di golê de gelek zêlû hebûn. Lê niah anxuyên. Ji xeynî zêlûyan malovaniya gelek heywanan jî dike. Eger gol bê tîmarkirin û derdora wê bê rastkirin em ê pir kêfxweş bibin."
 
Ercan Mavîgoz ku li Colemêrgê mamsote ye û heftê herî kêm carekê tevî zarokê xwe û hevjîna xwe tê golê, bilêv kir ku divê ev gol ji nifşên bê re bimîne û got: "Welatiyên tên li vira xwe vedihesînin çopên xwe davêjin û ev jî dibe sedema qirêjbûna derdorê. Em naxwazin wisa be. Wexta zarokên me bên vira divê goleke paqij bibînin." Mavîgoz, bang li rayedarên şaredariyê jî kir û got: "Em ji şaredar û endamên meclîsê rica dikin ku rojek berî rojekê dora golê rast bikin." 
 
'NIRXEKE COLEMÊRGÊ YE' 
 
Hevşaredarê Colemêrgê cîhan Karaman jî beriya hilbijartin soz dabû ku ew ê golê tîmar bikin. Karaman, anî ziman ku Gola Zûrya projeyeke kampanyaya wan a hilbijartinê ye û ew ê di demeke kurt de golê lig or eslê wê îsleh bikin. Karaman, got: "Em ê hewl bidin li wira rêyên meşê û qadên vehesandinê çmbikin da mirov tevî malbatê xwe bi rihetî bên û bêhna xw evedin. Ji bo vê me soz daye gelê Colemêrgê û em ê di nêz de vê soza xwe bi cih bînin." 
 
MA / Hamza Gunduz