Barka: Fabrîkaya zirincê 219 qat radyasyonê belav dike

img

ÎZMÎR - Li Gazîemîrê, bi salan e pirsgirêka bermayîyên fabrîkaya zirincê nayê çarserkirin. Ekolojîst Ertûgrûl Barka got: "Fabrîkaya zirincê dibe sedema radyasyonê. 3 sal in ji bo berterefkirinê tu tişt nehatiye kirin." 

Li Taxa Aydin a navçeya Gazîemîr a Îzmîr, Fabrîkaya Zirincê ya Sedat Avci ku di sala 1944'an de hat avakirin, di sala 2010'an de hatibû girtin. Fabrîke, li nêzî AVM'Yan û le qeraxa rêya navbera bajaran e. Çend sal berê derketibû holê ku li baxçeyê fabrîkayê bermayiyên radyoaktîf hene. Li ser vê Saziya Enerjiyê ya Atomê ya Tirkiyeyê (TAEK), di sala 2012'an de lêkolînek kir û diyar kir ku li herêmê bermayiyên radyoaktîf hene û divê ev bermayî bi awayekî rêkûpêk bên berterefkirin. Lê belê Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê ji bo vê yekê tu gav neavêtin. Di rapora ÇED'ê de jî kêmasî derketin holê û ji ber vê ekolojîst û şêniyên taxê îtiraz kirin. Piştî îtirazê di sala 2015'an de fabrîka hat rawestandin. Di sala 2017'an de jî xebatên wê hatin rawestandin, lê belê derket holê ku ev ji ber jin guherînin di avaniya fabrîkayê de pêk hatiye. 
 
‘VEGUHERÎ ÇOPGEHA RADYOAKTÎFÎ' 
 
Hîn jî bermayiyên fabrîkayê li holê ne û hîn jî talûke didome. 300 metre dûrî fabrîkaya ku hatiye girtin, dibistaneke seretayî heye û ji ber bermayiyên wê bêhn ji taxê tê. Ekolojîst Ertûgrûl Barka, bilêv kir ku sedema avakirina fabrîkaya zirincê ew bû ku zirinca ji akûyên xurde derxîne, lê belê bermayiyên mayî nehatine avêtin û derdora fabrîkayê veguheriye çopgeheke radyoaktîf. Barka got: "Bermayiyên li qada fabrîkayê hatin wergirtin, şandin tesîsên ÎZAYDAŞ ên Kocaeliyê û radyoaktîvîteke zêde hat tespîtkirin. Berpirsiyar û rayedaran, 7 salan ser vê bûyerê girtin. Me ev yek ji pisporan re şand û derket holê ku rasterast radyoaktîvîte tê de heye. Hîn li Tirkiyeyê tesîseke nukleerenerjiyê tune bû, li Tirkiyeyê bermayiyên radyokaktîf hebûn. Ev bi çi awayî hatin Tirkiyeyê? Fabrîkaya zirincê 219 qat radyasyonê belav dike. 3 sal in ji bo berterefkirina wê tu tişt nehatine kirin." 
 
‘50 MILYON DA' 
 
Barka, bilêv kir ku Tirkiye veguheriye çopgeha bermayiyên nukleerî û heta qada siyasî bi awayekî xurt piştgiriyê nede, ne mikun e ev têkevin Tirkiyeyê. Barka, diyar kir ku li navçeya Gazîemîrê, li cihê valakirina bermayiyên radyoaktîfî niha tê xwestin TOKÎ'yan çêbikin û got: "Her wiha li vê herêmê gel li dijî veguherîna bajêr li ber xwe dide. Gel nerihet û hizûr tune ye. Ji bo ev bêhizûrî û nerihetî ji holê bê rakirin 50 milyon ceza li şîrketê hat birîn. Lê belê şîrketê îtiraz kir. Nayê zanîn pere hatiye tahsîlkirin an na. Her wiha xwestin li vir tesîsa bermayiyên talûke jî çêbikin. Lê belê ji ber berxwedana gel û pêvajoya hilbijartina herêmî hat rawestandin. Şîrketê heman tişt li navçeya Torbaliyê pêk anî. Yanî talûke didome." 
 
‘BILA SEDEMA ZÊDEBÛNA PENÇEŞÊRÊ BÊ AŞKEREKIRIN' 
 
Barka, anî ziman ku ji ber bermayiyên radyoaktîf, li navçeya Gazîemîrê rêjeya nexweşîna pençeşêrê zêde bûye û got: "Em dixwazin ev rêje bê aşkerekirin. Sedem bermayiyên radyoaktîf e? Em dixwazin ev yek bê aşkerekirin. Ji bo vê çi ehwce be bila dewlet bike û bersiva me bide. Lê kes pê re eleqedar nabe û ji bo başkirina şert û mercan jî tiştek nayê kirin. Wexta meriv li polîtîkayên ekolojiyê dinere û li kirinên wan diner, hêviya mirov ji hikûmetê namîne. Jixwe halê aboriya welat li ber çava ye. Ji bo ji derheqê vê krîz derkevin jî, ekolojiya welat, qadên jiyanê, daristanan talan dikin û difiroşin." 
 
MA / Rûken Demir