Koçberiya masîpankan dest pê kir

img
WAN - Rêwîtiya masîpankê dest pê kir. Wexta koçberiya masîpankan a ji ava bi sodayî ber bi ava şêrîn dest pê dike masîpank paşve diçin û gelek welatî ji bo vê dîmenê bibînin tên ber çem û masîpankan temaşe dikin.  
 
Li Gola Wanê koçberiya masîpankan dest pê kir. Li Robarê Engel, Robarê Akkopru, Robarê Zîlanê û gelek robaran rêwîtiya masîpankan a ber bi avên vexwerbar dest pê kir. Serdema koçberiyê ya masîpankan di navbera 15'ê Nîsan û 15'ê Tîrmehê de dest pê dike.  Di dema koçberiya masîpankan de dîmenên bedew derdikevin holê û gelek kes ji bo van dîmenan bibînin tên ber robar û çeman. Welatiyên ji bo koçberiya masîpankan bibînin tên ber çeman, dîmen û wêneyên masîpankan ku dema koç dikin ters diçin digirin.