Berdevkê EGEÇEP'ê: Gel dixwaze kesên bibin şaredar xwezayê biparêzin

img

ÎZMÎR - Ji hilbijartinê re hefteyek ma. Berdevkên Demî yên EGEÇEP'ê Alime Mitap û Husnu Dîllî, ji kesên bên hilbijartin xwestin ku xwezayê biparêzin. Berdevkan, anîn ziman ku gel ji hilbijêran dixwazin ku xwezayê biparêzin. 

Ji hilbijartina rêveberiyên herêmî re hefteyek ma. Beriya hilbijartinê Rêxistina parastina derdor û xwezayê Platforma Çand û Derdorê ya Ege (EGEÇEP) ji hilbijêran xwest ku berî her tiştî xwezayê biparêzin û guh bidin dengê xwezaparêzan. Berdevkên Demî yên EGEÇEP'ê Alime Mitap û Husnu Dîllî, bal kişanin ser pirsgirêkên ku xweza û derdorê talan û wêran dikin û xwestin berhem û hebûnên çand û xwezayê biparêzin. 
 
Alîme Mitap, anî ziman ku wan EGEÇEP ji aliyê komek dildarên derdorparêz ve ava kirin û li 30 herêman pêkhateyên wan hene û wiha got: “Parka Çandê ya Îzmirê parkek hevpar a gel e. Qada jiyana hevpar e. Ev park ji bo saziyên taybet nayên tesîskirin. Me heta niha gelek doz vekirine. Her çend di gelek dozan de em bi ser neketine jî ya girîng mafdariya me ya civakî ye. Ji ber ku hiqûq xelas bûye doz bi ser nekevin jî ya girîng piştgiriya civakî ye. Li Tirkiye çavkaniyên avê, qaden jiyanê û xwezayê tev pêşkêşî rantxwir û rantê kirine. 
 
‘DIVÊ AVAHIYÊN ÎZMÎR DORPÊÇ KIRIYE BÊN HILWEŞANDIN'
 
Mîtap, anî ziman ku ekolojîst herî zêde li dijî Projeya Buhuroka Korfezê têdikoşin û wiha got: "Di heman demê de Bihişta Çûkan a Sasali rastî talukeyek mezin e. Tê plankirin ku wê bihiştê ji mîmarê re vekin. Dema wê qadê ji avahî û mîmarê re vekin cûreyên çukên li wê qadê wê di bin talûkeyek mezin de bin. Em wekî perçeyekî Platforma Xwedî li Îzmirê Derkeve dê li diji vê platformê têbişokin. Dîsa ji bo mirov karibin li bajarê Îzmirê bijîn û karibin bêhnê bistînin divê avahiyên ku dora bajar wekî Seta Çînê dorpêç kiriye bên hilweşandin. Divê şaredarên ku bên hilbijartin vê daxwaza ekolojîstan li ber çavan bigire û parastina xweza û derdorê esas bigire.  
 
Husnu Dîllî jî anî ziman ku wan li projeyên namzetan nerîn û wiha got: "Daxwaza gel a ji bo parastina ekolojî û xwezayê gelek zêde ye. Gel dixwaze xweza bê parastin. Li Tirkiye li dijî qaden xweza û ekolojiyê talankirin û wêrankirinek pir mezin heye. Kanên madenê, çiftlîkên masiyan bi awayekî pir mezin xweza û ekolojiyê talan û wêran dike. Saziyên endustriyel ên xwezayê tên avakirin. Em wekî EGEÇEP  li dijî van êrîşên xwezayê bi dil û can têdikoşin. Îzmîr bûye qada betonê. Dema veguhestina bajar bê kirin jî divê hemû faktor li ber çavan bên girtin. Avahiyên bilind ên li Bayrakli, Projeya Buhuroka korfezê, ÎZFAŞ bandorek neyînî li ser guhertina bajar dike. Qadên kesk, ava paqij, hewa paqij êdî pêdiviya herî mezin a bajar e. Bi avakirina bînayên bilind bajar nayê guhertin. Em wekî EGEÇEP’ê ji hemû namzetên şaredaran dixwazin ku 11 xalên Yekîtiya Ekolojiyê pêk bînin. Em dixwazin di reveberiya herêmî de rêgaza sereke ya demokratîkbûna herêmî têxin meriyetê. Divê înîsiyatifa ekolojiyê vîna wê li ber çavan û esas bê girtin. Divê plana reserastkirina Derdorê li gorî pîvanên zanistî û civakî bên amadekirin. Divê daristan, qadên kesk û çandiniyê û mêrg bên parastin. Divê li hemû şaredariyan Yekîneyên Parastina derdorê bê avakirin. Divê kesên pispor di van saziyan de cihê xwe bigirin. Divê ev yekîne ji bo parastina av, ax û hewayê venêrtin û tedbîren mezin bistine. Divê li şûna polîtikayên ku xwezayê bi rêve dibe, polîtikayên ku perçeyekî xwezayê ye têxin meriyetê."